Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Piştî nêzî mehekê ji îmzekirina hikûmeta Sûriyayê li ser hevkariya siyasî bi Koalîsyona Navdewletî bi rêveberiya Amerîkayê re, Washingtinê kuştina 3 endamên xwe di artêşa Amerîkayê de ragihand. Kuştina van hersê endaman jî, di encama êrîşa endamekî ji ewlekariya Sûriyayê roja şemiyê 13ê kanûnê li bajarê Tedmûrê yê di bin serweriya hêzên Wezareta Parastinê de, pêk anî.
Bi awayekî lezgîn û tevlîhev Washington û Şamê çîrokên dijber derbarê yê ku êrîş pêk aniye û cihê bûyerê gotin, beriya ku di dawiyê de rêxistina DAIŞê tawanbar bikin ku wê êrîş pêk aniye. Washington yekser li ser nasnameya êrîşkar got yê ku êrîş pêk aniye girêdayî rêxistina DAIŞê ye û bi vê yekê jî dawî li tevlîheviya daxuyaniyên destpêkê yên rayedarên Şamê anî, ku zehmet dîtin bêjin valahiyeke ewlekarî çêbûye û endamên ji rêxisitna DAIŞê derbasî nava saziyên ewlekarî yên nû ava bûne, bûne. Ji bilî vê yekê jî, êrîşê gelek pirs bi xwe re anî, derbarê neyekbûna çîroka di navbera Washington û Şamê de, ku ev yek lawaziyeke kordîneya ewlekarî û agahiyan di navbera wan de, eşkere dike. Di heman demê de, tiştê çêbûye, pêwîstî bi nirxandinên nû dike derbarê danûstandina bi şaneyên rêxistina DAIŞê re û paqijkirina saziyên leşkerî û ewlekarî ji endamên tundraw. Herwiha, dibe ku rexne li dij rêbazê danûstandinê yê serokê Amerîka û nûnerê wî yê taybet Barrack bi desthilatdariya Sûriyayê ya nû re çêbibin, eger ku êrîş li dij artêşa Amerîkayê li herêmên di bin serweriya Şamê de dubare bibin.
Tevliheviyên di daxuyaniyên destpêkê yên desthilatdariya Şamê de
Bi awayekî lezgîn, Berdevkê Fermî yê Wezarata Hundirîn ya Sûriyayê Nûredîn Baba got: “Ê ku êrîş li dij hêzên ewlekariya Sûriyayê û hêzên Amerîkayê li nêzî bajarê Tedmûrê pêk aniye dema ku gereke hevbeş dihate kirin, cihê xwe di nava rêveberiya hêzên navxweyî de nagire (1)”. Di daxuyaniya xwe de, berdevk lome li hêzên Amerîkayê kir û got: “Fermandariya hêzên ewlekariya hundirîn, berê hêzên hevkar ên di Koalîsyona Navdewletî de hişyar kirine ku agahî hene îhtîmal heye êrîşek ji aliyê rêxistina DAIŞê ve çêbibe, lê ev hişyarî di ber çavan re nehatine derbaskirin”. Mirov nikare piştrast bike ku eger ku fermandariya Ewlekariya Hundirîn bi rastî agahî dane Amerîkayê an na, piştre çi gav pêwîst bûn ku Şam pê rabe ji bo hewldana têkbirin an jî bersivdayîna êrîşê, ji ber ku derbasbûna DAIŞê di nav refên wê de çêbûye û mesele dikarîbû berî ku bikeve qonaxa xwe ya xwînî çareser bibûya? Wekî din, Baba behsa biryara ji kar dûrxistina tawanbarê êrîşê kir “lê teqîn di roja şemiyê de pêk hat û ew roj betlane ye.”
Di çarçoveya piratîkî de û dûrî “Berpirsyartiyên xemsarî” yên hêzên ewlekariya Şamê, lomekirina Amerîkayê, dibe ku nîşaneyek be li ser tevlîheviya ku bi serê Wezarata Hundirîn de hat di saetên destpêkê de. Eger ku tiştên berdevkê sûriyayî gotiye rast e, mijara lêpirsîna di hundirê hêzên Amerîkayê yên li ser erdê di axa Sûriyayê de û pêvajoya jinûvenirxandinê ku wê piştre were kirin, wê raporek were pêşkêşkirin ku eger “hişyariyeke” sûriyayî heye, na na.
Di saetên destpêkê de, Şamê nasnameya êrîşkar diyar nekir ku eger endamekî di rêxistina DAIŞê ye, an jî tenê kesek e ku xwedî hizirekî tundraw e, wekî ku Nûredîn Baba gotiye, an endamekî berê di Heyet Tehrîr El-Şam de ye ku parastina hizirên xwe yê tundrawdike ew hizirên ku HTŞ digirt ser xwe berî ku bigihêje desthilatdariyê. Ev yek jî rastbûna çîroka desthilatdariya Sûriyayê lawaz dike ku behsa “hişyarên” pêşwext ên ji hêzên Amerîkayê re dikir. Lê di roja din de, Şamê çîroka xwe guhart û Wezarata Hundirîn ragihand ku (li gorî Rutesers”ê (2) ê ku êrîş pêk aniye endamekî DAIŞê ye û li ser vî esasî jî 5 kesên bi guman hatine girtin û ev operasyon “bi kordîneyeke bi saziya îstibaratê ya giştî û hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser bingehê agahiyên îstixbaratî, pêk hat”. Lê tiştê balkêş di daxuyaniya Wezarata Hundirîn a Sûriyayê de, mijara hişyarên pêşwext ên ku berdevkê wê behsê kiribû, tuneye.
Gelo Washington bû alîkar di serrastkirina çîroka Sûriyayê de?
Serokê Amerîkayê hikûmeta Şamê rizgar kir û ji rojnamevanên li pêşiya Koşka Spî re ragihand ku “Amerîka wê bersiva DAIŞê bide, eger ku hêzên wê careke din rastî êrîşeke din hat” (3). Bûyer ji ber kemînekî pêk hatiye, dibe ku bikaranîna gotina “kemîn” tê rê dikir ku gumanên li ser têkçûnên di hundirê sazûyaniya ewlekarî ya desthilatdariya Şamê de, dûr kir, ew heman gotin e ya ku CENTCOMê bi kar anî, bi taybet Serokê Amerîkayê li ser platforma Truth Social nivîsand û got ku Serokê Sûriyayê Ehmed El Şera “ji ber vê êrîşê pir hêrs û pir xemgîn e.”
Daxuyaniyên Wezarata Şer a Amerîkayê (Pentagon) û nûnerê serokê Amerîkayê li Sûriyayê Tom Barrack, meyla wan ber bi DAIŞê ve ye ku wê êrîş pêk aniye û di encamê de, desthilatdariya ewlekarî ya Sûriyayê, bêguneh dike. Tiştê tê dayîn ku rêveberiya Trump û di encama ku heta asteke mezin El-Şeri hembêz kir, nikare bi awayekî lezgîn rêveberiya Sûriyayê lome bike. Ji ber ku wê rexne li dij wî werin kirin, ji ber ku deriyên Koşka Spî li pêşiya serokê Sûriyayê yê demkî di 10ê mijdarê de vekir û hişt cezayên qeyser yên bi şert werin rakirin, nexasim yek ji şertên rakirina cezayan ku divê Şam “Gavên piratîk di têkoşîna li dij terorê de” biavêje. Dibe ku êrîşa Tedmûrê, bihêle lêvegerek ji mijara cidiyeta Şamê ya di têkoşîna li dij rêxistinên terorî de were çêkirin, ku di nav hêzên wê bixwe de xuya kir, ev yek jî dê gefê li hêzên amerîkayî yên li Sûriyayê bixwe.
Pirsên piştî êrîşê
Çavdêrên karûbarên Sûriyayê li benda nirxandinên Pentagonê yên li ser rewşa Sûriyayê ne û tiştên ku li Tedmurê mehek piştî ragihandina hevkariya Şamê bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê re qewimîn, bi encamên hevpeymaniya xwe ya berê û ya berdewam bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re didin ber hev. Ev yek bi taybetî girîng e ji ber ku sûcdarê êrîşê endamekî hêzên ewlehiyê yên Sûriyayê bû, li gorî Wall Street Journalê, ku behsa rayedarên amerîkayî û Sûriyayê kir. Rojnameyê ragihand ku, “Tevî soza rayedarên amerîkayî ya berdewamkirina hevkariyê bi hêzên Sûriyayê re, hin analîst bawer dikin ku êrîş dibe ku hewldanên ji bo kûrkirina têkiliyên ewlehiyê tevlihev bike heya ku El-Şeri di kontrolkirina çêtir a hêzên xwe de bi ser bikeve.” (4) Eşkere ye ku pirbûna komikên di nav Wezareta Parastinê de pêwîstiya wê bi jinûveavakirin û kontrolkirina kesayetên wê heye. Îhtîmala ku tundrew an endamên DAIŞê tevlî artêşa Sûriyayê bibin ji ber zehmetiya cudakirina di navbera kesan de hêsantir bûye, ji ber wekheviya nêzîkatiyên îdeolojîk di nav dezgeha leşkerî û ewlehiyê ya nû de. Ji bilî lez û bezîna Şamê di avakirina artêşeke mezhebî bi hêzeke mezintir de, ku derî vedike ku şervanên nû bêyî kontrolkirin an lêkolîna ewlehiyê tevlî bibin, Şam herwiha mijara veqetandina statuya şervan û efserên biyanî di nav Wezareta Parastinê de û îhtîmala ku ew dikarin di yek ji saziyên herî hesas de gefên domdar çêbikin, paşguh dike.
Ev êrîş bi îhtîmaleke mezin dê pirsan der barê jêhatîbûna Şamê di rêvebirina şerê li dijî DAIŞ, El-Qaîde û cîhadîstên biyanî de, şiyana wê ya paqijkirina saziyên xwe yên ewlehî û leşkerî ji hêmanên tundrew û şiyana wê ya ku li seranserê Sûriyayê bêyî piştgiriya Hêzên Sûriyaya Demokratîk, bi taybetî li biyabana Sûriyayê, gundewarê Dêra Zorê û herêmên sînorê rojhilat, bi serbixwe tevbigere, derxe holê. Bê guman, Pentagon û siyasetmedarên li Washingtonê dê ji girîngiya bicîhanîna peymana 10ê adarê haydar bin da ku çarçoveyeke ewlehiyê ya çêtirîn ji bo çareserkirina şiyanên mezinbûyî yên DAIŞ û karîna wan a tevlîbûna nav saziyên ewlehiyê yên nû de bi dest bixe, ava bike. Pirsa sereke dimîne: Gelo wê çi bibe heger êrîşa Tedmurê li deverên din dubare bibe, an jî ger hêzên amerîkayî di operasyonên hevbeş de bi hêzên ewlehiyê yên Sûriyayê re dîsa werin armanckirin? Wekî din, gelo rêveberiya Trump dê amade be ku bedela baweriya xwe ya zêde bi rewatiya şiyana hikûmeta El-Şeri ya rêvebirina qonaxa veguhêz bêyî hevkarên din ên Sûriyayê bide, nemaze dibe ku şaştiyên hikûmeta El-Şeri ji bo Amerîka û hêzên wê yên li Sûriyayê temenbiha bin?







