Şoreş Derwîş
Em nikarin dîrokeke diyar bibînin, ji bo destpêkirina veguhartina Ehmed El-Şeri, ji dijminê teorîk ê rojava, heta “hevalbendê” rojava, wekî ku desthilatdariya Sûriyayê ya nû di ragihandina xwe de, tîne ziman. Heta niha, ev mijar cihê texmînan e, ji ber ku rêveçûyîna veguhartinê ya ku El-Şeri beriya ku bigihêje desthilatdariyê, asta veguhastinê ji blokekî heta blokekî diyar dike, eger ku em nebêjin ji metodeke heta metodeke din, lê parastina alavên kevn. Dibe ku mijara “veguhartinê” bala çavdêrên rojava û saziyên cihên biryarê li London û Washingtonê, kişandibe.
Ev made li ser veguherînên destpêkê yên ku di hişê El-Culanî de derbas bûn, şiyana wî ya pêşxistina teknîkên jiyanê, fêrbûna wî ji dersa Efganistanê û dû re veguherîna wî ya berdewam li gorî daxwazên Amerîkayê disekine. Lê ew guhartina hemû, ne tê wateya dev ji rabirdûya û wêneyê cîhadîstê berê berde. El-Şeri bi xwe di destpêka meha borî de, anî ziman ku ew bi dîroka xwe serbilind e û ji tu pêvajoyên dîroka xwe şerm nake, ji ber ku ew wekî “çîroka serkeftinê” ya ku li rojava tê firotin. Di vê çarçoveyê de, El-Colanî li dij hêzên Amerîka li Iraqê şer kir û piştre xwe di nava refên cîhadîstên xwecihî de bi cih kir û xwe nekir cîhadîstekî cîhanî, heta ku karibû bigihêje desthilatdariyê û armanca parastina wê.
Em di vê lêkolînê de, em behsa dîroka Ehmed El-Şeri nakin, bi qasî ku em ê behsa veguhartin û texmînan bikin, li gorî karên ku wî kirine, ji qutbûna ji nava DAIŞê, heta guhartina Cebhet El-Nusra, heta sûdwergirtina ji tecrubeya Efganistanê ya sala 2016an ku mifteya guhartnê bû û danîna têkiliyan bi Washington û Londonê re û ketina nava pêvajoya “amadekirinê” û piştre jî hewldana sazkirina li gorî daxwazên Amerîkayê. Bi armanca pêwîstiya naskirina pêvajoyên ku tê re derbas bûye, me herdu nav (Ebû Mihemed El-Colanî û Ehmed El-Şeri) bi kar anî, li gorî nivîsên dîrokî, siyasî û sosyolojîk ên ku navên mirovan li gorî çi bûn û çi paşê bûn diguherînin, werin nivîsandin, ku ev tê vê wateyê ku nivîsandina navê “El-Colanî” tu hukimekî mezin hilnagire.
Veguhartinên destpêkê
Şiyanên Ebû Mihemed El-Colanî/Ehmed El-Şeri û guhartina girêdanên kûr diyar bû, ji dema ku Cebhet El-Nusra ji rêxistina El-Qaîde qut kir û piştre avakirina “Cebhet Fetih El-Şam” , ku sedema vê yek jî wekî daxwaza “Xelkê El-Şam e ji bo rakirina bihaneyên civaka navdewletî”. Beriya wê jî şiyana wî ya qutkirina girêdana xwe bi Ebû Bekir El-Bexdadî re û derketina ji biryarên wî, piştî çend mehan ji gihaştina El-Colanî di tebaxa 2011an de li Hesekê, ji bo avakirina şaxê Sûriyayê yê Dewleta Îslamê li Iraqê, bi 6 hevalên xwe re, ji nava wan Enes Xetab (Ebû Ehmed Hidûd), Ebû Mariya El-Qehtanî (Cîgirê El-Colanî) û Eyad El-Tobasî (Ebû Çelîbiyî) yê ku piştre ji El-Nusra cuda bû û rêxistineke El-Qaîde bi navê “Huras El-Dîn” ava kir, lê zêde dirêj nekir û mir.
Di rûbirûbûna xwe ya dirêj bi Dewleta Îslamê ya Iraqê re û windakirina sînorên rojhilat nexasim Dêra Zorê, rêveberê El-Qaîdeyê Eymen El-Zewahirî bû alîgirê El-Colanî û destek da helwesta wî, ku ji aliyê El-Bexdadî ve dihate xwestin. Di vê çarçoveyê de, Eymen El-Zewahirî herî kêm 20 rêveberên El-Qaîde bi awayekî veşartî rêkirin Sûriyayê, ku ji Efganistan, Pakistan, Yemen, Siûdî û Ewropayê hatibûn û berê xwe dane Sûriyayê. Ev jî ji bo”xurtkirina baweriya” El-Nusra, di demekê de ku DAIŞ hebûna xwe zêdetir dikir. Mirov dikare girîngiya El-Colanî bi rêya lîsteya navên ku hatin Sûriyayê nas bikin, nexasim Ehmed Selama Mebrûk (Ebû Ferec El-Misirî), ku ji salên 70yî ve beşdarî nava cîhadîstan bû û di nava Misir, Efganistan, Yemen, Sûdan, Qefqasya û Azerbîcanê diçû û dihat. Dibe ku girîngiya vî kesî, beşek jê hate eşkerekirin, dema ku CIA dikarîbû laptopê wî yê kesayetî bi dest bixe û ev yek wekî “Kevirê El-Qaîde” bi nav kir. Ji aliyekî din ve jî, desekdayîna El-Colanî di aliyê daxuyaniyên dubarekirî ji aliyê Eymen El-Zewahirî ve û kesayetên din jî hatin kirin, ya ku piştgirî didan helwesta El-Colanî, ango kesayetên wekî Ebû Munzir El-Şonqîtî (xwediyê nameya “dixwazin cîhadîstê bikin DAIŞ) û Ebî Mihemed El-Tehawî (yê ku bi dudilî DAIŞ rexne dikir) û Ebî Zehra El-Zibêdî û kesayetên din.
El-Colanî, nameyên El-Bexdadî yên ku tê de daxwaz dikir ku xwe ragihîne wekî beşek ji Rêxistina Dewleta Îslamê li Iraqê, red dikirin. Nameya herî girîng ji wan, ku di 8ê sibata 2013an de hate rêkirin, redkirin piştî 36 saetan hat û di heman demê de, El-Zewahirî rêzeferman rêkirin ku tê de dev ji El-Bexdadî û berdevkî wî yê sûriyayî Taha Sibhî Felaha (Ebû Mihemed El-Ednanî) ji Sûriya derkeve û vegerê Iraqê, lê bê encam bû. Lewra, êdî rûbirûbûn bê gûman bû û ev yek jî di dawiya sala 2013an de pêk hat, ji ber vê yekê jî El-Zewahirî hemû enerjiya “Hevalbendiya navdewletî ya El-Qaîde” ji rêveber û teorîsyenan xistin serferberiyêji bo piştgiriya doza El-Colanî li beramberî belavbûna DAIŞê. Ji aliyê dîtineke rasteqîn ve, mirov dikare li vê şerê, wekî rûbirûbûneke di navbera tîma “elît” ku El-Qaîde nûnertiya wê dike û di navbera Dewleta Îslamê li Iraqê ku wekî şepêlê herî tundraw e û dikare li dij El-Zewahirî derkeve. Ev jî di dawiyê de pêk hat, ango nakokî El-Colanî derbastir kir û wiha kûr dibe: Parastina rêxistina El-Qaîde ji hilweşîn û parçebûnê.
El-Colanî ji hedefgirtinên DAIŞê rizgar bû, lê her di daîreya hedefgirtinê de ma, gihaşt astekê ku El-Bexdadî cîgirê xwe Hecî Bekir yê bi navê “siwarê bêdengiyê” dihate naskirin, şand Sûriyayê ji bo çareserkirina mijara serhildana belavbûyî bi rêbazên rêxistinê yên tê naskirin û alîgirên xwe rêkirin ji bo şopandina El-Colanî. Lê Hecî Bekir di çileya 2014an de li Tilrifetê ji aliyê “Artêşa Azad” ve hate kuştin, bê ku girîngiya wî nas bikin. Dibe ku Bekir (efserê berê yê îstixbarata Iraqê û pisporê avakirina bingehên rêxistina DAIŞê û şaneyan e) li bejahiya Heleb û Idlibê kar kiribe û zêdetir nêzî baregehên Cebhet El-Nusra yên nû bûbûye, dibe ku pêşketineke mezin çêbikire û bandor li ser rewşa cîhadîstbûnê li tevahiya Sûriyayê bikara.
Derketina El-Colanî ji xet û desthilatdariya El-Bexdadî, yekemîn guhartinên ku bûne sedema guhartina çarenûsa wî, tevî nakokiyên cewherî û îdeolojî di pêvajoya cudabûnê de, rûbirûbûn ne eşkere bû û êdî cudabûna di navbera herdu rêxistinan de zehmet bû, ji ber ku kiryar û xîtab nêzî he bûn. Di heman demê de, El-Nusra bi xwe jî, girîngî dida şerê li dij aliyê “pragmatî” di rêxistinê de. Charles Lister di vê çarçoveyê de dibêje: “Bi eşkerekirineke hêdî hêdî ya nasnameya El-Nusra wekî rêxistineke girêdayî El-Qaîde, kesayetên rêveber ji her demê zêdetir amade ne ku banga eşkere ji bo şerîta îslamê bikin û ji kesên ku peywendiya wan bi rojava re hebê, şermezar bikin. Di heman demê de, pragmatîstên beşî wekî Ebû Mariya El-Qehtanî û Salih El-Hemawî (…) hatin paşguhkirin û ev guhartina di rêveberiyê de bi awayekî eşkere û tund hêdî hêdî li Idlibê pêk hat”. Herwiha, li gorî peyameke dengî ya derketî holê, ku tê bawerkirin ku bi zanebûn hatiye weşandin, armanca dawîn a El-Colanî avakirina “mîrnişînên îslamî” li Sûriyayê bû.
Di pêvajoya destpêkê de ku ji DAIŞê qut bû û jê rizgar bû û serkeftina ku bi destekdayîna tam ji El-Qaîde bi dest xist, meylek li gel El-Colanî hebû ku hezkiriya gelê Sûriyayê bi dest bixe û êdî li alîgirên gelêrî digeriya. Lewra, êdî derbasî pêvajoya bicihkirina cîhadîstbûnê û nêzikbûna ji bo komên selefî yên Sûriyayê re bû û “blokên leşkerî yên xurt wekî Ehrar El-Şam û Nûredîn El-Zinkî ji holê rakirin”. Lê veguhartinek hebû, ne hêsan bû, têkiliya bi El-Qaîde re xerab bû û di dawiyê de ev El-Colanî xwe jê qut kir, ev yek bû sedem ku El-Zewahirî di tomarkirineke dengî de “şikandina sonda dilsoziyê” red bike û wî wekî “soza veşartî ya piştgiriya ji bo El-Nusra” yek ji “xeletiyên kujer” bi nav kir û tekez kir ku “soza dilsoziyê di navbera El-Qaîdeyê û her kesê ku soza dilsoziyê daye peymanek girêdayî ye ku şikandina wê qedexe ye û divê were bicîhanîn.” El-Zewahirî heta dest bi axaftina li ser zilmê kir ku “birayên ku soza dilsoziyê didin rastî wan tên û mesele gihaştiye xala şer û girtinê”, di heman demê de dezgehên medyayê niyeta El-Zewahirî ya erkdarkirina Hemze Bin Ladin bi avakirina şaxek El-Qaîdeyê li Sûriyayê belav kirin.
Piştî 5 salan, Ebû Mihemed El-Colanî biryar da ku girêdana bi El-Qaîde tenê şeklî bû, piştî ku jê sûd wergirtin di mijara rûbirûbûne serweriya DAIŞê li ser cîhadîstbûnê. Di vê yekê de jî, El-Colanî wekî Ebî Miseb El-Zirqawî re kar kir ku girêdana bi Usama Bin Ladin re wekî şeklî nîşan da, ango em dikarin bêjin ku rêxistina xwe ya Iraqê heta asteke mezin, ne navendî nîşan da. Lê El-Colanî berovajî El-Zerqawî, kêliya guncav dît û tê de qutbûna xwe ji El-Qaîde ragihand, piştî ku gefên DAIŞê heta estekê kêm bûn, ji ber êrîşên berdewam ên Koalîsyona Navdewletî û HSDyê û tenê ma parastina cihên xwe bike, ku vê yekê hişt ku qutbûn hêsantir be. Herwiha, rêzefaktorên ku hişt El-Colanî girêdana xwe bi hizira cîhadîst a cîhanî re qut bike, ku Koalîsyona Navdewletî cîhadîstên biyanî nexasim “Rêxistina Xuresan” ji DAIŞê xerabtir, xiste armancên xwe. Di heman demê de, rola “Yekitiya Cîhanî ya Zanyarên Musilman” derket holê, ku di nîsana 2014an de ragihandina “Koma El-Nusra ya girêdana xwe bi rêveberê rêxistina El-Qaîde Eymen El-Zewahirî re rexne kir û bang li El-Nusra kir ku vegere nava refên Artêşa Azad”, ku tê vê wateyê ku di banga qutkirina têkiliyên bi El Qaîdeyê re ajandeyek veşartî hebû, ji ber ku Yekîtiya Cîhanî, ku li Dohayê ye, bi tiştê ku di metbexa navneteweyî de di derbarê hebûna El Qaîdeyê li Sûriyayê de dihat amadekirin ve girêdayî bû û dibe ku ew yek ji wan aliyan be ku şîretê dide El-Nusrayê li ser vê rêyê, ku xuya dikir mecbûrî ye û wateya wê ev e: an têkiliyên bi El-Qaîdeyê re qut bikin, an jî mîna tiştê ku bi serê DAIŞê hat, winda bûn.
Aliyekî din jî heye ku girîngiya wê nayê paşguhkirin ku em ê piştre bînin ziman, ku hişt El-Colanî derbasî hizira mayîndekirina cîhadîstbûnê bibe û di aliyê rêxistinî ve dûrî El-Qaîde bikeve, ew jî naskirina bandora sûriyayiyên li dij El-Esed û hêzên herêmî yên ku destekê didin, ku fişara li ser rojava dikin, ji bo di navbera DAIŞ û El-Nusra/El-Qaîde ku Washington ew herdu wekî yek alî bi nav kirin, cudahî bike.
Guhartinên El-Colanî wiha bûn: Derbeya li dij DAIŞê, qutkirina têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re bi dijwariyeke mezin. Piştre jî pêvajoya sêyem ji van veguhartinan hate destpêkirin, ku rûbirûyê dijberên xwecihî yên nû hat yên ku di aliyê leşkerî, rêxistinî û îdeolojî, ji dijminên berê, şiyanên wan kêmtir bûn.
Cîhadîstbûna xwecihî, yek ji teknîkên mayînê ye
Piştî qutkirina têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re di 28ê tîrmeha 2016an de, El-Colanî di nav refên Cebhet El-Nusra de bi serhildan û veqetînên navxweyî re rû bi rû ma. Çareserkirina vê aloziya navxweyî pêwîstî bi kombînasyoneke ji bo gihîştina aliyên nerazî û civînên diyalogê di bin dirûşmeya “lihevhatin çêtirîn e” de hebû, ku bi bêbandorkirina hin kesên ku ji hev veqetiyabûn û girtina yên din, ku wekî “serokên serhildanê” dihatin binavkirin, wekî Samî El-Arîdî, Îyad El-Tubasî û Ebû Humam El-Sûrî, bi dawî bû. Astengkirina endamên El-Qaîdeyê ji redkirina hevkariya bi Cebhet El-Nusra re û rawestandina herikîna çekdaran ber bi DAIŞê ve dijwar derket û taktîkên cihêreng hewce kir. Zehmetiya paşê ew bû ku li dijî damezrandina “Huras El-Dîn” yên girêdayî El-Qaîdeyê ji hêla komek kesên ku berê hatine girtin û berdan ve were avakirin, şer were kirin. Ev dijwarî ne bêderbasbar bû, ji ber ku Cebhet El-Nusra, ku niha wekî Heyet Tehrîr El-Şam tê zanîn, bi tevlîkirina çend komên wekî Tevgera Nûredîn El-Zenkî, Cebheta Ensar El-Dîn, Ceyş El-Suna, û Lîwa El-Heq, bingeha xwe bi serkeftî berfireh kiribû.
Bi çavekî pragmatîk, El-Nusra berê xwe da xurtkirina hizira cîhadîsta xwecihî, lê li ser rêbazên cîahdîsta cîhanî û cîhadîstên biyanî û xîtaba tundraw berdewam kir. Herwiha dest bi firehkirina herêmên serweriya xwe kir û nêzî civakê bûn, bi rêya balkişandina li ser rewşa karûbarên navxweyî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, wekî ku çawa li Dêra Zorê kar dikirin beriya ji destê wan derkeve û li Helebê, dema ku bal kişandin li ser dabînkirina kelûpelên jiyanê û sotemeniyê.
Bi awayekî ji awayan, êdî dîtina bi çav a El-Nusra (Nasnameya dîtbarî) wekî “qubeya kevir” winda bûn û El-Colanî piştî salên ji şermezarkirina rojava û Tirkiyayê, rawestiya ku Sûriya “wekî beşek ji şerê cîhanî nîşan da û El-Nusra xwe wekî pêkhateyekî di şerekî dîrokî yê dem dirêj di navbera împeralîzimê û cîhana îslamî, nîşan da”. Di heman demê de, Heyet Tehrîr El-Şam, tedbîrên hizirî û teknîkî di nava kesayetên nêzî El-Qaîde û alîgirên wê taybet çêkirin. Herwiha, ji bo xurtkirina pragmatîka xwe, Heyet Tehrîr El-Şam di hizêrana 2018an de daxuyaniyek bi sernavê “Cîhad û siyaseta şeriyetê di navbera tiştên sabit û veguhartinan de”, belav kir ku tê de cara yekemîn têgeha “berjewendiyên têkildar” bi kar anîn. Di heman demê de, Tehrîr El-Şam encamên peymana Sochi 2018an qebûl kirin û Tirkiya spas kir, piştî peymana rûsî-tirkî di 8ê adarê de. Bi vî awayî, Heyet Tehrîr El-Şam, daîreya şermezarkirinê kêm kir û êdî piştgirî dida projeyên diyarkirina eniyên şer û kêmkirina şer bi awayekî giştî, da ku zêdetir bala xwe bide parastina tecrubeya xwe û bi berdewamî di aliyê hundir de xwe berfireh bike, li ser hesabên komên opozîsyonê yên westiyayî.
Lêbelê, berî van guhartinên di gotin û pratîkê de, xuya bû ku El-Nusra deyndarê opozîsyona Sûriyayê ye, ku ji hêla Tirkiya û Qeterê ve tê piştgirîkirin, ji ber dijberiya wê ya li hember destnîşankirina Cebhet El-Nusrayê ji hêla Amerîkayê ve wekî rêxistineke terorîst. Di konferansa Dostên Sûriyayê de ku di 12ê kanûna pêşîn a 2012an de li Marakiş, Mexribê, bi beşdariya 120 welatan hate lidarxistin, xuya bû ku xala navendî ya nakokiyê El-Nusra bû. Ixwan El-Mislimîn, Artêşa Azad a Sûriyayê û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalefeta Sûriyayê li hember destnîşankirina Cebhet El-Nusrayê ji hêla Amerîkayê ve wekî “rêxistineke terorîst” nerazîbûn nîşan dan. Ji bo ku redkirina xwe ya destnîşankirina amerîkayî, ku armanc dikir xêzek di navbera dijberiya Esed û El-Qaîdeyê de bikişîne, opozîsyona ku ji hêla Qeter û Tirkiyayê ve tê piştgirîkirin du roj piştî konferansa Marakişê di bin pankarta “Em Hemû Înê Cebhet El-Nusrayê ne” de xwepêşandan li dar xistin. Ev hevgirtina germ ji bo rêveberiya Obama û hevkarên wê yên rojavayî wek şokek hat, ji ber ku xuya bû ku opozîsyon ji xwezaya hovane ya êrîşên El-Nusrayê bêxeber bû, ku di 23yê çileya 2011an de bi êrîşeke li ser baregeha îstîxbarata Sûriyayê li Kefr Sûsê dest pê kir, ku xwe dispêre bombevanên xwekuj û teqemeniyên destçêkirî li deverên qerebalix. Van êrîşên destpêkê yên El-Nusrayê deh salên xwînî yên li Iraqê piştî hilweşîna rejîma Sedam Husên anîn bîra Amerîkayê. Wekî din, retorîka El-Nusrayê piştî operasyona Kefr Sûsê bi awayekî bê guman zelal bû, ji ber ku komê vîdyoyek weşand ku banga “bicîhkirina dawî ya qanûna îslamî wekî pergala rêveberiyê” dikir.
Berevajî DAIŞê, ku dixwest rikberên xwe yên herêmî ji holê rake, El -Nusra bi hin komên ku îdeolojiya wê ya giştî ya bicîhanîna şerîetê parve dikirin re hevpeymaniyên taktîkî û têkiliyên nav-alî çêkirin. Lêbelê, bandora zêde ya El-Nusra di nav dîmena “şoreşger” de hişt ku hin kes bandoriya van hevpeymanan bipirsin. Di lêkolînek ku ji hêla Hamza El-Mustefa (Wezîrê Agahdariyê yê Sûriyayê yê niha) ve hatiye nivîsandin de, rexneyên tund li komên ku bi El-Nusra re hevkariyê dikin hatin kirin, wan bi kurtbîniyê tawanbar kirin ji ber ku çavên xwe ji çalakî û pratîkên wê re girtine û carinan jî ji ber ku hewl didin wê di nav şoreşê de entegre bikin an jî bi rexnegirên wê re rûbirû bibin. Hin hêzên şoreşger bi awayekî firsendperest û pragmatîk bi mijara tevgerên cîhadîst re mijûl bûn, ku ev yek bû sedema zêdebûna ketina wan û bandora wan li ser erdê.
Hevpeymaniya di navbera muxalefeta Sûriyayê ya ku ji hêla herêmî ve tê piştgirî kirin û cebhet El-Nusrayê de ji bo ya paşîn mertalek li dijî rexneyên rojavayî peyda kir û wê ji DAIŞê cuda bi cih kir. Ji bo parastina vê helwestê û rêça demdirêj a ku li Marakişê dest pê kir, El-Colanî bi serkeftî xwe wekî pêkhateyek şoreşê pêşkêş kir, tevî ku bi El-Qaîdeyê ve girêdayî ma. Wî ji têkiliyên li Astanayê yên ji sala 2017an vir ve sûd wergirt û piştrast kir ku deverên bandora wî bûne beşek ji hewldanên kêmkirina aloziyê yên ku ji hêla tirk û rûsan ve têne rêvebirin. Her tiştê ku di dema vejandina herêmî ya Cebhet El-Nusra li Sûriyayê de qewimî paradoksek eşkere kir: pragmatîzma qels û oportunîzma ku ji hêla hêzên opozîsyonê yên ku parastina El-Nusra dikin ve hatî nîşandan, hêzên ku pozîsyonên xwe winda kirin û bi hilweşîna rejîmê re winda bûn, berevajî pragmatîzma biha ya ku ji hêla El-Colanî ve hatî hilbijartin bû, ku dîsa jî wî xist nav bala Rojava, mîna Talîbanê, ku Washington li Dohayê bi wan re danûstandin kir. Rûsya, Îran û rejîma El-Esed bawer dikirin ku hebûna Heyet Tehrîr El-Şam li dilê dîmena çekdar li aliyê opozîsyonê rêyek bû ji bo sînordarkirina xwestekên guhertinê yên ku ji hêla Washington ve têne xwestin, lê berevajî û ya nediyar ew bû ku di dawiyê de qewimî.
Afganistan û Sûriya: Çerçoveyên hevbeş
Berî hilweşîna rejîma El-Esed û hatina navbeynkarên nû yên hêzê li qesra serokatiyê, li Dohayê di navbera Amerîka û Talîbanê de danûstandinên maratonî pêk hatin. Donald Trump xuya bû ku cidî ye ku hêzên amerîkayî ji Afganistanê vekişîne û di sibata 2020î de peymanek îmze kir, piştî danûstandinên nepenî yên ku di tîrmeha 2018an de dest pê kiribûn. Joe Biden peyman bi dawî kir, ku bû sedema vekişîna amerîkayî di tebaxa 2021ê de, hilweşîna hikûmeta Eşref Ganî, û di dawiyê de hilkişîna Talîbanê bo ser desthilatê.
Gotûbêj ji bo tevgerê ne hêsan bûn û tijî dabeşbûnên navxweyî bûn. Raportek Neteweyên Yekbûyî dabeşbûnên navxweyî li ser sê astan diyar kir: dabeşbûnek di navbera komîteyên leşkerî û siyasî de; dabeşbûnek di navbera fraksiyonên alîgirê El-Qaîdeyê û dijî-El-Qaîdeyê de di derbarê qutkirina têkiliyên bi koma çekdar a transnasyonal re; û dabeşbûnek sêyemîn di nav nivîsgeha siyasî ya li Qeterê de, dabeşbûn di navbera nerm û tundrew de.
A girîng li vir ev e ku pêvajoya danûstandinê û serkeftina wê wekî îlham ji bo tevgerên cîhadîst xizmet kir. Li Sûriyayê, Heyet Tehrîr El-Şam serkeftina Talîbanê pîroz kir û bi heman awayî, Lîwaya Îmam Buxarî ya Ozbekistanê tevger pîroz kir. Lêbelê, faktora îlhamê di ezmûna Heyet Tehrîr El-Şam de di têkiliya wê bi Rojava re û qebûlkirina prensîba danûstandinê de bû. Dema ku Mela Axtar Mihemed Mansûr serokatiya tevgerê girt ser xwe, wî destûr da ku danûstandinên rasterast di navbera hikûmeta berê ya Afganistanê û Talîbanê de dest pê bikin. Her du alî di sala 2016an de li nêzî paytexta Pakistanê, Îslamabadê, bi beşdariya Amerîka û Çînê civiyan. Lêbelê, kuştina Mansûr di 21ê gulana 2016an de, di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de li nêzî sînorê Pakistan-Îranê, her tişt rawestand. Danûstandin bi Washingtonê re ji bo Talîbanê ne hêsan bû û bi xwezayî, têkiliya bi rojnamevan û ajansên îstîxbaratê yên rojavayî re ji bo Heyet Tehrîr El-Şam ne mijarek hêsan bû. Di doza Talîban û Heyet Tehrîr El-Şam de, 2016 ji bo her du koman salek girîng bû, ku destpêka potansiyela wan a ji bo rizgarbûna ji bandora El-Qaîdeyê temsîl dikir. Berevajî vê, Balyozê berê yê Amerîkayê li Şamê, Robert Ford, îdia kir ku vejandina El-Şeri “encama pêvajoyek dirêj bû ku dema El-Şeri di sala 2016an de veqetandina rêxistina xwe ji El-Qaîdeyê ragihand dest pê kir.” Ev pêvajo xuya dike ku piştî serkeftina danûstandinên Dohayê di navbera Talîban û Washingtonê de zelaltir bûye. Bi vî awayî, vegotina Ford a sê civînên ku wî bi El-Şeri re di sala 2023yan de, li ser vexwendina rêxistineke nehikûmî ya brîtanî, pêk aniye, dibe maqûl. Lêbelê, bi awayekî teqez nayê gotin ku vejandin tenê di van sê rûniştinan de pêk hatiye, ji ber ku divê berî û piştî vê tarîxê civînên ku Ford beşdar nebûye hebin.
Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku veguherînên Talîbanê – guhertina ji redkirina danûstandinan bi hikûmeta Afganistanê û dûv re bi Amerîkayê re, an jî tiştê ku dikare wekî “nihilîzma siyasî” were binavkirin, ber bi pragmatîzma ku ji qebûlkirina prensîba têkiliyê bi Amerîkayê re derdikeve holê – wekî faktorek zêde beşdarî pozîsyona paşê ya Heyet Tehrîr El-Şam û El-Şerei bû.
Gelo em dikarin li ser vê veguherînê bi hûrgulî berdewam bikin?
Kêmtir ji deh rojan piştî hilweşîna rejîma El-Esed, şandeyeke dîplomatîk a amerîkayî gihaşt Şamê û rêzetêkiliyan dest pê kir ku bi bandor bi hilweşîna El-Esed di 8ê kanûnê de dest pê kir. Alîkara Sekreterê Dewletê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf bi komên sûriyayî re, di nav de serokatiya nû jî, civiya. Antony Blinken, Sekreterê Dewletê di bin rêveberiya Biden de, diyar kir ku tiştê ku wî ji Heyet Tehrîr El-Şam bihîstiye “erênî” bû. Rêveberiya Biden derxistina komê ji navnîşa rêxistinên terorîst wekî teşwîqek potansiyel ji bo kesên nûhatî yên qesra serokatiyê nirxand. Lêbelê, mesele bi hatina Trump a Koşka Spî re pir tevlihevtir bû.
Berteka Washingtonê ya li hember operasyona “astengkirina êrîşkariyê” nîşan da ku tiştê ku diqewime beşek ji planeke ji bo jiholêrakirina bi tevahî ya hebûna Îranê li Sûriyayê bû, bi vî awayî hikûmeta Benjamin Netanyahu neçar kir ku çarçoveya şerê xwe yê herêmî kêm bike. Netanyahu dubare kir ku ew kesên ku rejîma El-Esed xistin xwarê bûn. Ji perspektîfeke sedeman ve, şerê Îsraîlê li dijî alîgirên Îranê li herêmê beşdarî qelskirina rejîma El-Esed bû. Êrîşên dijwar ên li dijî serokên Pasdarên Şoreşê û Hizbulahê li Sûriyayê û astengkirina milîsên şîî ji xurtkirina hêzên El-Esed ji şerê Helebê ve, dişibin “destdana Mîdas” ku ji hêla hêzên “astengkirina êrîşan” ve hewce bû.
Wiha xuya bû ku serkeftin gelek bav hebûn. Trump berpirsiyariya jiholêrakirina El-Esed xist stûyê Erdogan û îma kir ku Tirkiyayê di paşvekişandina peymanên Astana û Soçiyê yên ku bi rûsan re hatine îmzekirin de rolek lîstiye. Di vê navberê de, serokê demkî, Ehmed El-Şeri, bi behskirina ragihandinê di dema operasyona astengkirina êrîşkariyê de rola Rûsyayê di hilweşîna rejîmê de qebûl kir. Trump herwiha rola sereke di dayîna şansê hikûmraniyê ji desthilata nû re da stûyê Mîrê Siûdî û di rêjeyek kêmtir de jî da stûyê Qeter û Tirkiyayê.
Di civîna wan a yekem a li Riyadê ya meha Gulanê de, Trump daxwazên xwe zêdetir kirin, lê bi pragmatîzma zêde û bêhesasiyetiyeke tevahî li hember sûriyayî û mafê wan ê beşdariya siyasî. Wî hin daxwazên ekzotîk ji El-Şeri kirin, wek tevlîbûna peymanên normalîzekirinê yên bi Îsraîlê re – bi gotineke din, wî ji zilamê ku Qubeya Kevir wekî sembolek dîtbarî ji bo koma xwe bi kar aniye û berê di sala 2018an de ji şervanên xwe re gotibû, pirsî, “Bi vî ruhî… em ê ne tenê bigihîjin Şamê, lê em ê li Qudsê bin, bi îzna Xwedê.” Trump li navnîşa xwe ya kurt a daxwazan alîkariya Amerîkayê di pêşîgirtina jinûvevejîna DAIŞê û “girtina berpirsiyariyê” ji bo navendên ragirtinê yên DAIŞê li bakur-rojhilatê Sûriyayê zêde kir – daxwazên ku dê di civîna Washingtonê ya 10ê mijdarê de werin dubarekirin. Bi vî rengî, ev daxwaz rewşek “hêsan lê ne gengaz” temsîl dikin ku desthilatdariya El-Şeri ne dikare qebûl bike û ne jî red bike.
Şamê mijara tevlîbûna hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê neanî ziman; berevajî vê, ragihandina tevlîbûna wê ji hêla Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyayê ve hate kirin. Rejîma Sûriyayê dixwest ku mesele bêyî tevliheviyên navxweyî an jî nakokiyên îdeolojîk bidome. Lêbelê, hin kesayetiyên di nav rejîmê de nerazîbûna xwe ya li hember hevpeymaniyek wiha bi hêzên hevpeymaniyê û heta radeyekê bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk, hevkarê hevpeymaniyê, anîn ziman. Di nav kesên ku ev nerazîbûn anîn ziman de Ebdulah El-Muhêsinî, kesayetiyek cîhadîst a navdar, hebû ku diyar kir ku “peyman siyasî ye”. Bi heman awayî, Wezîrê Dadê Mezher El-Weys got ku “xwezaya têkiliya pêşniyarkirî îro bi şêweyê hevrêzkirin û hevkariya ewlehî û îstîxbaratê ye, ne hevpeymaniyek leşkerî ya vekirî di wateya kevneşopî ya qanûnî an siyasî de.” Bi heman awayî, Wezîrê Ragihandinê Hamza El-Mustafa di postek li ser platforma “X”ê de diyar kir ku peyman siyasî ye û hîn jî tu pêkhateyên leşkerî nagire nav xwe. Daxuyaniyên wiha dikarin cûdahiyên di şîroveyên qanûnî de nîşan bidin an jî hewldanek bin ji bo aramkirina kesên ku li dijî her şerê navxweyî di navbera “birayên di baweriyê de” ne û di encamê de xwezaya pabendbûnên ku bi tevlêbûna hevpeymaniyê û Operasyona Çareseriyê ve hatine ferzkirin kêm bikin. Lêbelê, bêyî ku şert û merc çi bin, pirrengiya vîzyonan şiyana navbeynkarên hêzê nîşan dide ku nerazîbûnên xwe bi şiklê şîrove û hincetan bêyî ku zelalkirinek dawî ji serokê desthilatdariyê were dayîn, ji raya giştî re hinarde bikin.
Bi her awayî, wiha xuya dike ku dewreyeke nû ya veguherînan ji bo rejîmê di derbarê şerê li dijî hersêyan de dest pê dike: DAIŞ, El-Qaîde û şervanên biyanî. Ev tê vê wateyê ku mijara cihgirtina cîhadê bi kontrolkirina şervanên biyanî dikare di nav rejîmê de bibe sedema pirsgirêkên kûr, wekî ku di sala 2016an de bi qutkirina têkiliyên bi El-Qaîdeyê re qewimî. Lêbelê, hin nêrîn destnîşan dikin ku şerê li dijî DAIŞê dibe ku bibe yek ji sedemên ku “dihêle şervanên biyanî yên ku li kêleka hikûmetê şer dikin, nemaze piştî entegrebûna wan di Firqeya 84an de, ku piraniya wan şervanên biyanî ne, di şerê pêş de werin bicihkirin.” Lê pêkanîna senaryoyek wiha – şerkirina agir bi agir – dê bi îhtîmalek mezin bibe sedema ku hêzên hevpeymaniya navneteweyî red bikin ku bi rejîma Sûriyayê re bixebitin, ku şervanên biyanî di dilê pevçûnên wiha de bi cih dike.
Erka jiholêrakirina DAIŞ û El-Qaîdeyê û barê şervanên biyanî di nav refên wê de, ne gengaz xuya dike ger rejîm hewl bide ku taktîkên Îdlibê bi kar bîne. Ev yek bi ezmûna wê ya bi serhildana Omar Omsen û kampa Verdun (“kampa Fransî”) li nêzîkî Harimê li bakurrojavayê Sûriyayê hîn bêtir tê tekezkirin. Wekî din, hewcedariya bi şervanên biyanî neqediyaye, ji ber ku ew dikarin ji nû ve werin belavkirin da ku dijberên potansiyel ji holê rakin, wekî ku di dema komkujiyên li herêma peravê û Siwêdayê de qewimî. Washington, ku bi kêmanî ji bo niha, li ser vê nêzîkatiyê geşbîn xuya dike, qebûl dike ku serkeftina wê bi artêşek profesyonel a bi îdeolojiyek neteweyî ve girêdayî ye. Wekî din, tevlêbûna Şamê di hevpeymaniya navneteweyî de dê bibe tenê tetbîqatek têkiliyên giştî, di şerê li dijî DAIŞ, El-Qaîde û kesên ku ji hêla Biryara 2799 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 6ê mijdarê ve wekî “terorîstên biyanî” hatine destnîşankirin de bêbandor be.







