• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

“Guhartina nexşeyan”.. projeyeke îsraîlî hesabên Tirkiya û Îranê tevlîhev kir

July 31, 2025
“Guhartina nexşeyan”.. projeyeke îsraîlî hesabên Tirkiya û Îranê tevlîhev kir
Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Îsraîlê di roja înê de 13ê hezîrana 2025an de, rêzeêrîşên bi hev re li dij şiyanên leşkerî û nuklerî û binesaziya Îranê pêk anî. Îsraîlê ev êrîşa xwe ya berfireh di bin navê “Şêrê rabûyî” de pêk anî. Di roja yekê ya êrîşîê de, zêdetirî 200 balafirên şer beşdar bûn, di nav de jî balafirên pêşketî (F35), ku sîstemên mûşekan û betariyên parastina asîmanî û cihên balafirên şer hedef girtin û beşek mezin ji vê çekên stratejîk ên Îranê ji xizmetguzarî, derket. Herwiha, Îsraîlê di van êrîşên ku 12 rojan dm kir, beşek mezin ji armancên leşkerî û pîşesaziyên şer wêran kirin û derbeyên giran gihandin reaktorên nuklerî yên Îranê. Di heman demê de, Îsraîlê fermandarên refên destpêkê yên artêşê û Pasdarên Şoreşê yên Îranê û gelek zanyarên bernameya nuklerî û kesên tê de kuştin.

Derbasbûn û rakirina xetên sor

Ji bilî wêrankirina giştî ya ku Îsraîlê gihand bernameya nuklerî û binesaziya çekdariya stratejîk ya Îranê, îstixbaratên Îsraîlê fermandarên payebilind ên refa yekem di artêş, Pasdarên Şoreşê yên Îranê û îstixbarata Îranê kuştin ji wan; Serokê Desteya Erkanên Hevbeş ên Hêzên Çekdarî Mihemed Baqirî, Fermandarê Pasdarên Îranê Hisên Selamî, Fermandarê Hêzên Asîmanî yên girêdayî Pasdaran ku berpirsê dron û şiyanên mûşekan bû Emîr Elî Hacî Zadeh, Fermandarê Biryargeha “Xatem El-Enbiya” Xulam Elî Reşîd, Cîgirê Berpirsê Îstixbaratan di Fermandariya Polîsên Îranê de Mihdî Nemetî. Herwiha, li gorî agahiyên îstixbaratî serokê Îranê Mesûd Bizişkiyan ku di civîna Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî de bû û Şêwirmendê Siyasî yê Murşidê Îranê Elî Şimxanî, di du bûyerên cuda birîndar bûn. Di heman demê de, şaneyên îstixbaratên Îsraîlê yên di hundirê Îranê de, gelek zanyarên bernameya nuklerî, ji wan jî yên girîng Berpirsê Pêşxistina Sîstema Teqandinê yên Serikên nuklerî Mihemed Mihdî, Seyîd Sediqî ku di qada pêşxistina uranyûm û pêşxistina serikên şer de dixebitî, Îsar Tebtebayî di endazyara nuklerî de dixebitî, serokê berê yê rêxistina enerjiya atomî yê Îranê û zanyarê nuklerî Ferdûn Ebasî û Ehmed Riza Zû El-Feqarî ku di endazyara nuklerî de dixebitî.

Îranê jî  operasyona bersivdayîna êrîşa Îsraîlê jî navê wê kir “Soza rastîn 3” ku ew jî berdewamiya operasyona “Soza rastîn 1” ku Îranê di 13ê nîsana 2024an de, bi mûşek û dronan êrîşî Îsraîlê kir, wekî bersivdayîna bombebarana avahiya konsulxaneya Îranê ya li Şamê ji aliyê Îsraîlê ve. Di encama vê êrîşê de, efser Mihemed Riza Zahidî û alîkarê wî Hadî Hac Rihêmî û 5 şêwirmendên leşkerî hatin kuştin, ku hemû jî kadroyên pêşeng ên di Feyleqa Qudisê ya girêdayî Pasdarên Şoreşê yên Îranê bûn. Lê operasyona “Soza rastîn 2” ku êrîşa bi mûşek û dronan di destpêka cotmeha 2024an de pêk anî, wekî bersivdayîna kuştina fermandarekî peyebilind di Tevgera Hemasê ya Filistînê de Ismaîl Heniya di tîrmeha 2024an de, dema ku serdana Tehranê kiribû, ji bo beşdarbûna merasîma erkdarkirina serokê Îranê Mesûd Bizişkiyan. Di heman demê de, di dawiya îlona 2024an de, Îranê wekî bersivdayîna tolhildana kuştina Sekerterê Giştî Huzbellaha Lubnanî Hesen Nesiralah (ku di wê êrîşê de fermandarê payebilind ên partiyê û cîgirê Fermandarê Operasyona Pasdarên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin) êrîşî Îsraîlê kir. (1)

Şer bi awayekî fermî di 24ê hezîrana 2025an de hate rawestandin, bi banga serokê Amerîkayê Donald Trump a agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, piştî ku Amerîka destwerdana şer kir û piştgiriya Îsraîlê kir û di 22yê hezîranê de cihên nuklerî (Nitniz, Isfahan û Fordow) bombebaran kirin. Amerîka navê vê operasyonê jî kir (çakûçê nîvê şevê), ku tê de mûşekên stratejîk (Northrop B-2 Spirit) û bomneyên ji cûreya(GBU-57) ên 30,000 poundî û herwiha avêtina 30 mûşekên Tomahawk ji aliyê binavbehriyên amerîkayî ve, reaktorên Natanz, Isfahan û Fordow bombebaran kirin. Piştre Îranê bi bombebarankirina baregeha amerîkayî ya Al Udeid li Qeterê bersiv da, lê beriya wê Îranê Washington û Dewhayê derbarê dema êrîşê û asta zirarê wê, agahdar kiribû.

Îsraîlê dikarîbû ku zirareke mezin bigihîne bernameya nuklerî ya Îranê û baregehên  mûşekên balîstîk ên Îranê û sîstema parastina asîmanî ya Îranê ya S-300 ku Rûsyayê ew çêkiribûn, wêran kirin. Îsraîlê jî di vê çarçoveyê de got ku wê herçar sîstemên Îranê wêran kirin û êdî ew serwerî li ser asîmanê Îranê kir û bi saetan bi dehan balafirên şer ên Îsraîlê, li ser Îranê digeriyan. Îranê jî 500 mûşek avêtin Îsraîlê (ku li gorî daneyên Amerîkayê, 3000 mûşekên Îranê hene), ji wan 25 mûşekan sîstema parastina asîmanî ya Îsraîlê (Meqla Dawud, Qubeya Hesin, Patriot, sîstema Thad a amerîkayî,) derbas kirin û zirar gihand avahiyên leşkerî û ewlekarî, nexweşxane, avahiyên sivîl, navendên lêkolîn û stasyonên enerjiyê. Di heman demê de, Tehranê 1000 dron ber bi Îsraîlê ve avêtin, lê negihaştin armancên xwe di hundirê Îsraîlê de.

Tehranê plan dikir ku zêdetirî 1000 mûşekan bavêje ser axa Îsraîlê, eger balafir û dronên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine avêtin di tunekirina şiyanên mûşekên Îranê de bi felckirina zincîra dabînkirinê û tevgerê, teqandina navendên fermandarî û kontrolê, neçalakkirina nêzîkî %40 platformên avêtina mûşekên sabît û mobîl, neçalakkirina %70 bataryayên parastina hewayî û bombebarankirin û wêrankirina depoyên mûşekan nebûya, ku rê li ber êrîşên dijwar û li pey hev ên mûşekên Îranê yên cûrbecûr û bi bandorên cûda girt (2).

Netanyahu û Trump.. xapandin û jinişkabûn

Beriya ku Îsraîl êrîşa xwe ya berifreh ya wekî birûskê pêk bînin, Îran hatibû xapandin. Armanc ew bû ku tevahiya erkana fermandariya Îranê matmayî bikin û şiyanên wê pûç bikin, ku nikaribe rabe û bersiv bide. Herwiha, xapandin ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve çêbû, ku nîşan dan tu niyetên wan ên operasyona leşkerî li dij Îranê tune ye û herdu welat çareseriya siyasî û dewamkirina danûstandinan, ji xwe re esas girtine.

1- Di ragihandina Îsraîlê de, bal li ser nakokiyên di navbera hikûmeta Îsraîl û rêveberiya Amerîkayê de hate kişandin, ku nêrînên wan ne wekî hev in derbarê dosyaya şerê li Xezayê, ku were nîşandin bibe dosyaya herî zêde Îsraîl tê de mijûl e.

2- Hikûmeta Îsraîlê aloziya ku ji ber daxwazên leşkerkirina cihûyên El-Herîdîm derketiye û gefên partiyên ku piştgirî didin vê çîna ku ji hikûmetê vekişin û bi vî awayî Knesset hilweşe, keysbaz kir. Lewra ev yek nîşan da ku aloziyeke mezin heye, ku dewlet pê ve mijûl e, dûrî dosyaya nuklerî ya Îranê.

3- Rojeva ragihandina Îsraîlê tevahî bû mijûlbûna hikûmetê bi dosyaya şerê li dij Hemasê û dosyaya dîlgirtiyan. Herwiha, civîna 12ê hezîrana ku hatiye lidarxistin ji bo dengdayîna li ser destpêkirina êrîşan bû, wekî civîna ji bo nîqaşkirina danûstandinên dîlgirtiyan hate nîşandan. Di heman demê de, wezîr hatin agahdarkirin ku rojeva civînê wê derbarê kedên ji bo serbestberdana dîlgirtiyên li Xezayê be.

4- Hikumeta Îsraîlê di 12ê hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê karûbarê stratejîk Ron Dermer û serokê Mossad David Barnea wê roja înê biçin Washingtonê (ango roja êrîşê 13ê hezîranê) ji bo hevdîtina bi nûnerê Amerîkayê re Steve Witkoff re, ji bo dayîna zemîna gera şeşmîn a danûstandinên nuklerî yên Îranê-Amerîka. Ev ger jî dihate payîn ku li paytexta Omanê, Mesqetê roja 15ê hezîranê bihata lidarxistin û Washigton desthildariya Omanê agahdar kiribû ku amadekarî bike û şertûmercên gera danûstandinên ya şeşemîn bi Îranê re dabîn bike, ev yek jî beriya sê rojan ji êrîşa Îsraîlê ya giştî li dij Îranê çêbû.

5- Serokê Amerîkayê heman xapandin bi kar anî, dema ku ragihand ew li dij operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dij Îranê ye, ji ber ku ev êrîş wê danûstandinên bi Îranê re xerab bike. Di vê çarçoveyê de, Trump bi nivîseke li ser “X”ê di nîsana 2025an de, 60 roj dane rejîma Îranê ji bo bigihêjin peymanekê. Ev dem, di roja 12ê hezîranê de bi dawî bû û roja 61ê ango roja 13ê hezîranê êrîşa Îsraîlê ya berfireh çêbû.

Diyar e ku Trump û xeleka teng a derdora Trump haya wan ji êrîşa li dij Îranê hebû. Netayahu jî di xîtaba xwe ya piştî êrîşa 13ê hezîranê lixwe mukir hat ku wan beriya êrîşê aghaî dane rêveberiya Trump û wî ji Trump re gotiye: “Surprîz sira serkeftinê ye” . Herwiha, Trump ji tora (ABC) sibeha roja êrîşê got: “Êrîşa Îsraîlê gelekî baû bû, me derfet da wan, lê jê sûd negirtin. Ew rastî derbeyeke gelekî xurt hatin”. Di heman demê de, Trump li ser malpera (Truth Social) got: “Rêveberên Îranê haya wan ji tiştên ku wê çêbibin tune bûn. Niha hemû hatine kuştin. Divê Îran peymanê pêk bîne, beriya ku her tişt biçe”. Prosesa xapandina Îranê taybet ji aliyê Netanyahu û Trump ve hate birêvebirin, ku rejîma Îranê hate xapandin û wiha hate fêmkirin ku Amerîka û Îsraîl xwe dispêrin danûstandinan ji bo ku Tehran dev ji bernameya xwe ya nuklerî berde û tu êrîşên nêzik tune ye(3).

Dokterîna Zamir û 7 cotmehê

Di gulana 2022yan de, general Eyal Zamir (ku niha serokê erkana artêşa Îsraîlê ye) dema ku  li Peymangeha Washingtonê a Siyasetên Rojhilata Jêrîn de wekî lêkolîner kar dikir, lêkolîneke berfireh a ji 75 rûpelan nivîsî di bin sernavê “Rûbirûna stratejiya Îranê ya herêmî: Planeke giştî ya dirêj “nivîsand. Di lêkolînê de, behsa rola Îranê ya pêşketî li herêma Rojhilata Navîn û gefa rejîma li Tehranê li dij Îsraîlê, çi bi awayekî yekser bi rêya bernameyên nuklerî û çekên pêşketî, an jî bi rêya serpereştiya hêzên çekdar ên girêdayî wê li gelek welatan. Zamir di lêkolînên xwe de, bal kişand li ser palpiştên  hêza Îranê û pêşketina hêdî hêdî ya vê hêzê. Bi vê yekê re jî, rola û swerweriya wê li herêmê gelek mezin dibe, ku dewleta “Wîlayeta Feqîh” veguherî lîstikvanekî sereke û bandor di herêmê de, ku rola wê nayê derbaskirin, na jî bûyerê ji encama hêza wê û berfirehbûna wê ber bi dewletan ve nayê paşguhkirin.

Zamir, di lêkolîna xwe de nêrînên xwe ji bo sînordarkirina Îranê ku ji bo Îsraîl û rojava gefeke stratejîk çêdike. Herwiha şiyanên Îranê yên di dema borî de ji bo pêşxistin û amadekirinê di çarçoveya projeya berfirehkirin û mayîndekirina serweriya xwe û veguheze hêzeke herêmî ya gewre, wekî gefeke taybet dibîne, ji ber vê yekê jî wekî eniyekê bi nav dike ku divê bi planeke mezin (tê de Îsraîl, Amerîka û hevalbendên wê yên Ewropayê hebin) divê di gelek aliyan de li dij vê eniyê kar bikin. Armanc ji vê yekê jî li gorî Zamir, şiyana Îranê hilweşînin (êrîşên ji nişkan ve ku hêza herî mezin û wêranker tê de were bikaranîn û rêveberên dewletê û yên ku planên stratejîk datînin, divê werin tasfiyekirin), di encamê de jî Îran ji asta gefa ku li dij ewlekarî û mayîndebûna Îsraîlê çêdike, were derxistin. Ji aliyekî din ve jî, Zamir dibîne ku hebûna rejîma Îranê bi hişmendî û projeya xwe ya leşkerî ya berfireh, gefeke sereke û rasteqîn ji bo Îsraîlê ye, ne tenê wekî rejîmekê ye dixwaze xwe bi cih bike û destkeftiyên mezin li herêmê bi dest bixe, ji ber vê yekê jî Îran xîtaba kevneşop a dijberî Îsraîlê bi kar tîne, ji bo ku ereb û misliman jê razî bin (4).

Piştî êrîşa 7ê cotmeha 2023yan, ku Tevgera Hemasê bi rê ve bir û di encamê de derdora 1200 sivîl û leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û 7500 birîndar bûn û 251 birîndar bûn, ku ev yek jî erdheke mezin di nava Îsraîlê de çêkir, ev yekî wekî prosesa duyem a kuştina komî ya cihûyan bû piştî qirkirina (Holokost) ku ji aliyê rejîma nazî ya li Almanyayê hate kirin. Piştî vê, êrîşê, rêveberê Îsraîlê vegeriya lêkolîna Zamir (Di demekê de ku Îran hate tawanbarkirin ku Hemas sor kiriye ji bo êrîşî Îsraîlê bike) ev lêkolîn jî bû doktirîna parastin û êrîşa li dij Îran û şaxên wê yên leşkerî li herêma Rojhilata Navîn. Bi destpêkirina êrîşa Îsraîlê ya tolhildana 7ê cotmehê, ku li Xezayê operasyoneke leşkerî ya mezin pêk hat, Îsraîlê Tevgera Hemas, Huzbellaha Lubnanî û Hûsiyên li Yemenê, hedef girtin. Di vê çarçoveyê de, li gorî planên Zamir, amadekariyên veşartî hatin kirin, ji bo destpêkirina êrîşên mezin û xurt li dij şiyanên leşkerî yên rejîma Îranê, ji ku ew wekî serê mar tê dîtin ê ku şax û wekîlên li herêmê dixe tevgerê.

Li gorî malpera (walla.co.il) ya ku bi zimanê ibrî weşanê dike, saziya leşkerî ya Îsraîlê di dawiya mijdara 2024an de biryar da ku êrîşeke mezin li dij şiyanên leşkerî yên Îranê pêk bîne û armanc jî ew e ku bernameya nuklerî ya Îranê û mûşekên stratejîk û binesazî wêran bike. Di heman demê de, rêveberên leşkerî yên refa yekem û zanyarên nuklerî yên Îranê, tasfiye bike. Di analîza li ser heman malperê ku di hezîrana borî de hatiye weşandin, hate gotin ku civîna saziya leşkerî ya Îsraîlê rayedarên payebilind ên îstixbarata leşkerî (Aman) û çekên asîmanî (120 efser) 10 saetan dewam kir, ji bo danîna plana êrîşa li dij Îranê û diyarkirina cihên ku werin hedefgirtin, di destpêkê de jî reaktorên nuklerî  û sîstema parastina asîmanî û depo û cihê avêtina mûşekan, sîstema balafirên dron. Herwiha, kuştina rayedarên leşkerî û zanyarên ku di bernameya nuklerî ya Îranê de, kar dikin. Di vê çarçoveyê de, şaneya ku ji bo êrîşa li dij Îranê hatibû erkdarkirin, di sibata 2025an de careke din civiya û piştre di destpêka adarê de civiya, ji bo temamkirina plana êrîşê û cihên ku werin hedefgirtin hatin diyarkirin. Rêveberê îstixbarata leşkerî Şelûmî Bêndir got ku di navbera Îsraîl û Îranê de 1500 kîlometer heye, ev dirêjahî dê nemîne û komên balafirên Îsraîlê dê bi azadî bifirin da ku bigihêjin qada hewayî ya Îranê, ku divê bi tevahî ewle be (5).

 

Erêkirina îranî û însiyatîfa Îsraîlî

 

Îran piştî êrîşa 7ê Cotmehê guhertinên bingehîn di stratejiya astengkirinê ya Îsraîlê de fêm nekir. Wê berdewam kir ku xwe bispêre kontrolkirina aloziyê, di navbera gefên bikaranîna hêzê û aktîvkirina hêzên xwe yên leşkerî li herêmê de digere û vedigere ser maseya danûstandinan û diyalogê, amadebûna xwe ya ji bo tawîzdanê li ser bernameya xwe ya nuklerî diyar dike. Hêvî dikir ku ev hemû dê guhertina Îsraîlê kontrol bike an jî bandorê li wê bike. Tehran gihîşt wê baweriyê ku Îsraîl bi şerê li Xezayê re mijûl e û rastî fişarên gelêrî tê derbarê dosyaya rizgarkirina dîlgirtiyên li gel Hemasê û di vê rewşê de naxwaze şerekî giştî li herêmê çêbibe, herwiha hevsengiyên navxweyî û awayê hevalbendiyên di navbera bloka siyasî li Îsraîlê, destûrê nade Netanyahu ku êrîşeke leşkerî ya mezin li dij Îranê û bernameya wê ya nuklerî pêk bîne.

Îsraîlê ku stratejiya xwe ya nû ya wêrankirina mezin û şerê di hemû aliyên îstixbaratî, ragihandin û leşkerî de aktîf kir, ji bo pûçkirina tevgera rejîma Îranê û asteke mezin ji tirs û tevlîheviyê di navbera rêveberên Îranê de çêbike û hemû şiyanên bersivdayînê û yên bi bandor wekî sîstema mûşekan û toreya parastina asîmanî, hilweşîne. Lê plana rûxandina rejîma Îranê û tasfiyekirina fermandarên di asta yekem yên fermadnariya leşkerî û wêrankirina şiyanên leşkerî ev çend sal di rojevê de hebû, lê ji dema 7ê cotmehê de ev êrîş û plan ket meriyetê. Armanca Îsraîlê jinûvewênrakirina hemû derfet û şiyanên leşkerî yên Îranê bûn, di destpêkê de reaktorên nuklerî  û sîstema mûşekan û toreya parastina asîmanî, herwiha tasfiyekirina fermandarên leşkerî û siyasî yên di refa yekem de û kuştina zanyar û pisporên îranî yên di qadên lêkolînên nuklerî de, bi bandor in. Êrîşên asmanî, bi bikaranîna 200 balafiran di yekem êrîşa tofanbar de, digel sûîkast, tasfiyekirin, penetrasyona îstîxbaratê û operasyonên astengkirinê û herwiha êrîşên bi rêya şaneyên veşartî û baregehan li ser baregehên leşkerî û depoyên mûşekan, bi armanca bêbandorkirina wan û derxistina wan ji hevkêşeyê re hatin kirin.

Îsraîlê hewl da ku tofanekê biafirîne ku Îranê bigire û li hemû warên leşkerî wêraniyê çêbike. Lêbelê, bandor stratejîk bû û dikarîbû destkeftiyên leşkerî yên Îranê hilweşîne, ku Tehran ji bo wan bi deh milyaran dolar xerc kiribû û bi salan bingeh û binesaziyê danîbû. Armanca êrîşê ew bû ku pişta sazûmana leşkerî bişkîne û banka hişê zanistî û lêkolînê ya Îranê hilweşîne. Êrîşên hilweşandin, wêrankirin, sabotaj û tasfiyeyê hemû herêmên erdnîgarî û hemû deverên desthilatdariya Îranê girt nav xwe. Ew hem êrîşên stûnî û hem jî asoyî bûn, bêyî ku xetên sor li ber çavan bigirin. Her çend Îsraîlê hilweşandina rejîma Îranê û hebûna Îranê wekî dewletek yekgirtî ji gelê Îranê û hêzên muxalefetê re hişt jî, wê hêza herî kujer bi kar anî, binesaziya ku bawer dikir dikare bi awayekî leşkerî were bikaranîn hilweşand û her zemîneke ku piştgiriya aboriya şer a Îranê dikir, şewitand.

Eşkere bû ku Îsraîlê dixwest bi dayîna azadiya tevgera balafirên xwe yên şer di ezmanên ewle yên Îranê de, ku bi dehan balafirên şer 24 saetan hedef bombebaran dikirin û wêran dikirin, hêza xwe nîşan bide. Bi neçalakkirina pergala parastina hewayî, çi bi operasyonên sabotajê, êrîşên bi balafirên dron hedefgirtî, an êrîşên ji nişka ve, Îsraîlê azadiya tevgera balafirên xwe yên şer misoger kir, bêyî ku li hember mûşek û roketên ku dibe ku bigihîjin wan, raweste. Ji wir, li seranserê erdnîgariya berfireh a Îranê kampanyayek bombebaranê ya xalîçeyî da destpêkirin, bi armanca ku hemî destkeftî û şiyanên leşkerî yên rejîmê wêran bike, bi vî rengî berhemên salên avakirina reaktorên nuklerî, modernîzekirina pergalên leşkerî û şiyanên astengkirin û êrîşê hilweşîne.

Anatolya û welatê sozê

Ji aliyê din ve, nîşanên pevçûnek Tirkiya-Îsraîlê piştî şerê Îsraîlê li dijî Hamasê li Xezeyê derketin holê, ku di encamê de bi deh hezaran sivîl mirin, koçberiya navxweyî û dorpêçkirinek dijwar çêbû. Tirkiyayê dixwest “Eniya Redkirina Îslamî” li dij Îsraîlê bi rê ve bibe, lê fikara wê ya sereke tirsa wê ji projeya guhertina Îsraîlê ya nêzîk bû, ku Îsraîl li gelek eniyan (Xeza, Lubnan, Sûriya, Îran û Yemenê) di pevçûnê de bû, û axaftina berdewam a guhertina nexşeyên herêmê û şekildana “Rojhilata Navîn a nû” hebû. Tirkiyayê xuyangên hêza Îsraîlê fêm kir, ku di lêdana Hamasê û dagirkirina Xezayê, lêdana derbên wêranker li Hizbullaha Lubnanî û jiholêrakirina serokên wê, dûv re hilweşandina artêşa rejîma berê ya Sûriyayê, têkbirina şiyanên Hûsiyan, û di dawiyê de, êrîşa berfireh a li ser Îranê, digel hilweşandina bernameya nuklerî û kuştina serokên payebilind ên artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê de, xuya bûn. Enqerayê hîs kir ku agirê Îsraîlê nêzîkî wê dibe û pirs zelal bû: Ger Îsraîl bi hêza xwe êrîşî Tirkiyayê bike dê çi bibe?

Tirkiye, ku ji aliyê hevpeymaniyeke îslamî-neteweperest ve tê birêvebirin û li rêberî û xurtkirina “Sedsala Tirkiyayê” ya xwe digere, di salên dawî de projeyên xwe yên herêmî yên berfireh ragihandiye, ku bandor û hebûna wê li herêmê û cîhanê misoger dike (Neo-Osmanîzm, Welatê Şîn, Peymana Neteweyî, hwd.). Niha li ber pevçûnekê ye bi Îsraîlê re, ku ji aliyê hikûmeteke rastgir ve tê birêvebirin ku bawer dike ku hêza hovane û hêza leşkerî tenê rêya ragihandinê ye li herêmeke ku tijî alîgirên dijî-Îsraîl û hêrs e. Bi eşkereyî ragihandiye ku stratejiya wê ya pêşerojê ew e ku pêşî li derketina hêzeke leşkerî ya ku dikare dewleta cihûyan tehdîd bike bigire, ku pêdivî ye ku “nexşeyan biguherîne” û herêmê ji nû ve xêz bike û ji nû ve şekil bide da ku serdestî û bêhempabûna berdewam a Tilebîbê misoger bike. Êrîşa Îsraîlê di nîsana 2025an de li ser baregehên bejahî û hewayî yên li hundirê Sûriyayê, ku Enqerayê plan kiribû ku di çarçoveya peymaneke hevkariyê de bi hikûmeta nû ya li Şamê re ji nû ve ava bike û bi cih bike, wekî peyamek zelal û bîranînek xetên sor ên Îsraîlê xizmet kir. Tirkiyayê bi matmayîbûnekê hûrgulî û şert û mercên êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê temaşe kir û asta serdestiya dewleta Îbranî ya di warê hewayî û îstîxbaratê de dît. Pirsên wekî: Gelo eger “senaryoyek” ji bo Tirkiyayê were plankirin û “artêşeke îstîxbaratê” bi dizî di bin erdê de bixebite û li benda fermanên êrîşeke Îsraîlê ya li ser Tirkiyayê be, dê çi bibe? Çi dê Îsraîlê ji vê yekê dûr bixe? (6)

Di Çileya 2025an de, li Îsraîlê ji aliyê Komîteya Lênêrîna Budceya Ewlehiyê û Avakirina Hêzê ve, ku wekî Komîteya Nagel tê zanîn, raporek hate weşandin, ku navê serokê wê Jacob Nagel, serokê berê yê Konseya Ewlekariya Neteweyî, lê hatiye kirin. Di raporê de pêşniyar hate kirin ku hikûmeta Îsraîlê xwe ji bo şerekî muhtemel bi Tirkiyayê re amade bike, bi balkişandina ser xetereyên bandora Tirkiyeyê li Sûriyayê û hevpeymaniya di navbera Enqera û hikûmeta nû ya Şamê de. Her çend raporê qada Sûriyayê wekî çavkaniyek xetereyê destnîşan kir û ew dikare bibe qadeke pevçûnê di navbera Tirkiya û Îsraîlê de, fikarên Îsraîlê di rastiyê de ji Sûriyayê wêdetir diçin. Ew ji armancên herêmî yên Tirkiyayê, destwerdanên wê yên leşkerî li Sûriya û herêmê, pêşvebirina projeyên berfirehbûnê yên mezin, avakirina milîsan û pejirandina gotarek rêberiya olî û mezhebî ku li dijî Îsraîlê teşwîq dike derdikevin. Bi van fikaran, Komîteya Nagel Tirkiyayê di rêza yekem a aliyên ku ji bo Îsraîlê gefê çêdikin de navnîşan kir û bal kişand ser deverên potansiyel ên pevçûnê ku Îsraîl dê di pêşeroja nêzîk de pê re rû bi rû bimîne. Piştî nirxandineke berfireh a dewleta Îsraîlê, hevsengiya hêz û bandorê û xwezaya hevpeymanan li herêmê, komîteyê pêşniyar kiribû ku budceya artêşê salane bigihîne nêzîkî 4.1 milyar dolarî, da ku makîneya leşkerî ya Îsraîlê were modernîzekirin û di warên îstîxbarat û şerê elektronîkî de berfireh bibe, da ku rêberî û serdestî her gav ji bo artêşa Îsraîlê be (7).

Piştî operasyona Hamasê di 7ê cotmeha 2023yan de û êrîşa Îsraîlê li ser Xezayê û piştre berfirehkirina şer li ser Hizbullah û Hûsiyan li Yemenê û paşê Îran û Sûriyayê, şerekî medyayî yê Tirkiya-Îsraîlê qewimî, her du alî jî aliyê din bi gefxwarinê tawanbar kirin û amadekariya şerekî berfirehkirinê li dijî wê kirin. Yê herî dengbilind Devlet Bahçelî bû, serokê Partiya Tevgera Neteweperest û hevkarê Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan, ku çend roj piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser  Xezayê bi destwerdana leşkerî ya Tirkiyayê ji bo rawestandina wê, gef li Îsraîlê xwar. Bahçelî li ser hesabê xwe yê Twitterê çend tweet nivîsandin û gef li Îsraîlê xwarin û got: “Ger rêkeftinek agirbestê neyê çêkirin û êrîş neyê rawestandin, erkê Tirkiyayê ye ku destwerdanê bike û her tiştê ku ji destê wê tê bike da ku Xezayê û mîrata Împeratoriya Osmanî, mîrata bav û kalên me biparêze.” Di vê navberê de, Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wekî “sûcdarekî şer” bi nav kir û got ku Îsraîlê 60 rojnamevanên ku trajediya li Xezayê dişopandin kuştine û ew sûcên şer dikin û elektrîk, av û xwarinê ji sivîlan qut dikin (8).

Bi giştî, sê pêşketinên mezin li herêmê dijminatiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de kûrtir kirine û rageşiya di navbera her du welatan de heta radeya gefên şer û pevçûnê zêde kirine. Ev in:

  1. Şerê Îsraîlê li Xezayê li dijî Hamasê di bersiva êrîşa 7ê cotmeha 2024an de bû sedem ku Tirkiya rola rêberê cîhana îslamî bigire ser xwe û Xezayê wekî beşek ji “mîrata Osmanî” bihesibîne. Di encamê de, gefên destwerdana leşkerî da (Bahçelî), Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar kir û Netanyahu wekî terorîst bi nav kir (Erdogan). Tirkiyayê operasyona leşkerî ya Îsraîlê li dijî Hizbullahê li Lubnanê jî red kir û tirsên xwe yên ji berfirehbûn û dagirkirina Lubnanê ya Îsraîlê anî ziman, bi gotinên Erdogan “bi dûrahiya du saet û nîvan bi otomobîlê” nêzîkî sînorê Tirkiyeyê dibe. Wî herwiha diyar kir ku “dagirkirina Îsraîlê li kêleka me ye û cihê ku hikûmeta Îsraîlê dê di xeyala Welatê Sozê de piştî Filistîn û Lubnanê hedef bigire welatê me ye.” (9)

2- Ji aliyê Îsraîlê ve, artêşa rejîma berê ya Sûriyayê bi destpêkirina bi sedan êrîşên hewayî yên berfireh çend saet û rojan piştî hilweşîna rejîma Serokê berê Beşar El-Esed û hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Şamê di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de, wêrankirin. Piştre Îsraîlê doktrîna xwe ya ji bo “Sûriyaya Nû” ragihand, ku peymana vekişînê ya 1974an a ku ji hêla Tilebîb û Şamê ve hatiye îmzekirin betal û bêbandor dibîne, rasterast herêma tampon kontrol dike, dikeve nav deverên mezin ên başûrê Sûriyeyê û sê parêzgehên başûr (Qunêtra, Dera û Siwêda) wekî deverên bandorê îlan dike ku rayedarên Sûriyayê qedexe ye ku çekên giran an hejmareke mezin ji leşkeran veguhezînin wan. Ev ji bilî ketina ewlehiyê ya dewleta ibranî ya van deveran, avakirina şaneyên çavdêriyê û platformên sîxuriyê yên pêşkeftî li wir. Piştî vê yekê, di nîsana 2025an de, Îsraîlê Balafirgeha Leşkerî ya Hemayê û baregeha T4 ya li nêzî Humsê bombebaran kir, bi mebesta ku rê li ber avakirina baregehên Tirkiyayê li wir bigire. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê got ku welatê wî dê rê nede Ehmed El-Şeri “hêzên dijmin” bîne Sûriyayê, ango Tirkiya (10).

  1. Êrîşa mezin a Îsraîlê li ser Îranê di 13ê hezîrana 2025an de, şiyanên girîng û pêşketî yên artêşa Îsraîlê nîşan da, di nav de lêdana bernameya nuklerî, hilweşandina çekên pêşketî, seqetkirina rejîma Îranê û jiholêrakirina serkirdeyên leşkerî yên payebilind û Pasdarên Şoreşê. Hin deng li Tirkiyayê îdia kirin ku êrîş tenê “provayek” Îsraîlê bû ji bo hedefgirtina Tirkiyayê û hilweşandina artêşa wê. Enqerayê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kir û Erdogan wan wekî “êrîşên terorîstî” bi nav kir û hevgirtina welatê xwe bi Îranê re anî ziman. Êrîşê bi êrîşên bilez û ji nişka ve, çi bi awayê wêrankirin, sabotaj, an kuştinê, hêza leşkerî ya Îsraîlê nîşanî hikûmeta Tirkiyayê da, ku şiyanên Îranê seqet kir û asîmanên wê ji bo bi dehan balafirên şer ên Îsraîlê vekir û ewle kir. Eşkere bû ku êrîş di çarçoveya stratejiyeke nû (doktrîna damezrandina Îsraîlê) de hat, ku bi rêya wê Îsraîl hewl dide hegemonyaya xwe li ser herêmê ferz bike û bi armanca guhertin, ji nû ve şekildan û afirandina hevsengiyên nû, herî zêde hêz û hêza leşkerî ya zêde bi kar bîne (11).

Di encama nirxandina Tirkiyayê ya li ser asta bikaranîna hêza giran ji aliyê Îsraîlê ve, bi taybetî li Xeza û Lubnanê û lihevkirina koalîsyona rastgir a desthilatdar a Îsraîlê ji bo destwerdana herêmê û ferzkirina hevsengiyên nû yên hêzê, Devlet Bahçelî di cotmeha 2024an de destpêşxeriyek pêşkêşî tevgera Kurd a li Tirkiyeyê kir û bang li tevgera kurd kir ku çekên xwe deyne û bikeve pêvajoyek danûstandin û diyalogê da ku hemî pirsgirêkên mayî çareser bike û eniya navxweyî ya Tirkiyayê xurt bike. Ev destpêşxerî di 27ê sibata 2025an de ji aliyê tevgera kurd û rêberê wê Ebdulah Ocalan ve bi bersiveke erênî hat pêşwazîkirin. Li ser daxwaza Ocalan, PKKyê di kongreya xwe ya 12emîn de di gulana 2025an de xwe hilweşand û dev ji têkoşîna çekdarî berda. Di vê navberê de, hikûmeta Tirkiyayê komîteyek parlemanî ava kir (bi beşdariyeke xurt ji Partiya Demokratîk a Gelan, sêyemîn bloka herî mezin a parlemanê) ku erkê wê ew bû ku li ser reformên qanûnî û destûrî nîqaş bike ku dê bingehê biafirîne û rê li ber naskirina nasnameya kurd û mafên çandî yên li Tirkiyayê veke. Ev destpêşxeriya Bahçelî beriya hilweşîna rejîma Beşar El-Esed, berî ku Îsraîl artêşa rejîma berê ya Sûriyayê hilweşîne û herwiha berî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê bû.

Tirkiya dizane ku êrîşa Hamasê ya 7ê cotmehê xaleke werçerxê ya mezin bû di dîroka Îsraîl û herêmê de, vîzyonek stratejîk a nû ji bo Îsraîlê afirand û koalîsyona rastgir a desthilatdar li Tilebîbê dê dudilî nebe ku bi her welatekî (heta Tirkiyayê jî) re rûbirû bibe ger ew wekî gefek li ser ewlehiya Îsraîlê bibîne. Eşkere bûye ku Îsraîl, ku li derdora Tirkiyayê êrîş dike û behsa guhertina nexşeyê dike, her ku diçe xeternaktir dibe. Piştî derketina holê ya taybetmendiyên bersiva leşkerî ya Îsraîlê li Xeza û Lubnanê, ku wekî bersivek wêranker û tuneker derket holê, Tirkiyayê di nav salekê de gelek mijar ji nû ve nirxandin. Bi tevgera kurd re diyalog vekir û ji bo “rûpelek nû veke” bi rejîma berê ya Sûriyayê re têkoşîn kir. Erdogan gelek caran vexwendin ji Beşar El-Esed re kir ku bi şexsî bicivin û lihevhatinekê bikin, hemî bi hêviya “sarbûna” eniya Sûriyayê. Di heman demê de, wî bi rêveberiya Serok Donald Trump re aramkirina aloziyê hilbijart, bi armanca bidestxistina destkeftiyên ku bi bidawîkirina sizayên amerîkayî yên li ser Enqerayê ji hêla Trump ve, vegerandina Tirkiyayê di bernameya F-35 de û pêşxistina têkiliyên aborî û zêdekirina qebareya bazirganiyê temsîl dike. Bi vî rengî, xuya bû ku vîzyona Tirkiyayê li ser rakirina gelek pirsgirêkên navxweyî û derveyî berî ku rewş di navbera Enqera û Tilebîbê de aloztir bibe û bibe sedema pevçûnek di navbera her du welatan de, hatiye avakirin.

Encam:

Yekem: Piştî êrîşa 7ê cotmeha 2023yan, Îsraîlê biryar da ku ji bo armanca wêrankirin û tunekirinê xwe bispêre hêza kujer, xwe dispêre serdestiya xwe ya leşkerî û teknolojîk û şiyana xwe ya surprîzkirin û êrîşkirinê li gelek cihan û li gelek eniyan. Vê yekê qaîdeyên kevin ên têkiliyê têk bir, ku derfet da dijminê wê yê sereke, Îranê, ku çekên xwe, di nav de partî û milîsên çekdar, berfireh bike û xurt bike.

Duyem: Armanca Îsraîlê wekî tunekirina tevgerên çekdar (Hemasa filistînî û Hizbulaha lubnanî) yên ku ji nêz ve bi Îsraîlê re rû bi rû dimînin, kuştina rêber û kadroyên wan û hilweşandina yekîneyên wan ên çekdar derket holê. Ev pişta xwe bi êrîşên hewayî û bejayî û herwiha operasyonên têkbirin, sabotaj û sîxuriyê bi rêya ajanên ku agahdariya ku bû sedema kuştina bi dehan rêberên navdar peyda kirin, danî. Wekî din, Îsraîlê piştî jiholêrakirina avahî û binesaziya van tevgerên çekdarî, herêm ji nû ve dagir kir û hebûna xwe li wir berfireh kir.

Sêyem: Êrîşa Îsraîlê li ser Îranê (Serê Heştpê) piştî kampanyayek xapandinê ji hêla Tilebîb û Washingtonê ve, digel sozên danûstandin û demên dawîn heya ku amadekariyên êrîşa hewayî ya mezin biqedin, hat. Ev yek hevrêziya asta bilind di navbera hikûmeta Îsraîlê û rêveberiya Amerîkayê de û têgihaştina amerîkayî ya doktrîna nû ya astengkirinê ya Îsraîlê nîşan dide.

Çarem: Operasyona leşkerî ya li dijî Îranê pir mezin û neçaverêkirî bû, û şikestinek mezin di saziyên hesas ên di nav rejîma Îranê de eşkere kir. Ji bilî wêrankirina beşek mezin ji artêşa Îranê û rakirina çekên stratejîk ji qada şer, hejmareke mezin ji rêberên leşkerî yên Îranê hatin kuştin, herwiha hejmarek ji zanyar/pisporên nuklerî.

Pêncem: Êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê berfireh xuya bû û qonaxek nû ava kir ku piştî 7ê cotmehê dest pê kir, bêyî xetên sor, lê belê hedefgirtina hemî navend û meqamên serokatiyê bi armanca zorê teslîmkirina dijmin ji şert û mercên Îsraîlê. Îsraîlê pevçûn ji “şerê siyê” derxist û rasterast êrîşî Tehran/navendê kir, piştî ku di 18 mehên şerê berdewam de bandorek girîng li ser hêz û bandora çekdarên girêdayî Tehranê kir.

Şeşem: Tirkiya bi fikar qonaxa damezrandina Îsraîlê piştî 7ê Cotmehê, ji ragihandina şer li Xezayê, dû re êrîşa li ser Hizbulahê, wêrankirina binesaziya wê û kuştina serokên wê, temaşe kir. Tirkiya, ku ji hêza xwe di bin desthilatdariya îslamîst û neteweperest de serxweş bû û bi projeyên xwe yên berfirehbûnê wekî “neo-osmanîzm” dihat binavkirin, meyla Îsraîlê ya jinûvexêzkirina nexşeyên Rojhilata Navîn dît. Ev têgihaştin piştî hilweşîna rejîma Sûriyayê, wêrankirina artêşa Îsraîlê, berfirehbûna wê ber bi Bilindahiyên Golan û herêma tamponê, ragihandina başûrê Sûriyayê wekî herêmeke ewlehiyê ya bê çekên giran û êrîşa li ser baregehên di hundirê Sûriyayê de ku Enqerayê plan kiribû bi kar bîne, xurttir bû. Êrîşa mezin a Îsraîlê li ser Îranê gefa herî mezin bû ku Enqerayê dît, ji ber ku wê dît ku Tehran û şiyanên wê di bin hêza leşkerî ya Îsraîlê de hilweşiyan.

Heftem: Tirsa Tirkiyayê ji doktrîna nû ya Îsraîlê (avakirin/guherîn) û îhtîmala pevçûnek di navbera her du welatan de, Enqerayê neçar kir ku pirsgirêkên navxweyî yên ku berê red dikir bi awayekî aştiyane çareser bike, wekî pirsgirêka kurd, çareser bike. Diyalogek bi tevgera kurdî û rêberê wê, Ocalan, re pêk hat ku bû sedema ragihandina hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û devjêberdana têkoşîna çekdarî, di berdêla reformên destûrî û yasayî de ku dê dawî li înkarkirina nasnameya kurdî û mafên çandî li Tirkiyayê bînin. Ev nêzîkatiya nû dibe ku di qada Sûriyayê de jî were nîşandan, ji ber ku Enqera ji polîtîkayên xwe yên berê yên dijminatiyê li hember kurdên Sûriyayê vedigere.

Têbînî: Made bi zimanê erebî hatiye nivîsîn û bo kurmanciyê hatiye wergerandin, ji ber wê em ê jêderan bi erebî bihêlin.

Nîşe:

1ـ “الوعد الصادق”: سلسلة عمليات عسكرية شنتها إيران ضد إسرائيل. موقع “الجزيرة نت”. تاريخ النشر: 14/06/2025.

2ـ الدروس المستفادة من الحرب الإسرائيلية ـ الإيرانية. موقع ” تريندز” للبحوث والاستشارات. تاريخ النشر: 28/06/2025.

3ـ محمد محمود السيد: حارس السر: كيف خدعت إسرائيل إيران بهجومها المفاجئ؟. مركز المستقبل للأبحاث والدراسات المتقدمة. تاريخ النشر: 14/ 06/2025.

4ـ محمد المنشاوي: كيف سيواجه رئيس الأركان الإسرائيلي جيش الظلال الإيراني؟. موقع “الجزيرة نت”. تاريخ النشر: 19/06/2025.

5ـ نايف زيداني: “زفاف أحمر”.. خطة إسرائيل لاغتيال كبار قادة إيران. صحيفة “العربي الجديد”. تاريخ النشر: 18/06/2025.

6ـ صراع النفوذ بين تركيا وإسرائيل يشتعل بعد حرب إيران. موقع “إرم نيوز”. تاريخ النشر: 04/07/2025.

7ـ غاندي المهتار: لجنة “ناغل” لصنع العدو: التهديد التركي أعظم من التهديد الإيراني. موقع (963media.com). تاريخ النشر: 16/04/2025.

8ـ أحمد درويش: موقف تركيا من طوفان الأقصى.. تخاذل صادم أم نصرة قدر المستطاع؟. تاريخ النشر: 24/12/2023.

9ـ أردوغان يدق ناقوس الخطر: إسرائيل تقترب من حدودنا. موقع “قدس برس”. تاريخ النشر: 01/10/2024.

10ـ لوسي ويليامسون: الضربات الإسرائيلية في سوريا تمثل تحدياً لتركيا. موقع “بي بي سي عربي. تاريخ النشر: 05/04/2025.

11ـ يوسف لطفي: اختلاف قواعد اللعبة: الصراع الإيراني ـ الإسرائيلي من منظور نظرية الألعاب الفائقة. موقع “الملتقى الإستراتيجي”. تاريخ النشر: 14/06/2025.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN