Şoreş Derwîş
Ev made hewl dide ku hewldanên kurdan ên rizgarbûnê ji “qirkirina çandî”û rûbirûbûna bi wê re bişopîne, bi taybetî jî bi rêya rolên ku elîte û çalakvanên kurdan di zêdetirî sed salên borî de lîstine.
Herçiqas ku têgeha “qirkirina çandî”piştî Holokostê ket nav edebiyata siyasî û bi wê re jî jinûve lênihêrînek li ser qirkirinên fîzîkî yên ku gelek gelan rastî wan hatibûn hate kirin, rewşa Kurdan modela siyaseteke qirkirinê ya zelal pêşkêş dike.
Ev siyaset pêdivî bi qada firehtir a fikirîn û lêkolînê heye, da ku were nîşandan ka kurd çawa bi awayekî beşî ji wan siyasetên înkarî û şovenî xelas bûne.
Di vê lêkolînê de, em ê çarçoveyeke giştî ya siyasetên “qirkirina çandî”yên ku piştî Peymana Lozanê ya 1923an hatin pêkanîn binirxînin û çawa pêşketina çanda kurdî di Sûriyayê bin desthilatdariya fransî de, rawestin. Herwiha, lêkolîn pêvajoya “parastina bi pênûsê”dişopîne, bi taybetî jî bi rêya xebata li ser ziman, klûb, rojname û çalakiyên çandî.
Di heman demê de, ev lêkolîn sê qonaxên bingehîn ên xebata neteweyî ya çandî ya kurdî li Sûriyayê dinirxîne: Serdema desthilatdariya fransî, serdema piştî wê û qonaxa neteweperest û Baasê, ku bi siyasetên înkarê nasnameya kurdî, qedexekirina derbirînên wê û çewisandina çalakvan û kesên ku ji bo parastin û pêşxistina çanda Kurdî dixebitîn hate dîyarkirin.
Destpêkên siyasetên înkar û çewisandina ziman û nasnameya kurdî
Nasnameya kurdî bi zehmetiyeke mezin di nav hawîrdorekî çewisandin û siyasetên înkarê de mezin bû. Ew siyasetên ku Komara Tirkiyayê ya nû avabûyî, demeke kurt piştî Peymana Lozanê ya 1923yan dest bi wan kiribû û pejirandina tirkî wekî nasnameyekê, armancên modernîzasyona bi darê zorê pêk tîne ku modela dewleta netewe li ser hatiye avakirin. Di 3yê adara 1924an de, Mustafa Kemal Ataturk fermanek derxist ku hemû dibistan, komele û weşanên kurdî qedexe dikir. Herwiha, zimanê kurdî jî di bin gefa cezayê de hate qedexekirin, heta ku peyvên “kurd” û “Kurdistan” jî wekî binpêkirinên qanûnî hatin pênasekirin.
Ev siyasetên qedexekirinê gihaşte xîtaba kurdî jî heta sala 1991ê berdewam kir, dema ku Turgut Ozal qedexe rakir û mafê axaftina bi kurdî li kolanan da kurdan.
Ev mijar tenê li vir sînorda nema, ango bingehên qanûnî yên hişk jî hatin danîn da ku siyaseta sirgûnkirin û belavkirina kurdan were bicîhkirin. Ji gulana 1932an ve, piştî têkçûna Şoreşa Agirî/Araratê û “Rêveberiya Xweser”a sivîl a ku li wir hatibû ragihandin, dewleta Tirkiyê bi fermî kurd wekî “Tirkên çiya”binav kir.
Bi herhal, siyasetên înkar, sirgûn û belavkirinê yên Tirkiyayê bandora xwe li Farisê jî kirin(li welatê ku paşê bû Îran). Reza Pehlewî, berî ku bi fermî bigihêje desthilatdariyê jî, ferman da ku gelek Kurd ji parêzgehên başû bên sirgûnkirin û fêrkirina zimanê kurdî li dibistanan hate qedexekirin. Herwiha, ji sala 1923an ve weşan û çapemeniyên kurdî hatin qedexekirin.
Ev siyaset ne tenê li ser ziman sînordar ma, lê belê gihîştin hemû nîşaneyên dîtbar ên nasnameya kurdî jî. Di vê çarçoveyê de, cil û bergên kurdî, mûzîk, govend û heta navên gund û bajarên kurdî jî hatin qedexekirin û bi navên farisî hatin guhertin (El-Sebkî 1999). Heta ku rakirina pirtûkek kurdî dikaribû bibe sedema cezayeke giran ku digihîşt heft salan di zindanê de (Etnîk û Dewlet 2006).
Lê li Iraq û Sûriyeya ku di bin desthilata fransî û brîtanî de bûn, rewşa tundî kêmtir bû. Mirov dikare bêje ku fransî û brêtanî , bi awayekî nerasterast di pêşketina nasnameya kurdî de rol lîstin, nexasim di warên ziman û çandê de. Herwiha, li Ermenistana Sovyetî jî Sovyetan piştgirî dan pêşxistina nasnameya kurdî bi rêbazên ku gelek ji wan wekî tecrubeya Iraq û Sûriyê bûn.
Li hember xwezaya zorê ya pêvajoya qirkirina çandî, aliyekî din jî hebû ku dikare wekî “xwe-înkarî”ya nasnameya neteweyî ya kurd were pênasekirin. Hîn ji teorîsyenên neteweperestiya tirkî di bingehê xwe de kurd bûn û berê li ser derxistina nasnameya kurdî dixebitîn, wekî Ziya Gökalp û Şukrî Sekban. Ji bo wan û kesayetiyên din ên mîna Mihemed Kurd Elî li Sûriyê, didîtin ku rêya modernbûnê ji hilbijartina nasnameyek neteweyî ya nû, giştgir û avakirî derbas dibe. Ango, nasnameyek ku ji bo damezrandina modela dewleta–netewe ya Westfalyayî pêdivî hate dîtin, lêbelê, ev tawîza bi dilxwazî bi destjêberdan û berxwedana çandî ya kurdan a li hember tiştê ku dikare wekî pêvajoya çêkirina dewletên neteweyî were binavkirin re hat, ku piştî wê Tirkiya û Îran û paşê Iraq û Sûriya hatin.
Di nav rêyeke dirêj û tevlihev a pêvajoya ku dikare bi çarçoveya “qirkirina çandî”were şîrovekirin de, Sûriyeya di serdema fransî de hewldana afirandina çêkirina nasnameyek kurdî vekir, nasnameyek ku dikare bi awayekî giştî nêzîkî “nasnameya kurdistanî” bibe. Her çend şertên wê demê bi parçebûna siyasî, cihêrengiya zaraveyan û nebûna zimanek standard diyar bûn.
Di vê çarçoveyê de, xebatên Tevgera Xoybûnê (1927) û rola girîng a herdu birayan Celadet û Kamiran Bedirxan, hebûna kurdî kir nêzîkî mînaka “Piedmontê” ya kurdî (Wekî Piedmonta ku jê zanebûna niştimanî û prosesa yekîtîya Îtlayayê, destpê kir). Di heman demê de, pêvajoya vejandina ziman û çandê ji modelên latînî û îbranî û ezmûnên wan ên vejandinê îlham girt (Gorgas: 2013).
Bi herhal, rayedarên desthildarîya fransî doza nasnameya kurdî di nav hevsengiya têkiliyên fransî–tirkî de dinirxandin. Di vê çarçoveyê de, rêya pêşketina çanda kurdî carinan bi nermî û bêdestwerdanî dihat hiştin, carinan jî rastî zext, tengavkirin û rawestandina piştgiriyê dihat.
Ji alîyekî din ve, bi destpêkirina Komara Sûriyê ya nû (1946), ber bi avakirina yekalîbûna çand û ziman ve çûn, ku di çarçoveya teoriya dewlet–netewe de nasnameya Sûrîyayê hate pênasekirin. Li gorî David McDowell, ev qonax wekî kêlîka “serkeftina netewperestên Ereb”tê binavkirin (McDowell: 2004). Di vê qonaxê de, netewperestan karîbûn serweriya xwe ya îdeolojîk li ser sazûmanên dewletê bicih bikin.
Piştre, bi hatina Partiya Baasê ser desthilatdariyê û xurtbûna helwesta wê, polîtîkayên erebkirinê, înkarê hebûnê û sînordarkirina nasnameya kurdî bi awayekî sistematîk hatin pejirandin. Bi kurtahî, ev pêvajoyê dikare wekî destpêka qonaxeke qirkirina çandî were têgihiştin, tiştek ku bû sedem ku berxwedan û hewldanên kurdî bi şêwazên cihêreng û zêdetir pêş bikevin.
Ebas Walî balê dikişîne ser wê yekê ku rûbirûbûna înkarkirina nasnameya kurdî û berxwedana li hember nasnameyên neteweyî yên hatine ferzkirin, herdu bûne sedemek bingehîn a geşbûna serhildanên kurdan. Li gorî wî, têkiliya di navbera “înkar û berxwedanê”de dikare wekî diyalektîkek bingehîn were fêmkirin ku şiklê siyasî û karaktera neteweperweriya kurdî diyar kir.
Di vê çarçoveyê de, neteweperwerî siyaseteke piştrastkirina nasnameya neteweyî ya kurdî bû, herçendî ku ev nasname di çarçoveya modernîteyê de derketibe holê, Walî wê wekî “berhemeke taybet a modernîteyê”dinirxîne ya ku bi awayekî kûr bi saziyên dewleta modern ve girêdayî ye.
Di cihekî din de, Walî têkiliya di navbera nasname û têkoşîna dirêj a kurdan de rave dike û dibêje ku “Çewisandina domdar a nasnameya kurdî şertêdawî yê kurdan di civakê de û veguherandina wan bi ‘biyanî’ li welatê xwe ye. “Ne temsîlkirina berdewam a kurdan pirsgirêka bingehîn a westandina kurdan bi nasnameya xwe ye” (Etnîsîte û Dewlet: 2006).
Nasnameya di bin siyasetên desthilatdarîya fransî de bi pêş dikeve
Girîngiya fransî bi dozên etnîkan re di çarçoveya sîyasetên wê de bû, ku di avakirina neteweyeke yekgirtî ya Sûriyê de rastî dijwarîyan dihat û baweriya veqetandina gelên ku ji Împaratoriya Osmanî derdiketin. Bi taybetî jî ji ber wê têgihîştinê ku kurd di serdema Osmanî de xwe ji çarçoveya nasnameya ereb-îslamî hinekî dûr xistine û li Kurdistanê formeke cuda ya îslamê ya bi bandora tesewufê pêş xistine.
Lê belê, zanîna frensî ya li ser kurdan û civakên herêmê bi hevrûkirina brîtanîyan kêmtir berfireh bû. Kesên wek Gertrude Bell, T.E. Lawrence û Mark Sykes di qada zanîn û kartografiyê de asteke din pêk anîn ku frensî nikaribûn bi wan re berhev bikin (Gorgas: 2013). Ev kêmasî bû sedem ku frensî jinûve li nexşeya etnografîk a Rojhilata Navîn binêrin.
Di vê çarçoveyê de, piştgirî ji aliyê Komîsyona Bilind a Frensî ve ji bo hin tevgerên neteweperest ên kurd, bi rêya Enstîtuya Frensî ya li Şamê û bi navê Kapîtan Robert Montagne derketin holê. Ji sala 1922an û pê ve, balkişandina frensiyan ber bi “kurdolojî”(Kurdology) dest pê kir û kesayetên wek Pierre Rondot, Roger Lescot û Thomas Bois di vê qada nû de derketin holê. Di heman demê de, xebatên akademîk, danûstandin û piştgiriyên darayî ji bo çalakiyên çandî yên kurdî dest pê kirin û xaka nû ya şîrovekirina nasnameya kurdî ava kirin.
Di vê çarçoveyê de, Fransa di planên xwe yên li Sûriyayê de cihêrengiya etnîkî û olî wek yek ji faktorên bingehîn dnirxand û ji ber vê yekê Komîsyona Bilind di derbarê pêşeroja herêmên kurdî de helwesteke ne diyar û dudilî digirt. Di vê çarçoveyê de, berjewendiyên kurdan û frensiyan hinek caran diketin nava hev û hinek caran jî ji hev cûda dibûn û rayedarên desthilatdariya frensî jî gelek caran hewl didan ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re aram bikin her çend ev yek li ser hesabê kurdan be.
Di nav vê rewşa ne diyar de, nasnameya kurdî her ku diçe zêdetir xurt dibû. Herçendî tevgera Xoybûnê bi navxweyî parçebûyî û ji nakokiyan ne dûr bû , lê nasnameya kurdî gav bi gav wek hêzek cuda derdiket holê, a yekê di beramberî nasnameya tirkî de û paşê jî di beramberî nasnameya erebî de. Di vê pêvajoyê de, elîta kurd a rewşenbîr ya ku ji paşmayîna Osmanî derketibû, hewl da ku nasnameya çandî bi armancên siyasî ve girê bide û bi vî awayî qonaxeke nû ya modernîzekirina nasnameyê dest pê kir. Di heman demê de, daxwazên ji bo perwerdehiya zimanê kurdî bi rêya daxwaznameyên ku ji rayedarên frensî ve hatin şandin.
Yek ji van daxwazan di sala 1928an de ji aliyê Xoybûnê ve hate îmzekirin û tê de vekirina dibistanan ji bo fêrkirina zimanê Kurdî hate xwestin. Paşê jî daxwaznameyên din hatin şandin ku tê de kurdî wek zimanek fermî li herêmên kurdî were pejirandin.Yek ji tiştên girîng ên desthilatdarîya frensî ew e ku di sala 1922an de derî li ber zimanê kurdî li qezaya Cerablûsê vekir, ne li herêmên wek Cezîra ku wê demê hîn jî bi awayekî fermî ne di nav çarçoveya Sûriyê de bû û ne jî li Kurd Daxê (Efrîn) ku hebûna kurdî tê de xurt û dîrokî bû, lê li herêmekê ku ji aliyê siyasî ve di hesabên rayedarên desthilatdariya frensî de cih girtibû.
Bi veqetandina Cerablûsê ji herdu sinceqên Dêra Zorê û Helebê û Cerablûsê bûye qezayeke serbixwe, zimanên kurdî, erebî û tirkî wek “zimanên wekhev”hatin binavkirin û ji karmendên dewletê hate xwestin ku fêrî hersê zimanan bibin(Barut: 2013). Diviyabû ku di çarçoveya perwerdeyê de jî fêrbûna bi van sê zimanan were meşandin.
Li ser vî esasî jî ev yekem car bû ku kurdî di nav belgeyeke fermî û qanûnî ya frensî de wek zimanek perwerdeyê bi awayekî eşkere tê naskirin. Lê belê, di aliyê din de tevî ku Kurd Dax (Efrîn) piraniya niştecihên wê kurd bûn, rayedarên frensî red kirin ku kurdî li wir wek zimanek fermî an perwerdeyî bi erebî û tirkî re were pejirandin. Ev helwest bi taybetî têkildarî nexwestina frensiyan bû ku bi awayekî siyasî tirkên li herêmên nêzî Lîwa Îskenderûnê aciz bikin.
Kamîran Bedirxan di warê perwerdehiya zimanê kurdî de xwedî ramanên bi rêbaz û şoreşger bû. Di vê çarçoveyê de, Kamîran ji Komîsyona Bilind a Frensî pêşniyar kir ku li herêma Cezîrê dibistanek navxweyî ya kurdî were damezrandin. Ji bo dabînkirina lêçûnên vê projeyê û çêkirina bingehê wê, Kamîran pêşniyar kir ku projeyek berfireh were avakirin ku tê de zeviyek bi qasî 5,000 doniman û gundek Kurdî ji 50 malan jî hebin.
Li gor wî, xwendekarên vê dibistanê divê ji malbatên serokên eşîran, rûsipî û çînên din ên civakî bin, bi armanca ku ev perwerdehî bibe bingehê avakirina elîteke nû ya neteweyî (Gorgas: 2013). Modela ku ji hêla Bedirxan ve hatî pêşniyarkirin, dibe ku dişibiya dibistanên navîn ên ku ji hêla bav û kalên domînîkî ve li Sûriyayê hatine damezrandin, an jî dibistana eşîrî ya li Stenbolê di dema serdestiya Siltan Ebdulhemîdê Duyemîn de, ku armanc ew bû ku nasnameyek nû ya Osmanî pêş bixe. Lêbelê, armanca rastîn a projeyê “xwedîkirina elîtek neteweyî” bû û Kamiran paşê daxwaza avakirina zanîngehek mamosteyên seretayî li Hesekê kir da ku perwerdehiya bi zimanê kurdî bi qasî ku pêkan be pêşve bibe.
Li kêleka Bedirxan, endamê Xoybûnê Memdûh Selîm Wanlî di sala 1930an de wek lêpirsînê perwerdehiyê li herêma Cezîrê hate erkdarkirin. Di vê pozîsyonê de, wî rolek di rêvebirina karûbarên dibistanan de girt û rê li ber tevlîbûna kurdan di pergala perwerdeyê de vekir. Herwiha, bi hevkariya bavên Domînîkî hin hêsankirin û piştgirî ji bo elîta kurd a ku daxwazên xwe ji Komîsyona Bilind re dişandin jî hatin peydakirin.
Lêbelê, ev rewş demdirêj nebû. Hikûmeta Sûriyê Memdûh Selîm ji wezîfeya wî dûr xist. Ev yek “windakirinek ji bo hevpeymaniya kurd-domînîkî” bû.
Di nav zêdetirî du dehsalan têkiliyên kurd–frensî de, elîta çandî ya kurd ku di heman demê de xwedî meylên siyasî yên eşkere bû, karî nasnameya kurdî jinûve ava bike û hin bandorên “qirkirina çandî”ya ku li Tirkiyê pêk hatibû kêm bike û tiştê ku gengaz bû biparêze.
Lê hatina hêzên neteweperest li ser desthilatdariyê li Şamê bar û zextên li ser xebatkarên çandî yên kurd zêde kir. Di heman demê de, ji aliyê Tirkiyê ve jî zext û nerazîbûn berdewam bûn û li ser van her du zextan, nerazîbûneke navxweyî jî derket holê ku ji sala 1936an pê ve pêşketina nasnameya kurdî asteng kir.
Di nava van şertûmeran de, elîta kurd neçar ma ku balê bikişîne ser qadan wek weşan, radyo û klûban û projeya “latînîzekirina nivîsandinê” û wan qadan pêş bixe. Di heman demê de, hewldan hat kirin ku kurd jinûve bi pêşketinên cîhanî re werin girêdan, bi taybetî di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, bi şopandina rewşên şer, têkiliyên bi hêzên navneteweyî re û hewldana bandorkirina wan berjewendiyan.
Hewldanên perwerdehiya bi zimanê kurdî, daxwazên ji bo avakirina dibistanan û pêşxistina dîtinên ji bo zimanek kurdî ya nû û bi hev re li Sûriyeya di bin desthilatdarîya fransî de, ne ji tiştên ku li Stenbolê di destpêka sedsala 20an de bi damezrandina Komeleya Hevkarî û Pêşveçûna Kurd (1908–1909) ve qut bûn.
Ev komele piştî salekê ji hilweşandina rejîma Ebdulhamîdê Duyemîn û piştî Şoreşa Îtîhat û Terakîyê hate avakirin û di çarçoveyek modernîzasyonê de xebitî ku şaristaniyê bi rêya avakirina dibistanan û belavkirina weşanên çapkirî pêş bixe. Di nav armancên wê yên bingehîn de, vekirina dibistanan li Kurdistanê, naskirina zimanê kurdî û destûrdayîna weşandina rojname û kovaran bi zimanê kurdî cih girtibûn (Cawaan: 2012).
Bi lêkolîna navên damezrînerên vê komeleyê, dikare têkiliyek malbatî û fikrî di navbera vê projeya destpêkê û elîta kurd a ku paşê li Sûriyê xebitî were dîtin. Di nav wan damezrîneran de, Emîn Elî Bedirxan jî heye, ku bavê Celadet, Kamiran û Suryaya Bedirxan e û bi vî awayî yek ji girêdanên bingehîn ên di navbera Stenbol û projeyên paşerojê yên Sûriyê de nîşan dide.
Nivîsandin, rojname û klûbên kurdî li Sûriyayê geş dibin
“Rojname û kovar tenê yên baş û rêzdar in di serdema nûjen de. Berevajî vê, dema sirûdan derbas bûye” – helbestvanê kurd Subhî Qadrî Koyî 1890.
Piştî ragirtina wî ya malê û têkçûna serhildana Agiriyê, Celadet Bedirxan dest bi qonaxek “parastina bi qelemê” kir. Piştî hewldanên Îsmaîl Heqî Baban ji bo reforma zimannasî di derbarê rêbaza nivîsandina kurdî de bi karanîna tîpên erebî û hewldanên Ebdulrezaq Bedirxan ji bo nivîsandina kurdî bi tîpên kirîlî (rûsî û tîpên slavî), Yusuf Wehbî Beg ji sala 1929an vir ve bi weşandina pirtûka xwe ya li ser rêzimana kurdî li başûrê Kurdistanê ji bo pejirandina tîpên latînî di nivîsandina lurdî de têkoşiya. Wehbî di warê modernîzasyona çandî de jî hewl da, ku ev yek bi weşandina gotara wî ya “Em çawa zimanê xwe yê kurdî dinivîsin?” di sala 1924an de (El-Teaxî: Faiq Mihemed Hisên) bû fikara wî ya sereke. Birayên Bedraxan bawer dikirin ku yekkirina ziman pêwîstî bi yekkirina forma nivîsandinê heye. Xwesteka hevpar Wehbî û birayên Bedraxan han da ku bi hev re bixebitin. Birayên Bedrexan çend mehan li benda hatina Yûsif Wehbî bo Şamê man da ku projeya xwe ya hevbeş ragihînin û alfabeya nû bidin destpêkirin, lê di dawiyê de Wehbî ji bo civîna ku dihat hêvîkirin nehat, ev yek jî wan neçar kir ku di sala 1931ê de encamên xebata xwe ragihînin.
Latînîzekirin destpêka qutbûnekê bi tîpên erebî re ji bo axaftvanên kurmancî nîşan da. Berevajî vê, tevî hebûna çandî ya zêde ya axaftvanên soranî li başûrê Kurdistanê û qanûnîkirina zimanê kurdî di salên 1920î de, ku rê da tevlîkirina wê di perwerdehiya seretayî de, hikûmeta Iraqê red kir ku alfabeya latînî qebûl bike, bi vî rengî alfabeya erebî bi guhertinên wê parast. Yên ku li dijî latînîzekirinê bûn, dibe ku bawer dikirin ku projeyek wiha dikare bi Iraqa erebî re qutbûneke nû çêke, tîpên erebî bike têla ku dikare nasnameya Iraqê ya nû, ku di navbera du neteweyan de (ereb û kurd) de dabeş bûye, sererast bike. Li vir paradokseke din heye ku nasnameya kurd pê re rû bi rû maye: Dema ku Iraqê alfabeya latînî qedexe kir, Tirkiyayê alfabeya erebî qedexe kir, di heman demê de kurdên Sûriyayê ji azadiya ceribandin û hewldana modernîzekirina ziman û pergala nivîsandina xwe kêfxweş bûn, formek standardkirî pejirandin – ango, veguheztina ji zaravayên curbecur bo qaîdeyên bingehîn ên erebiya klasîk.
Ji bo elîtên kurd zehmet bû ku zimanê kurdî bi fermî nas bikin, ji ber ku ew ji bo fransî û Bloka Neteweyî mijarek hestyar bû, ku bandora wan piştî 1936an zêde bû. Ji ber vê yekê, birayên Bedirxan ji bo derbaskirina astengiyan xwe dispêrin hewldanên takekesî. Ji her xwendekarekî kurd dihat hêvîkirin ku ji bo yên din wekî mamosteyek tevbigere. Wekî din, hewldanek li ser bingeha malbatê, nemaze ji jinan – “dayîkên neteweyê” (Tigil, 2021) – pir girîng bû. Girêdana bi malbatê û rola dayikê re dibe alîkar ku ziman, bîr û nasnameyê were parastin û dikare wekî girêdanek di navbera armanca dawîn a naskirina zimanê kurdî û xwendekarên kurd de xizmet bike. Bi vî rengî, bangên birayên Bedirxan ji “dayîkên kurd” re dikarin di vê çarçoveyê de werin fêmkirin, ji ber ku hewldanên wan dê barê hînkirinê ji bo çalakvanan sivik bikin ger zimanê devkî ji axaftvanên kurdî winda bibe.
Pêşxistina têgihan ji bo zimanekî standard ê kurdî û standardîzekirina wî beşdarî destpêkirina projeyekê bû ku bandorên wê yên dûr û dirêj ji kevneşopiya devkî û rêxistina siyasî wêdetir bûn. Wekî din, têkçûna serhildana Agiriyê siya xwe avêt ser elîtên sirgûnkirî yên li Şamê û ew hişt ku di pêvajoya seferberiyê de xwe bispêrin kûrahiya çandî û pozîsyona nasnameya kurdî di cîhana piştî-osmanî de xurt bikin. Alfabeya latînî di rojname û kovarên ku ji hêla birayên Bedirxan ve hatine weşandin de hate ceribandin. Rojnameyên birayên Bedirxan, ku bi Hawarê (1932-1943) dest pê kirin, taybetmendiyên herî berbiçav ên modernîteya çandî û amûrek ji bo populerkirina alfabeya nû ya kurdî pêk anîn. Wan ji bilî pexşan, şano, gotarên ramanê û mijarên têkildarî folklorê, weşana wêjeya klasîk û helbestên lîrîk û neteweyî yên nûjen ji hêla helbestvanên ciwan ve, di nav de Cegerxwîn, Qedrî Can û Kamîran Bedirxan, dest pê kir. Broşûrên ku ji hêla “Pirtûkxaneya Hawar” ve hatine hilberandin gihaştin 17 broşûran (Gurgas: 2013). Ev yek ji bo “Ronahî” (1942-1945) jî derbas dibe, ku bi nûçeyên cîhanê û Şerê Cîhanê yê Duyemîn re mijûl dibû. Bi heman awayî, kovara “Roja Nû” (1945) materyalên dişibin yên ku ji hêla Hawar ve hatine weşandin weşand, di heman demê de”Stêr” bû pêveka wênesazkirî ya kovarê.
Li kêleka nûkirina ziman û hewldana yekkirina wî, û li kêleka rojname û kovaran û rola Radyoya Orient ji Beyrûtê (1941) di xwedîkirina çanda kurdî û berxwedana li dijî siyasetên înkar û qirkirina çandî li Tirkiyayê de, rola klûb û komeleyên kurdî yên ku ji hêla elîtên neteweyî yên sirgûnkirî ve piştî têkçûna şoreşên Şêx Seîd û Komeleya Azadî ya 1925an û şoreşaAgirî ya 1931ê hatine damezrandin, tê, da ku gelê kurd di nav çemberên civakî-çandî-siyasî de ji nû ve kom bikin. Berfirehbûna avakirina klûb û komeleyan dikare wekî şaxên komeleya dayîk, Xoybûnê, were binavkirin, ji ber ku endamên wê di dema mandatê de di damezrandina klûb û komeleyên nû de rol dilîstin. Dûv re, du kesayetên sereke, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza, berî ku bibin du kesayetên herî girîng di dema damezrandina Partiya Demokratîk a Kurd di 1957an de, dê rola xwe di damezrandin û sponsorkirina gelek rêxistinan de hebin.
Serdema çandî ya sar (1946-1957)
Çalakiyên çandî yên kurdî piştî vekişîna hêzên fransî ji Sûriyayê êdî ne wekî berê bûn. Qonaxa veguherandina Sûriyayê bo laboratuwarekê ji bo mijarên cudakirina nasnameya kurdî ji nasnameyên din ên neteweyî yên herêmê bi dawî hat. Bi giranî, xebata li ser rêyên zimanê standard, çand, folklor, rojnamegerî û avakirina klûb û komeleyan hate astengkirin. Dikare were gotin ku rewş li ser tiştên ku di dema mandatê de hatibûn hilberandin aram bû. Darbeyên leşkerî xetereyên ji bo çalakvanên ku di karûbarên çandî û zimanî yên kurdî de beşdar bûn zêde kirin. Lêbelê, piştî dîktatoriya Edîb Şîşeklî (1951-1954), çalakvanên kurd ji dawiya wê serdemê û belavbûna azadiyên giştî li Sûriyayê sûd wergirtin. Osman Sebrî û Rewşen Bedirxan di sala 1955an de li Şamê Komeleya Vejîna Çanda Kurdî bi armanca sereke ya hînkirina alfabeya latînî damezrandin (Tigil: 2021). Ev tê vê wateyê ku nifşê ku di salên 1930î de li ser mijarên ziman xebitîbû, di bin şert û mercên dijwartir de xebata xwe domand. Tevî vê vekirîbûna nû, tengezarkirin berdewam kirin. Di sala 1955an de, pirtûkên alfabeyê yên Osman Sebrî hatin desteserkirin û piştî ku wî serî li serokê dewletê da jî, nedan wî.
Di sala 1957an de, bi damezrandina Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyayê re, rojnameya Dengê Kurdan bi tîpên latînî hate weşandin. Ev yek nîşan da ku zimanê kurdî ji qada taybet a çalakiya çalakvanan derbasî qada giştî ya kurdî bûye, ku potansiyela kurdî nîşan dide ku bibe zimanê siyasetê ji bo hemî kurdên Sûriyayê. Ev yek hewldanên ji bo jiholêrakirina nexwendinê di nav deh hezaran kurdên Sûriyayê de ku nekarîn zimanê xwe bi rêya dibistanên fermî fêr bibin, pêwîst kir. Lêbelê, ev qonax kurt bû, ji hêla yekîtiya Sûriya-Misrê ve di sala 1958an de hate qutkirin.
Neteweperest li hember neteweya kurdî
Salên yekîtiya Sûriya-Misirê (1958-1960) li ser çalakvanên çandî û li ser partiya kurd a sûriyayî dijwar bûn. Pêşniyarên ku rasterast ji hêla berdevkên kurdên Sûriyayê ve ji serokê yekîtiyê Cemal Ebdulnasir re hatibûn şandin, hatin redkirin. Daxwazên ku daxwaza hînkirina zimanê kurdî û weşana zimanê kurdî bi rêya Radyoya Şamê dikirin, bi redkirinê hatin pêşwazîkirin. Di heyama beriya banga ku derfeta weşana radyoyê ji kurdî re were dayîn de, guhê kurdan nûçe û muzîka kurdî ji radyoyên Erîvan, Bexda, Qahîre û berî wê jî Beyrûtê wergirtibû, ku ev yek çalakvanên kurd han da ku guhertoya sûriyayî ya xebata wan radyoyan bixwazin.
Di pêla girtinê de ku bi hezaran alîgir û endamên partiya kurdên Sûriyayê şandin zindanên Komara Erebî ya Yekbûyî, vîzyona serokê partiyê, Nûredîn Zaza, di daxwaznameya wî ya ji serokê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê re di 31ê kanûna pêşîn a 1960î de derket holê. Wî danûstandina li hember kurdan wekî “bûyerên cudakarî û cudakariya nijadî” bi nav kir. Dema ku kurdan bi nav kir, wî tekez kir ku ew “gelek in ku xwedî ziman, adet û kevneşopiyên xwe ne. Ew bi tundî vî zimanî, adet û kevneşopiyan diparêzin û mîrateya wê ya dewlemend a stran, helbest û muzîkê parastine, ku ji zimanên cîran ne kêmtir xweşik e.” Zaza di pêşgotina daxwaznameya xwe de rewş û girîngiya zimanê kurdî dubare kir û diyar kir ku ew “winda nebûye” û ku zimanê kurdî “tu carî nebûye çavkaniya dabeşbûn û nakokiyê di navbera gelên ereb û kurd de.” Wî herwiha daxwaza parastin û pêşxistina wê kir. Vegera ser argumanê, zimanê kurdî di axaftina serokê partiya kurd de cihekî navendî digire, wê digihîne asta daxwazek sereke. Tevî daxwaza wî ya ji bo naskirin û pêşxistina zimanê kurdî, wî xwezaya gelê kurd ji bîr nekir, ku ew “bi hemî rêbazên gengaz vê xwesteka xwezayî têr dikin.” Li kêleka ziman, Zaza behsa sê bûyerên ku paşê dê bibin bingeha siyasetên şovenîst ên Beisê ji bîr nekir: 1- Guhertina navên bajar û gundan ji kurdî bo erebî. 2- Astengkirin û şermezarkirina kurdên ku dixwestin zarokên xwe yên nû bi navên kurdî qeyd bikin. 3- Rûreşkirina welatiyekî kurd ji aliyê rêveberê navçeya Dirbêsiyê ve ji ber lixwekirina serpelê kurdî û gefxwarina wî ger ew berdewam bike li xwekirina wê (Zaza: Mîranî).
Şahidiya Zaza (vegotina wî ya serdema xwe) asta zordariya ku li ser çalakvanên kurd hatiye kişandin û desteserkirina pirtûkên wan ên kurdî, wekî di doza berhemên berhevkirî yên helbestvan Cegerxwîn de, nîşan dide. Yên din ji ber hebûna pirtûkên kurdî (doza Ebdulmecîd Haco) an jî tenê ji ber ku hatine ragihandin ku ew xwedî bûne (doza Hamza Nuwayran, yek ji damezrînerên partiya yekem a kurdî) hatin cezakirin.
Weşandina berhemên kurdî di sê serdemên desthilatdariya neteweperest de kêm bû: Komara Yekbûyî ya Erebî, serdema veqetandinê û serdema Beisê. Di navbera salên 1960 û 1980yî de, tenê sê pirtûk bi kurdî hatin çapkirin, hemî li Beyrûtê û bi dizî li Sûriyayê hatin belavkirin. Di warê kovarên çandî de, kovara Gulistan, ku ji hêla helbestvan Cegerxwîn ve di sala 1968an de hatiye weşandin û kovara Kelawêj di sala 1979an de di bin şert û mercên pir dijwar de xebitîn (Tigil: 2021). Dehsalên pêşîn ên desthilatdariya neteweperestan hema hema nîşan nadin ku tu qonaxek vekirîbûn an bersivek li hember daxwazên çalakvan û siyasetmedaran ên ku daxwaza rakirina qedexeya li ser ziman û çanda kurdî dikirin, çêbûye.
Di salên 1990î de, dîmena kurdî şahidiya tiştekî kir ku Jordi Tegel jê re dibêje “hişyarbûna çandî”. Berevajî sê pirtûkên ku di salên 1970 û 1980yî de hatine weşandin, li gorî vegotina Tegel a Malmesang di salên 1990î de 111 pirtûk hatine çapkirin. Bi saya fêrbûna veşartî ya kurdî, di salên 1990î de di nav kurdên Sûriyayê de bi rêya berfirehbûna wêje, kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî vejînek çêbû. Bi hatina înternetê li Sûriyayê di destpêka hezarsaliyê de, hejmara kesên ku di warê zimanê kurdî de dixebitin zêde bû û nivîsîna kurdî geş bû. Tevî fişar û hewldanên ji bo jiholêrakirina nasnameya kurdî, rejîma Beisê êdî nekarî vê vejîna kurdî rawestîne. Kesên ku ji bo vegerandina taybetmendiyên nasnameya kurdî dixebitin, ku di salên 1930î de pêşveçûn dîtin, di encama siyasetên înkar, qirkirina çandî û cezakirina kesên ku di çanda kurdî de dixebitin, gelek trajediyan kişandin. Serdema Beisê di warê tedbîrên li dijî mezinbûna çanda kurdî û hewldanên ji bo sînordarkirina wê de, serdema herî xirab bû. Ferman û biryar hatin derxistin ku axaftina bi kurdî qedexe dikirin û daxwaza guhartina navên bajar û gundên kurdî û guhertina wan bi yên erebî dikirin. Ev yek ji bo navên saziyên bazirganî jî derbas bû. Di hin demên diyarkirî de, navlêkirina pitikên nû bi navên kurdî qedexe bû û stranbêjî û muzîka kurdî qedexe bûn. Wekî din, di dema Newrozê de komên folklorî bi zilm û zordariya kesên ku di warên şano, helbest, axaftin û reqsên gelêrî de dixebitin, hatin tacîzkirin (ji bo bêtir agahdarî, li gotara: Kurtedîrokeke zirarê binêrin, ku di Navenda Kurdî ya Lêkolînan de, 15ê çileya 2024an de hatiye weşandin).
Piraniya nifşê nû yê kurd (Nifşê Z) ji bîr nakin ka çiqas êş ji aliyê elît û çalakvanên kurd ve di warên ziman, çand û folklorê de hatiye kişandin. Piştî sala 2012an, dîmena kurdî gelek guhertin û redkirina berfireh a amûrên qirkirina çandî dît. Nasnameya kurdî di bin siya Rêveberiya Xweser û saziyên ji bo parastin û pêşxistina ziman, radyo û televîzyonê de, bi saya belavbûna kovar, gotar, pirtûkên perwerdehiyê û hînkirina nîvfermî bi kurdî, û herwiha bi saya rolên çalakvanên serbixwe, dest bi mezinbûnê kir. Li gorî vê yekê, israra li ser parastina rêya zimanî/çandî û heta perwerdehiyê bi kurdî, ku nifşên li pey hev ji salên 1930î vir ve daxwaza wê dikin, bûye daxwazek ku tu makîneya tepeserkirinê nikare wekî daxwaza herî hêja û lezgîn ji bo kurdên Sûriyayê paşguh bike.
Jêder:
1- آمال السبكي: تاريخ إيران السياسي بين ثورتين، عالم المعرفة، الكويت 1999
2- فالح عبد الجبار وهشام داود ومجموعة مؤلّفين: الإثنية والدولة، معهد الدراسات الإستراتيجية، بغداد-بيروت 2006
3- جوردي غورغاس: الحركة الكردية التركية في المنفى، ترجمة: جورج البطل، دار الفارابي/آراس، بيروت-أربيل 2013
4- ديفيد ماكدويل: تاريخ الأكراد الحديث، ترجمة: راج آل محمد، دار الفارابي، بيروت 2004
5- محمد جمال باروت: التكون التاريخي الحديث للجزيرة السورية، المركز العربي للأبحاث ودراسة السياسات، بيروت 2013
6- جاوان حسين فيض الله الجاف: الكورد ودورهم في جمعية الاتحاد والترقي، دار الزمان 2012
7- جوردي تيجيل (غورغاس): كرد سوريا: التاريخ والسياسة والمجتمع، ترجمة: محمد شمدين، دار الزمان 2021
8- فائق محمد حسين: منارات عراقية … توفيق وهبـي سياسي عسكري وأديب وباحث كوردي، صحيفة التآخي: https://2u.pw/jplOer
9- مذكرة رئيس الحزب الديمقراطي الكردي في سوريا الدكتور نور الدين ظاظا إلى محكمة أمن الدولة العسكرية العليا بدمشق https://2u.pw/6skfHH
10- شورش درويش: كرد سوريا: موجز تاريخ الأذى، المركز الكردي للدراسات https://2u.pw/ZME0A6







