Di demekê de ku li Sûriyayê pêşketinên nû bi lez çêdibin ku derbarê tevahiya Sûriyayê û bûyerên dawî yên têde çêdibin, Wezîrê Karê Derve yê Desthildariya Demkî Esed El-Şeybanî serdana paytexta Sûriyayê Enqerayê kir. Enqere yekser bang li El-Şeybanî kir ku were Tirkiyayê, lê ji bo ku serdan wekî “serdana kar” were nîşandan û qaşo û ev demeke plan jê re hatiye kirin, Wezîrê Parastinê Merhef Ebû Qesra û Berpirsê Îstixbaratê Îbrahîm Selama bi El-Şeybanî re serdana Enqerayê kirin. Ebû Qesra bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyayê Yeşar Guler re hevdîtin kir û bi awayekî lez peyman derbarê “perwerde û şêwirmendiya leşkerî” îmze kirin, diyar e ku bi awayekî lez amadekirin û tu pêşketineke nû li ser asta stratejîk tuneye, di demekê de ku “Vîtoya” Rûsyayê li ser hebûn û belavkirina leşkerî ya Tirkiyayê di hundirê Sûriyayê de heye.
Tiştê balkêş di vê serdanê de, daxuyaniyên ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan dan û tê de êrîşî HSDyê kir û ew tawanbar kir ku di pêkanîna bendên peymana 10ê adarê de demê dirêj dike (Peymana 10ê adarê jî Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şeri di 10ê adara 2025an de li paytexta Sûriyayê Şamê îmze kirin). Axaftina Fîdan tê de sorkirin li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê hebû, tevî ku hevdîtin di navbera şanda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi serokatiya Îlham Ehmed û şanda hikûmeta demkî (El-Şeybanî bi xwe) li Şamê hebû beriya çend saetan ji serdana şanda hikûmeta demkî ji bo Enqerayê, ku civîna li Şamê jî ya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, bi erênî hate nirxandin. Lê daxuyaniyên Fîdan ku tê de gotinên wekî “Em niyetên we dizanin” û “Em ne ehmaq in û em dizanin çi çêdibe” diyar dibe ku hîna di atmosfêra rola berpirê îstixbaratê ye, ku 13 salan kar dikir beriya ku bibe wezîrê derve rê li ber berdewamiya atmosfera rihetiyê ya ku piştî civîna Şamê ya di navbera Îlham Ehmed û Esed El-Şeybanî de serdest bû, girt.
Helwesta Tirkiyayê an jî gurbûna wê piştî kongreya “Yekitiya helwesta pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê” pêk hat, ku ev kongre ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate organîzekirin û tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê beşdar bûn, herwiha şêxê duruziyan li Sûriyayê Hikmet El-Hicerî û şêxê elewiyan li Sûriyayê Xezal Xezal, bi rêya vîdoyê tevlî kongreyê bûn. Tirkiya fişar li ser Şamê kir, ji bo ku encamên kongreyê red bike, tevî ku encamên kongreyê tevahî li ser yekitiya Sûriyayê di aliyê axê û gel de piştrast kirin û banga hevkariyê û sîstemekî demokratîk a nenavendî kirin. Di encamê de, kongre ji çarçoveya giştî ya peymana 10ê adarê derneket. Desthildariya li Şamê daxuyaniyek li dij vê kongreyê derxist û dezgehên wê yên ragihandinê û yên ji aliyê Tirkiya û Qeterê ve têne fînansekirin, êrîşî kongreyê kirin û li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê, hemleyên sorkirinê dane destpêkirin. Di aliyê siyasî de jî, desthilatdariya demkî helwesta xwe zêdetir gur kir û ragihand ku ew beşdarî civîna ku tê payîn li Parîsê li dar bikeve di navbera Rêveberiuya Xweser û hikûmeta demkî de, nabe. Ev biryar li xweşiya Tirkiyayê hat, ji ber ku Enqera naxwaze lîstikvanên bibandor di Sûriyayê de hebin, ku bikaribin bandorê li hikûmetê bikin û di encamê de jî, rol û serweriya hikûmeta Tirkiyayê kêm bibe.
Hikûmeta demkî jî, heta niha di nava bandora encamên komkujiyên ku komên girêdayî Ewlekriya Giştî û yên din ku kesayetên nêzî rejîma El-Esed û Pasdarên Şoreşê yê Îranê bi rê ve dibin ku navê “eşîran” li xwe dikin, li dij duruziyan li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyayê pêk anîne. Di encama wan komkujiyan de, derdora 2 hezar sivîl û bi sedan çekdarên desthilatdariya demkî hatin kuştin, ev komkujî bi êrîşa Îsraîlê ya li dij avahiya Heyet Erkan li Qesra Gel li paytexta Şamê, hatin rawestandin. Destwerdana Îsraîlê ya yekser rewşeke nû li Sûriyayê ava kir û derfet da Tilebîbê ku hebûna wê di Sûriyayê de çêbibe, ev yek jî ji aliyê desthildariya demkî ve hate ragihandin bi rêya peywendî û civînên di navbera rayedarên Şamê û Îsraîlê bi hebûna Amerîkayê pêk hatin û di dawiyê de, gihaştin peymanekê li ser bidawîbûna şer di navbera komên girêdayî desthilatdariya demkî û di navbera berxwedêrên duruziyan li Siwêdayê. Ev yek ji bilî axaftina li ser plana ku hêdî hêdî eşkere dibe derbarê vekirina korîdorekî di navbera Siwêda û Îsraîlê de, bi armanca veguhastina madeyên xwarinê û alîkariyê ji bo Siwêdaya dorpêçkirî. Ev hemû pêşketin li gel desthilatdariya demkî ya Şamê rewşeke ji tevlîhevî û tirsê ava kir, lewra helwesta xwe li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û HSD tund kir û îşaret bi hêzê kirin, bi rêya êrîşa li dij baregehên HSDyê li Dêrhafir ya bejahiya Helebê û gundewarên Dêra Zorê, herwiha balafirên dron li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên kurdan li bajarê Helebê, belav kirin.
Tirkiya dizane ku desthilata veguhêz a li Şamê piştî komkujiyên ku li herêma beravê û Siwêdayê pêk anîne û herwiha piştî weşandina raporek Neteweyên Yekbûyî ku rejîmê şermezar dike û wê bi berpirsiyariya komkujiyên li herêma beravê tawanbar dike, ku raporê wekî “tawanên şer ên li dijî mirovahiyê” bi nav kir, di rewşek pir dijwar de ye. Raportek din a ku ji hêla Pentagonê ve hatî weşandin, bi awayekî rast ketina cîhadîstan nav avahiyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyayê vedibêje. Tirkiya herwiha dizane ku hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyayê bûye rastiyek, ji bilî bêserûberiya Tilebîbê di pabendbûna bi xetên sor ên ku ji bo Tirkiyayê xêz kiriye, ku rê li ber nêzîkbûna wê ya navxî Sûriyayê digire (Îsraîlê di Nîsana 2025an de tesîsên leşkerî yên ku Enqerahê dixwest li Balafirgeha Leşkerî ya Hemayê û baregeha T4 li nêzî Humsê ji nû ve ava bike, wêran kir). Ev ji bilî rastiya ku piştî komkujiyên dawî li Siwêdayê derketiye holê ye, rastiyek nenavendî ya zelal ku bê guman dê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dibe ku li herêmên din ên Sûriyayê jî, were nîşandan, ku dê bi formula nenavendî ve girêdayî bin, ji ber têkçûna rejîmê di piraniya deverên ewlehî û aborî yên welêt de. Ji ber vê yekê, Enqera bawer dike ku piraniya pirsgirêkên li Sûriyayê ji destê wê derdikevin û aktorên din derdikevin holê ku ji hêla aborî û leşkerî ve bihêztir in.
Tirkiya binpêkirinên desthilatdariya demkî li beravê, Şamê û Siwêdayê, herwiha ne jî binpêkirinên rojane yên li dij mafên mirovan li tevahiya Sûriyayê, şermezar nekir. Dewleta tirk bi hişmendiya ewlekarî bi Sûriyayê re dide û distîne û Sûriya wekî herêmeke serweriya xwe dibîne, ku desthilatdariya wê bi rê ve dibe û Enqera bi israr e ku divê girêdayî wê be, her tim minetiyan lê dike ku wan desthilatdarên îroj gihandin Şamê. Di çarçoveya vê hişmendiyê û nêzikatiya mejîteng û xeternak de, Enqera bi israr e ku şerê kurdan, Rêveberiya Xweser û HSDyê bike û hemû forumelên nenavendîbûnê û naskirina pêkhateyan di destûra Sûriyayê û taybetmendiyên wê de, bike. Tevî ku di hundirê Tirkiyayê de prosesa diyalogê di navbera dewletê û tevgera kurdî de heye û komîteyek ji parlamentoyê hate avakirin di bin navê “Komîteya hevgirtina niştimanî û biratî û demokratîk” û axaftina li ser “pêvajoyeke nû” û “biratiya bi hezaran salan di navbera kurd û tirkan de”, lê hikûmet û berpirsê dîplomasiyê Hakan Fîdan bi israr in ku kurdan li Sûriyayê dûr bixin û nehêlin ku Şam nenavendîbûnê û hebûna HSDyê wekî blokekî di nava artêşa Sûriyayê ya nû de qebûl bike, wekî komikên din ên ku desthilatê ew wekî wan tev li xwe kirin û navên nû li wan kir.
Li ser mijara Sûriyayê, nêzîkatiya Tirkiyayê neguheriye. Digel ku wezîrê derve hîn jî rola serokê îstîxbaratê dilîze ku operasyonên veşartî dişopîne û zanyarekî “nepenî” ye û li dijî pêvajoya aştiyê bi kurdan re di hundirê Tirkiyayê de ye, xuya ye ku helwesta Tirkiyayê li ser kurdan, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyaya Demokratîk û di encamê de derketina holê ya Sûriyayeke demokratîk a nenavendî, dê tu pêşketinê nebîne. Tirkiya dê di redkirina her pêşketinekê û israra xwe ya li ser avakirina dewleteke yekgirtî ya navendî de, ku ji hêla komikek dilsozê Enqerayê ve tê rêvebirin, an jî parêzgehek ji hêla parêzgarek dilsozê Sultanetê ve tê rêvebirin, li gorî xeyala Tirkiyayê û nêzîkatiya ku ji hêla medyaya Tirkiyayê ve tê tercîhkirin, bi israr bimîne. Di vê çarçoveyê de, ferhenga siyasî ya Tirkiyayê ya di derbarê “Sûriyeya nû” de neguheriye: Redkirina nenavendîbûnê, handana ereb û kurdan li dijî hev, hevkariya bi rayedaran re di derbarê perav û Siweydayê de û pêşbaziya li ser tiştê ku ew wekî “kêka” Sûriyayê dibîne bi Îsraîl, dewletên ereb û hêzên din ên herêmî û navneteweyî re ku hebûna emperyal û kolonyalîst a Tirkiyayê li Welatê Şamê, red dikin.







