Dr. Tariq Hemo
Enstîtuya Almanî ya Lêkolînên Siyasî û Ewlehiyê gotarek bi sernavê “Tirkiya û Îsraîl: Rikberiyeke xeternak di sîstemeke herêmî ya tevlihev de” weşand ku sedem û motîvasyonên li pişt têkiliyên aloz ên di navbera Tirkiya û Îsraîlê de di salên dawî de lêkolîn kir. Gotarê 7ê cotmeha 2023yan wekî kêliyek girîng destnîşan kir, ku xalek werçerxê di têkiliya di navbera her du welatan de nîşan dide. Berî vê dîrokê, hevkariya li ser bingeha berjewendiyên hevpar û heta nêrîneke hevpar, taybetmendiya diyarker a têkiliya Enqerayê bi Tilebîbê re bû. Hevkariya dîplomatîk, siyasî, aborî û leşkerî bi demê re bi pêş ket û xurt bû. Xwestekên Tirkiyayê yên ji bo hevrêzkirina xwe bi Rojava re, nemaze lêgerîna wê ya endametiya Yekîtiya Ewropayê û roleke xurttir di nav NATOyê de, hêzên ajotinê yên li pişt hewildanên wê yên ji bo xurtkirina têkiliyên bi Îsraîlê re bûn.
Piştî êrîşa tevgera “Hemasê” ya filistînî li ser Xezayê di 7ê cotmeha 2023yan de û dû re destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin ji aliyê Îsraîlê ve li Xezayê ji bo tunekirina “Hemasê” û jiholêrakirina avahiyên îdarî û leşkerî yên ku wê ava kiribû û ji bo azadkirina dîlên Îsraîlî ji tunel û zindanên bin erdê, ku bû sedema kuştina bi deh hezaran sivîlên filistînî û dû re berfirehkirina operasyona leşkerî ji aliyê Îsraîlê ve da ku Lubnanê jî tê de bigire da ku rêxistina “Hizbullah”ê ji holê rake û serokên wê, bi taybetî Hesen Nesrullah, ku Îsraîlê di îlona 2024an de kuşt, têkiliyên Tirkiya-Îsraîlê rastî paşketin û qutbûneke cidî hatin û gefên hevbeş, êrîş, danûstandinên medyayê û heta îşaretên rûbirûbûna rasterast a leşkerî hebûn. Ji bilî van pêşketinan, faktorên din jî bûn sedema xirabûna têkiliyên di navbera her du welatan de, di nav wan de hesta Enqerayê ku hevsengiya hêzê di berjewendiya Îsraîlê de guheriye, bikaranîna dewleta ibranî ya ji bo aloziyê û mantiqa sepandina hêza leşkerî, cudabûna eşkere ya dîtinê derbarê gelek dosya û pirsgirêkên herêmê de û herwiha pevçûna berjewendiyan heta radeya kêşe û rûbirûbûna nerasterast li gelek deveran, bi taybetî Sûriya û Afrîkayê.
Ji hevkariyê ber bi rûbirûbûnê ve
Dema ku Îsraîlê li ser qebûlkirina potansiyela xwe li Rojhilata Navîn û cîhana misilman a berfireh nîqaş dikir, berê Tirkiya wek mînak nîşan dida. Wê bal kişand ser dîroka têkiliyên di navbera her du welatan de û diyar kir ku Tirkiya yek ji “cîranên herî kevin” e, ji dema ku Enqerayê Dewleta Îsraîlê di sala 1949an de nas kir û bû yekem welatê bi piraniya misilmanan ku hebûna xwe li herêmê qebûl kir, tevî dijminatî û redkirina berfireh. Her çend vê naskirinê rêyên hevkariyê di hemî waran de vekir jî, Enqerayê helwestek sembolîk di piştgiriya doza Filistînê de parast. Di helwesta wê de, tevî guhertinên di hikûmetê de, “parastina fermî” ya mafên Filistînê, nemaze mafê wan ê diyarkirina çarenûsê û avakirina dewleta xwe, sabît bû. Cudahiyên di nêrînan de di navbera her du aliyan de bi rêyên dîplomatîk hatin çareserkirin, ji daxuyaniyên dijminane di medyayê de dûr ketin. Salên 1990î şahidiya hevkariyeke stratejîk a rastîn di navbera her du welatan de kirin û hevkariyeke leşkerî ya bi kalîte û sozdar pêk hat dema ku Tirkiyayê destûr da Îsraîlê ku qada hewayî ya wê bi kar bîne û ew ji bo balafirên nûjen ên Îsraîlê vekir, bi vî awayî Tilebîbê îhtîmal da ku Sûriya û Iraqê dorpêç bike û nêzîkî Îranê bibe, ku ev yek bû sedema xirabbûna têkiliyên Enqerayê bi Şam û paytextên din ên Eeeb re.
Bi derketina Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li ser qada siyasî ya Tirkiyayê û bi destxistina desthilatdariya wê di sala 2002yan de, têkiliyên di navbera her du welatan de dest bi guherînê kirin. Di nav derdorên siyasî yên Tirkiyayê de gotareke îdeolojîk a alîgira doza filistînî derket holê û medyaya dewletê bêtir cih ji rexnegirên siyasetên Îsraîlê yên li herêmê re veqetand. Eşkere bû ku hikûmeta Îslamî-meyldar hewl da ku xwe bi raya giştî û rexneyên gelêrî ên li dijî Îsraîlê û danûstandina wê ya bi Xezayê re li hev bike, bi vî rengî bi vê helwestê navûdengî bi dest xist. Bi vê bingeha fermî û gelêrî ya hestên dijî Îsraîlê, ku bi demê re dest pê kir ku xurt bibe û berfireh bibe, helwestên dijberî yên hîn bihêztir bi destpêkirina Şerê Xezayê di navbera 2008 û 2009an de û “bûyera xulekek” li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê di 2009an de, dema ku Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan li ber moderator nerazîbûn nîşan da ji ber ku wî dem nedaye ku bersiva Serokê Îsraîlê Şîmon Peres bide, derketin holê. Vê bûyerê navûdengî û hebûna Erdogan hem di hundir û hem jî li derveyî Tirkiyayê de xurt kir. Piştre krîza keştiya tirkî “Mavi Marmara” di sala 2010an de derket holê, ku ber bi Xezayê ve diçû û di nav avên herêmî de ji aliyê hêzeke Îsraîlê ve hate êrîşkirin, ku bû sedema pevçûnên bi rêwiyên wê re, di encamê de 10 çalakvanên tirk hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn, ku ev yek di têkiliyên di navbera her du welatan de bû sedema qutbûneke kûr.
Di dema “Bihara Erebî” de, ku li gelek welatên ereb xwepêşandanên berfireh ên gelerî pêk hatin, hin ji wan rejîmên heyî hilweşandin û yên din jî bûn sedema şerên navxweyî û parçebûna herêmî û civakî, Tirkiya, di bin serokatiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, ku di nav nifûsa ereb de wekî partiyek îslamî ku aramiya aborî bi dest xistibû û helwestên piştgirîya dozên ereb girtibû, bi navûdeng bû, rasterast destwerdan kir û piştgirî da hin hêzên destnîşankirî. Têkiliyên rasterast ên ku partiya desthilatdar bi hêzên îslamî yên siyasî yên li cîhana ereb re çêkiribû, di vê yekê de alîkariya Enqerayê kir. Ji wir, destwerdana siyasî û leşkerî ya Tirkiyayê li Sûriya, Lîbya, Sûdan û Somaliyê derket holê. Îsraîlê ev yek wekî zêdebûna ku bi giranî bandora xwe hedef digire û wekî heweseke Tirkiyayê ku digihêje guherînek stratejîk dît. Di bersivê de, Îsraîlê têkiliyên xwe bi Yûnanistan û Qubrisê û bi hin dewletên ereb re di çarçoveya Peymanên Birahîm (2020-2021) de xurt kir û dest bi hewldana avakirina hevkariyê di “eniya aştî û hevkariya herêmî” de kir ku Tirkiyayê nahewîne.
Tevî vê hemû aloziyê û guhartina têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên di navbera her du welatan de û dijminatiya eşkere ya ku di civînên navneteweyî û danûstandinên êrîşên medyayê de xuya bû, hevkariya aborî neguherî. Her du alî jî hewl dan ku sektorên aborî û bazirganiyê ji dijminatî û rikberiyê dûr bixin. Di encamê de, bazirganiya dualî ya di navbera her du welatan de ji 3.4 mîlyar dolarî di sala 2010an de zêde bû û gihaşt 8.4 mîlyar dolarî di sala 2021ê de.
Guherbarê 7ê Cotmehê û pêkaniyên rûbirûbûna rasterast
Guhartina stratejîk a piştî 7ê cotmeha 2023yan, rewşeke zelal a pêşbaziyek dijwar di navbera Tirkiya û Îsraîlê de çêkir, ku gihaşt asta dijminatiyê. Ne tenê birêvebirina şerê li Xezayê ji aliyê Tilebîbê ve û hejmara mezin a qurbaniyên sivîl ên ji ber wê helwesta Tirkiyayê guherand. Rêzebûyer û pêşketinên herêmî jî rolek lîstin, ku Enqerayê wekî alîgiriya Îsraîlê û “doktrîna damezrandinê” ya wê ya nû – doktrîna Îsraîlê ya ku xwe dispêre hêza leşkerî ya zêde da ku dijminan tune bike û wan wekî gefê ji holê rake – şîrove kir. Tirkiya ji hêza Îsraîlê û şiyana wê ya lêdana dijberên xwe û dayîna zirara herî zêde matmayî ma. Tirkiyayê dît ku çiqas zirar ji aliyê dewleta cihû ve li “eksena berxwedanê” hatiye dayîn, ku Îran, Hizbullah, Hamas û Hûsî tê de ne, ji bilî hilweşîna rejîma Beşar El-Esed li Sûriyayê, bombebarana paytexta Qeterê, Doha, ji aliyê Tilebîbê ve û vekişîna beşî ya Rûsyayê ji Rojhilata Navîn.
Tirkiyayê van hemû pêşketinan wekî “provayek” ji bo êrîşeke Îsraîlê şîrove kir, ku li gorî hin dengên Tirkiyayê, êdî tenê meseleya demê bû. Di encamê de, Tirkiyayê dest bi destnîşankirina gefên xwe yên herî girîng kir û siyasetên xwe ji nû ve nirxand da ku bi rêziknameya herêmî ya ku di bin giraniya hêza zêde ya Îsraîlê de derdikeve holê re li hev bike. Nirxandineke berfireh a siyasetên derve û ewlehiyê pêwîst bû, digel çareserkirina gelek pirsgirêkên navxweyî (di nav wan de ya herî girîng pirsgirêka kurd) û gefên derveyî (di serî de hêza leşkerî ya stratejîk a Îsraîlê). Tirkiyayê dest pê kir ku li gorî van guherbar û hevsengiyên nû, di bin siya hêza mezin a Îsraîlê de, tevbigere (binêre: Tariq Hemo: Tirkiya nikare li beramberî doktirîna damezirandina Îsraîlê bisekine. Navenda Kurdî ya Lêkolînan. 1ê Kanûna Pêşîn, 2025).
Fikarên ewlehiyê yên Tirkiyayê û amadekariyên stratejîk ên veşartî ji bo rûbirûbûnê bi kampanyayeke siyasî û dîplomatîk a dijminane li dijî siyaseta Îsraîlê re hatin, ji ber ku têkiliyên dualî gihaştin xala xwe ya herî nizm. Erdogan êrîşî operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Xezayê kir, wan wekî “jenosîd” bi nav kir, di heman demê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wekî “sûcdarê şer” bi nav kir, wî bi rêberê nazî Adolf Hitler re berawird kir û çarenûsek wiha ji bo wî pêşbînî kir. Wezîrê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan Îsraîlê bi wê yekê tawanbar kir ku dixwaze “Îsraîleke Mezin” ava bike, bi vî rengî dixebite ku welatên cîran qels bike û parçe bike û kaos û bêîstîqrarî li herêmê belav bike.
Li Îsraîlê, têgihaştinên li ser Tirkiyayê dest pê kirin ku biguherin. Ew êdî welatê yekem ê bi piraniya misilmanan nebû ku Îsraîlê nas kir û di dehsalên şerê Îsraîl-ereban de bi wê re têkiliyên hevseng û normal hebûn. Dengên li Îsraîlê dest pê kirin ku Tirkiyayê wekî gefa piştî Îranê wekî gefa din bihesibînin, hin kes jî wê ji Îranê xeternaktir dibînin ji ber ku ew hewl dida ku “eniyeke îslamî ya sunî” ya berfireh û bi bandor li herêmê li dijî Îsraîlê ava bike. Raporteke fermî ya Îsraîlê, ku wekî “Rapora Komîteya Nagel” tê zanîn, ku di çileya 2025an de hatiye weşandin, xetereyên ku Tirkiya li ser Îsraîlê çêdike, ronî kir û ji Tilebîbê xwest ku niha ji bo rola pêşerojê ya Tirkiyayê amade bibe. Hikûmeta Îsraîlê Tirkiyayê bi wê yekê tawanbar dike ku dixwaze “Împaratoriyeke Osmanî ya Nû” bi xwe wekî serok ava bike û armanc dike ku bi karanîna hêzên xwe yên leşkerî û yên hevalbendên xwe û bi karanîna hestên olî û îdeolojiyên îslama siyasî, rol û bandora xwe wekî hêzek “împeratorî” ya herêmî xurt bike. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftinekê de bersiva Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan da û li ser Orşelîmê got: “Birêz Erdogan, ev bajarê me ye. Ev ne bajarê we ye. Ew bajarê me ye û dê her tim bajarê me bimîne û ew ê careke din neyê parçekirin.” Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sair Erdogan wekî “sultanekî fitnekar” bi nav kir.
Di demên dawî de, Îsraîlê hevkariya xwe ya aborî û ewlehiyê bi Yûnanistan û Qubrisê re zêde kiriye, bi armanca ku Tirkiyayê dorpêç bike. Di kanûna 2025an de, Îsraîl, Yûnanistan û Qubrisê planeke çalakiyê ya sêalî ji bo hevkariya leşkerî îmze kirin, ku tê de rahênanên leşkerî yên hevbeş û perwerdehiya hevbeş û herwiha hevkariya li ser pêşxistina çekan û avakirina baregeh û platformên mûşekan hene. Ev nêzîkatiya nû ya Îsraîlê hewlên Enqerayê yên ji bo xurtkirina bandora xwe li Deryaya Spî û lêgerîna gazê li avên herêmî yên Qubris û Yûnanistanê têk dibe. Ew pozîsyona Yûnanistanê xurt dike û bi bandor stratejiya “Welatê Şîn” a Tirkiyayê dorpêç dike, ku peravên giravên Yûnanistanê û hemî warên girîng ên Yûnanistan û Qubrisê dibîne.
Wekî din, Îsraîl li dijî beşdarbûna Tirkiyayê di plana jinûveavakirina Xezayê û bicihkirina hêzên aştîparêz ên wê di bin plana Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji bo çareserkirina krîzê ye û van kiryaran wekî gef dibîne. Qadên din ên pêşbaziya Îsraîl-Tirkiyayê Afrîkayê ye, ku Îsraîl hewl dide ku bandora Tirkiyayê têk bibe. Di nav kiryarên dawî yên Îsraîlê de ku Tirkiyayê wekî gef li ser berjewendiyên xwe û derbeyek li ser bandora xwe li herêmê dît, naskirina Somalîlandê ji aliyê Tilebîbê ve di kanûna 2025an de bû. Armanca vê naskirinê ew bû ku ji cihê stratejîk ê Somalîlandê li ser Tengava Bab El-Mandebê sûdê wergire. Ji peravên Somalîlandê, Tilebîb dikarîbû gihaştina Deryaya Sor û di encamê de, keştîvaniya bi rêya Kanala Siwêsê û herwiha tevgerên Tirkiyayê bişopîne. Wekî din, ew dikare bibe alîkar ku Hûsiyan li Yemenê kontrol bike û êrîş û gefên wan ên li ser trafîka deryayî ya navneteweyî asteng bike. Tirkiya vê naskirina yekalî ya Îsraîlê ya wê komarê û hebûna operasyonel a giran li wir, wekî kiryarek dijminane li dijî xwe dibîne, nemaze ji ber ku ew ji sala 2011an vir ve bi xurtkirina hebûna xwe li Somaliyê, avakirina projeyên binesaziyê li wir, pêşxistina bernameyên perwerdehiya leşkerî û xurtkirina hevkarê xwe li Mogadîşûyê mijûl e, bi armanca ku di projeyên jinûveavakirinê de avantajek bi dest bixe û baregeh û xalên stratejîk li peravên Deryaya Sor û nêzîkî Tengava Bab El-Mandebê bi dest bixe.
Sûriya: Qadeke vekirî ya rûbirûbûnê
Sûriya piştî guhartinê, bi hilweşîna rejîma Beşar El-Esed ku tê payîn heta dawiya sala 2024an be, ew qad e ku her du welat li hev dikevin û ji bo kontrolkirina ax û lîstikvanên sereke û ji bo nîşandana hêza xwe, pêşbaziyê dikin. Her welatek ji bo Sûriyayê xwedî vîzyon û armancek e ku bi ya din re nakok e. Tirkiya Sûriyayekê dixwaze ku dilsozê wê be, ji îradeya wê dûr nekeve û bi tevahî rêzê li berjewendiyên wê bigire. Ew herwiha dewletek navendî dixwaze ku her şêweyek federalîzm an nenavendîbûna siyasî red bike. Tirkiya gefê li destwerdana leşkerî ya rasterast dixwe ger pergalek siyasî derkeve holê ku ew qebûl nake û ew bi rêya wekîlên xwe yên li ser erdê (milîsên çekdar, avahiyên îdarî û karûbarên îstîxbaratê) fişareke girîng li ser Şamê dike. Ew bi berdewamî kartên xwe yên hêzê nîşan dide ger rejîma nû nikaribe daxwazên wê bi cih bîne.
Dorpêçkirina Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyaya Demokratîk û nasnameya kurdî di serê pêşîniyên Enqerayê de ye. Ew Şamê gur dike ku daxwazên kurdan red bike û li dijî kurdan hêzê bi kar bîne. Hin daxuyaniyên îsraîlî yên ku piştgiriyê didin kurdan û Rêveberiya Xweser, dibin sedema fikarên Enqerayê û nêrînên tundrew di nav hikûmeta Tirkiyayê de xurt dikin. Ev nêrîn kurdên Sûriyayê bi danîna têkiliyan bi Îsraîlê re, pejirandina vegotina “Korîdora Dawûd” û xwestina “parçekirina Sûriyayê” û teoriyên din tawanbar dikin. Armanca van teoriyan redkirina daxwazên kurdan, înkarkirina naskirina nasname û cudahiya kurdan û berdewamkirina dabeşkirina van hemî maf û daxwazên neteweyî yên xwezayî wekî “gefên li ser ewlehiya neteweyî” ye, bi vî awayî wan bi rojeveke biyanî ve girê dide.
Lêbelê, Îsraîl naxwaze Sûriyayeke navendî ya ku ji Tirkiyayê re xizmet bike. Berevajî vê, ew dewleteke nenavendî dixwaze ku xweseriya siyasî ji bo pêkhateyên kurd, durzî û elewî hebe. Ew herwiha piştgiriyê dide dengên ku yekdestdariya rejîma wî ya îslamî li ser hêz û çavkaniyên dewletê red dikin, bi vî awayî her rêyek ji bo xurtkirina rol û bandora Tirkiyayê li Sûriyayê asteng dike. Îsraîlê berê di nîsana 2025an de baregehên hewayî yên nêzîkî Tedmurê bombebaran kiribû, ku ji hêla tîmên endezyarî û leşkerî yên Tirkiyayê ve hatibûn kontrolkirin da ku guncawbûna wan ji bo karanîna leşkerî ya pêşerojê verast bikin. Di mijdara 2025an de, Benjamin Netanyahu serdana deverên li başûrê Sûriyayê kir ku artêşa Îsraîlê ketibû wan deveran. Ji wir, wî îdia kir ku hikûmeta wî bi serkeftî rê li ber êrîşên Tirkiyayê yên din bo ser başûr û navenda Sûriyayê girtiye û wan baregehên Tirkiyayê bombebaran kiriye. Herwiha, komek balafirên Îsraîlê nêzîkî herêma Îskenderûnê bûn, di peyama hişyariyê û nîşandana hêzê de ji bo Enqerayê. Beriya vê, di tîrmeha 2025an de, Tilebîbê Qesra Serokkomariyê û baregeha Serfermandariya Giştî ya Sûriyayê bombebaran kir da ku milîsên alîgirê rejîmê neçar bike ku êrîşa xwe ya li ser Siwêdayê û zordariya li ser pêkhateya durzî ya Sûriyayê rawestînin.
Îsraîl rêjîma El-Şeri wekî rejîmeke îslamî ya dijminane dibîne û ji ber vê yekê nikare baweriya xwe pê bîne. Ji ber vê yekê, ew çavdêriya xwe ya li ser hemî pêşketinên li Sûriyayê zêde dike û dem bi dem avahî û deverên leşkerî yên ku ew bawer dike ku dikarin bi rêya veberhênan û pêşkeftinê gefê çêbikin bombebaran dike. Ev piştî hilweşandina tevahî ya artêşa Sûriyayê ya berê di zêdetirî 600 êrîşên hewayî de tê, ku ev bersiva destpêkê ya Îsraîlê bû ji bo hatina Heyet Tehrîr El-Şam û Ehmed El-Şeri bo Şamê û revîna Beşar El-Esed piştî hilweşîna rejîma wî. Heta niha, Îsraîl bawer nake ku Tirkiya xetên sor ên ku di derbarê nêzîkbûna sînorên xwe an teşwîqkirin û fînansekirina îslamîstan de ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên ku sînorê wê yê başûr hedef digirin, xêz kiriye, derbas kiriye. Di heman demê de, ew hebûnek çavdêriyê li hundur didomîne, rê li ber Enqerayê digire ku hebûnek leşkerî ava bike û baregehên hewayî û bejayî ava bike. Ew berdewam dike ku çekdarkirina artêşa nû ya Sûriyayê bişopîne û bi bandor qada hewayî û avên herêmî yên Sûriyayê ji Tirkiyayê an welatekî din bêtir kontrol dike.
Li ser asta herêmî ya berfirehtir, Îsraîl bawer dike ku divê ew Tirkiyayê li seranserê Rojhilata Navîn kontrol bike, hevpeymaniyên xwe yên herêmî bi dewlet û aktorên siyasî re xurt bike, hevpeymaniyên leşkerî ava bike û hebûna xwe ya leşkerî li ser erdê zêde bike da ku hewlên Tirkiyayê yên ji bo xurtkirina bandorê û ferzkirina de facto li ser dewleta cihûyan asteng bike. Biryarderên îsraîlî piştrast in ku Tirkiya amade ye ku rola Îranê bigire ser xwe, lê bi hebûnek berbiçavtir û li ser eniyek berfirehtir – di vê rewşê de, “eniya sunî” ku hebûna Îsraîlê red dike. Her çend Tirkiya piştgiriyê dide “dîwarê bergiriyê” ku Îran û hevalbendên wê li dijî Îsraîlê temsîl dikin, di heman demê de ew ji bo “Plana B” amade dibe, îhtîmala hilweşîna rejîma li Îranê û hilweşîna hevpeymaniya ku wê li herêmê li dijî dewleta cihûyan bi rê ve dibir û di encamê de Îsraîl serî li danîna Tirkiyayê bi eşkere û rasterast di serê lîsteya dijminên xwe de dide. Li gorî vê, Enqera gavên xwe ji bo avakirina eniya xwe lez dike ku tê de hevalbendên bihêz ji “cîhana sunî” hebin, ku dikarin Tilebîbê bitirsînin û rê li ber wê bigirin ku senaryoyeke mîna ya ku bi Îranê re, serokê “eksena şîî” ya dijmina wê re, pêk bîne.







