• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Sûriya.. desteserkirina nasnameya niștimani û xapandina pirrengiyê

April 4, 2025
Sûriya.. desteserkirina nasnameya niștimani û xapandina pirrengiyê

Ehmed El-Şeri û wezîrên nû piştî ragihandina hikumetê/AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Di çarçoveya dewletên ku di koka xwe de di nava aloziyê de ne, ku tê de guhartinên siyasî yên şeklî çêdibin, bê guhartinên cehwerî di bingeha desthilatê de , Sûriya  wekî nimûneyeke bi nakok di navbera îdîaya teknokratî û pêkanîna tekdesthilatê dederdikeve. Tevî dubarekirina fermî ji têgihên wekî “dewleta sivîl” û “kêrhatin” û “jinûveavakirina sazîbûnê”, lê piratîk diyar dike ku hikumê berê yê yekdestdariya biryarên siyasî dewam dike û cihêrengiya civakî, çandî û neteweyî, paşguh dike, bi bihaneya parastina serwerî, an jî dapînkirina aramiyê.

Nirxandina rewşa Sûriyayê bi çavê peymana civkaî (di forma wê ya rexnegir a berovajî de), destpêkek e ji bo fêmkirina jihevketina têkiliyên di navbera dewlet û civakê de. Peymana civakî, ku gorî nêrînên Locke Rousseau, divê dewlet ku wekî amûrekî nûnertiya îradeya giştî ye li ser esasê pirrengî, wekhevî û mafê beşdarbûnê ji bo hemûyan bê ku tu kes were paşguhkirin, tê avakirin. Lê dewleta Sûriyayê ya nûjen (ku tê avakirin) di sazûmaniya xwe ya navendî de, nakokiyeke bingehîn a vê peymanê pêk tîne, bi binpêkirina pirensîpên beşdariyê û veguherandina têgiha “îradeya giştî” bo “îradeya neteweyî”, ku weke amûreke bîrdozî ji bo rewakirina dûrxistinê tê bikaranîn.

Ev yek bi awayekî eşkere di awayê qaşo teknokrastiyê de,  derdikeve holê. Tevî ku erkdarkirinên hikûmetê û rêveberî di bin sernavê “kêrahtî û pisporî”  çêdibin, lê dabeşkirina piratîkî ya erkan, nexasim di wezaretên serwerî de (wekî hundirîn, parastin, ragihandin, ewqaf û derve), serweriya îdeolojî-ewlekarî-mezhebî diyar dike, ku kêrhatiyên rasteqîn paşguh dike, ji bo berjewendiyên dilsoziyên siyasî û olî. Ev awayê bijartinê, ne tenê ku rêgezê kêrhatiya teknokrat binpê dike , lê belê cudabûna sazîbûnê li dij pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên ne dibin kirasê desthilatdariya navendî de, kûr dike.

Ev rêbaz jî serdestiya nepenî vegotineke zindî ye ku Antonio Gramsci di teoriya xwe ya derbarê hegomonyaya çandî de anîye ziman, ku tê de dibîne desthildarî ne tenê xwe dispêre têkçûna darayî, lê belê xwe dispêre ferizkirina îdeolojiya serwer ku dihêle nêrînên desthilatî li bara nasname, ol, welat û dîrokê wekî tiştinên “xwezayî” nîşan didin û ji nîqaş û dîyalogê re ne vekiriye. Dewleta Sûriyayê bi rêya serweriya wê li ser alavên hilberîna sembolîk (minhac, ragihandin û xîtaba olî ya fermî) xîtaba yekalî ya li dij pirrengiya çandî ji nû ve hildiberîne, herwiha cihêrengiya ji çavkaniya avakirina jiyana hevbeş vediguherîne, gefeke gengaz ku divê were birêvebirin an jî were bêbandorkirin, an jî hewldana derbaskirina wê bi rêya tevgerên siyasî yên şeklî yên eşkere.

Tiştê ku em dibînin îro ne tenê dûrxistineke siyasî ye, lê belênetewekirina sembolî ji bo nasnameya niştimanî ye, ku jinûve pênaseya “niştimanî” li gorî pîvanên sînordar ên olî, an jî mezhebî, an jî zimanî yên teng, şirove dike ku tê de pêkhateya kurd, suryan, aşûr û heta hin pêkhateyên îslamî yên ku tevlî desthilatdariyê nebûne, bi bihaneya piraniya caran ji ber “cudabûnê” an jî “sîxûrtiyê” an jî “tundrawbûnê”. Ev dûrxistin, dikeve çarçoveya saziyan jî, ku derfeteke rasteqîn  ji van pêkhateyan re nayê dayîn ku nûnertiya biryara siyasî bikin û ne jî beşdarî xêzkirina siyasetên perwerdeyê û çandî bibin, lê belê wan dixin beşê “itîradfa negatîv”; ango itîrafa bi hebûnê bêyî ku tu parê ji serdestiya çandî re bide.

Ji ber vê yekê, dewlet ji sazûmanek peymanî ya berfireh vediguhere amûreke kontrolê ya sereke, ku peywirek îdeolojîk a dualî pêk tîne: Ji aliyekî ve desthilatdariyê berdewam dike, ji hêla din ve jinûvehilberandina çanda dûrxistinê. “Teknokratî” li vir tenê dibe maskeyek ku ji bo ronîkirina îmaja desthilatdariyê li derve tê kirin, dema ku di hundur de ji bo parçekirina civakê li ser bingeha dilsoziya siyasî û olî, ne li ser jêhatîbûn an hemwelatîbûna wekhev tê bikaranîn.

Têkçûna sîstema siyasî ya sûriyayî di fêmkirina cihêrengiya civakî de di çarçoveya peymana civakî ya nû de li ser esasê, wekheviyeke rasteqîn û nûnertiyeke adil, ne tenê gefek e li dij rewabûna dewletê, lê belê derfeta avakirian siberojeke aram, têk dibe. Ji ber ku her rejîmeke ku idiaya şaristaniyê dike nikare berdewam bike li ser yekdestdariya pênaseya nasnameya niştimanî, yan jî biçûkxistina tevahiya civakên ku bûne û hîn jî çêkerên çanda Sûriyayê û pêkhateyên wê yên civakî ne. Ev yek ewlehiya civakê û dewleta Sûriyayê dixe xeterê.

Derbaskirina vê aloziyê ne tenê pêwîstiya wê bi guhartina rûyan heye, an jî di çarçoveya desthilatdarî de, lê belê divê binesaziya îdeolojî ya serweriyê were jihevbelavkirin û ji nû ve peymana civakî li ser bingehên naskirin, wekhevî, pirengî û nûnertiya rasteqîn, çêbibe. Komar, di wateya xwe ya berfireh de, ne li ser dilsoziyê hatiye avakirin, lê belê li ser şiyana ku nûnertiya hemwelatiyên xwe bike wekî hevparên serweriyê, ne tenê mijarên bindest, hatiye avakirin. Tiştê ku serkirdayetiya siyasî û ewlekarî di heyama xwe ya “veguhêz” de dike, welat pûç dike û ew dê tûşî ziwabûna siyasî û saziyî bibe û ev yek dihêle ku şewitandina wê di nav vê kaosa herêmî ya heyî de, pir hêsan be.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN