• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Ermenistan û Azerbîcan û “Rêya Trump”: Wê çawa lûtkeya Washington a sêalî başûrê Qefqasyayê biguherîne?

August 18, 2025
Ermenistan û Azerbîcan û “Rêya Trump”: Wê çawa lûtkeya Washington a sêalî başûrê Qefqasyayê biguherîne?
Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Beriya çend rojan li herêma başûrê Qefqasyayê gaveke dîrokî ya girîng pêk hat, ew jî ragihandina peymaneke destpêkê di navbera serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û serokê Azerbîcanê Ilham Aliyev de, bi serpereştiya serokê Amerîkayê Donald Trump di lûtkeya sêalî li Washington de.

Peyman, piştî bi dehan salan ji şerê li ser herêma Nagorno-Karabaxê pêk hat, ku ev yek bi xwe re hêviyên mezin tîne ji bo bidawîkirina yek ji mezintirîn şerên li herêmê. Lê di deman demê de, bi xwe re asoyên nû yên astengiyên jeopolîtîk vedike, di demekê de ku guhartinên bingehîn di rêveçûyîna herdu dewletan û herêman tevahî de, pêk tên.

Çarçoveya peymana aşitî û rêya stratejîk

Ji dema şerê dawî yê Nagorno-Karabaxê (sala 2020î) û di dirêjahiya 5 salan de,  bi awayekî dubare behsa peymana aşitî ya gengaz di navbera Azerbîcan û Ermenistanê û girêdana wê bi çarçoveya stratejîk de dikirin, bi rêya “Korîdora Zengezur”.  Ev korîdor ji bo Tirkiyayê xewn û xeyal bû, ji bo ku bi awayekî yekser bigihêje Azerbîcanê  û ji wir jî bigihêje cîhana tirkî bi rêya Deryaya Xezarê û ji wir jî bigihêje Çînê.

Lê serokê Amerîkayê Donald Trump negihaşt ku ji bilî wî vê peymana aşitiyê ragihîne, ku bi salan e amadekariya vê peymanê tê kirin û heta asteke mezin di adara borî de amade bû. Di heman demê de, amerîkayiyan dest danîn ser dosyaya korîdora stratejîk û plana wê ji aliyê şerîketên Amerîkayê ve hate pêkanîn. Di encamê de, navê wê veguherî “Rêya Trump a aşitî û dewlemdîbûna navdewletî” û kurtenavê wê wiha hate pênasekirin: “TRIPP”.

Di civîna sêalî ya li Washingtonê de, daxuyaniyek hevbeş hate îmzekirin, ku wekî “nexşerêya aştiyê” hate binavkirin. Paşinyan û Aliyev têgihaştinek îmze kirin ku niyeta xwe ya îmzekirina peymanek aştiyê diyar dikirin, di heman demê de Trump wekî navbeynkar û şahid îmzeya xwe lê zêde kir.

Peyman hîna bi awayekî dawî nehatiye îmzekirin, ji ber ku daxwazên Azerbîcanê yên din hene, ji wan guhartina destûrê Ereministanê ji bo jiholêrakirina gotina ku behsa mafê Eremnistanê ya daxwaza Nagorno- Karabakh dikin.

Trump got ku peyman soz dide ku şer were rawestandin û dest bi têkiliyên bazirganî û diplomatîk were kirin û rêzgirtina dualî ji yekparçeya axê re were girtin. Herwiha Trump eşkere kir ku ceza li ser sektora pîşesaziya parastinê ya Azerbîcanê, hate rakirin. Lê tevî vê yekê jî, hîn doz bê çareserî man, ji wan guhartina destûrê Ermenistanê, vekirina rêyên bejahî yên herêmî û doza vegera ermenan yên ku ji Nagorno-Karabaxê derketin an jî jê hatine dûrxistin.

Herwiha di lûtkeyê de, nameyek hevbeş hate îmzekirin ku daxwaz hate kirin Koma Minsk were hilweşandin (ev kom ku ji bo navbeyankariya herdu welatan hatibû avakirin û ji Amerîka, Fransa û Rûsyayê pêk dihat). Ev helwest li xweşiya Tirkiya û Azerbîcanê hat, ku herdu welatan dîdtin ev kom sedema dirêjkirina aloziyê ye û bê çareserî hiştibûn.

Destkeftî û windahiyên herdu aliyan

Ev peyman ji bo Azerbîcanê serkeftineke dîplomatîk û stratejîk e, ku herî dawî dikarîbû serwerî li ser tevahiya herêma Nagorno-Karabaxê bikira, ev herêm jî bi dehan salan bûbû navenda şerekî girîng bi Ermenistanê re. Lewra, ev peyman rê li pêşiya Baku vedike ji bo li ser dosyayên din ên girîng di herêmê de kar bike, bê ku bi ihtîmala destwerdanên derve û gurkirina eniya bi cîranê xwe Ermenistanê re, bi fikar be.

Destkeftiyên din ên ku Azerbîcanê di vê peymanê de qezenc kirin, korîdora ku îro bi navê “Korîdora Trump” tê naskirin, ku ev korîdor ji herêma Siyunik ya Ermenistanê re derbas dibe û Azerbîcanê bi herêma Nexcoan ya Azerbîcanê ya xwedî rêveberiyeke xweser e û di aliyê erdîngarî de ji welatê neteweyî hatiye cudakirin, girê dide. Ev korîdora cografîk a stratejîk yekitiya axa Azerbîcanê xurt dike û derfetê dide ku bi awayekî yekser bê astengiyan bi dihêje axa Ermenistanê. Ev yek jî destkeftiyeke girîng li ser asta jeo-polîtîk ji bo Bakuyê ye.

Di heman demê de, ev peyman têkiliya Azerbîcanê ya bi Amerîkayê re xurt kir, ji ber ku Washington wekî hevkarê sereke kete rêvebirina herêmê û di çarçoveya peymana aşitiyê de. Lewra, ev yek dihêle ku di aliyê siyasî û leşkerî de ji bo Baku yê piştgiriyeke û xwespartina Baku ji Rûsyayê re kêm dibe û li ser cihê Bakur wekî lîstikvanekî herêmî yê xurt, piştrast kir.

Ji bilî vê yekê jî, vê peymanê hهşt ku çavkaniyên çek û hevkariya leşkerî ji bo Azerbîcanê zêde bibin, bi rêya derbasbûna wê li nava bazarên çekên amerîkayî, piştî ku bi rêya Îsraîl û Tirkiyayê ew çek bi dest dixistin. Ev yek jî dihêle ku şiyanên wê yên parastinê zêdetir bibin û pêwîstiya wê ji Rûsyayê derbarê çekkirinê, kêm bibe.

Lê di aliyê aborî de, vê peymanê rêyên nû ji bo veguhastin û bazirganiyê vekir, ev yek jî dihêle ku Qefqasya bi Tirkiya û Asyaya Navîn û Ewropayê de were girêdan û derfet çêdibin ku veberhênanên mezin di warê binesazî û enerjiyê de, pêk werin.

Astengiyên li pêşiya Azerbîcanê û windahiyên gengaz

Tevî ev destkeftiyên mezin jî, lê Azerbîcan rastî gelek astengiyan tê yên herî berz jî ev in; rêvebirina hevbeş a Korîdora Zangezru ya di peymanê de, ku rêvebirin wê ji aliyê Amerîka û Ermenistanê ve be û ev yek jî wê bihêle sînorekî ji Azerbîcanê re di vî korîdorî de were danîn û îhtîmal heye di siberojê de, bibe xaleke nakokiyê.

Ji bilî vê yekê jî, astengiyên siyasetên navxweyî jî hene, di demekê de ku şepêlên siyasî yên ku xwedî nêrînên cuda hene û dibe ku bibin asteng li pêşiya pêkanîna vê peymanê, nexasim ku bibînin naveroka wê peymanê mafên hemû Azerbîcanê, naparêze.

Destkeftiyên Ermenistanê tevî ku serweriya wê kêm bû

Tevî ku Ermenistan di aliyê serweriya herêmî de rastî têkçûnekê hat, lê ev peyman hin destekeftiyan ji bo wê bi xwe re tîne. Yêrîvan bi temamî rêvebirina korîdorê winda kir, lê wê di bin serweriya fermî ya Ermenistanê de be, bi pabendbûna rêveberiya hevbeş re ku dibe bi xwe re veberhênanên amerîkayî yên girîng ji bo pêşxistina herêmê bîne. Ev yek dibe ku asoyên li pêşiya pêşketina aboriya xwecihî bi xwe re bîne.

Di heman demê de, ev peyman deriyên nû ji bo hevkariya navdewletî vedike, nexasim destekdayîna Amerîkayê ji Ermenistanê re û avakirina têkiliyên aborî bi Tirkiyayê re. Wekî tê zanîn, Ermenistan ji ber tecrîda erdîngarî di aliyê rojhilat bi Azerbîcanê re û di aliyê rojava Tirkiyayê de, tevî di aliyê başûr bi Îranê re sînor vekiriye, lê tecrîda li ser Îranê, dihêle ev vekirina sînor di aliyê başûr de bê sûd be. Sînorê bi Gurcistana nearam re li bakur wekî deriyê çalak ê Ermenistanê yê tenê ber bi cîhanê ve dimîne.

Peymana dawî eger ku pêk were, wê bihêle ku sînor bi Tirkiya û Azerbîcanê re were vekirin û hêviyên pêşxistina aborî û siyasî jinûve geş bibin, herwiha aramî jî li herêmê çêdibe û bi vê yekê re jî şerê demdirêj bi dawî dike û dihêle ku aloziyên navxweyî û herêmî kêm bibe.

Windahiyên Ermenistan û astenigiyên navxweyî û derve

Ermenistan rastî windahî û astengiyên navxweyî û derve yên zehmet tê, ji wan; serweriya stratejîk a li ser korîdorê li başûrê welat winda kir, ev yek jî wê bihêle fişarên erdîngarî û siyasî yên bibandor çêbibin, nexasim bi hebûna rêveberiyeke hevbeş dibe ku bihêle Ermenistan nikaribe serwerî li ser tevgerên Azerbîcanê yên di nava axa xwe de, kontrol bike.

Herwiha, aloziya navxweyî ya siyasî û civakî heta niha bibandor in, ku redkirineke mezin di nava opozîsyonê de ji vê peymanê re heye, ji ber ku opozîsyon ditirse hîna zêdetir mafên xwe yên serweriyê winda bike.

Di heman demê de, pêvajoya normalîzekirinê ya di navbera Ermenistan û Tirkiyayê de rastî gelek astengiyan tê; wekî doza qirkirina  ermenan ku dimîne astengiyeke siyasî û exlaqî ya mezin. Di vê çarçoveyê de, Ermenistan bi israr e ku bi awayekî fermî ev qirkirin were naskirin, lê Tirkiya vê yekê red dike.

Herwiha, di nava Ermenistanê de gelek şepêlên xurt hene ku li dij nêzikbûna bi Tirkiyayê re derdikevin, bê çareseriyeke giştî ya dozên mafên mirovan û serweriya niştimanî.

Ji bilî vê yekê jî, têkiliya Ermenistan-Azerbîcan wê her aloz bimîne, ev yek jî wê bandorê li ser hêviyên normalîzekirina tirkî-ermenîstanî bikin, nexasim piştî ku serweriya Rsûyayê li Ermenistanê kêm bû û Ermenistan ji bin serweriya ewlekarya Rûsyayê ya stratejîk derket, welat ket helwesteke qels li beramberî berfirehbûna desthilata Tirkiyayê.

Herî dawî jî, Ermenistan rastî zehmetiyan di parastina cihê xwe yê siyasî û aborî de tê, di demekê de ku têkiliyên nû çêbûn û gelek astengiyên navxweyî hene.

Ji hêzên herêmî  û navdewletî kî ji vê peymanê sûd wergirt û kî jî winda kir?

Amerîka ya herî zêde sûd ji vê peymanê wergirt, ji ber ku roleke xwe ya navendî li başûrê Qefqasya feriz kir, piştî bi dehan salên ji tunebûna serweriya yekser. Amerîka ev yek jî bi rêya serpereştiya peymanê û ferizkirina rêveberiyeke hevbeş a rêyeke girîng pêk anî. Di encamê de jî, Amerîka cihekî wê yê bi hêz li herêmekê çêbû, ku wekî baxçeyê pişt ê Mosko û di çarçoveya ewlekariya wê ya neteweyî ya girîng, dihate dîtin.

Ev korîdora stratejîk bi awayekî mezin bicihbûna Amerîkayê li herêmê xurt dike, ev yek jî derfetê dide Amerîka ku bi awayekî zêdetir rêvebirina hevsengiyên siyasî û aborî di Qefqasyayê de bike.

Herwiha, Tirkiya ji vê peymanê sûdê werdigire, ji ber ku rê li pêşiya wê vedike ji bo pêkanîna destkeftiyên aborî, bazirganî û leşkerî li Qefqasya û Asyaya Navîn, ev yek jî bi rêya xurtkirina bazirganî, veguhastin û enerjî di navbera Tirkiya, Azerbîcan û Ewropayayê de. Nexasim, ku serweriya Rûsyayê li herêma Qefqasyayê ji ber peymana navborî, wê kêm bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, Azerbîcan bi vê serkeftinê cihê xwe wekî lîstikvanekî xurt û serbixwe di qada herêmî de, xurt dike ku sûdê ji destkefiyên niştimanî û stratejîk ên ku bi dest xistine, digire.

Li beramberî vê yekê jî, Rûsya bi awayekî eşkere wekî windakerê sereke derdikeve holê, ji ber ku rastî têkçûneke mezin di serweriya xwe li başûrê Qefqasyayê hat, herwiha rola Rûsyayê wekî garantorê ewlekarî û stratejîk ê sereke kêm bû. Di heman demê de, Ermenistan ku hevalbendê xwe yê kevneşop bû jê dûrket  û serweriya Amerîka û Tirkiyayê di baxçeyê Rûsyayê yê pişt de, pir bû.

Ji ber mijûlbûna Rûsyayê bi şerê li Ukranyayê û pirsgirkên xwe yên navxweyîû derve, serweriya Rûsyayê li Qefqasyayê kêm bûn, lewra ev yek bû sedem ku bandora wê ya piratîk li herêmê nemîne û rola wê tenê ma wekî çavdêrekî bêdeng.

Tevî vê yekê jî, Rûsya li bakurê Qefqasyayê hin serweriyeke wê yê sînordar heye wekî li Abxazya û Osetyaya başûr, herwiha parastina hin têkiliyên xwe yên ewlekarî bi Ermenistnaê re dike, lê êdî nema lîstikvanekî ku serwerî li ser rewşê dike. Îhtîmal heye ku Rûsya di siberojê de careke din hewl bide xwe bi cih bike, nexasim piştî bidawîbûna şer li Ukranyayê, lê ji îro û pê ve wê rastî rikberiyeke xurt ji aliyê Amerîka û Tirkiyayê ve were.

Herwiha, derketina Ermenistanê ji Rêxistina Peyemana Ewlekariya Komî ya Rûsyayê û vekirina têkiliyan bi Amerîka û Tirkiyayê re, veguhartineke stratejîk di hevalbendiyên herêmî de ye.

Herwiha bandora Îranê ji ber kêmbûna girêdayîbûna Ermenistanê bi Tehranê û zexta ji ber hebûna korîdorek amerîkayî-tirkiyayî li nêzîkî sînorê wê, ku gefê li stratejiyên wê yên herêmî û siyasî dixwe, kêm bûye.

Hebûna vê korîdorê fişareke herêmî li ser Îran û Rûsyayê çêdike, ku ev herdu welat vê korîdorê wekî gefeke yekser ji bo berjwendiyên xwe li herêmê dibînin û dibe ku ev fişar bibe sedema gurbûnên nayên texmînkirin li ser asta herêmî.

Bandorên herêmî yên berfireh

Ev peyman wê bibe alîkar ji bo avakirina sazûmaniyeke ewlekarî ya nû li Qefqasyayê, ku rola Amerîkayê wekî garantorê sereke ji bo ewlekariya li herêmê derkeve pêş, bi beşdariya Tirkiyayê. Beramberî vê yekê jî, kêmbûna serweriya Rûsya û Îranê.

Di heman demê de, ev pêşketin hişt ku Îran hebûna xwe ya stratejîk li başûr ji nû ve di ber çavan re derbas bike, nexasim ku Ermenistan êdî zêde xwe naspêre wê di warê ewlekarî û enerjiyê de.

Tevî vê yekê jî, metirsiyên gurbûnê di siberojê de, wê her bimîne, di demekê de ku rikberiya zêde di navbera hêzên mezin de, lewra dibe ku şerên nû an jî astengiyên ewlekarî derkevin, eger ku hevsengî bi awayekî zanebûn nehatin birêvebirin.

Dawî

Peymana aşitiyê ya di navbera Ermenistan û Azerbîcanê de, derfeteke balkêş e ji bo jinûvenirxandina têkiliyên Ermenistan-Tirkiyayê, ku ji berê de rastî aloziyên dîrokî û siyasî dihat. Tevî hebûna astengiyên bingehîn, lê daneyên nû derfetê didin ku rûpeleke nû li ser esasê hevkarî û lihevkirinê were vekirin, bi şertê hebûna îradeyeke siyasî ya rasteqîn û hevkariyeke herêmî û navdewletî ya hevseng.

Peymana aşitiyê ya destpêkê ya di navbera Ermenistan û Azerbîcanê de bi serpereştiya Trump, gaveke dîrokî ye li başûrê Qefqasyayê, ji ber ku pêvajoyeke nû ji aşitiya gengaz vedike. Di heman demê de jî, nexşeyeke nû ji astengiyên siyasî, qanûnî û joepolîtîkî vedike. Bandora destkeftiyên Azerbîcan, Tirkiya û Amerîkayê û li kêleka wê jî windahiyên mezin ên Rûsya û Îranê, wê veguhartinên kûr di hevsegniya hêza herêmî û navdewletî de, çêke.

Bi her hal, herêm wê li pêşiya dînamîkên guhartinê be û dibe  guhartinên bingehîn çêbibin, ku bibe sedema jinûvexêzkirina nexşeya siyasî û stratejîk a herêmê, herwiha dibe ku bandora vê yekê jî heta li bakurê Qefqasya, Tirkiya û Îranê, çêbibe.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN