Yekîneya Lêkolînên Îranî
Îran çawa difikire di vî şerî de berdewam bike?
Amerîka û Îsraîlê şer li dij Îranê ragihandin û beriya wê jî gihaştin wê baweriyê ku mûşekên Îranê nikare zirareke mezin çêke û bigihêjin armancên xwe û wêran bike. Lê tiştê balkêş û matmayî ew bû ku Îranê şerekî ji nişkeve û xeternak ragihand, di vê çarçoveyê de li şûna şerê 12 rojan ê havîna borî ku serkeftin li gorî hejmara mûşekan li dij bajarên Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîkayê bûn, lê vê carê baş amadekariya xwe jê re kir. Lewra Îranê astengiya armanckirina Îsraîlê veguherand destkeftiyekê ji bo xwe û êrîşî toreya aboriya cîhanî kir û serwerî li ser Tengaza Hormuzê kir û çûyîna kelûpelan di nav de jî petrol û gaz ên nêzî Kendavê û yên diçûn Kendavê rawestandin. Di encamê de, welatiyê amerîkayî di nava çend rojan de, di dagirtina erebeya xwe de ji sedî 16 zêdetir bû û diyar e ku ev rêje wê bilind bibe û sektorên aborî hemû bigire nava xwe, sedema vê yekê jî ku toreya nirxî ya aboriyê hemû girêdayî hev e.
Heta niha tu aramî li ser erdê çênebûye û tu nîşaneyên ku keştî bikaribin Tengava Hurmuzê derbas bikin ku ji sedî 20 ji petrola cîhanê tê re derbas dibe, tunene. Ev yek ji salên 70yî ve, xerabtirîn astengkirina dabînkirina enerjiyê ye. Ji ber ku plan êdî ketiye meriyetê, rayedarekî leşkerî yê îranî daxuyaniyek da û wiha xîtabî Amerîkayê kir: “Xwe amade bikin ku nirxê bermîlek petrol bigihêje 200 dolarî, ji ber ku nirxê petrolê xwe dispêre ewlekariya herêmî ya ku we xerab kir”.
Di encamê de, diyar e ku Îran bi armanckirina baregehên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê mijûl nabe, ji ber ku Îranê giranî daye aborî, enerjî, rê, baweriya veberhênanî û girêdana lêçûna şer bi debara cîhanê. Ev yek di armanckirina berdewam a van armancan de diyar dibe: Xerabkirina veguhastina bazirganî, êrîşa li dij keştiyên sivîl, armanckirina navendên petrolê li Kendavê, gefên li dij saziyên darayî û şerîketan û berdewamkirina girtina Tengava Hurmuzê. Ev yek jî wê bihêle ku bandora şer qadên şer derbas bike û bigihêje tevahiya bazarên cîhanî û di aliyê herêmî de jî, armanckirina geşbûna aborî ya dewletên cîran ên dewlemend.
Li gorî vê hîpotezê, Îran vê carê ji dijminên xwe re nabêje; ez ê we di aliyê leşkerî de têk bibim, lê belê: Ez ê bihêlim ku lêçûna şer pir be bigihêje astekê ku fişarê li ser aborî, hevalbend û bazaranên we bike. Ji ber ku dema pênc ji bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê bi rêya Tengava Hurmuzê derbas bibin, destwerdana di vê rêyê de, derbkirina bingeha aboriya cîhanî ye. Ev yek nîşan dide ku çima bi awayekî leşkerî çav ji encamên derbeyên leşkerî veguherîn li nirxên petrol, rêyên dabînkirinê, garantiya deryayî û yedekên petrolê yên stratejîk.
Raporên herî dawî behsa armanckirina keştiyên bazirganî li nêzî Tengava Hurmuzê û êrîş an jî hewldanên armanckirina navendên petrolê û gefên Îranê yên li dij bang û saziyên darayî li Kendavê, dikin.
A duyemîn ku piştgiriyê dide Îranê, ew e ku Kendav wekî qada fişarê hilbijart. Ji ber ku aboriya Kendavê berovajî aboriyên dorpêçkirî an jî girtî, ew aboriyeke vekirî ye: Enerjî, keştîvanî, balafirgehan, bender, fînansekirin, xizmetguzarî û veberhênanên ku sînoran derbas dikin. Lewra, birîndarkirina Kendavê, tenê di Kendavê de sînordar namîn, ji ber ku bandora vê yekê bi awayekî lezgîn derbasî Ewropa, Asya û Amerîkayê dibe. Ji ber vê yekê bi taybet analîzên vê dawiyê şer bi gefa “modela Kendavê wekî navendek herêmî ya gerdûnî” ve girê didin, ji ber ku têkçûna enerjî, bender, qada hewayî, an toran li heman avahiya girêdayîbûna hevbeş dixe ku ev model li ser hatiye avakirin.
A sêyemîn ku piştgirî dide Îranê, bazar bi xwe ye; rêveberiya agahiyên enerjiyê ya amerîkî (EIA) pêşbînî kir ku Brent di 2 mehên pê de 95 dolaran derbas bike ji ber aloziyên dabînkirin û gihandinê. Herwiha, EIA dibîne ku nirxên benzîn û mazotê li Amerîkayê wê biha bibin. Di rojên dawî de, behsa zêdebûna bihayên tûj tê kirin, Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) serî li karanîna rezervên stratejîk daye û welatên G7 vebijarkên alternatîf ji bo girtina Tengava Hurmuzê difikirin. Cîhana Rojava û hevalbendên wê bi demê re pêşbaziyê dikin da ku pevçûnê veguherînin şerekî leşkerî yê tevahî, vekişîna Îranê ji meydanê bêbandor bikin û êrîşî stadyuman bikin!
Diyar e ku ev stratejî li gorî mentiqê Îranê yê kevneşop e di şerê ne wekhev de. Îran dizane ku ne xwedî balafirên pêşketî yan jî teknîkeke pêşketî ye ku bikaribe şerekî demdirêj bi Amerîka û Îsraîlê re pêk bîne, li ser esasê wêrankirineke giştî û yekser ya şiyanên wan ên leşkerî. Ji ber vê yekê jî, derfeta niha li pêşiya wê ya di vê newekheviyê de ew e ku erdîngariyê veguherîne çekekî: Tengava Hurmuzê, enerjî, keştî, bender, zeviyên petrolê, jîngeha karsaziyê, metirsiyên dabînkirinê û zêdekirina lêçûnê li ser kiroxê rojavayî. Ji ber vê yekê jî, lêkolîn û analîzan, ev rêbaz wekî dewamkirina doktirîna bersivdayînê bi nav kir, bi rêya xerabkirin an jî şerekî haybrêd li Kendavê, ku armanc jê berdewamkirina şerekî ku di aliyê siyasî û aborî de xwedî lêçûneke mezin û bi êş be. Ev xal pir girîng e ji ber ku Amerîka, bêyî ku hêza wê ya leşkerî çi be, li hember her şokek di bihayên enerjiyê, enflasyonê, baweriya bazarê û hesta xerîdarên navxweyî de pir hesas dimîne. Hin analîzan ev yek bi awayekî hêsan gotine: ji perspektîfa Washingtonê, lêçûna jiyanê ji gelek mijarên din hesastir dimîne û ji ber vê yekê, zexta li ser dabînkirina enerjiyê dikare li Amerîkayê bibe pirsgirêkek siyasî ya navxweyî ku ne kêmtir ji aliyê wê yê leşkerî yê derveyî girîng e.
Di vir de, êdî girîngiya qada Kendavê derdikeve holê. Îran, eger bi rastî dixwaze geşbûna aborî ya herêmî têk bibe, ew xeleka ku êş zû digihîne cîhanê, hildibijêre. Kendav navendeke darayî, lojîstîkî û veberhênana cîhanî ye. Ji ber vê yekê jî, armanckirina Kendavê gelek encaman di heman wextê de, ji bo Îranê tîne: Fişarê li ser bazarên petrolê, zêdekirina lêçûna çûyîn û hatina kelûpelan û dabînkirinê, tevgera şerîketên cuda dixe metirsiyê, nameyekê dide herêmê ku ew ji bo xebatên karsaziyê ne guncav e û Washingtonê li pêşberî hevalbendên wê yên ku ji hêla ewlehî ve xwe dispêrin wê, rûreş dike. Ev yek jî fikara dewletên Kendavê nîşan dide ku wê yekser temen bide, tevî ku Amerîka û Îsraîlê şer li dij Îranê, dest pê kiriye.
Sazûmaniya aborî ya navdewletî nikare bi awayekî lezgîn û hêsanî vê şokê derbas bike. Îran ku xwe dispêre aboriyê, ew dibîne ku cîhana pîşesazî û bazirganî nikare bi hêsanî van ziraran tehmûl bike û nikare vê şokê derbas bike, bê lêçûna siyasî û aborî ya mezin. Herçiqas ku şer dirêj bike, nirxê çeka aborî ya îranî zêdetir dibe, ji ber ku stratejiya têkbirina aborî ne tenê di rojên destpêkê de xwedî bandor e, lê belê herçiqas dem dirêj bibe, dibe xwedî bandoreke mezintir.
Lê serkeftina vê stratejiya wêranker a Samsonî ne garantî ye, tevî nîşanên ku ew dixebite! Dijberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dikare berevajî bibe, şer bêyî ku tirsa bandorên hilbijêran di hilbijartinên kongreyê yên navîn ên vê payîzê de hebe dirêj bike. Wekî din, Tehran piştgirek herêmî yê rastîn winda kiriye ku heta kêliya dawî ya pevçûnê hewl dida Îran û herêmê ji vî şerî dûr bixe. Dirêjkirina vê stratejiya Îranê dikare dînamîkên pevçûnê ji hêla beşdaran ve biguhezîne, dewletên Kendavê neçar bike ku rasterast beşdarî bersivdayîna êrîşa Îranê bibin. Ev ê şer bi rengek herêmî ya berfirehtir bike û wê bi awayekî xeternak nêzîkî şerekî cîhanî bike, ku du qadên şer ên parzemînî li hev dicivin: şerê li Ukraynayê û pevçûna zêdebûyî ya li Rojhilata Navîn.







