• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Kurd, firs, ereb û tirk

May 24, 2026
Kurd, firs, ereb û tirk

Wêneyekî şahiya Newrozê li Dihokê / AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye العربية

Di şerê Çaldiranê yê sala 1514an de, Osmaniyan bi kurdan re li dij dewleta Sefewî ya li welatê Farisê (ku ji sala 1935an ve bi navê Îranê tê naskirin) hevalbendî kirin. Di wî şerê de, ji dema derketina Îslamê di sala 610an de, yekem dabeşbûna siyasî ya cîhana Îslamî di navbera sunî û şîe de bi awayekî eşkere derket holê. Ev dabeşbûn di forma du dewletên dijber de xwe nîşan da, yek bi îdeolojiya sunî û ya din jî bi îdeolojiya şîe hate avakirin.

Tevî ku sunî û şîe ji sedsala 10emîn ve wek du mezhebên cuda dîyar bûbûn, nemaze piştî ragihandina “Xeybeta Îmam” ji aliyê Ibin Babûweyh El-Qumî ve, faqîhê mezheba Îmamî ya 12e Îmaman, di sala 940an de, dîsa jî ev cudabûn nebûbû bingeha şerekî siyasî di navbera dewletan de. Herwiha,  tevî ku hîn desthilatdaran yek ji van herdu mezheban qebûl kiribûn, wek El-Buyhîyan ku di navbera salên 945 û 1055an de paytexta Xîlafeta Ebasiya Bexdad birêve dibin , lê wan hewl nedan ku mezheba şîe li ser dewleta xelîfeyê Ebasî feriz bikin.

Dema ku Sultanê Osmanî piştî şerê Merc Dabiqê, ango du sal piştî şerê Çaldiranê, desthilatdariya xwe li ser welatên Şamê (Sûriye, Lubnan, Urdun û Filistîn) feriz kir û sala paşê jî Misir ket bin serweriya wîû dûv re jî li ser Hicazê “axa heremên pîroz”bû desthilatdar. Lewra,  qebûlkirina serweriya Osmaniyan ji aliyê erebên sunî ve bû sedem ku dewleta Osmanî li ser bingehek tirkî-kurdî-erebî were avakirin.

Lê belê, ev ne li ser bingeha sê neteweyan bû, lê li ser bingeha dewletekê bû ku sultanê wê xwe wekî xelîfeyê misilmanan ragihandibû. Ew jî bi awayekî eşkere hewl dida dijberê xwe yê şîe, ango dewleta Sefewî ya li Farisê ji çarçoveya îslamê û civaka misilmanan derxe.

Di navbera sala 1514an û derbeya ku Cemiyeta Îtîhad û Tereqî di sala 1908an de li dij Sultan Ebdulhemîdê Duyemîn pêk anî û sala paşê jî ew ji desthilatdariyê dûr xist, nexasim piştî ku di sala 1913an de bi awayekî tam desthilatdar bûn, alîgirên ne-navendîkirinê dûr xistin û ber bi tirkkirina dewleta Osmanî çûn, girêdana sunî bingehê yekîtiya dewleta Osmanî bi sêpêkhateya xwe ya tirkî-kurdî-erebî bû.

Ev girêdan nasnameya dewletê jî diyar dikir, wek dewleteke olî ku li ser bingeha mezheba sunî hatiye avakirin, herwiha li hember hin mezhebên din ên misilmanan wek şîeyên 12 îmamî û Nuseyriyan (Elewiyan), helwesteke dijminane raber dikir. Di heman demê de, destûr dida komên ne-misilman, ango xiristiyhanî û cihûyan ku di mijarên şert û mercên kesane û malbatî de xweseriya xwe hebe, lê bi şertê ku ji navenda siyasî ya dewleta Osmanî re dilsoz bimînin û serweriya wê qebûl bikin.

Lê belê, ev girêdana sunî di serdema Sultan Ebdulmecîdê Yekemîn (1839–1861) de dest bi lawazbûnê kir, dema ku ew bi fermananên “Xeta Şerîf a Gulxaneyê”(Fermanên rêxistinan) û “Xeta Hûmayûn”di salên 1839 û 1856an de ber bi avakirina nasnameyek nû ji bo dewleta Osmanî çû.

Armanc ew bû ku mafên hemû welatiyên Osmanî, bêyî cudakirin di warê ol, netewe û çîn de, were garantîkirin û prensîba wekheviyê li hember hemû kesan were pejirandin. Bi vî awayî, hewl hat dayîn ku “Osmanîtî”bibe nasnameya nû ya dewletê, li şûna nasnameya kevneşopî ya mezheba sunî.

Dema ku Sultan Ebdulhemîdê Duyemîn di sala 1876an de gihîşt desthilatdariyê û siyasetên Sultan Ebdulmecîdê Yekemîn bi siyaseta “Yekîtiya Îslamî”guhertin, di destpêkê de di nav kurd û ereban de rihetiyek çêkir û bûne alîgir. Ji ber ku ew ji siyasetên Sultan Ebdulmecîd, yên ku li ser wekheviyê di nav çarçoveya Osmanîtiyê de rawestiyabûn û ji girêdana kevneşopî ya sunî ya ku ji şerê Çaldiranê ve dest pê kiribû dûr ketibûn, ne razî bûn.

Herwiha,  bêyî famkirina vê paşxaneyê ku çima di salên 90î de tevgerên dijberiya Ermeniyan li dijî Sultan Ebdulhemîd zêde bûn û çima paytextên ewropî yên wek London û Parîs ji siyasetên wî nerehet bûn, nayên şirovekirin. Bi taybetî ji ber ku wî girêdana îslamî li derveyî sînorên dewleta Osmanî wek amûrekî siyasî li dij Brîtanyayê bi kar dianî, çi li Hindistanê û çi jî li Misirê ku piştî dagirkirina Brîtanyayê di sala 1882an de hîn jî bi awayekî fermî girêdayî Osmaniyan mabû.

Herwiha, bêyî vê jî nayê famkirin ku çima “Cemiyeta Îtîhad û Tereqî”dema ku di sala 1889an de li Parîsê hate damezrandin, “Osmanîtiyê”wek berxwedanekî siyasî li dij Sultan Ebdulhemîd û rêbaza wî ya “Yekîtiya Îslamî”derxist holê.

Eger ku sêpêkhateya Osmanî ya tirkî-kurdî-erebî di serdema Îtîhad û Tereqiyê de dest bi lawazbûnê kiribû, bi taybetî ji ber meyla wan a tirkkirina dewleta Osmanî, derbeya dawî û qirker di sala 1923an de bi Mustafa Kemal re hat. Mustefa Kemal piştî ragihandina Komara Tirkiyeyê di sala 1923an de bi awayekî eşkere rûyê xwe yê neteweperestîya tirkî derxist holê.

Lê belê, di dema şerê wî yê li dijî artêşên biyanî di navbera salên 1919-1922an de, Mustefa Kemal yan bi zimanekî îslamî diviyabû biaixive an jî hewl bide ku wêneyekî hevbeş ê tirkî-kurdî nîşan bide, wekî ku di “Mîsaqa Millî”ya sala 1920an de dîyar bû. Ev hemû jî beşek ji siyaseta xapandin û nepenîbûnê bû ku damezrînerê dewleta neteweperest a Tirkiyeyê bikar anî.

Di gel vê yekê, gelek Ereb heta piraniya erebên sunî yên di dewleta Osmanî de,  di sala 1916an de dema ku Şerîf Huseyîn Bin Elî “Şoreşa Erebî”li dij Osmaniyan ragihand, piştgirî nedan wî. Herwiha, beşekî ne kêm ji kurdan jî li herêmên Kurdistanê di navbera salên 1919-1922an de ji piştgirî didan şerên Mustafa Kemal re, ji ber soz û peymanên ku wî ji bo nasandin û qebûlkirina maf û hebûna wan dabûn.

Bi rêya rêze serhildanên kurdan ên li dij Komara Ataturk di salên 1925, 1930 û 1937–1938an de û piştre jî bi Şoreşa 15ê Tebaxa 1984an ku heta îro jî berdewam e, tevî hebûna hin derfetên aştiyê yên ku dikarin wê bi dawî bikin ango destpêşxeriya Ebdullah Ocalan a ku di 27ê sibata 2025an de, eşkere dibe ku di navbera tirk û kurdan de qutbûnek kûr çêbûye.

Eger ku  Şerîf Hisên di sala 1916an de nekarî pêwendiya treban û tirkan bi tevahî ji hev qut bike, Mustafa Kemal Ataturk bi damezrandina Komara Tirkiyayê û siyasetên wê yên nû, karî vê vê yekê bike.

Paşê jî ev rewş di salên 1950an de zêdetir kûrtir bû, bi taybetî di navbera Ednan Menderes û Cemal Ebdulnasir de de di çarçoveya “Peymana Bexdayê”de.

Her çend Recep Tayyip Erdogan ji sala 2002an ve(ku sala 2002an gihîşt ser desthildatîyê li Enqera Ataturk) bi xîtaba “Osmaniya Nû”hewl dide pêwendiyên Tirkiyeyê bi Ereban re jinûve ava bike, lê heta niha nekarî ye, ji ber piraniya ereban gihîştine wê bawerîyê ev veqetîn bi rastî bi dawî bûye.

Di aliyê din de,  siyasetên Îranê di serdema Xumeynî û Xameneyî de li gel gelek erebên sunî yên Iraq, Sûriye û Lubnanê bîranîna şerên dîrokî yên wek Çaldiranê zindî kirin, ku tê de nakokiya şîe û sunî bi awayekî siyasî û olî têkilî hev in. Herwiha, Xumeynî û Xamineyê, wan hînek alîgir ji bo Erdogan di nava erebên erebên sunî li Iraq, Sûriya û Lubnanê çêkir, ne meyla ber bi Osmanîya nû ve.

Di nav kurdan de em dibînin ku zordestiyên xanedana Pehlewî (1925-1979) li Îranê li dij wan,  ne kêmtir ji zordestiyên ku ji aliyê Xumeynî û Xameneyî ve hatine kirin, lê belê di serdema Komara Îslamî de zêdetir jî bûn. Xanedana Pehlewî, Reza û kurê wî Mihemed, li wir îdeolojîyeke neteweperwer a mîna ya Ataturk pêk anîn û kurd razî kirin ku neteweperwerî bi neteweperweriyê tê bersivandin; wekî ku Ataturk li Tirkiyê di zordestiya xwe ya li ser kurdan de kir û wekî ku Baasiyên Bexdayê (1968-2003) û Şamê (1963-2024) zordarî li dij kurdan li Iraq û Sûriyeyê kirin.

Di heman demê de, padîşahiya Iraqê (1921-1958) û sîstema parlemanî ya Sûriyê (1943-1951 û 1954-1958), her çend bi navberên derbeyên leşkerî jî, rê li ber entegrebûna kurdan di Iraq û Sûriyê de vekir, an jî bi kêmanî îhtimaleke bi vî rengî di nav yek welatî de nîşan da — senaryoyek ku di Tirkiyeya ataturkî an Îrana Pehlewî de nehat dîtin.

Meyla neteweyî ya kurd di navbera Kurdan de tenê ji destpêka salên 1970an ve li Iraqê xurt bû, di dema ku Partiya Komunîst a Iraqê berî wê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêztir bû. Komunîstên Sûriyê heta destpêka salên 1980an hê jî ji partiyên Kurd ên Sûriyê yên li Cizîrê, Efrîn û taxa Rukin El-Dîn xurttir bûn.

Her çiqas Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê ji salên 1940î vir ve li Kurdistana Îranê hebûnek hebe jî, dibe ku ji hebûna partiyên din, çi Partiya Tudeh be, çi tevgera lîberal a Îranê be, an jî tevgera îslamî be, mezintir be jî, em dibînin ku Partiya Karkerên Kurdistanê, ji damezrandina xwe di sala 1978an de, ji sala 1923yan vir ve di civaka kurd a li seranserê Komara Tirkiyayê belavbûyî de tu rikberên wê nînin.

Her kesê ku li ser dîtinên Ebdullah Ocalan bi awayekî kûr bifikire, dikare di nav wê de heman dîtin di tiştên ku Sultan Ebdulmecîdê Yekem pêşkêş kirine de bibîne, ku di wê demê de dixwest girêdanek Osmanî biafirîne ku ji sînorên ol û neteweperweriyê derbas bike. Dikare di pêşniyara Ocalan de parastinek li dijî hilweşîna dewletan bibîne, ku ew tiştê ku Sultan Ebdulmecîdê Yekem dixwest û hewl da ku “mirovê nexweş” derman bike û dema ku ew têk çû, ev ragihandina mirina nêzîk a wî “mirovê nexweş” bû.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN