Dr. Tariq Hemo
Serokkomarê Tirkiyayê Erdogan di balafirê de dema ku ji Lûtkeya G20 a ku li başûrê Afrîkayê dihate lidarxistin vedigeriya, nikarîbû bersiva daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu (Îsraîlê belavbûna tirkî li Sûriyayê rawestand) bide û berê xwe da “bihaneyên exlaqî” derbarê şerê Xezayê û balkişandina li ser binpêkirinên Îsraîlê. Herwiha, Erdogan Netanyahu wekî “kujerê ku sûcan li pêşiya her kesî pêk tîne bê şerm” bi nav kir û dubare kir ku”Tu armancên Tirkiyayê di Sûriyayê de tuneye û Enqera dikare parastina ewlekariya xwe ya neteweyî bike”.
Netanyahu di civîna encûmena wezîran (ewlekarî) ya biçûk di 20ê mijdarê de ragihand ku “Îsraîl nehîşt ku Tirkiya bikeve naverast û başûrê Sûriyayê” û radyoyekê li ser zimanê wî got “Me nehîşt ku Tirkiya bikeve başûrê Sûriyayê. Dixwestin ku bikevin nêzî sînorê me. Min got ev yek pêk nayê. Herwiha, me nexwest ku derbasî naverasta Sûriyayê li baregeha T-4 jî bibe û me ew balafirgeh bombebaran kir”. Herwiha, Netanyahu dûr dît ku Tirkiya bikaribe balafirên F-35 ên pêşketî ji Amerîka bistîne û ragihand ku welatê wî, wê girêdayî doktirîna pêşketina leşkerî li tevahiya herêmê be. Netayanhu piştî rojekê ji serdana wî bi fermandarên leşkerî yên payebilind li başûrê Sûriyayê, ev daxuyanî dan. Piştî çend saetan ji serdanê, hejmareke ji balafirên Îsraîlê li ser Sûriyayê firiyan. Di vê çarçoveyê de, dezgehên xwecihî yên ragihandinê yên sûriyayî gotin “Hejmareke ji balafirên şer ên Îsraîlê ji başûrê Sûriyayê derbasî El-Quneytera û Çiyayê El-Şêx heta rojavayê Şamê û ji wir jî heta parêzgehên Humis û Hemayê, çûn”. Di heman demê de, televizyona sûriyayî jî got “Refek ji balafirên artêşa Îsraîlê nêzî Lîwa Iseknderonê ya li bakurê Sûriyayê bûn, ku di ser herêmên bejahiya rojavayê Hemayê û bejahiya Laziqiyê û bejahiya başûr û rojhilatê Idlibê re, derbas bû”.
Ev hemû pêşketin çêbûn, beriya pêşketineke girîng ya operasyona Îsraîlê li gundê Beyt Cin ya li bejahiya Şamê di 28ê mijdarê de. Di vê çarçoveyê de, Îsraîlê got ku ji bo girtina endamên “komeke îslamî” hatiye gund. Lê di encamê de, şer bi gundiyan re derket û 20 kes hatin kuştin û 24 jî birîndar bûn, herwiha 6 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûn di nav de esferek. Hikûmeta Îsraîlê jî, hikûmeta demkî ya Sûriyayê tawanbar kir ku wê hiştiye li dij artêşa Îsraîlê tevger çêbibe û endamên ku bi leşkerên Îsraîlê jî ketine nava şer, yekser girêdayî Ewlekariya Giştî bûn. Ev yek dide nîşandan ku dewleta ibrî (Îsraîl) prosesa heyî ya “amadekirina” desthilatdariya Şamê û propogandaya wê red dike û ev yek wekî bersivdayîneke li dij helwestên Şamê yên dawî yên “tund” bi rêya ferizkirina “şertûmercên pêşwext” li ser Tilebîbê, beriya ku peymaneke ewlekarî derbarê herêmên ku artêşa Îsraîlê piştî ketina rejîma Esed ketinê, îmze bike. Pêvajoya dagirkirinê herwiha “guherînek” di nêzîkatiya Îsraîlê ya li hember rewşa Sûriyayê de eşkere dike, ku li ser bingeha bêtir piştgirtina bi hêza tund û hêza leşkerî li ser hesabê dîplomasî, ragihandin û civînan e û bi hêza çekan ferzkirina de fakto li ser Şam û hevalbendên wê ye.
Bi vegera li ser axaftinên Erdogan derbarê daxuyaniyên Netanyahu de, girîng e ku em bêjin bersivdayîna tenê bi gotinan li ser kiryarên Îsraîlê û bikaranîna têgihên gurkirinê wekî “tawankarê şer” li ser kesekî wekî Erdogan ne tiştekî nû ye. Ji ber ku Erdogan êdî fêr bûye ku derfetan bi kar bîne ji bo propogandaya xwe ji bo hilbijartinan di asta yekemîn de, lê di heman demê de ji bo wêneyê kesê leheng ê rizgarî li ser asta cîhana îslamî, mayînde bike. Herwiha, Erdogan fêr bûye dema xeteriya rûbirûbûne bi hêzeke herêmî ya mezintir bibîne, gelek gavan paşde vedigere. Axaftina Erdogan ji çarçoveya herdu tiştên borî de derneket, ew di piratîkê de tecrube kir ku nêzî hişyariyên Îsraîlê bibe bi rêya hewldana avakirin û sererastkirina bargehên leşkerî di hundirê Sûriyayê de (Hema û Humis), lê rastî berisvdayîneke piratîk ji aliyê Tilebîbê ve hat ku Îsraîlê hemû tiştên ku Tirkiyayê çêkiribûn, bombebaran kirin. Herwiha, Îsraîl dibîne ku Sûriya qada rûbirûbûna gengaz a di navbera wê û Tirkiyayê de ye û rê nade Tirkiyayê ku serweriyê li Sûriyayê bike û bikeve cihê Îranê. Di heman demê de, Îsraîl li ser rola Enqerayê ya avakirin û perwerdekirina artêşa nû ne razî ye. Ji bilî xweşkirina ji desthilatdariya Ehmed El-Şeri, bi paşxaneya wê ya cîhadîst (Heyat Tehrîr El-Şam), ji ereb, misilman û rojavayiyan re, Erdogan bi lîstikvanên girîng re destwerdan kir da ku vê desthilatdariyê wekî hevalbendek ku dikare rolek erênî bilîze, bi garantî û sponsorgeriya Tirkiyayê pêşkêş bike, ku di rastiyê de bû sedema bidestxistina “destkeftiyek” û derketina “peymanên di navbera Mosko û Şamê de derbarê anîna hêzên rûsî bo herêmên başûr ên li kêleka Îsraîlê” û herwiha hevdîtina serokê demkî yê Sûriyayê bi serokê Amerîkayê re li Washingtonê û jêrexweşkirina ku li wir pêk hat, ku li gorî Netanyahu “hişt ku El-Şeri ji Washingtonê bi pozbilindî vegere”. Wekî bersivdayîn, Îsraîlê ragihand ku danûstandinên bi desthilatdariya Sûriyayê re gihaştiyeke rêyeke girtî û ew ji baregehên ku piştî 8ê kanûna 2024an dagîr kirine jê dernakeve û ew ê hebûna xwe ya leşkerî li lûtkeya Çiyayê El-Şêx û herêma tampon li Colanê, dewam bike.
Nîşaneyên rûbirûbûna tirkî-îsraîlî piştî şerê Îsraîlê li dij tevgera Hemasê li Xezayê derketin, ku di encama vî şerî de bi dehhezaran sivîl hatin kuştin û koçberiyeke hundirîn çêbû û dorpêçeke giran hatiye ferizkirin. Tirkiya, dixwest ku “Eniya redkirina îslamî” li dij Îsraîlê bi rê ve bibira, lê tirsa Tirkiyayê ya sereke ji projeya guhartinê/damezrandina Îsraîlê ku nîşaneyên wê derketin holê di demekê de ku dewleta Ibirî li gelek eniyan şer kir (Xeza, Lubnan, Sûriya, Îran, Yemen) û axaftinên domdar li ser guhartina nexşeyan li herêmê û avakirina “Rojhilata Navîn a Nû”. Tirkiya diyarbûna hêza Îsraîlê dît ku derbe li tevgera Hemasê xist û kete nava Xezayê û derbeyên mezin li peyî hev li Huzbelaha lubnanî xist û lîderên wê yên asta yekem û duyem tasfiye kirin û piştre jî artêşa rejîma berê ya Sûriyayê û şiyanên Hûsiyan wêran kirin û herî dawî jî bi awayekî berfireh êrîşî Îranê kir. Bi vê êrîşê re jî, Îsraîlê bernameya nuklerî ya Îranê wêran kirin û zanyarên nuklerî kuştin û lîderên refa yekem ên artêşê û Pasdarên Şoreşê ên Îranê, tasfiye kirin. Enqera hest kir ku êrîşên Îsraîlê nêzî wê dibin û êdî pirsa eşkere derket holê: Eger ku Îsraîl bi hemû hêza xwe êrîşî Tirkiyayê kir?.
Tirkiya, ku ji aliyê hevpeymaniyeke îslamî-neteweperest ve tê birêvebirin û dixwaze bibe serok û “sedsaleke tirkî” xurt bike, di salên dawî de projeyên xwe yên herêmî yên berfireh ragihandiye, ku armanc dikin bandor û hebûna xwe li herêmê û cîhanê misoger bikin (Osmaniya nû, Welatê Şîn, Mîsaqa Milî, hwd.). Lêbelê, ew niha li ber pevçûnê bi Îsraîlê re ye, ku ji aliyê hikûmeteke rastgir ve tê birêvebirin ku bawer dike ku hêza hovane û hêza leşkerî tenê zimanê bi bandor in li herêmekê ku tijî kesên ku Îsraîlê red dikin û jê nefret dikin e. Ev hikûmet bi eşkereyî radigihîne ku stratejiya wê ya pêşerojê ew e ku pêşî li derketina her hêzeke leşkerî ya ku d0ikare dewleta ibrî tehdît bike bigire û ku pêdivî ye ku “nexşeyan biguherînin” û “herêmê ji nû ve xêz bikin û ji nû ve şekil bidin” da ku serdestiya berdewam û serdestiya bêhempa ya Tilebîbê misoger bikin. Êrîşa Îsaîlê ya di nîsana 2025an de li dij baregehên bejahî û asîmanî di hundirê Sûriyayê de, Enqera plan dike ku wan baregehan amade bike û tê de bi cih bibe, di çarçoveya hevkariyeke bi desethilatdariya nû bi Şamê re be, wekî nameyeke eşkere û bibîrxistina xetên sor ên Îsrîlê.
Di kanûna 2025an de, raporek li Îsraîlê derket ku bi navê “Lênêrîna budceya ewlekarî û avakirina hêzê” ku bi navê “komîteya Nagel” tê naskirin, li ser navê seroka wê Yeqûb Nagel serokê berê yê encûmena ewlekarî ya neteweyî. Di raporê de, wesiyet dikin ku hikûmeta Îsraîlê amadekariyên xwe bi şerekî muhtemel bi Tirkiyayê re bike, herwiha bal kişand li ser metirisiyên serweriya Îsraîlê di Sûriyayê û hevalbendiya di navbera Enqera û desthilatdariya nû ya li Şamê de. Tevî ku di raporê de, bal hate kişandin ku qada Sûriyayê cihekî xeter e, dibe ku veguhere meydaneke rûbirûbûna di navbera Tirkiya û Îsraîlê de, lê metirisiyên Îsraîlê di rastiyê de rewşa Sûriyayê ya xwecihî derbas dike û vedigere armancên Tirkiyayê li tevahiya herêmê de û destwerdanên leşkerî li Sûriya û herêmê û rakirina alaya projeyên berfireh ên mezin û avakirina milîsan û bikaranîna xîtana rêveberiyekî olî û mezhebî ku li dij dewleta ibirî, sorkirinê dike. Ji ber van fikaran, Komîteya Nagel Tirkiya wekî gefa sereke ji bo Îsraîlê navnîş kir û deverên pevçûnê yên potansiyel ên ku dewleta ibrî dê di pêşeroja nêzîk de pê re rû bi rû bimîne destnîşan kir. Piştî nirxandinek berfireh a rewşa Îsraîlê, hevsengiya hêz û bandorê û xwezaya hevpeymanan li herêmê, komîteyê pêşniyar kir ku budceya leşkerî salane bi qasî 4.1 mîlyar dolarî were zêdekirin. Ev zêdebûn dê ji bo nûjenkirina artêşa Îsraîlê û berfirehkirina şiyanên wê di îstîxbarat û şerê sîber de were bikaranîn, da ku serdestî û serdestiya Îsraîlê ya domdar misoger bike (binêre: Tariq Hemo: Guhartina Nexşeyan… Projeyeke Îsraîlê ku hesabên Tirkiya û Îranê tevlihev dike. Navenda Kurdî ya Lêkolînan, 27ê tîrmeha 2025an).
Tirkiya nikare li Sûriya û herêma berfirehtir bi Îsraîlê re rûbirû bibe. Dewleta ibrî hemû rêyên bandora Tirkiyayê asteng dike û ji bo rûbirûbûna armancên berfirehbûna Tirkiyayê li “Sûriyaya Nû” dest bi karanîna hêza hovane kiriye, di nav de wêrankirina cih û baregehên ku Enqera dixwaze ava bike. Her çend Tilebîb rê li ber her nêzîkbûna Tirkiyayê bo herêmên hundir û başûrê Sûriyayê digire jî, ew balafirên şer dişîne ku li bakurê dûr ê Sûriyê, bi taybetî li nêzîkî herêma Îskenderûnê, bifirin û manevra bikin. Hikûmeta Îsraîlê, ku vê helwesta dijminane û redkirinê bêtir xurt dike, rê li ber her beşdarbûna leşkerî ya Tirkiyayê di hêza navneteweyî ya ku bi parastina aramiyê li Xezayê hatiye erkdarkirin, girtiye. Her çiqas çavkanî behsa niyetên Benjamin Netanyahu dikin (yê ku xwe amade dike ku bikeve hilbijartinên ku ji bilî xurtkirina hevpeymaniya xwe bi hêzên rastgir û lobiyên niştecihan re rêyek ji bo jiyanê tuneye û herwiha xwesteka wî ya ku wekî serokê hilbijartî bimîne ku pêşengiya qonaxê dike û bi vî rengî ji darizandina Dadgeha Cezayê Navneteweyî bireve), ji bo destpêkirina êrîşên nû (û şer) li ser çend ax û eniyên dijminatiya Îsraîlê (Îran, Yemen, û dibe ku Iraq) û berdewamkirina êrîş û hilweşandina hem Hizbullah (di demên dawî de kuştina rêberê leşkerî yê navdar Heysem El-Tebtebaî) û hem jî Hemasê (tunekirina fermandarên leşkerî yên meydanî û girtina çekdarên tevgerê yên di tunelan de veşartî), tirsên rastîn ên Tirkiyayê hene ku her şerekî nû yê mezin li herêmê dê bibe sedema guhertina hevsengiyan û ji nû ve xêzkirina nexşeya hêzê û dibe ku hilweşandina hin welatan, bi taybetî Îranê û derketina holê ya rastiyek nû ku dibe ku bandorê li rola Tirkiyayê bike û bandor û hebûna stratejîk a Tirkiyeyê li herêmê qels bike.
Eşkere ye ku doktrîna leşkerî ya Îsraîlê Tirkiyayê dixe pêşiya gefan. Budceyên leşkerî yên zêde û pabendbûna bi serdestiya teknolojîk tenê armanc dikin ku Tirkiyayê, bê guman ji bilî Îranê, dorpêç bikin û rûbirû bibin. Şerê 12 rojî (rûbirûbûna yekem di navbera Îsraîl û Komara Îslamî de) nîşan da ku Îran pir lawaz e û bi tevahî li hember hêza makîneya leşkerî ya Îsraîlê bêparastin e. Helwesta Îsraîlê ya li hember Tirkiyayê ji doktrîna damezrandina wê ya nû piştî 7ê cotmeha 2013an û biryara stratejîk a nehiştina Enqerayê ku şûna Îranê bigire, çi li Sûriyayê bi rêya perwerdekirina artêşa nû ya Sûriyayê an jî bi rêya sponsorgeriya komên çekdar ên herêmî yên dijminê Îsraîlê, ku Tirkiya dixwaze wekî “xeta pêşîn” li dijî dewleta ibrî bikar bîne, tê. Qonaxa din bi îhtîmaleke mezin dê şahidiya pêşbaziyeke mezintir a Îsraîl û Tirkiyayê bike, ku dê ji hewldana Tilebîbê ya zextkirina li ser Enqerayê bi zextkirina li ser Washington û yên din da ku rê li ber wergirtina çekên nûjen (balafirên F-35) ji Tirkiyayê bigire, xurtkirina hevpeymaniyên leşkerî bi dijber û rikberên Tirkiyayê yên li herêmê (Yûnanistan û Qubris), sepandina rastiyeke meydanî li Sûriyayê bi karanîna hêza tund û berdewamiya “astengkirina” planên Tirkiyayê yên ku armanc dikin ku bandorê berfireh bikin û hebûna xwe xurt bikin, bi berdewamkirina êrîş û qelskirina tevger û komên çekdar û herwiha vekirina vebijarkan li dijî rejîma Îranê (ku girîngiya wê ji bo Tirkiyayê Îsraîl fêm kiriye), di nav de vebijarka hilweşandina vê rejîmê, û encam û bandorên paşê yên wekî hilweşîna erdnîgariya heyî ya Îranê û belavbûna wê di nav herêm û deverên etnîkî de, senaryoyek ku ji bo Tirkiyayê kabûsek hebûnî ye, derbas bibe.







