Bê ku hêza desthilatdariya Şamê zêdetir bibe, lê bi rêya berdevkên xwe yên fermî ragihandin ku divê HSD dev ji çekên xwe berde, tevî ku peymana 10ê adarê bi awayekî eşkere ragihand ku divê hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyayê bibe. Mirov dikare ev derbeya li dij mentiqê çareseriya siyasî û lihevkirinê, wekî xerabbûna xîtaba desthilatdariyê û ragihandin û kesên wê yên bi bandor, bi nav bike. Bi vî awayî, desthilatdariya Şamê daxwazên xwe bilind kirin, ku dewleta Tirkiyayê bi hêza xwe nikarîbû vê yekê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, çi di zihniyeta desthilatdariyê de heye, ku hewl dide derbeyê li dij peymanê pêk bîne, an jî xwe ji îmzekirina “peymana niştinanî”ya tekane ku pêk anî, xwe bide alî û ew gihaştin wê astê û paşê tevî nakokiya wê bi rastiyê re, wekî xwedî hin “pragmatîzmê” hat binavkirin. Gelo Desthilatdariya Şamê hewl dide îdia bike ku ew rastî têkçûnên ku ji ber rêvebirina wê ya xelet a mijarên lihevhatina neteweyî, beşdarbûn û tevlêbûna siyasî ya pêkhateyên cihêreng, û nekarîna wê ya birêvebirina civaka Sûriyayê ya piralî li derveyî xeyalên serdestiya mezhebî û mentiqa hêz û serdestiya leşkerî çêdibin, nehatiye?
Li ser bingeha tiştên borî, helwestên desthilatdariyê hişk bûne, piştî taloqkirina hevdîtina di navbera nûnerên hikûmeta Şamê û HSDyê bi serpereştiya Fransayê û piştî daxuyaniya sûriyayî-amerîkayî-fransayî ya hevbeş di 25ê tîrmehê ku piştrast kir “Gera ji hevdîtinan di navbera hikûmeta Sûriyayê û HSDyê de di demeke pir nêz de pêk bîne, ji bo temamkirina pêkanîna peymana 10ê adarê bi awayeikî giştî”. Herwiha di daxuniya sêalî de têgihên ku bihêlin aloziya jihevxistina niştimanî û herêmî bi dawî bibe, hatin bikaranîn, wekî: Destekdayîna veguhastina siyasî, pêkanîna berjwendiyên niştimanî, xurtkirina hevgirtina civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Siwêdayê.
Di aliyê teorîk de, mirov dikare bihaneyên paşxistina hevdîtina Parîsê û berdewamkirina danûstandinan ji aliyê desthilatdariyê ve fêm bike, herwiha beriya gera danûstandinan a bê, asta daxwazên xwe zêde kirin. Sedema vê yekê jî ku desthilatdariyê nikarîbû pirsgirêkên başûrê Sûriyayê çareser bikira, nexasim piştî bûyerên Siwêdayê yên bi xwîn, herwiha tiştên ku di ragihandina Îsraîlê de tê belavkirin ku hatiye erêkirin başûrê Sûriyayê bi hersê parêzgehên xwe bibe herêmeke bêçek û şervanên xwecihî erka parastinê bigirin ser xwe û tenê çekên sivik bi wan re be. Bi vî awayî desthilatdarî dixwaze bi rengekî xwe nîşan bide ku ew aliyê bi hêz e, piştî ku bûyerên Siwêdayê ew lawaz kirin û êdî nikare serweriya xwe di başûrê Sûriyayê de , feriz bike. Di encamê de, rakirina asta daxwazên xwe li beramberî HSDyê tê fêmkirin, ku Şam hewl dide bêje bîrana xwe ya li Çiyayê Ereb (Siwêdayê) wê nikaribe bandorê li ser şiyanên xwe yên danûstandinan bi HSDyê re bike, lê HSD vê yekê bawer nake. Ji ber ku piştî bobelatên beravê û Siwêdayê, li gorî rewşê diyar dibe ku desthilatdariya Şamê lawaz e û êdî bûye armanca rexneyên derve, herwiha dibe ku ji desthilatdariyeke ku ji aliyiê navdewletî û erebî ve hate pêşwazîkirin, veguheze desthilatdariyeke ku ji hêla derve ve tê redkirin eger ku şerekî sêyem li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêk bîne û xwe bispêre alava xwe: Serferberiya etnîkî û fezeyên eşîran.
Herçiqas ku rewşa dijwar a ku desthilatdariya Şamê têre derbas dibe em fêm bikin ku wê bi xwe ew rewş afirand, lê mijara ku HSD çekên xwe deyîne mirov dikare tenê wekî fêbazekî fişarê yê ne yekser beriya dema hevdîtina bê ye. Bi awayekî kurt tiştê ku HSD dibêje diyar e ku ew qet dev ji çekên xwe bernade, bi awayekî li dij rêgeza tevlêbûna ku berê li ser li hev kirine. Ev yek hemû, di demekê de ku desthilatdariya Şamê şiyanên wê yên qirkirinê hene, ev yek jî di kiryarên tund û binpêkirinên li beravê, Siwêdayê, Ceremana û Eşrefiyê Sehnayê diyar bû, di heman demê de endamên di nava artêşa desthilatdariyê de di dema şerê li dij Siwêdayê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê xwarin. Ji bilî vê yekê jî, şertûmercên objektîf hene girêdayî şerê li dij terorê ye ku rê nade çek werin danîn û dibe sedema têkçûna desthilatdariyê di çareserkirina daxwazên ji bo pergaleke nû ya peymanî li ser bingeha nenavendîbûnê û têxistina mafên destûrî, çandî û zimanî yên kurdan bi awayekî ku hevkariyê xurt bike û statuya wan a neteweyî ya rêzdar biparêze.
Nêzîkî gotara fermî ya desthilatdaran, em li rastê wê medyaya paralel û tîmên mêşên elektronîkî dibînin, ku ji hêla desthilatdaran ve têne fînansekirin, ku li her alî digerin û di belavkirina hashtagan de berdewam in û piştgirî didin helwestên ku ji hêla desthilatdaran ve bi teknîkên tirsandina virtual hatine destpêkirin, belavkirina gotinên nefretê, biçûkxistina kes û komên dijber, teqlîdkirina arezûyên destpêkî, seferberkirina eşîran û weşandina nûvekirinên berdewam li ser navê dijminê fonksiyonel ê navxweyî ku her carê tê xwestin ku ji hêla exlaqî ve were tunekirin, çi mezheb be, netewe be, an tevgerek siyasî be, li gorî hewcedariyên desthilatdaran. Ev yek dirêj dibe heya ku heqaret û tawanbarkirinên hevkariyê li komên kesan werin kirin ger ew razî bibin ku daxuyaniyek binivîsin an jî hewl bidin ku nexşerêyek ji bo derketina ji krîza neteweyî xêz bikin. Carinan, mesele dirêj dibe heya ku kesek tenê jî tê de hebe ku tiştê ku desthilatdar naxwazin dibêje an jî ji tiştê ku vegotina otorîter li ser cewhera krîzên heyî dibêje dûr dikeve.
Beşa medyayî ya rejîmê, bi rûyê xwe yê paralel, wekî amûrek ji bo tirsandin û terorîzekirina psîkolojîk a dijberên rejîmê an jî kesên ku li dijî tevgera wê ya giştî derdikevin, kar dike. Bi vê yekê, ew tirsên kesên ku guman dikin li ser niyetên pêşerojê yên rejîmê li hember pêkhateyên wê yên cuda, xurt dike. Klîbên tomarkirî, ku ji hêla kujerên ku bi cenaze, girtiyan û baweriyên olî ve mijûl in hatine kişandin, “artêşa nû” wekî berevajî artêşa El-Esed nîşan didin. Operasyonên tolhildanê yên “artêşê” li hin deveran wekî karîkaturek bêrûmet a tundûtûjiya fîlmkirî ya DAIŞê xuya bûn, ku xwe dispêre teknîka “dramatîzekirina” kuştinan bi rêya dagirtina kesên îdamê, serjêkirin, avêtina ji cihên bilind û xeniqandin an şewitandina qurbaniyan bi awayekî ku ji ber hovîtiya zêde ya ku tê de cih digire, nefret û tirsê derdixe holê.
Di aliyê piratîkê de, ragihandina desthilatdariya Şamê bi rengê xwe yê fermî û parallel, roleke bi bandor di sorkirina pêkhateyan û hêzên leşkerî yên ku hatine dûrxistin de lîstin, lewra ev yek bû sedem ku ev hêz û pêkhate hîna zêdetir girêdayî çekên xwe bidin û pişta xwe nedin desthilatdariya Şamê.
Eger ku daxwaza çekdanînê ji çarçoveya rêbazekî fişarê were derxistin û Şamê li ser israr bike wekî daxwazeke bingehîn, ev yek wê bibe daxwazeke ku pêk nayê û wê tu çareseriyên siyasî jî bi xwe re neyîne û dibe ku bihêle şerekî neçarî jî derkeve. Piştî ku şervanên Siwêdayê red kirin çekên xwe deyînin û sûdê ji komkujiyên li beravên wergirtin, herwiha piştî ku Şamê têkçû û nikarîbû ku serweriyê li ser Çiyayê Ereb bike, tevî ku berê xwe da plana (B) ya rêkirina bi hezaran şervanên di bin navê “fezaa” û têkçûna plana (C) ya ferizkirina dorpêçeke giran li ser Siwêdayê û belavkirina dîmenên heqareta li dij rûmeta sivîlan li Siwêdayê û beriya wê jî beravê ji aliyê ragihandina parelel ve, lewra mijara ku HSD çekên xwe biparêze bûye dozeke jiyan û rûmetê an jî mirin. Ji wê zêdetir: Ji ber tiştên ku ji adara borî ve li Sûriyayê qewimîne, wehşetên li beravê û Siwêydayê hatine kirin, şerma HSD li ser her daxwazên navneteweyî an herêmî yên di derbarê bêçekkirinê de rakir.
Di rewşa heyî de, Şamê neçar e ku kaxeza xwe amade bike û vîzyonên xwe yên ji bo yekbûna leşkerî û ewlehiyê pêşkêş bike û wê bi pêşniyarên HSDyê re li hev bike da ku di navbera her du kaxezan de xalek hevpar bi dest bixe. Nîqaş li derveyî çarçoveya yekbûnê dê ji windakirina demê wêdetir tiştek nebe û Beşar El-Esed berê xwe dabû faktora “demê”, lê wî ew li ser bizavên derew û baweriya ku berjewendiyên welatan û herêmê di berjewendiya wî de ne, xerc kir.







