• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

Du helîkopterên Apache yên amerîkayî di 17ê nîsana 2026an de li nêzî Tengava Hormuzê trafîka keştîyan dişopînin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Trump ji destpêka şerê li dijî Îranê ve, beriya û piştî qonaxên şerê 12 rojî û 40 rojî, bi awayekî tam vebijarka şerê bejahî red kir. Ji ber ku George W. Bush di serê lîsteya wan serokên ku Trump ji wan nefret dike de cih girtibû; li gorî Trump, Bush dehhezaran leşkerên amerîkayî xist nav agirê şerekî ku di encamê de bi hezaran kuştî û birîndar çêbûn.

Herwiha, nimûneya şerên guhartina rejîman bi alîkariya hêzên bejahî yek ji kabûsên mezin ên Trump bû. ji ber ku Trump girîngî dida kontrolkirina hejmara leşkerên kuştî di nav hêzên xwe de, ji ber ku zêdebûna windahiyan dikare bibe sedema lêpirsîn û rexneyên navxweyî li dij wî. Ev jî ji ber ku Trump berê soz dabû gelê Amerîkayê ku ew ê ji Efganistan û Rojhilata Navîn vekişe, lê paşê neçar mabû ku careke din vegere van herêman.

Trump hewl da ku modela ku berê li Venezuela li dij Maduro bikar anî, li ser Îrana Xameneyî jî bikar bîne. Di heman demê de, Trump hewl da ku ji tecrubeya Putin ya li Ukraynayê ders werbigire, dema ku leşkerên rûsî bi armanca pîrozbahiya serketinê, tevî alavên xwe cilên merasîmî yên taybet ji bo rêwîtiyên leşkerî hilgirtibûn, Kremlin bawer dikir ku şer dê tenê çend roj an hefteyekê bidome û pîrozbahiya serketinê li Kîevê nêzîk be.

Lê berovajî van hêviyan, şerê ku wekî “Şerê bilez” hatibû plankirin, niha ketiye sala xwe ya 5emîn û  tu nîşaneyek eşkere a bidawîbûna şer heta niha tune ye.

Di navbera du nimûneyên George W. Bush û Vladimir Putin û şerên wan ên dirêj de û rakirina Maduro ji desthilatê ku wekî rêbazê kuştina rêberê bilind ê Îranê bû, rêveberiya Trump niha di nav danûstandinên “karaset” de ye.

Di heman demê de, Îran bi domandina girêdana leşkerî û kêmbûna derfetên biryardanê, daxwazên nû li ser maseya danûstandinan zêde dike. Mijar êdî ne tenê bernameya nukleerî ya Îranê ye, an jî çarenûsa uranyuma dewlemendkirî. Herwiha, vekirina Tengava Hurmuz jî êdî ne tenê daxwaza sereke ya Amerîkayê ye.

Tehranê daxwazeke din jî li navnîşa daxwazên xwe zêde kiriye: Rawestandina operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên ku rêber, şervan û çekên Hizbullahê armanc dikin. Ev daxwaza nû dîsa prensîba “Yekîtiya Cebheyan” ango “Yekîtiya Qadên Şerê” zindî kiriye; prensîbek ku gelek kesan wê wekî sloganek ku berê hatibû devjêberdan, binav dikirin.

Trump baş dizane ku navbeynkariya Pakistanê di navbera wî û Tehranê de wekî ku hat hêvîkirin encam nade, bi gotineke din wekî navbeynkariya wî ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ye. Di vê çarçoveyê de, Trump beriya hilbijartinên serokatiyê soz dabû ku ger bi ser bikeve, dê şer di demeke pir kurt de bi dawî bîne, lê ev soz bêguman pêk nehat.

Ji bilî vê yekê jî, Îsraîl li ser mijara danûstandinan nêrînekî wê yê cuda heye ku bi daxwaz û meylên Trump re lihev nayê. Tel Ebîb bawer dike ku Trump dê serkeftina xwe li ser Îranê îlan bike, bêyî ku encama danûstandinan çi be an jî şer çawa bi dawî bibe.

Ji nêrînek realîst ve, ne pêkan e ku rejîma Îranê bi “derbeya mezin” were têkbirin. Trump, bêyî ku haya xwe jê hebe, fikra ku rejîm tenê bi kesekî an serokekî tê rêvebirin ji nav îraniyan rakir. Piştî kuştina Xameneyî, ew gihiştin rewşekê ku tê de nikare bi kuştina kesekî yekane pergala heyî were têkbirin.

Yek ji zehmetiyên ku Trump niha pê re rûbirû ye, ew e ku îranî bi nenavendîkirina biryar û çalakiyên leşkerî xwe organîze kirine. Ev organîzekirin, tevî ku Trump bi kuştina bi sedan fermandar û rêveberên sereke yên Îranî pesnê xwe dida, hêza pergala Îranê kêm nekiriye.

Herwiha, Tehran nîşan daye ku dikare xwe li ber êrîşên hewayî û mûşekî bigire û di demeke kurt de şûna fermandarên ku hatine kuştin bi yên din dagire. Ji ber vê yekê, vegerandina şer dîsa dikare bibe nûkirina şêwazekî bê encam.

Herwiha, hejmarên ku Trump li ser zirarên gihîştî hêza mûşekî û leşkerî ya Îranê dide, tam jê nayê bawerkirin. Ji ber ku Trump gelek caran agahiyên nerast jî dide û di heman demê de Îran jî bi awayekî rast zirarên xwe yên leşkerî eşkere nake.

Diyar e ku modela şerê ji hewayê ve tê meşandin, nikare bi rastî gelek tiştan li ser erdê biguherîne. Herçendî, ev şer ji aliyê leşkerên amerîkî ve kêm lêçûn be jî, lê ji aliyê din ve xwedî lêçûneke giran e û rê dide aliyê din ku siyaseta zirara beramber bi kar bîne.

Herwiha, diyar e ku Îranê fêm kiriye ku dikare bi kontrolkirina Tengava Hurmuz û hedefgirtina berjewendiyên amerîkî li Kendavê fişarê bike û ev yek jî şiyana Tehranê ya gihîştina hin armancan zêde kiriye. Ji aliyekî din ve, yek ji stratejiyên girîng ên hêza amerîkî li Rojhilata Navîn parastina hevalbendên wê bû, lê ev yek di bin êrîşên Îranê de bandora wê kêm bû.

Ev rewş bû sedem ku hin dewletên Kendavê berê xwe bidin hevpeymanan bi hêzên din ên herêmî re da ku kêmasiya parastina amerîkî ya têkçûyî, dagirin. Li vir em dikarin bibînin hevpeymana ewlehiyê di navbera Qeter û Tirkiyeyê de (herçendî berê şer de hatibin avakirin), herwiha di navbera Erebistana Siûdî û Pakistanê û Îmarat û Misrê de, ku ev hemû nîşan dide ku sîstema parastina amerîkî êdî parastina ku tê xwestin, nade wan.

Bi awayekî hîpotetîk, têkbirina rejîma Îranê hewceyî şerekî bejahî ye. Lê ev vebijarkek xeternak e, ji ber ku rejîma Îranê dikare Îranê veguherîne Vîetnamek an Afganistanek nû, an jî Iraqeke din.

Ji ber vê sedemê, Trump bi awayekî tam ji vê rêbazê dûr ket û tercîh nekir ku dijberên rejîma Îranê di mijarek wiha de “tevlî” bike. Wekî mînak, ew bi awayekî taybet ji tevlîkirina kurdên Îranê di şer de dûr ket, ji ber ku ev kar dikare lêçûnên giran biafirîne û bersivek Îranê bide ku ne tenê li ser navûdengê şervanên kurd bandor bike, lê jî li ser navûdengê Trump û Amerîkayê.

Derketina ji ezmûna “Kendava Berazan”ya li Kubayê ya li dij Fidel Castro jî nîşan da ku xwepêşkêşkirina opozîsyona hundirî dikare encamên nebaş biafirîne. Ew operasyon rejîma Kubayê zêdetir xurt kir û ji bo Serok John Kennedy û CIA hetîketiyeke mezin bû.

Ji ber vê yekê, ne tevlîkirina opozîsyona Îranê, bi taybetî komên etnîkî yên wek kurd û belûç, di şerekî vî rengî de, dibe ku hilbijartina rast a Trump be. Ev yek tevî ku Tel Ebîbê tercîh dikir ku di hundirê Îranê de bi rêya hêzên opozîsyonê bixebite û tevî tawnabariyên Trump li dij kurdên Îranê yên bi “dizîna çekan” hatin tawanbar kirin (ku ji aliyê Pentagonê ve hatin redkirin).

Ev tawanbarî, dikarin wekî “derewek neçarî” werin dîtin ku Trump bikar anî, da ku ji fişara Îsraîlê dûr bikeve, ango rê da ku ji mijara çekdarkirina kurdan û hêzên din ên oposîzyonê, dûr bikeve. Herwiha, ev rewş bi beşek ji kampanyaya ragihandinê ya Tirkiyê re jî tê girêdan, ku dixwest navûdengê komên çekdar ên kurd lawaz bike, ji ber ku Enqere li dijî dubarekirina ezmûna piştgiriya Amerîkayê ji kurdan li Sûriyê ye.

Ji bilî dûrxistina êurdan ji hevkêşeya şer, Washington hewl dide ku Şam nekeve nav şer û ne jî neçar bibe ku li dijî Hizbullahê şerekî dest pê bike.

Herçendî Trump di van rojên dawî de îşaret kir ku dibe ku Şam rolekê bilîze di hêsankirina êrîşên “Rasttir” li dij Hizbullahê li Lubnanê de û got ku rêveberiya Sûriyê “dibe ku amade be ku di karûbarên ewlehiya herêmî de alîkariyê bike”, lê rastî nîşan dide ku ev vebijark bi gelek sedeman ne pêkan e.

Hêzên hikûmeta Sûriyê ne amade ne ku bikevin şerekî mezhebî li derveyî sînorên xwe û ev cûre şer dikare bersivek tund a Îranê jî bi xwe re bîne. Herwiha, Şam ne xwediyê hêz û şiyana leşkerî ya têrker e ku şerekî herêmî birêve bibe, nexasim ku Îran nîşan da ku dikare zirarê bide dijberên xwe.

Ya herî girîng jî ew e ku Tirkiye naxwaze hevalbendê wê Sûriyê di şerekî de bibîne ku bi awayekî rasterast ji berjewendiyên Îsraîlê re xizmet bike. Ji aliyekî din ve, nêrîna Enqere ew e ku hilweşandina rejîma Îranê dibe sedem ku di siberojê de Tirkiye bixwe bibe armanca şerekî nû ya Îsraîlê.

Ew texmîna ku Şam dê bikeve nav hevkêşeya pevçûnê, dê ji Washingtonê bixwaze ku pere, çek, perwerde û hevrêziyeke zêdetir bi Şamê re peyda bike. Ev vebijarkeke ne gengaz û negihaştî ye di pêşerojeke nêzîk de, ji ber ku Trump dixwaze bi Tehranê re peymanekê pêk bîne ku rê li ber mayîna wî di herêmeke gewr de bigire (ne şer û ne aştî). Ev yek rola Sûriyayê bi “hevrêziya ewlehiyê” ve sînordar dike, ku armanc ew e ku nîşan bide ku li derveyî fişara Îsraîlê, li ser Hizbulahê, qateke duyem a fişarê heye. Bi rastî, dibe ku daxuyaniyên Trump armanc bikin ku hikûmeta Netanyahu ji berdewamiya lêdana Hizbulahê dûr bixin, daxwazek ku ji hêla Îranê ve wekî pêşmercekê ji bo agirbestekê li Lubnanê ji bo jinûvedestpêkirina danûstandinan hatiye kirin. Ev tê wê wateyê ku Şam dikare wekî alternatîfek ku xizmeta Washington û Tilebîbê dike were hesibandin. Lêbelê, hikûmeta Netanyahu dê vê yekê qebûl neke û ew ê bi nerazîbûnên Tehran û Enqerayê re rû bi rû bimîne. Ev tê vê wateyê ku “hevrêziya ewlehiyê” ya ku Trump xeyal dike dê ji rolên lojîstîkî yên ku armanc dikin qutkirina çavkaniyên Hizbulahê û parastina korîdora şîî (Tehran-Dahiye) ku di Sûriyayê re derbas dibe, wêdetir nebe.

Ji ber vê yekê, Trump ji destpêkê ve şerê rasterast ê bejayî red kir û paşê vebijarka bicihkirina “hevalbendên nû” li ser erdê ji bo rûbirûbûna rejîma Îranê red kir. Ev tê vê wateyê ku şerê navberî yê Trump şerekî bê şerker e, şerekî bi lêçûnek kêm bi vegera kêm, ku nikare yek ji herdu armancên diyarkirî bi dest bixe: Guhartina rejîmê li Îranê an guhartina tevgerên wê. Wekî din, sepandina dorpêçeke deryayî ya berfireh li ser Îranê an sepandina cezayên aborî yên dijwartir wekî alternatîfek ji bo şer pêwîstiya wê bi sebreke dûdirêj heye û ev yek li gel Trump peyda nabe. Ev yek gihaştina rêkeftinekê bi Tehranê re dike encama baştirîn a pêkan, her çend Trump tawîzan bide û rewşa heyî wekî “erdemek” qebûl bike jî, ku çavdêriya Martin Indyk li ser şêwirdarê alman Konrad Adenauer (1949–1963) dubare dike ku wî “israr kir ku radestbûnê wekî erdemekê pêşkêş bike.”

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026
Sûriya.. Ji nasnameya damezrîner ber bi hemwelatiya wekhev ve
Gotar

Sûriya.. Ji nasnameya damezrîner ber bi hemwelatiya wekhev ve

June 6, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN