Mihemed Seyid Risas
Dewleta Hexamenişî (550-330 BZ) li Farisê (Îran ji sala 1935an vir ve) piştî Împeratoriya Akadî (2334-2154 BZ) li Mezopotamyayê, Padîşahiya Nû ya Misrê (1550-1069 BZ), û Împeratoriya Hîtîtan (1400-1180 BZ) li Anatolyayê, çaremîn mînaka avakirina dewletê bû, li herêma di navbera Pakistan û Misirê ya îroyîn de, bi meyla serdestiya axê.
Beriya dewleta Hexamenişî, Padîşahiya Med di sedsala 7 û 8an BZ, li bakur rojavayê ya Îrana heyî û rojhilatê Mezopotamyayê hate avakirin, lê hew neda ku di herêmê de belav bibe. Herwiha, şerê wê bi aşûriyan re li Mezopotamyayê tekane faktor bû ku Med berê xwe bidin rojava û armanc ji vê yekê jî hilweşandina dewleta aşûrî 616-609 BZ bû. Piştî avakirina dewleta Hexamenişî, Med tevlî wê bûn.
Hilweşîna dewletên împaratorî bi berfirehbûna axê li Farisê, ji ber têkçûnên li ser destên hêzên biyanî, piştî meylek, çi demkurt çi demdirêj, ji bo jinûveavakirina împaratoriyeke Farisî hat. Me ev yek piştî hilweşîna Împeratoriya Hexamenişî ji aliyê Îskenderê Mezin (330 BZ) ve dît, di Împeratoriya Partî (247 BZ – 224 PZ) de, ku ji Afganistana îroyîn heta Çemê Firatê dirêj dibû; paşê di Împeratoriya Sasaniyan (224-651 PZ) de, ku ber bi rojava ve heta rojhilatê Deryaya Spî (di pevçûnê de bi Bîzansiyan re), heta Kendav, Yemen, hin deverên Hindistanê û heta bakurê Ermenistanê dirêj dibû; û paşê di Împeratoriya Sefewî de di sala 1501ê de, ku cara yekem statuya împaratorî ya Farisê, bi îdeolojiya xwe ya cuda: Şîîtiya Duwanzdehemîn, vegerand. Ev heşt sedsal û nîv piştî hilweşîna Împeratoriya Sasaniyan ji aliyê Xîlafeta Raşîdî (632-661 PZ) ve hat. Lêbelê, me di serdema di navbera Sasaniyan û Sefewiyan de rola girîng a hêzên din jî dît. Faris di tevgera Ebasiyan de beşdar bûn ku dewleta Emewiyan di sala 750 PZ de hilweşand û dû re dewletên bi xweseriyê derketin holê ku bi dilsoziya bi navê Xelîfeyê Ebasiyan li Bexdayê ve girêdayî bûn, wekî dewleta Tahirî li herêma Xorasanê (821-873 PZ), dewleta Seferî li herêma Sistanê (861-1003 PZ) û dewleta Samaniyan li navenda Îranê (819-1005 PZ), ku bi vejandina ziman û çanda Farisî ve hate taybetmendîkirin, berî ku Bûyîd di sala 934 PZ de li herêma Deylam xuya bibin, ku kontrola wan di sala 945 PZ de heta Bexdayê dirêj bû, heta ku Tirkên Selçûkî ji herêma Asyaya Navîn hatin û di sedsala yazdehan de Faris kontrol kirin, berî ku di sala 1055 PZ de Bexdayê kontrol bikin û dû re piştî Bîzansan di Şerê Manzîkertê de têk birin di sala 1071ê yê PZ de heta herêma Anadolyê dirêj bûn.
Ev vejandina jinûve ya dewleta împeratorî ya xwedî îrade û armacên berfirehkirina herêmî li Hîcazê piştî ku dewleta îslamî ya Raşîdî ji Hîcazê di serdema Elî Bin Ebî Talib bo Iraqê di sala 656an de hate veguhastin, ku Kofa xiste paytexta wê. Ev yek li welatê Şamê piştî rûxandina dewleta Umewî 750-661 pêk nehat, ku ew tekane împeratoriy herêma Şamê di dirêjiya dîroka wê de. Lê ji bilî serdema Umewî, ew herdem cihekî şer û serweriyê bû. Herwiha, ev yek li Mezopotamyayê jî piştî rûxandina dewleta Ebasî di sala 1258an de li pêşiya Mongolan de pêk nehat, ebasiyan jî piştî kuştina El-Mitewekil di sala 847an de, ketin pêvajoya lawaztîyê. Li Misirê jî piştî rûxandina dewleta Ptolemaîk li pêşiya romaniyan di şerê Aktumê de sala 31ê BZ de û piştre welatê Nîlê ji aliyê Bîzansiyan, piştre ji aliyê dewleta îslamî ya Raşîdî, piştre ji aliyê Umewiyan û piştre jî ji aliyê Ebasiyan ve hate desteserkirin, em dibînin ku Misir bû navenda dewleta xwedî taybetmendiya herêmî û navê wê jî dewleta Fatimî bû ku Fasê hat û sala 968an serwerî li ser Misirê kir. Piştre dewleta Fatimî serwerî li ser welatê Şamê û Hîcazê kir. Di serdema Memalîkan 1270-1517 û di dema Mihemed Elî Paşa di serdsala 19an û piştre di serdema Cemal Ebdulnasir li sedsala 20î de, heman tişt hate dubarekirin, ango herdem sewerî li ser welatê Şamê û Hîcazê kirin. Li Anatoliyê, ev vejandina dewletê bi berfirehbûna axê, piştî Hîtîtan bi dewleta Bîzansî re, bi rêya damezrîner, Împerator Konstantîn 306-337, cara yekem pêk hat heta ku Osmaniyan di sala 1453yan de kontrola Konstantînopolîsê girtin. Piştre Osmaniyan paytext, Astana – Îstanbul, ku li şûna Konstantînopolîsê hate danîn, kirin navenda dewletek bi berfirehbûna împaratorî.
Dewleta Sefewî 1501-1736an di herêmê de, rikberekî siyasî yê dewleta Osmanî bû û li Mezopotamya, rojhilatê Anatolya û Azerbîcanê bi hev re di nava rikberiyekê de bûn. Herwiha, dewleta Sefewî ne tenê di aliyê rojava de berfireh dibû, lê belê berê xwe da rojhilat ango Efganistana heyî û herêma Qefqasyayê ya li bakur û ji wir jî berê xwe da Ermenistan û Gurcistanê û heta berava rojhilatê Deryaya Xezar li Tirkmenistana îroyîn. Piştre, me ev meyla împeratorî li gel Nadir Şah 1736-1747an damezrînerê dewleta Efşarî dît, ku gihaşt Hindistanê heta Dilhî. Dewleta Faris tenê bi dewleta Qacar 1925-1796 re lawaz bû ku bû meydanek ji bo rikberiya bandorê di navbera rûsan de, yên ku ber bi başûr ve dirêj dibûn û brîtaniyan, yên ku li Hindistanê hebûn. Piştre Faris bi dewleta Pehlewî hêza xwe ji nû ve bi dest xist, bi rêya Riza Pehlewî 1925-1941 û kurê wî Mihemed 1941-1979, paşê Xumeynî 1979-1989, û piştî wî Elî Xameneyî 1989-2026, ku bandora herêmî berfireh kir heta Iraq, Sûriya, Lubnan, Filistîn, Yemen û Afganistanê û Îran kir “hêza mezin a herêmî”.
Rewşa Xamineyî ew bû ku tê de hêza siyasî û manewî hebû, ew jî îdeolojiya şêî ya dozdekî, li ser rêgeza “Wîlayeta Feqîh”. Ev yek jî derfet da Xamineyî ku berfirehî dervayî sînor bibe, ne tenê bi rêya hêza Îranê ya aborî-leşkerî, lê bi rêya “bawermendan” ên dervayî sînorê Îranê. Herwiha, rêjîmên ereban jî dev ji şerê erebî-îsraîlî berdan, ev yek jî derfet da Îranê ku bibe faktorekî sereke di doza Filistînê de, ya ku ji sala 1948an ve bandorkerê sereke bû do gorafiya siyasî de li Rojhilata Navîn.
Ev rewşa Xamineyî (beriya wî Xumeynî), tenê li gel Cemal Ebdullnasir hebû û bi awayekî kêmtir li gel Sefewiyan hebû. Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî di lûteya hêza xwe ya herêmî de dema ku navê wî kirin “Polîsê Kendavê”, hêza wî ya siyasî ya leşkerî û aborî lawaztir bû. Rewşa Mihemed Elî Paşa jî wekî rewşa Şahê Îranê bû, lewra herdu jî hêza wan a siyasî bi awayekî lez têk çû, di vê çarçoveyê de Mihemed Elî Paşa piştî têkçûna wî di şerê 1840yî de li pêşiya Birîtaniya û Şahî rêjîma wî li pêşiya şoreşa navxweyî ya birêveberiya Xumeynî, hilweşîya.







