• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Pêşveçûnên “pêvajoya aştiyê” ya di navbera kurdan û dewleta Tirkiyayê de

May 18, 2026
Pêşveçûnên “pêvajoya aştiyê” ya di navbera kurdan û dewleta Tirkiyayê de

Wêneyekî Ebdulah Ocalan û alên kurdî di dema pîrozbahiya kurdan a Newrozê de li Amedê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Yekîneya Lêkolînên Tirkî

Made bi erebî jî heye العربية

Bi boneya derbasbûna salekê li ser ragihandina PKKyê ya fesxkirina xwe û bidawîkirina qonaxa têkoşîna çekdarî, ku di kongreya 12an de li çiyayên Kurdistanê di navbera 5–7ê gulan 2025an de hate lidarxistin, herdu endamên rêveberiyê Mustafa Karasu û Sozdar Avêsta di 5ê gulana 2026an de civîneke çapemeniyê li dar xistin, da ku li ser pêşveçûnên pêvajoyê biaxivin û bersiva pirsên rojnamevanan bidin. Bi taybetî jî li ser pêvajoya danûstandin û diyalogê ya di navbera lîderê PKKyê Ebdulah Ocalan û dewleta Tirkiyayê de (AKP-MHP).

Di civînê de, herdu endaman behsa gavên ku PKKê ji kongreya 12an û vir ve avêtine kirin, wek merasîma şewitandina çekan, vekişandina komek ji şervanan ji Tirkiyeyê  û girêdana domdar a bi pêvajoya aştiyê û danûstandinê re. Di heman demê de, herdu lîderan bal kişand ser vê yekê ku Ebdullah Ocalan nûner û danûstandkerê yekane yê aliyê Kurd e û ew kesê ku dikare rêveberiya vê qonaxê bike, bi dewleta Tirkiyeyê re danûstandinan bimeşîne û daxwazên sereke yên aliyê kurd diyar bike.

Karasu û Avêsta gav avêtina dereng ji aliyê hikûmeta Tirkiyayê di pêkanîna biryarên ku ji aliyê Komîteya “Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê”ve hatine derxistin jî rexne kirin. Herdu lîderan diyar kir ku tevî ku van biryaran cewherê pirsgirêka kurdî destnîşan nekiriye û ne jî çareseriyeke bingehîn û kûr ji bo wê pêşkêş kiriye, lê aliyê kurdî wan wek çarçoveyeke destpêkê qebûl kiriye da ku rê li ber qonaxa “Aştî û Civaka Demokratîk”vebe. Herwiha, armanc ew bû ku tevahiya dosyayê ber bi saziyên qanûnsaz û rêveber ve were veguhestin, da ku guhertinên qanûnî û destûrî yên pêwîst pêk bên û dûv re jî reformên pratîkî li ser erdê werin pêkanîn. Di vê çarçoveyê de, nasnameya kurdî were naskirin û mafên çandî, zimanî û rêveber yên kurdan li herêmên Kurdistanê û li hemû Tirkiyayê were pejirandin.

Di heman demê de, herdu lîderan bal kişand ser siyasetên derengxistinê yên hikûmeta Tirkiyayê di derbarê nirxandina rewşa yasayî ya Ebdullah Ocalan de. Herdu lîderan, dubare kirin ku aliyê kurd li ser daxwaza serbestberdana Ocalan ji zindana Girava Îmraliyê ku ji sala 1999an ve lê tê girtin, bi israr e. Li gorî wan, divê hemû astengiyên yasayî yên li pêş vê gavê werin rakirin û şertên ku çalakvanên siyasî,  civakî û medyayî bikarin bi Ocalan re têkiliyê daynin, werin peydakirin. Herwiha, wan daxwaza avakirina tîmeke alîkar kir ku bikare raman û pêşniyarên Ocalan yên derbarê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”bi cih bîne û çavdêriya vê qonaxê bike, bi awayekî ku ev yek bibe sedema xurtkirina çareseriyeke mayînde,  bidawîkirina hemû pirsgirêkan û vekirina rûpelekî nû di têkiliyên navbera gelê kurd û dewleta Tirkiyayê de(1).

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û hevalbendê nêzîk ê Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçelî, ku di destpêkirina danûstandinên navbera kurd û dewleta Tirkiyeyê de roleke sereke lîstibû, di 4ê gulana 2026an de li ber koma partiya xwe ya di parlamentoya Tirkiyayê de axivî. Bahçelî di axaftina xwe de li ser rewşa yasayî ya Ebdullah Ocalan rawestiya û daxwaz kir ku roleke fermî bidin Ocalan, ji bo bibe alîkar di pêşxistina pêvajoya aştiyê û bidawîkirina pevçûna ku bi dehsalan berdewam kiriye.

Piştî çend rojan, di 8ê gulanê de, Erdogan li ser gotinên Bahçelî axivî û tekez kir ku ji gavên ku heta niha di vê pêvajoyê de hatine avêtin paşveger tune ye û diyar kir ku “Hevalbendiya Cemhûr “ku AKP û MHP di nav de ne, garantiyeke siyasî ye ji bo serkeftina vê pêvajoyê.

Li gorî hin çavkaniyan, daxwaza Bahçelî piştî ku hin parlamenterên kurd hikûmeta Tirkiyeyê bi gav avêtina dereng di pêvajoya aştiyê û derengxistina gavên pratîkî yên di navbera dewletê û aliyê kurd de tawanbar kirin, hatiye (2).

Parlamenterê DEM Partî û rojnamevanê navdar Cengîz Çandar, daxuyaniyên Bahçelî bi erênî nirxand  û got ku axaftinên Bahçelî yên dawî derbarê rewşa yasayî ya Ocalan û tekezkirina wî li ser pêwîstiya ku hikûmet gavên cidî ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk bavêje, dikarin bibin xaleke dîrokî û veguherîner. Çandar diyar kir ku heke rola Bahçelî nebûya, pêvajoya danûstandin û çareseriyê jî dest pê nedikir.

Herwiha, Çandar bal kişand ser girîngiya avakirina mekanîzmayên qanûnî û fermî yên ku ji aliyê saziyên peywendîdar ên dewletê ve werin rêvebirin, da ku pêvajoyê rengê sazûmanî û fermî werbigire. Li gorî Çandar, rewşa yasayî ya Ocalan yek ji wan mijarên bingehîn e ku aliyê kurd nikare derbas bike. Ji ber vê yekê, Çandar bang li hikûmetê kir ku biryar û pêşniyarên girêdayî “Qanûna Mafê Hêviyê” bicîh bîne. Ev qanûn, rê li ber berdana girtiyên ku cezayê girtina heta hetayê lê hatiye birîn û 25 salên cezayê xwe temam kirine vedike.

Herwiha, Çandar bang li hikûmeta hevpeymaniya AKP û MHP kir ku hemû aliyên peywendîdar, rêxistinên mafên mirovan û hêzên siyasî bixin nav pêvajoya amadekariyên ku ji bo “qanûna qonaxa nû”tên kirin. Çandar daxwaz kir ku reşnivîsa qanûna taybet, piştî ku li ser wê lihevkirin çêbibe, ji raya giştî re were eşkerekirin û bi awayekî zelal were nîqaşkirin.

Li gorî Çandar, doza kurd pirsgirêkeke mezin û dîrokî ye ku nêzî sed salan berdewam e, ji ber vê yekê derketina hin astengiyên demkî tiştekî xwezayî ye. Lê girîng ew e ku ev pêvajo bikeve çarçoveyeke qanûnî û ji aliyê dewlet û saziyên wê ve were pejirandin, da ku rewşa yasayî ya şervanan, girtiyên siyasî û kesên ku bi zorê hatine sirgûnkirin bi awayekî zelal were diyarkirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Çandar tekez kir ku divê reform û guhertinên qanûnî yên pêwîst berî destpêka betlaneya parlamentoyê di hezîrana 2026an de li Parlamentoya Tirkiyeyê werin pejirandin(3).

DEM Partî bi daxuyaniyek fermî,  bang li gelê li hemû herêmê Kurdistanê û Tirkiyayê kirin ku di 16ê gulana 2026an de, beşdarî xwepêşandanên piştgiriya aştiyê û çareseriya demokratîk bibin. Ev çalakî di bin dirûşma “Gavek Ji Bo Aştiyê”de hate organîzekirin û armanca wê jî şermezarkirina rawestandina pêvajoyê û bang li hikûmeta Tirkiyeyê hate kirin ku reformên qanûnî û destûrî bi lez pêk bîne, da ku pêvajoya aştiyê bigihîje encameke mayînde.

Di daxuyaniya partiyê de hat diyarkirin ku di 18 mehên borî de pêvajoya aştiyê tu pêşketineke berbiçav nedîtiye û hikûmetê ji bo guhertinên qanûnî û destûrî gavên cidî neavêtiye. DEM Partî diyar kir ku daxwazên wan ev 4 xelekên bingehînin:

Yekem; zelalkirina rewşa yasayî ya rêberê PKKê Ebdullah Ocalan.

Duyem; berdana bilez a girtiyên siyasî yên nexweş û lezkirina çareserkirina dozên girtiyên siyasî yên din.

Sêyem; derxistina qanûnên ku azadiyên giştî xurt bikin û guhertina qanûnên heyî bi awayekî ku alîkariya pêvajoya çareserî û biratiyê bike.

Çarem jî; bidawîkirina siyaseta desteserkirina şaredariyan û tayînkirina “qeyûm”(4).

Pêvajoya danûstandin û diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de bi pêşengiya Devlet Bahçelî, dest pê kir. Destpêka vê pêvajoyê bi gaveke sembolîk hate pêkanîna, ku di 1ê cotmeha 2024an de Bahçelî, piştî salan ji dijminatî, gotinên tund û tewanên”terorîzm”û “cudaxwaziyê”li dij DEM Partî, silav da endamên koma parlementer a DEM Partî. Ev gav wekî nîşaneya guhertineke siyasî ya girîng hate şirovekirin.

Piştî vê yekê, di 22ê cotmehê 2024an de, Bahçelî di axaftineke li ber parlamentoya Tirkiyeyê de bang li Ebdullah Ocalan kir ku were parlamentoyê û li ber koma DEM Partî biaxive û ragihîne ku PKK tê fesxkirin û têkoşîna çekdarî bi dawî dibe. Herwiha, Bahçelî amaje bi reformên qanûnî kir, di nav de jî qanûna “Mafê Hêviyê”, ku dikare rê li ber azadiya Ocalan veke.

Di 23ê cotmehê 2024an de, dema parlementer Omer Ocalan çû serdana Girava Îmraliyê, Ebdullah Ocalan bersiva vê bangê da. Ebdullah Ocalan ragihand ku amade ye ku ji bo bidawîkirina pevçûna çekdarî ya di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de, her tiştê ku ji destê wî derkeve, wê bike û hewl bide ku zemînek guncaw ji bo çareseriya doza kurd were amadekirin.

Ocalan di heman demê de bal kişand ser pêwîstiya avakirina komîteyeke parlementer, ku reformên qanûnî û destûrî amade bike; reformên ku rê li ber naskirina nasname û çanda kurdî vebikin, mafên rêveberî garantî bikin û dosyayên şervanan, girtiyên siyasî û kesên ku bi zorê hatine sirgûnkirin çareser bikin.

Herwiha,  Ocalan dewleta Tirkiyeyê hişyar kir ku berdewamiya li ser siyaseta înkar û asîmîlasyonê û baweriya bi çareseriya leşkerî, dê encamên giran ji bo herêmê bi xwe re bîne. Li gorî O alan , ger Enqere li ser rêya şer bimîne, tevahiya herêmê ـ “ji Bexdayê heta Şamê, ji Şamê heta Mûsilê û ji Mûsilê heta Hewlêrê”ـ dikare bibe qada şer û komkujiyên mezin, mîna yên ku li Xezzeyê hatin dîtin û ev yek jî di dawiya dawî de dikare bibe sedema qelsbûn û parçebûna Tirkiyeyê.

Di 27ê sibata 2025an de, Ebdullah Ocalan destpêşxeriya “Aştî û Çareseriya Demokratîk”ragihand. Ev destpêşxerî armanca wê çareserkirina doza kurd li Tirkiyeyê û derbasbûna ji qonaxa têkoşîna çekdarî bo têkoşîna siyasî , di nav atmosfereke aştiyane û di çarçoveya reform û bernameyên fermî de ku çareseriya demokratîk misoger û bihêz bikin.

Di metna destpêşxeriyê de, Ocalan şert û mercên dîrokî yên damezrandina PKKê şirove kir û diyar kir ku partî di encama siyaseta înkar û redkirina maf û nasnameya kurdî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, derket holê. Herwiha, Ocalan bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên dirêj ên di navbera gelên kurd û tirk de û got ku herdu gel di dirêjahiya dîrokê de bi awayekî dilxwaz li hember hêzên serdestiyê hevkarî kirine.

Ocalan piştrast kir ku rêzgirtina ji nasname, azadiya ramanê û mafê rêxistinbûnê ji bo hemû pêkhateyên civakê, tenê di çarçoveya civakeke demokratîk de pêkan e. Ocalan bang li PKK kir ku kongreya xwe li dar bixe û bidawîbûna têkoşîna çekdarî ragihîne û bi awayekî fermî xwe hilweşîne.

Herwiha, di naveroka destpêşxeriyê de jî, Ocalan diyar kir ku avakirina civakeke demokratîk bingehê naskirina nasnameya kurdî , rakirina hemû asteng û qedexeyên li ser nasnameyê ye. Li gorî Ocalan, tenê bi xurtkirina civaka demokratîk dikare sed sal siyasetên fermî yên înkar û asîmîlasyonê li hember kurdan bi dawî bibin û têkiliya dîrokî ya kurd û tirkan di çarçoveyeke nû de were avakirin. Ocalan di dawiyê de piştrast kir ku zimanê aştî û demokrasiyê, redkirina polîtîkayên înkarê, rêzgirtina ji nasnameyan û garantîkirina azadiya raman û rêxistinbûnê, tekane rêya bingehîn ku dikare Komara Tirkiyeyê bi awayekî xurt û ewle ber bi qonaxa duyemîn a dîroka komarê ve bibe.

Li ser banga Ebdullah Ocalan û di çarçoveya înîsiyatîfa “Aştî û Çareseriya Demokratîk”de ku Ocalan pêşkêş kiribû, PKK di navbera 5–7ê gulana 2025an de kongreya xwe ya 12emn li dar xist û di encamê de biryar da ku partî xwe fesx bike û qonaxa têkoşîna çekdarî bi dawî bibe.

Di daxuyaniya dawî ya kongreyê de, PKK şert û mercên dîrokî yên ku kurdên li Tirkiyeyê ber bi hilbijartina têkoşîna çekdarî ve birin şirove kir û diyar kir têkoşîna çekdarî encama siyaseta înkar, asîmîlasyon û zexta dewletê li dijî nasnameya kurdî bû. Di heman demê de, daxuyaniyê şert û mercên navneteweyî yên wê demê jî nirxand û amaje bi tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî kir ku çekhilgirtin bersivdayîna şertên rejîmên totalîter û leşkerî de bû.

Di vê çarçoveyê de, di 11ê tîrmeha 2025an de, komeke ji 30 şervanên baskê leşkerî yê PKKê merasîmek sembolîk li dar xistin û çekên xwe şewitandin. PKKê ev gav wekî nîşana pabendbûna wan bi pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk nîşan da ku li ser bingeha daxwaza Ocalan hate pêkanîn.

Piştre, di 26ê cotmeha 2025an de, endamê Komîteya Rêveber a PKKê Sebrî Ok di civîneke çapemeniyê de ya li çiyayên Kurdistanê ragihand ku yekîneyên yekem ên leşkerî yên partiyê ji hundirê Tirkiyeyê hatine vekişandin û ragihand ev gaveke wekî “nîşaneya niyeta baş”ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê ye.

Li aliyê fermî jî,  parlamentoya Tirkiyayê di 5ê tebaxa 2025an de damezrandina “Komîteya Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê”ragihand. Ev komîte ji 51 parlementeran ku nûnertiya hemû blokên siyasî yên di parlamentoyê de dikin, pêk tê.

Di vê çarçoveyê de,  bloka DEM Partî ـ ku sêyemîn bloka herî mezin a parlamentoya Tirkiyeyê ye ـ li dij hewlên hin partî û kesayetên Tirkan rawestiya ku dixwestin navê komîteyê bikin “Komîteya Tirkiyeya bê Teror”. DEM Partî israr kir ku divê nav û ruhê komîteyê bi rastî nûnera pêvajoya ku Devlet Bahçelî di 22ê cotmeha 2024an de dest pê kiribû be. Ew pêvajo jî Ebdullah Ocalan bersiv dabû û di înîsiyatîfa “Aştî û Civaka Demokratîk”de, ku di 27ê sibata 2025an de hate ragihandin, çarçove û nexşerêya wê hatibû diyarkirin.

Ji ber vê yekê, navê “Komîteya Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê”bi awayekî berbiçav bi ruh û naveroka înîsiyatîfa Ocalan re lihevhatî hate dîtin (6).

Di vê çarçoveyê de, komîteyê bi giştî 137 civîn û hevdîtin bi kesayet, rêxistin û saziyên cuda re li dar xist, da ku li ser reformên pêwîst û guhertinên qanûnî û destûrî yên ku armanca wan naskirina nasname û mafên kurdan li Tirkiyeyê bû, nîqaş bike. Herwiha, komîteyê di 24ê mijdara 2025an de bi Ebdullah Ocalan re hevdîtinek kir û encam û kurtasiya xebatên xwe pêşkêşî wî kir.

Piştre, di 18ê sibata 2026an de, komîteyê rapora xwe ya berfireh a 60 rûpelî weşand. Di raporê de pirsgirêka kurd, derfetên çareseriya demokratîk û an jî ku komîteyê bi navê “kokên dîrokî yên biratiya kurd û tirk” pênase kiribû, hate vegotin. Ev rapor bi piştgiriya 47 parlamenteran hate pejirandin ku du parlamenter li dij wê deng dan û yek parlamenter jî deng neda.

Di naveroka raporê de, rêzek reform û gavên siyasî, qanûnî û destûrî hatin destnîşankirin ku dewletê divê ji bo çareserkirina doza kurd û vekirina deriyê “aştî û çareseriya demokratîk”pêk bîne. Gavên bingehîn jî ev bûn:

Yekem: Bêçekkirin û garantiyên qanûnî: Di raporê de hate xwestin ku ji bo qonaxa piştî bêçekkirina PKKê qanûnek taybet û demkî were amadekirin؛ ku hem vegera şervanan bo nav civakê rêxistin bike, hem jî ji bo kesên ku di pêvajoya diyalog û danûstandinê de rol digirin, parastin û garantiyên qanûnî ji bo wan were peydakirin.

Duyem: Reformên dadwerî û yasayî: Raporê tekezî li ser pêwîstiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê kir. Herwiha, pêşniyar hate kirin ku qanûna ceza jinûve were nirxandin, bi taybetî di mijarên têkildar bi serbestberdana girtiyên nexweş û temenmezin de. Di heman demê de, raporê bal kişand ser pêwîstiya cûdakirinê ya di navbera rexneya siyasî û sûcên “terorê”de, da ku çalakiyên siyasî û azadiya ragihandinê wekî sûc neyên dîtin.

Sêyem: Reformên rêveberiya herêmî û şaredariyan:Raporê pêşniyar kir ku di sîstema şaredariyan de guhertinên bingehîn werin kirin, bi awayekî ku ger şaredarek ji wezîfeya xwe were dûrxistin, encûmena şaredariyê bixwe mafê hilbijartina altirnatîfê wî hebe, ne ku dewlet wekî berê “qeyûm” an rêveberek ji derve erkdar bike.

Çaremîn: “Qanûna Biratiyê”û avakirina peymaneke nû ya civakî:Rapor diyar dike ku dîroka kurd û tirkan li ser bingeha “çarenûseke hevpar”hatiye avakirin û banga derbaskirina ziman û siyaseta tundûtûjiyê hate kirin. Herwiha, raporê pêşniyar destûrekî sivîl ê nû were avakirin(7).

Pêvajoya aştiyê ya di navbera tevgera kurd û dewleta Tirkiyayê de di van hefteyên dawî de ketiye qonaxeke rawestandî û bêhêvîbûnê, ji ber ku heta niha ne parêzerên Ebdullah Ocalan û ne jî endamên malbata wî karîbûne destûra serdana Girava Îmraliyê bistînin. Herwiha, rayedarên Tirkiyayê rê li ber gelek daxwazên din jî girtine ku ji bo serdana Ocalan hatibûn pêşkêşkirin, di nav wan de daxwaza Komeleya “Dayikên ji bo Aştiyê”ku di 8ê gulana 2026an de hate şandin heye. Ev senaryoya ku di destpêka sala 2024an de dest pê kir û heta ragihandina qonaxa dawî ya aştî û çareseriya demokratîk berdewam kir tîne bîra mirov. Di wê demê de jî dewleta Tirkiyeyê bi dehan daxwazên serdana Ocalan red kiribûn, di nav de jî daxwazên rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên civakî û kesayetên siyasî. Yekem daxwaza fermî ya di vê çarçoveyê de di 22ê kanûna 2024an de ji aliyê Komeleya “Parêzerên ji bo Azadiyê”ve hate pêşkêşkirin ku ev komele ji zêdetirî 1300 parêzeran pêk tê.

Piştî înîsiyatîfa Abdullah Ocalan ya di 27ê sibata 2025an de, atmosferê geşbînî û hêviyek nû li ser asta siyasî û civakî belav bû. Ev înîsiyatîf di dîroka pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê de xaleke veguherînê bû, ji ber ku yekem car bi awayekî eşkere bang li bidawîkirina têkoşîna çekdarî û hilweşandina PKKê hate kirin.

PKKê jî di kongreya xwe ya 12emîn de, ku di navbera 5 û 7ê gulana 2025an de hate lidarxistin, bersiveke erênî da vê bangê. Piştî wê , peyama televîzyonî ya Ocalan hate weşandin, ku Ocalan ji sala revandina xwe ya 1999an vir ve yekem car bi deng û vîdo derdikeve pêşberî raya giştî. Di peyama xwe de, ji bo pêşkêşkirina nirxandinên ku encama nirxandinên ku ew bi salan e dike, çi di derbarê rêwîtiya Partiya Karkerên Kurdistanê, rastiya gelê kurd li Tirkiya û derveyî welat, an guhertinên ku di nav Tirkiya û li seranserê herêmê de çêbûne, temsîl dikin.

Puştî van pêşketinan, di qada siyasî ya Tirkiyeyê de tevgereke berfireh hate destpêkirin û pêvajo bi awayekî fermî veguherî “qonaxa aştiyê”Ev qonax piştî piştgiriya blokên sereke yên parlementoyê bêtir xurt bû, ku di encamê de di 5ê tebaxa 2025an de Komîteya “Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê”hate avakirin. Komîteyê di dema xebata xwe de bi sedan civîn bi partiyên siyasî, saziyên civakî, çalakvanên çandî û mafên mirovan, sendîkayên karkeran, bijîşkan, parêzeran û gelek rêxistinên civaka sivîl re lidar xist. Herwiha, komîteyê bi Ocalan û hin berpirsên dewletê re jî hevdîtin pêk anîn.

Di çaryeka yekem a sala 2026an de, komîteyê rapora xwe ya berfireh bi navê “Kokên dîrokî yên biratiya kurd û tirk”weşand. Di raporê de rêzek pêşniyarên destûrî û yasayî hatibûn cihgirtin ku armanca wan vekirina rûpelek nû di têkiliya di navbera kurdan û dewleta Tirkiyayê de bû û amadekirina zemînek ji bo aştiyek mayînde û çareseriyeke demokratîk.

Niha sê meh derbas bûne ji dema ku Komîteya “Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê”rapora xwe weşand û bi vî awayî berpirsiyariya gavên paşîn ket ser milê hikûmeta Tirkiyeyê. Tê payîn ku hikûmet pêşniyar û encamên ku di raporê de hatine cihgirtin veguherîne reformên destûrî û guhertinên yasayî, da ku li parlamentoyê bên nîqaşkirin û dengdan li ser bê kirin. Armanc ji van gavanan ew e ku rê li ber avakirina “civakeke demokratîk”were vekirin, ku tê de kurd bikaribin bi nasnameya xwe ya neteweyî beşdarî siyaseta welêt bibin, herêmên xwe bi desthilatdariyên rêveberî yên fireh birêve bibin û dewlet jî bi guhertina qanûnên xwe qeydên li ser nasname û çanda kurdî rake.

Lêbelê, tevî derbasbûna zêdetirî sê mehan, heta niha tu gavekî berbiçav an pêşketineke li ser erdê nehatiye dîtin. Qonaxa aştiyê di rewşeke rawestandî de ye, herçendî Devlet Bahçelî di daxuyaniyên xwe yên dawî de piştgiriya xwe ji pêvajoyê re dubare kiribe û Erdogan jî tekez kiribe ku “pêvajo berdewam dike û paşveger tune ye”.

Hin nêrîn hene ku vê rawestana di “pêvajoya aştiyê”de bi pêşketinên dawî yên li herêmê, bi taybetî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî rejîma Îranê ve girê didin. Li gorî van nêrînan, hikûmeta Tirkiyayê niha zêdetir bi şopandina şer û encamên wê yên siyasî û ewlehiyî mijûl e û ji ber vê yekê dosyeya kurd û pêvajoya diyalogê bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Lê di heman demê de, nêrînek din jî heye ku vê rawestanê ne tenê bi şert û mercên herêmî ve girê dide, lê wekî “derengxistinek bi zanebûn”ji aliyê hikûmetê, bi taybetî ji aliyê Erdogan ve, dinirxîne. Li gorî van nêrînan, ev pêvajo têkildarî hesabên siyasî yên navxweyî û hevsengiyên hilbijartinên siberojê ye. Tê gotin ku Erdogan dixwaze DEM Partî bi awayekî nerasterast tevlî “Îtîfaqa Gel” bibe û di hilbijartinên siberojê de piştgiriya DEM Partî ji xwe re misoger bike, berî ku hikûmet reformên yasayî yên têkildarî mafên kurdan an jî qanûna “Mafê Hêviyê”bicîh bînem ku di encamê de dikare rê li ber azadkirina Ocalan veke.

Alîgirên vê şîroveyê balê dikişînin ser wê yekê ku ji zêdetirî mehek û nîvekê vir ve tu hevdîtinek bi Ocalan re nehatiye kirin û vê yekê wekî amûrek zextê ji aliyê hikûmet û partiya desthilatdar ve li ser aliyê kurd dinirxînin.

Hin çavkanî destnîşan dikin ku aliyê tirkî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwestiye ku berî ku hikûmet qanûnek der barê kurdan de derxîne an Ebdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên din ên siyasî, bi taybetî Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ, hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku ji sala 2016an vir ve di girtîgehê de ne û bi rêzê ve 42 û 30 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, çek deyne û çekên xwe radest bike. Ev çavkanî destnîşan dikin ku hikûmeta tirkî red kiriye ku wan berde û ji ber vê yekê rasterast berpirsiyarê derengketina du salan a bi mebestên siyasî û bi zanebûn a rûniştina dadgeha îstînafê ye ji bo dozên ku ji hêla Demirtaş û siyasetmedarên din ve di doza ku li Tirkiyayê wekî “Doza Kobanî” tê zanîn de hatine vekirin, ku derengketinek e ku armanc ew e ku ji kurdan tawîzan bistîne. Ji ber guhertinên girîng ên li herêmê ji 7ê cotmeha 2023yan vir ve, êrîşên potansiyel ên Îsraîl-Amerîkayê li ser Îranê di havîna 2025an û bihara 2026an de, hevsengiya siyasî ya navxweyî li Tirkiyayê, kêmbûna navûdengiya partiya desthilatdar û hevkarê wê yê koalîsyonê, têkoşîna desthilatdariyê bi Partiya Gel a Komarî re, xirabûna aboriya Tirkiyayê û derketina holê ya krîzên lêçûnên jiyanê, dewleta Tirkiyayê bi awayekî lezgîn hewcedarê gihaştina astek aramiya navxweyî ye da ku yekîtiya neteweyî li hember her gefên derveyî xurt bike, rageşiyên bi eniya kurdan re kêm bike û di her hilbijartinên pêş de piştgiriya sêyemîn partiya herî mezin a welêt misoger bike, ger peymanek berfireh bi kurdan re were çêkirin û tawîz ji daxwazên Ocalan û tevgera kurd re werin dayîn. Ji ber vê yekê, dem li aliyê kurdan e, ne li aliyê hikûmeta Tirkiyayê, ku hem li hundir û hem jî li derveyî welêt di rewşek nebaş de, di bin fişar û erkên girîng de ye. Hin ji van zextan ji ber salên paşguhkirin, bêxemiyê û yekdestdariya desthilatdariyê çêdibin, hinên din jî ji ber pêşketinên bilez ên herêmî ne ku qelsiya Tirkiyayê û kêmbûna bandora wê li derdora wê ya nêzîk û herêma berfirehtir eşkere kirine.

Nîşe:

Rêveberiya Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin. Malpera Ajansa Firatê. Dema belavkirinê: 5 Gulana 2026 an. Lînk: https://kurmanci.anf-news.com/kurdistan/tevgera-apoyi-dive-statuya-reber-apo-diyar-bibe-u-gaven-hiquqi-bene-avetin-212325

2ـ حليف لأردوغان يدعو لمنح زعيم كردي مسجون دوراً رسمياً. موقع وكالة “رويترز” للأنباء. تاريخ النشر: 5 يناير/ أيار 2026. الرابط: https://www.reuters.com/ar/world/DB4CC3A6J5IZBFN3WDD5UWMWVM-2026-05-05/

3-„Mifteya pêvajoyê statû û serrastkirina qanûnî ne“. Malpera Ajansa Firatê. Dema belavkirinê 9 Gulanê 2026 an. Lînk:  https://kurmanci.anf-news.com/rojava-sUriye/mifteya-pevajoye-statu-u-sererastkirina-qanuni-ne-212471

4- DEM Partî ji bo pêvajoya çareseriyê dadikeve qadan. Malpera televizyona Rûdaw. Dema belavkirinê: 9 Gulana 2026 an. Lînk: https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/090520267

5- Naveroka “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”. Malpera DEM partî ya fermî. Lînk:https://www.demparti.org.tr/Images/UserFiles/Documents/Editor/2025/banga-asti-civaka-demokratik.pdf

6ـ طارق حمو: أوجلان.. المجتمع الديمقراطي ونهاية “تركيا الأحادية”!. المركز الكردي للدراسات. تاريخ النشر: 12 نوفمبر/ تشرين الثاني 2025. الرابط: https://nlka.net/archives/14479

7ـ عام على نداء “السلام”..القضية الكردية من منصة الإعدام إلى ردهة البرلمان. وحدة الدراسات التركية في المركز الكردي للدراسات. تاريخ النشر: 18 مارس/آذار 2026. الرابط: https://nlka.net/archives/14787

8- Yilmaz Yilmaz: Wezareta Dadê serlêdanan bê bersîv dihêle. Malpera Rojnameya „Azadiya Welat“. Dema belavkirinê 8 Gulana 2026 an. Lînk: https://azadyawelat.com/wezareta-dade-serledanan-be-bersiv-dihele

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN