• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Mafên çarenûsê di navbera Lenin, Wilson û me de!

January 10, 2026
Mafên çarenûsê di navbera Lenin, Wilson û me de!

Ji çepê: Georges Clemenceau, Woodrow Wilson û David Lloyd George, di dema îmzekirina Peymana Versaillesê de di sala 1919an de | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية 

Di navbera tiştên ku rûxandina dewletên pirnetewe an jî dewletên ku dikevin şerên navxweyî yan jî şerên çekdarî û gihaştine desthilatdariyên çînî (neteweyî an jî olî) li ser desthilatdariyê, axaftinên li ser mafên çarenûsa civakên çandî, etnîkî û gelan, zindî dibin.

Dibe ku beşek ji vê zindîbûnê jî niha di Sûriyayê de ye , ku behsa vî mafî di nava durzî û elewiyan û hin aliyên kurdan de tê kirin. Dûrî cidîbûna vê nêrînê an jî lihevkirineke giştî ya van koman derbarê bangên mafên diyarkirina çarenûsê, nîqaşa sûriyayî ya bi hêrs girîngiya vê rêgezê di wêjeyên siyasî de ku beriya demeke bi kurt ji Şerê Cîhanê yê Yekem ve çêbû û piştî wê belav bû, asteng dike. Di demekê de ku ev dirûşmeya ku serokê Amerîkayê Woodrow Wilson û beriya wî rêveberê komunîstan Viledmir Lenin di gotina xwe ya navdar de behsa “mafê neteweyan di diyarkirina çarenûsa xwe de (sibat-gulan 1914)”, ji bo gelên li dervayî bermahiyên împeratoriyên têkçûyî îlhamek bû, behskirina mafê çarenûsî ji bo welatên ku ji hilweşîna wan împaratoriyan derdikevin bûye nîşanek tirsnak û sînorên dewletê yên ku ji hêla kolonyalîzma ewropayî ve hatine xêzkirin bûne mijara rêzgirtinê û obsesiyonek nû bi tiştê ku dê wekî “yekîtiya axê” ya welatan were binavkirin ku têkelên etnîkî û mezhebî dihewîne.

Lenin û şerên serdema navneteweyî ya duyemîn

Navneteweya duyemîn (1889-1916) platformeke kûr derbarê nîqaşkirina mijara neteweyî çêkir, di nav de jî  mafên neteweyan di diyarkirina çarenûsa xwe. Di encamê de, nakokî di  navbera 3 aliyên bi nakok de derketin holê; a yekê Rosa Luxemburg a radîkal ya xwedî meyla navneteweyî, ya duyem jî Lenin ku heta dawiyê û bi awayekî eşkere parastina mafên neteweyan di diyarkirina çarenûsa xwe de dikir û ya sêyemîn jî teoriya Otto Bauer û projeya wî ya ne zelal ya bi navê “Xweseriya çandî” ku ew jî herî zêde nêzî xaleke navîn di navbera her du meylên de ye.

Di gotara xwe ya navndar de (Mafê neteweyan di diyarkirina çarenûsa xwe de 1914) Lenin gelekî dûr çû û li gorî wî, mafên dîyarkirina çarenûsê  bi awayekî eşkere tê wateya”cudabûna siyasî û avakirina dewletên neteweyî yên serbixwe”. Lenin helwesta xwe bi mînak û delîlan û xwe spartina gotarên Kautsky, Plekhanov û hwd, xurt kir. Ya herî girîng jî ku Lenin xwe spart helwestên Marks di mijara cudabûna Êrlenda ji Ingeltirayê de ku dibêje “neteweya ku neteweyeke din diçewisîne, zîncîrên xwe yên girêdanê ava dike”. Bi vî awayî, Marks madeyeke xav ji Lenin re peyda kir ku hizirên xwe yên azad û radîkal ava bike, ku wê ev helwesta xwe jî di gotara xwe de dubare bike û ev yek digihêje bersiv û rexneyên tund, ne bê şermezarkirin û tinaz, ku li ser helwesta Rosa Luxemburg û enternasyonalîzma wê ya zêde li ser hesabê mafên gelan têne kirin. Her çend Rosa argumana xwe ya li dijî mafê çarenûsê xurt kir ji ber ku ew ê bibe sedema “neteweperestiya burjuwazî”, Lenînê jîr van hişyariyan ji bîr nekir dema ku wî bi awayekî bê guman tevahiya mijarê bi redkirina neteweperestiyê ve girêda: “Bêyî şerkirina li dijî hemî formên neteweperestiyê, ne gengaz e ku meriv ber bi vê armancê (mafê çarenûsê) ve biçe.”

Ji bo Lenin, mafê diyarkirina çarenûsê wekî kaxeza berberojê ye ku hizira hemû rêhevalên komunîst eşkere dike, ku di vê derbarê de yek ji gotinên Marks yên pêkenok bi kar tîne, di vê çarçoveyê de Marks herdem “diranên xizên xwe yên sosyalîst dinêrî, ji bo ku asta zanebûn û xurtbûna îdeolojiya wan nas bike”, bi vê wateyê Lenin gelek devên sosyalîstan bi rêya navneteweya duyemîn, lêkolîn dikir.

Lenîn rexne li muhafezekarî û navendperestiya awistiryayî Otto Bauer û Karl Renner negirt, yên ku bi rêya mantiqa xwe ya “xweseriya neteweyî-çandî”, hewl dan pêşî li hilweşîna Împeratoriya Awistirya-Macaristanê bigirin û prensîba wan li ser prensîba “teşwîqkirina yekîtiya navneteweyî di nav cihêrengiya neteweyî de” bû.

Di sala 2017an de, komeke rûsî reşnivîseke destûrî ya ji bo Sûriyayê pêşniyaz kir û şanda rûsî jî kompiyek jê li ser beşdarên Astanyayê belav kir. Ev reşnivîs ji aliyê rejîmê û opozîsyonê hate redkirin. Wê demê dîplomatên rûsî gotin ku reşnivîsa destûrî ji aliyê pisporên rûsî ve hatiye nivîsandin û nîqaşên derbarê wê reşnivîsê hatin rawestandin, da ku dijberî li dij Rûsyayê çênebe. Tiştê balkêş di vê projeya rûsî de ku madeya 4an tê de behsa xweseriya çandî kirin, bi awayekî wekî nêrîna Ottor Bauer ku me li jorê behsê kiriye. Ango metna rûsî xwe spartiye nîqaşên navneteweya duyemîn ku kesên ku ev reşnivîs nivîsandibûn didîtin ku ev yek çareyeke pêşekî ye bo doza kurdî. Di naveroka wê madeyê de (peregrafa 2) hate gotin ku “saziyên xweseriya çandî ya kurdî û rêxistinê wê zimanê erebî û kurdî wekî du zimanên wekî hev bikar bînin” ku behsa “gelê Sûriyayê yê pirrengiya neteweyî û mezhebî” û ji ber ku ew gel in, di encamê de “ew çavkaniya yekemîn a desthilatdariya dewletê ye”.

Eger çavkaniyên keda rûsî çi dibin bila bibin, nîqaşa derbarê mafên diyarkirina çarenûsê û xweseriyê,  ji aliyê opozîsyon û desthilatdariyê ve hate redkirin û sedema vê yekê jî hişmendiya navendî û nexweşiya yekîtiya axê ye. Herwiha li kêleka wê jî faktora herêmî ya ku red dikir sûriyayî derbarê nîqaşên niştimanî yên li ser nenavendiyê û xwerêvebirinê, nîqaş bikin. Lewra, redkirina herdu aliyan wê demê (opozîsyon û rêjîm) di mijara nîqaşkirina nenavendiyê de ku projeya rûsî behsa wê dikir, eşkere kir ku serdema pirsgirêkên navxweyî yên dijwar bi serkeftina rejîma El-Esed an jî bi rûxandina wê, çareser nabe.

Mafê çarenûsê yê ne zelal li gel Wilson

Navê serokê amerîkayî Woodrow Wilson di xîtaba wî ya li pêşiya congress di 8ê çileya 1918an de beriz bû, dema ku nêrîna welatê xwe ji cîhanê re piştî Şerê Cîhanê yê Yekem eşkere kir, ku bi rêgezên Wilson ên 14 rêgezan, hate naskirin. Wilson nêrînên xwe bi xwe re birin kongreya aşityê ya li Parîsê di 19ê çileya 1919an de. Lê rêgezên Wilson ên derbarê mafên gelan di diyarkirina çrenûsa xwe de, ne zelal bûn gihaşte ku astekê ku dîplomat û nivîskarê amerîkayî Richard Holbrooke yê ku pesnê prensîbên wilsonî da, dev avêt asta nezelaliya wê.  Di pirtûka xwe ya balkêş de (Çawa rojava demokrasî ji ereban dizî) Elizabeth F. Thompson bingeha axaftina Wilson a derbarê mafên çarenûsê di çarçoveya ku “Mafê gel heye ku dengî wî di pêvajoya siyasî de hebê û ne ji mafê wê ye ku behsa cudabûnê an jî îlankirina serxwebûnê ji aliyekî ve, bike”. Diyar e ku hezkiriyên Wilson nexasim ên li Ewropayê, têghaştineke wan a taybet ji vê mijarê re hebû û Thompson rexne li Wilson kir ji ber ku wî “ew têgihaştin sererast nekiriye” û bi vî awayî ew ji bo şîrove û îhtimalên curbecur vekirî hiştiye.

Tiştê ku di vîzyona Wilson de eşkere ye, tevî gelek nezelaliyên ku wê raber kirin, piştgiriya wî ya ji bo wê ramanê ye ku gelên ku ji siya împaratoriyên têkçûyî derdikevin divê piştî hilweşîna wan împaratoriyan di pêvajoya siyasî de xwedî deng bin. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, xuya bû ku sûriyayî di nav yên pêşîn de bûn ku van prensîban qebûl kirin û daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin, hem ji bo dûrketina ji vegera serdestiya Osmanî û hem jî ji bo rawestandina li dijî armancên kolonyalîst ên ewropayî.

Rastî ev e ku damezrandina destpêkê ya Sûriyayê li ser bingeha prensîba mafê xwerêvebirinê bû, ku tê wateya veqetandina ji dewleta Osmanî û dûv re serxwebûna siyasî ya neteweyî li hember hêzên mandata Rojava. Di serdema me de, zêdetirî sed sal piştî banga xwerêvebirinê, Sûriya bi pêlên piçûk û herêmî yên bangên ji bo vî mafî re rû bi rû dimîne, bi cîhên xwe yên nezelal ên ku banga veqetandin an xweseriyê dikin. Di rewşa veqetandin/serxwebûnê de, mirov dikare behsa vegera bo têgiha Lenînîst a radîkal bike, ku tê wateya ne gengaziya mayîna di dewletek de ku ji hêla olî, neteweyî, çandî û dibe ku ji hêla mezhebî ve çînî ye. Xweserî an federalîzm tê wateya vekirina rê ji bo beşdariya siyasî di wateya Wilsonî de û paşê jinûvesazkirina têkiliya di navbera kom û gelan de di heman dewletê de li ser bingehên peymanî yên diyar û zelal.

Li ser faktora xweyî/hundirîn

Ji perspektîfeke dîrokî û bi rastî jî hemdem, mafê diyarkirina çarenûsê bi awayekî xweber dernakeve holê. Ew bi berdewamî hewceyî tevliheviyeke mezin dike ku avahiya heyî ji holê radike û li gorî yên nû derdikeve holê. Herwiha, diyarkirina çarenûsê nikare bi îradeyeke derveyî û bilindtir were ferzkirin, wekî ku di projeya Henri Gouraud de di destpêka kolonîzekirina Sûriyayê û dabeşkirina para wê ya rojhilat bo çar dewletan de hatiye xeyalkirin. Gelo projeya Gouraud dikare ji nû ve were nirxandin? Di destpêka damezrandina dewleta Sûriyayê de, sûriyayî ne gelekî yekane û cuda bûn, lê belê komên ku ji hilweşîna Împeratoriya Osmanî derketine holê bûn. Ji ber vê yekê, divê projeya fransî berpirsiyarê paşveçûna qanûnî, îdarî, siyasî û civakî ya axa osmanî nebe. Di encamê de, vîzyona fransî bi du rêyan re rû bi rû ma: veqetandina komên mezhebî û herêmî yên Sûriayê ji hev, an jî hewldana afirandina neteweyek nû. Dibe ku hilbijartina rêya yekem li gorî pîvanên fransî ji bo cîhana piştî-împeratoriyê rast xuya bike.

Bi gotineke din, divê damxeya dîrokî ya girêdayî prensîba kolonyal a “parve bike û hikum bike” di doza Sûriyayê de ji ber herî kêm du sedeman were lêkolînkirin. A yekem, Fransa dikarîbû “hikumdarî” bikira, çi wê komên etnîkî yên cihêreng (elewî, sunî û durzî) parçe kiriba û Sûriya kiriba du metropolên rikber (Heleb û Şam), an jî hemû sûriyayî di bin rêveberiyeke yekane de bikira yek. Di her du rewşan de, Fransa dikarîbû Sûriyayeke qels û westiyayî bi rê ve bibe. Sedema duyemîn dikare bi felsefeya ceribandinê ya fransî ve were girêdan, ku dixwest rave bike ku ne gengaz e ku gelên cîhana osmanî ya kevin di bin modela dewleta neteweyî de bijîn. Fransayê derfet neda sûriyayiyan ku vîzyonên xwe yên dewleta xwe ya nû û cihê kêmneteweyan di nav wê de biceribînin. Ji ber vê yekê, Sûriyaya fransî qet qonaxek “hevjiyana bi dilxwazî” nejiya. Prensîba xwerêvebirinê ev e ku divê ew pêşî ji xeyalên koman ji bo xwe û ezmûna wan a ramana welatekî hevpar di nav şert û mercên naskirina taybetî, temsîl û wekheviyê de derkeve. A herî girîng, siyasetên komên mezhebî û etnîkî li ser bingeha biryarên siyasetên navendî têne avakirin, ev tê vê wateyê ku di dawiyê de ew di rêvebirina cihêrengiyê û bicîhanîna siyasetên li ser bingeha edaleta civakî û pêşketina hevseng de xwe dispêrin karîna navendê.

Di rewşa niha ya Sûriyayê de, tevî astên cuda yên hişmendiya wan a li ser mafê çarenûsî, kes navê Lenîn an hevalên wî nade. Em ê kesekî jî nebînin ku prensîbên Wilson an jî kesên ku sed sal berê baweriya xwe bi ramanên wî yên aştî û azadiya gelan, nemaze yên Sûriyayê, anîne, bi kar bîne. Lêbelê, tiştê ku diyar e ev e ku koma ku niha dewletê kontrol dike ew e ku têgihên destpêkê yên mafê çarenûsî yê koman gur dike. Ew di navbera koman de astengiyên tûj ava dike da ku piraniya olî û etnîkî ya xeyalî hebe, bi vî rengî modela herî xirab a gengaz ji bo birêvebirina cihêrengiyê pêşkêş bike, ku li ser bingeha ramanên bindestî, şermezarî û dûrxistina ji pêvajoya avakirina dewletê û beşdarbûna di şekildana nasnameya wê ya giştî de ye. Di rewşa me de, mafê çarenûsî bertekeke xwezayî ye li hember xweperestiya ku ji hêla rejîma navendî ve hatî destnîşankirin, xwebaweriya zêde ya kesên ku dewletê kontrol dikin û biçûkxistina kesên ku ne girêdayî qada olî û etnîkî ya ku ji hêla rayedaran ve hatî pêşwextkirin in. Ji ber vê sedemê, dibe ku salên pêş de tovên şerekî navxweyî yê dirêj di navbera kesên ku ji bo xwerêvebirinê diparêzin û kesên ku bi rêya siyasetên tepeserkirin, zorê û ferzkirina de fakto banga bindestkirina sûriyayî/yên din bo dewleta navendî dikin, hebin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN