• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Êrîşa li dij Siwêdayê û belaya dewleta navendî

July 23, 2025
Êrîşa li dij Siwêdayê û belaya dewleta navendî

Çekdarên hikûmeta Şamê li ber deriyê bajarê Swêdayê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Piratîkeke din a desthilatdariya veguhêz li Şamê (ku divê em her piştrast bikin a ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve tê birêvebirin) ku çawa herêmên Sûriyayê” bixe bin serweriya xwe” û niştecihên wê di nava “dewleta navendî de” bi cih bike, di êrîçên dawî yên li dij pêkhateya duruzî li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyayê, derket holê. Tirs û hovîtiya binpêkirin, sûc û komkujiyên derheqê sivîlan li Siwêdayê, delîlên nû û zêde li ser bingeha totalîter a dûrxistinê ya hişmendiya desthildarî/navendê ya derbarê têkiliyên navbera wê û pêkhateyên din/aliyên din, derdixe holê. Ev têkilî, ku desthilatdarî naxwaze li derveyî mantiqa talan û serdestiyê û vegotina “kîjan azad dike biryar dide” be, bi saya hewldanên medyaya herêmî û herwiha medyaya erebî ya dilsozê hikûmeta Şamê, dibe rêbazek ji bo birêvebirina dewletê û “aksîyomek” damezrandî!

Hikûmetê dev ji xwendina xwe ya tercîhkirî ya sûdwergirtina ji pejirandina erebî û navneteweyî û navê ku wekî “dewleta nû ya Sûriyeyê” lê tê kirin û hê jî berdewam dike bernedaye, tevî ku ew veguhêz e (her komek cihekî digire û li ser parvekirinên sexte jî hatiye avakirin) û xwe û vîzyona xwe li ser gel û neteweya Sûriyayê ferz dike. Herwiha, bi awayekî zanebûn û careke din rewşa erêkirina derve jê re, wekî bi hêz û serweriya li ser hemû alî û pêkhateyan, ji bo xwe bi kar anî. Desthilatdariya Şamê piştî hevdîtina xwe ya bi rayedarên îsraîlî li paytexta Azrebîcanê Bakuyê û dîtinên xwe yên di aşitî de û “peymana ewlekarî” bi dewleta ibrî re, wiha texmîn kir ku ev wekî erêkirineke ji bo wê û rê li pêşiya wê vekiriye ji bo ber bi parêzgeha Siwêdayê ve biçe. Ev çend sal in jî parêzgeha Siwêdayê rewşeke wê ya rêvebirinê ya taybet heye, lewra desthilatdarî xwest ku wê kontrol bike û di encamê de jî “serweriya dewletê” feriz bike û Siwêdayê tevlî herêmên din ên Sûriyayê bike ku desthilatdarî wekî “Xenîme” di operasyona “Bersivdayîna êrîşan” de dibîne. Desthilatdarî xwest ku sûdê ji derfeta ku wiha texmîn dike jê re hatiye pêşkêşkirin piştî hevdîtina Baku bibîne û rêveberiya xwecihî biçewisîne û taybetmendiya duruzî ya sûriyayî û nenavendîbûna li wir ya dervayî rêveberî, hişmendî  û îdeolojiya desthilatdariyê, têk bibe.

Êrîşa mezin ya ku desthilatdarî li dij Siwêdayê pêk anî û bi sedan cîhadîst û çekên giran bi kar anî, -wiha texmîn kir ku “Vîtoya” îsraîlî ya ji dema têkçûna rejîma Beşar El-Esed êdî têk çûye û ketina desthilatdariyê bo nava Siwêdayê, wê bibe beşek ji temenê ku wê Îsraîl bide desthilatdariyê, ji bo ku “aşitî” û erkên “kontrolkirina ewlekariya herêmên başûr, qebûl bike- hişt ku sûc û binpêkirinên hovane li dij sivîlên duruzî pêk werin û erdhejeke mezin di hundirê Îsraîlê de çêkir ku pêkhateya durzî li îsraîlê xwedî cihekî giran e. Lewra hikûemta Netanyahu neçar ma ku dev ji peymanên xwe yên bi desthildariya El-Şeri re berde û biryara topbarana hêzên hikûmeta Sûriyayê da, herwiha koşka serokatiyê û erka giştî ya artêşê li Şamê, bombebaran kir. Êrîşên Îsraîlê yên bi saya fişarên durziyên Îsraîlê pêk hat, hişt ku desthilatdarî vegere ser hişê xwe, bi vê yekê re jî desthilatdariya Şamê fêm kir ku “wekî komeke erkdar” li gel aliyên navdewletî yên çalak bixebite, wê herdem “bêgunehî”yê nade wan da ku bi kesên ku ew wekî dijberên navxweyî dabeş dikin re hesaban çareser bikin û her tim bi awayê leşkerî yê xwînî ku me li peravê, li Sahnaya û vê dawiyê li Swêdayê dît.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mark Rubi got: “Nefêmkirineke xeternak” li Bakuyê çêbû, hişt ku desthilatdariya Şamê êrîşî Siwêdayê bike û çekên giran bi kar anî. Ajansa Reuters jî raporeke berfireh belav kir ku xwe spart gelek çavkaniyan, tê de ragihand ku “şiroveyên şaş” ji aliyê hikûmeta Şamê ve ji helwestên Amerîka û Îsraîlê piştî hevdîtinên Bakuyê çêbûye, herwiha desthildariya Şamê fêm kiriye ku erêkirin jê re hatiye dayîn ji bo ku hêzên xwe li Siwêdayê, belav bike. Di vir de diyar dibe ku daxwazeke eşkere ya desthilatdariya Şamê heye ku hemû peymanên bi derve re ( tevî ku li ser hesabê serwerî û axa Sûriyayê be) keysbaz bike, ji bo ku desthildariya xwe mayînde bike û bi darê zorê û serwerî li ser hemû pêkhateyan bike û bi hêza çekê tevlî nava “dewleta” yekalî ya totalîter bike, ji bo ling û saziyên xwe bi cih bike. Di vê çarçoveyê de, nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyayê Tom Barrak roleke neyînî di rakirina moralên desthildariya demkî  ya Şamê dilîze û bi wê re li dij alî û pêkhateyên Sûriyayê di prosesa diyalog û danûstandinan de, disekine. Mirov nikare balkişandina Barrack a ne bêguneh li ser “dewleta yekgirtî ya bi hêz ya navendî” û redkirina bi domdarî wekî ku ew bi nav dike ji “parçekirin û cudabûnê”, dema ku behsa dosyayên diyalogê ya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, Siwêdayê û Beravê dike. Ev helwest jî destê desthilatdariyê xurt dike û helwesta wê hişk dike û hîna zêdetir behsa xîyanet û dûrixistinê dike di xîtabên xwe yên derbarê daxwazên alî û pêkhateyên Sûriyayê de. Barrack (ku êdî hin caran wekî komîserê bilind di destê wî de çareserî û girêk heye û hin caran jî wekî şêwirmendê El-Şeri tevdigere ), di civîna dawî ya navbera şanda Rêveberiya Xweser û HSDyê bi rayedarên hikûmeta navendî di 9ê tîrmehê de, piştgirî da desthilatdariya Şamê. Ev yek jî hişt ku desthilatdariya Şamê helwesta xwe zêdetir hişk bike û daxuyaniyeke bi zimanekî tund li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê derxist. Di daxuyaniyê de hin ji gotinên ku Barak bi berdewamî dema ku li ser şêwe û cewhera pergala siyasî ya li Sûriyaya nû nîqaş dikir, wek “yek Sûriya, yek artêş, yek hikûmet” bi kar anîbûn û ji bîr nekiribûn.

Piştî têkçûna êrîşa wê ya li ser Siwêdayê, ku wekî ku hatibû plankirin bi dawî nebû, bi kontrolkirina parêzgehê û desteserkirina îradeya gelê wê û eşkerekirina rêjeya sûc, komkujî û binpêkirinên tirsnak, digel bombebarana şermîner a Îsraîlê ya li ser deverên serwer ên li paytextê Şamê, rayedarên Sûriyeyê dest bi karanîna rêbazek din a tolhildanê û şikandina îradeya durzî kirin. Rayedaran motora teşwîqkirin û seferberiya mezhebî û civakî/eşîrî li dijî durziyên Sûriyayê vekir. Mîna “seferberiya giştî” ya ku li ser peravê li dij elewiyan pêk hat, rayedaran û çalakvanên wan ên “civakî û medyayî” bangên ji bo “panîka eşîrî” dan destpêkirin da ku komên bêserûber ên ku îdia dikin ku ew girêdayî eşîrên sereke yên Sûriyayê ne, seferber bikin, ku ji hêla şervanên cîhadîst û yên din ên ji komên girêdayî komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin ve têne xurtkirin. Ev kom dê van koman wekî lepikên qirêj bi kar bînin da ku bi navê xwe û di bin ala xwe de, sûcên kuştina girseyî, avêtina ji cihên bilind, tecawiz û koletiyê, ji bilî talan û diziyê, bikin. Ew yek ji hîleyên rejîmê ye ku bi fermî xwe ji sûcên kuştina girseyî, paqijkirina etnîkî û mezhebî dûr bixe û berpirsiyariyê bixe stûyê komên ku “ji bin erdê derketine”, îdia bike ku ew tu kontrola wan li ser wan tune û li derveyî kontrola wê ne, wan wekî tifingekê bi kar tîne da ku dijberên xwe yên di nav gelê Sûriyayê de nîşan bide. Rejîm niha “artêşeke yedek” ava dike, ku ji hêla kadroyên xwe yên biyanî û sûriyayî ve tê çavdêrîkirin. Li vir perwerde û çêkirina tiştan tê kirin, bi pompekirina gelek vegotin/fetwayên tekfîrî û tohmetên ji ferhenga Beisê ya hevkariya bi Îsraîl û hêzên biyanî re, û “hewldana qutkirina beşek ji axa Sûriyayê û girêdana wê bi welatekî biyanî”!

Li ser hêz, hovîtî û danasîna aktorên nû di nav hevkêşeya Sûriyayê de – di vê rewşê de eşîr – behîsek heye. Meyl û siyasetek pêşwext hatiye plankirin ku pêkhateya sunî ya Sûriyayê di şerê ku ji hêla rejîmê ve li dij alî û pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî yên Sûriyayê tê meşandin de were tevlîkirin. Piraniya xwîna civaka sunî tê armanckirin ku bi destên xwe were rijandin, da ku hestê niştimanperweriyê li Sûriyayê winda bibe û meylek kor û tolhildêr a mezhebî cihê wê bigire, bêyî ku fikir an plansaziyek li pey rejîmê biçe. Niha, teşwîqkirin, seferberî û arandin di medyayê de pêk tê, pêkhateyên Sûriyayê hedef digirin, bi beşdarbûn û çavdêriya rejîmê û bi veşartin û tahrîfkirina piraniya dezgehên medyayê yên erebî. Eşkere ye ku desthilatdariya El-Şeri (Heyet Tahrîr El-Şam) Sûriya xistiye nav “şerê hemû li dijî hemûyan”, tevî hemî şîret û hişyariyan. Di nav vê tevliheviyê de ku ji ber kiryarên hovane yên kuştina girseyî çêdibe, ev desthilatdarî niha bêtir pabend e ku xwe bispêre tiştê ku ew bawer dike “piştgiriya gel” a wê dê di temamkirina pêvajoya kontrolkirina Sûriyayê de, dîsîplînkirina sûriyayiyên ku ji kontrola wê reviyane û veguherandina welatê wan bo mîrnişînek tarî de bi dest bixe. Di vê rastiyê de û di bin siya vê xwîna rijandî de, gotinên ku ji pêkhateyên êşdar ên Sûriyayê re li ser pêwîstiya “berdana çekan” û “tevlîbûna dewletê” bê şert û merc têne kirin, henekeke nexweş e ku pêwîstiya wê bi şermezarkirinê heye û herwiha gumanê li ser tenduristiya axêver a derûnî çêdike.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN