• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Sûriya di serdema Tom Barrack de.. “Bazareke” bê siyaset

April 30, 2026
Sûriya di serdema Tom Barrack de.. “Bazareke” bê siyaset

Tom Barrack di "Sempozyûma Enerjiyê ya Amerîka-Sûriyayê" de li Washingtonê, 26ê adara 2026an, bi ekranek li pişt xwe ku "Derfet di Hejmaran de" nîşan dide, diaxive | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Made bi erebî jî heye العربية

Nûnerê Amerîkayê li Sûriya, Lubnan û Iraqê û balyozê wê li Tirkiyayê, Tom Barrack bûye diyardeyeke balkêş di sîyaseta Amerîkayê de. Ew kesê ku beriya çend salan rêveberiya şîrketeke derhêneiya fîlman li Hollywoodê dikir, niha li pêşiya wî platformek berfireh vebûye, ku di forumên mezin ên siyasî û hevdîtinên medyayî de biaxive. Herwiha, Barrack xwe wekî xwediyê dîtineke ji bo Rojhilata Navîn dibîne û dibe ku xwe bi siyasetmedarê brîtanî Mark Sykes re bide ber hev. Mark Sykes jî siyaseta Brîtanyayê li Rojhilata Navîn heta asteke mezin bi rêbazê xwe yê kesayetî bi rê ve bir û karî nêrînên xwe yên kesayetî veguherîne bernameyek siyasî ji bo Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê.

Tom Barrack, bi çand û zanebûna xwe ya siyasî û zanîna xwe ya dîrokî ya sînordar ku berevajî Mark Sykes, ji ber nêrînên ku ji adet û pîvanên siyaseta Amerîkayê û şert û mercên wê yên kevneşop dûr in, her dem dibe “trend” di ragihandinê. Ew li ser gelan, dewletan, partiyan û sîstemên siyasî diaxive wekî ku xwedî destûrek kesayetî ye ku herêmê ji nû ve pênase bike. Di xwendineke berê de ya li Navenda Kurdî ya Lêkolînan, hate gotin ku piraniya tiştên ku Barrack li ser Rojhilata Navîn dibêje, çavkanî û bingehê wê ji nefreta wî ya li dij Rojhilata Navîn wekî dîrok û civak tê û ji ber vê yekê, tenê çareseriya ku dimîne ew e ku wê herêmê veguherîne bazarekê.

Balkêş e ku serokê Amerîkayê Donald Trump ev platform li pêşiya wî vekiriye. Ji ber vê têkiliya rasterast, sînorên zanînê yên Barrack carinan wiha xuya dikin ku wekî amûrekî pêkanînê yê saziya siyasî ya Amerîkayê ne. Lê rexneyên ku di rojên dawî de li wî hatine kirin, taybetî di rojnameyên amerîkî yên kevnar û girîng de, berovajî vê yekê nîşan didin: Barrack di çavê rexnegirên xwe de wekî “kesek” xuya dike, ne wekî nûnerê saziyekê amerîkayî ya ku bi kevneşopiyên dîplomasiyê yên dewleteke mezin a cîhanê ve girêdayî ye.

Kî Tom Barrack diparêze? Gelo saziya Amerîkayê wî diparêze, ji ber ku ew veguhartineke rastîn di siyaseta Washingtonê de temsîl dike? An jî nêzikbûna wî bi Trump re ye ku wî diparêze, ji ber ku rêveberiya Trump bi xwe jî êdî ber bi rêvebirina Rojhilata Navîn bi mentiqê peymanan û bazirganî ve diçe?

Sê lêkolînên nû yên di ragihandina Amerîkayê de vê guhartinê bi awayekî zelal nîşan didin: Manêşta Wall Street Journal li ser Tom Barrack, rapora Fox News ku derfet daye wî xwe biparêze û lêpirsîna New York Times li ser malbata Xeyat û navê Trump di Sûriyayê de. Tevî cudahiyên di nav mijarên her sê raporan de, lê hersê di xaleke hevpar de digihêjin hev: Sûriya di çavê rêveberiya Trump de êdî ne mijarek siyasî ye -ango mijareke veguhastina desthilatê, edalet, hesabxwestin, destûr, sazî û garantiya beşdarbûna hemû netewe û mezheban di rêveberiyê de. Sûriya êdî nêzî bazareke vekirî ye: Bazareke peymanan, serwerî, jinûveavakirin, veberhênanên xanî û avahî, peymanên enerjiyê, peymanên balafirgehan û korîdorên karsazan e. Balkêş e ku tu yek ji van peymanan bi awayekî erênî li ser jiyana gelê Sûriya bandor nekir, ji ber ku ev peyman di cîhanekê de tên kirin ku tê de nirx û girîngî ji gel û civakan re kêm tê dayîn.

 Wall Street Journal ji Tom Barrack re: Tu kî yî?

Manşeta Wall Street Journal bi vî sernavî hat: “Tom Barrack siyaseta xwe ya taybet di Rojhilata Navîn de heye”. Rojnameyê Barrack wekî nûnerekî rabû ku wiha diaxive ku xwedî xetek siyasî ya taybet e û ji kevneşopiyên amerîkayî yên kûr di herêmê de cuda ye, bi nav kir. Di vê nivîsê de, rojnameyê Barrack di beşdariya wî ya di Foruma Dîplomatîk a Antalyayê de tawanbar kir ku helwestên ku siyaseta Amerîkayê têk dibin pêşkêş kirine: Wî îdia kir ku demokratîk ji bo Rojhilata Navîn ne guncav e, teşwîq kir ku rêyek bi Huzbullah re were vekirin, girîngiya agirbestê di navbera Îsraîl û Lubnanê de kêm nîşan da, banga tevlêbûna Îranê di danûstandinên Lubnanê de kir, kirîna sîstema S-400 a rûsî ji aliyê Tirkiyayê rewa nîşan da û li ser navê Tirkiyayê hişyariyek ji Îsraîlê re şand.

Ev êrîşa Wall Street Journal nîşan dide ku di nav beşekê ji saziya amerîkayî ya alîgirê Îsraîlê de nerazîbûnek li dij Barrack heye. Ji bo rojnameyê, Barrack êdî ne bi zimanê hevalbendiya yekemîn ya Îsraîlê diaxive, ne jî bi zimanê tecrîdkirina tam a Îran û Huzbullah û ne jî bi zimanê demokrasiyê wekî nirxeke amerîkayî ya eşkere, diaxive.

Renxeya herî girîng di nivîsa Wall Street Journal de ew bû ku Barrack wekî kesekî ku sînorên siyaseta Amerîkayê derbas kiriye, hat pênasekirin. Li gorî mentiqê rojnameyê, dîplomatê amerîkayî divê li welatê ku tê de nûnertiya Washington dike, siyaseta Washington biparêze, ne ku dewleta mêvandar li dij  siyaseta Washingtonê biparêze. Ev gotin kurtahiyeke cewherê nerazîbûnê ye: Barrack wiha xuya dike ku berdevkê dîtineke herêmî ye ku berjewendiyên Tirkiyayê, pragmatîzma Trump û armancên karsazan di xwe de dicivîne. Di encamê de, rojname nîşan dide ku beşek ji elîteya amerîkayî Barrack wekî pirsgirêkeke siyasî bi xwe dibîne. Eger ew bi piştgiriya Ehmed El-Şari li Sûriya û bi wesfkirina wî wek rêberekî mezin sînordar bibûya, bê guman mesele dê bê dengî, belkî jî bi pîrozbahiyê derbas bibûya. Lê wî ji berê bêtir cesaret kir ku prensîbên Îsraîlê bixe ber pirsê û ev aliyê sînordartir ê zanîna wî ya siyasî eşkere dike, ji ber ku ev zilam prensîbên îdeal ji bo parastinê qebûl nake û ji ber vê yekê tê texmînkirin ku pirsgirêkeke wî ya exlaqî bi Îsraîlê û her tiştê ku ew dike re tuneye, lê ev bersiva pirsa çima wî êrîşî Îsraîlê kir nade? Gelo Îsraîlê di dawiyê de peymanek ku ew tê de alî bû xirab kir?

Fox News: Xeyala “realîzma siyasî”

Dibe ku ji îroniya dîrokê be ku Tom Barrack behsa “realîzma siyasî” bike, di demekê de ku ew li ser gelên herêmê diaxive û wan ne hêjayî demokrasiyê dibîne û ev gotinên wî jî bûne sedema karasetên mezin li Sûriyayê, di nav de jî hewldana qirkirinê li dij durûziyan ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê û alîgirên wan ve. “Realîzma siyasî”ya ku wî di dema parastina xwe de li ser Fox News li dij manşeta The Wall Street Journal bi kar anî, rêbazek siyasî ye ku ji aliyê Henry Kissinger ve hate pêşxistin ku yek ji wezîrên herî bandor di sedsala 20î de bû. Herwiha, Henry Kissinger bi xwe jî ji Klemens von Metternich, yek ji siyasetmedarên herî girîng yên Ewropayê di du sedsalên borî de, bandor bûbû.  Tom Barrack bawer dike ku gotinên wî di heman xeta siyasî de ne ku wî digihîne Henry Kissinger û Klemens von Metternich.

A herî berbiçav û girîng, helwesta Tom Barrack li ser demokrasiyê ye. Ew meyldar e ku bêje Rojhilata Navîn ne li gorî modelên rojavayî yên amade dixebite û “rêjîmên rêveberiyê yên xurt”an jî modelên navendî, ji tecrubeyên demokrasiyê yên hatine herêmê, zêdetir serkeftî bûne.

Li vir, axaftina wî ya li ser Sûriyayê tê fêmkirin: Tişta pêwîst ne bi darê zorê Sûriyeke demokratîk e, lê belê Sûriyeke aram e. Pêwîstî ne peymaneke siyasî ye, lê belê desthilatdariyeke ku bikaribe peymanan îmze bike, li ser erdê kontrolê bike û veberhêneran dilrihet bike.

New York Times: Hetîketiya veberhênanê

Piştî Wall Street Journal û Fox News, lêpirsîna New York Times vê wêneyê bi di aliyê aborî de zêde zelal kir. Eger ku Barrack zimanekî siyasî ji bo vê guhartinê pêşkêş dike, lêpirsîna New York Times bingeha wê ya darayî eşkere dike. Di vê çarçoveyê de, Sûriya bûye bazareke mezin û vekirî li pêşiya karsazan, bi taybetî ên ku dikarin di navbera Kendavê, Washington û dorhêla Trump de bi rehetî tevbigerin. Bi vî awayî, Sûriya bi rastî ji dozeke siyasî derketiye (herçiqas ku New York Times bi xwe ev encam bi eşkere negot).

Di lêpirsînê de, behsa malbata El–Xeyat hate kirin, ku malbatek bi eslê xwe sûriyayî ye, lê niha li Qeterê dijîn. Li gorî lêpirsînê, ev malbat li Sûriyayê veberhênanên mezin bi dest xistine, di nav de jinûveavakirina balafirgeha Şamê, avakirina stasyonên kehrebe û projeyên girêdayî enerjî, geştiyarî û xanîsaziyê.

Lê ev proje pêwîstiya wan bi şertê sereke hebû: Rakirina bi domdarî ya cezayên amerîkayî, da ku bankên navdewletî û veberhêner pê bawer bin ku ketina nav bazara Sûriyayê êdî ne metirsiyeke qanûnî ya giran e.

Bingeha lêpirsînê ne di îspatkirina peymaneke bertîlê ya rasterast de ye, lê di tiştekî pir kûrtir û siyasîtir de ye: Di bin serokatiya Trump de, karsazên ku li Washingtonê bandorê digerin dikarin bi malbata Trump re têkiliyek darayî an sembolîk ava bikin û ev girêdan dibe beşek ji endazyariya bandorê. Pêdivî bi daxwazek eşkere nîne. Ji bo her kesî bes e ku bizanibe ku navê Trump deriyan vedike, ku malbata wî ji cîhana veberhênanê ne dûr e û ku siyaseta derve êdî ji tora derdorê ya berjewendiyên taybetî ne cuda ye.

Yek ji hêmanên sereke yên lêpirsînê Nûnerê Komarparêz Brian Mast, serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisê ye, ku bêyî mekanîzmayekê ji bo vegerandina wan a bilez dudil bû ku cezayan bi tevahî rake ger rejîma nû ya Sûriyayê li dijî kêmneteweyan binpêkirinan bike. Gumanên wî ji fikarên ku rakirina cezayan dê bibe sedema windakirina kaxezeke fişarê ya girîng bi Şamê re derketin holê.

Li vir navê Trump tê. Li gorî lêpirsînê, Mihemed El-Xeyat projeyek ji bo pêşxistina milkên peravê li Sûriyayê, di nav de bendergehek ji bo keştiyên geştê, klubek polo, holeke pêşangehê ya Bugatti û qada golfê ya asta cîhanî pêşkêşî Joe Wilson kiriye. Di kêliyeke balkêş de, Wilson pêşniyar kir ku navê qada golfê “Trump” lê were kirin da ku bala serok bikişîne. El-Xeyat bersiv da ku wî di destpêkê de plan kiribû ku pêşniyara seyrangehek bi marqeya Trump bike. Lêpirsînê herwiha van gavan bi hevkariyek berfirehtir li Albanyayê bi Jared Kushner û Ivanka Trump re li ser projeyek seyrangehek mezin ve girêda.

Sûriya: Ji dozekê ber bi bazarê

Tiştê ku van hersê modelan yek dike ev e ku ew Sûriyayê ji goşeyên cuda pêşkêş dikin, lê dîsa jî digihêjin heman encamê. Di Wall Street Journalê de, Sûriya wekî beşek ji siyaseteke tevlihev a amerîkayî xuya dike ku ji hêla nûnerekî ve tê rêvebirin ku normên paşguh dike. Di Fox News de, ew wekî beşek ji “realîzmek” nû xuya dike ku aramiyê, peymanan û danûstandina bi hêzên heyî re tercîh dike. Di New York Times de, ew wekî derfetek aborî ya mezin xuya dike ku karsaz, hevkarên malbata Trump û qanûndanêrên Washingtonê dikişîne.

Ev yek pirsa “Kî Tom Barrack diparêze?” dike pirsek li ser rêveberiya Trump bixwe. Ger Barrack tenê dîplomatek bêserûber bûya, ew ê zû bihata kontrolkirin. Lê heke ew bi vî rengî biaxive, xwe bi vî rengî bi ewlehî biparêze û di dilê mijarên hesas de ji Sûriyayê bigire heya Lubnan û Tirkiyayê xuya bike, ev tê vê wateyê ku ew zilam li derveyî qada bandora Trump û malbatê tevnagere. Dibe ku ew nûnertiya sazûmana kevneşopî ya amerîkayî neke, lê bê guman ew çerxa hundurîn a Trump temsîl dike.

Di encamê de, Sûriya bi du gefan re rû bi rû ye: A yekem ew e ku ew ê wekî dîlê wêranî, xizanî, tecrîd û komkujiyan bimîne. Gefa duyem ew e ku Sûriya ji vê tecrîdê wekî bazarek ji derve ve ji nû ve hatî şekilkirin, bi rêya amûrên wekî Tom Barrack, derkeve. Pêkanîna van peymanan dibe ku hewce bike ku komkujiyan di hundurê Sûriyayê de rewa bikin an jî organîze bikin da ku aliyê ku herî zêde dikare wan îmze bike were hêzdarkirin. Gef li vir e: Ew ji nû ve avakirin dê ji derfetek ji bo rizgarkirina Sûriyayê veguhere rêbazek nû ya desteserkirin, xwedîkirin û wêrankirina wê.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN