• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Hikumeta Şamê  û temenê “razîkirina hemûyan”

November 18, 2025
Hikumeta Şamê  û temenê “razîkirina hemûyan”

Ehmed El-Şeri di dema hevdîtina xwe de li Koşka Spî bi Trump re | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Ferhad Hemê

Made bi erebî jî heye العربية

Ji bilî Îranê, diyar e ku serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri hewl dide ku bi rêya gerên xwe yên li pey hev li Mosko, Washington û Londonê û hwd li paytextên cîhanê yên din, ji nû ve toreya nakokiyan ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyayê beriya 14 salan çêbûn, dispilîn bike. Nakokiya navdewletî û herêmî li ser Sûriyayê hîna kêm nebûye, lê belê derbasî pêvajoyeke nû bû, ku mirov dikare bi “garantiya berjwendiyan” bi nav bike, ev yek jî bi rêya pêkanîna peyman û rêkeftinên bazirganî. Armanc ji vê yekê jî, mayîndekirina berjwendiyan e.

Di demekê de ku seweriya li Sûriyayê lawaz e û heta niha di nava çirava atmsofêra piştî şer de ye û derbasî pêvajoya damezrandina dewletê nebûye, diyar e ku şiyanê redkirin an jî minawereyê tuneye. Bi vî awayî welat li pêşiya hemû rengên wesiyet û rêveberina ji derve ve, vekirî ye.

Metoda “razîkirina hemûyan”

Di cehwerê vê nêzikatiyê de, metodeke diyarker derdikeve holê ku mirov dikare wiha kurt bike “razîkirina hemûyan” û tîma El-Şeri jî wekî “Lihevhatina berjewendiyan” bi nav dike. Pragmatîzm, wekî ku El-Şeybanî piştrast dike, vî rêbazî feriz dike. Lê ev metod, cihê Sûriyayê û xêrûbêrên wê û gelê wê, li beramberî destwerdanên hêzên navdewletî vekirî dimîne,  ev yek jî di bin bihaneya pêkanîna du armancên ku Şam ragihandine: Garantiya ewlekarî û aşitî û vekirina derî li pêşiya veberhênanên derve.

Lê armanca kûr, ew e ku serwerî û rewabûnê di destê yek tîmê de bihêle, ku xwe wekî serkeftî di şerê navxweyî de piştî rûxandina rejîma El-Esed dibîne. Herwiha, dibîne ku dewlet bi mentiqê “Ê rizgar bike, biryar dide” tê qezenckirin, ne ji ber berhema lihevkirineke civakî di navbera hemû hêzên di nava welat de ye.

Dûrî propogandeya rojavayê û herêmî ku tîma desthilatdariya Şamê xweş dike û derxistina rêbazê Şamê wekî bijartiyeke xwezayî û rast nîşan dide. Bûyerên ku piştî salên 2000î li dewletên lawaz  derketin, ji Afrîka heta Rojhilata Navîn wekî Kongo, Sûdan, Lîbya, Iraq, Yemen û Sûriyayê, piştrast dike ku wekî van welatan di toreya nakokiyên  navdewletî û herêmî yên xeniqî de mane û qet bi awayekî aşitiyane jê derneketine.

Cwherê pirsgirêkê di awayê rikberiya di navbera hêzên mezin û herêmî de ye, herwiha li kêleka wê jî rûbirûbûna berjwendiyên şerîketên aborî yên yekdestdar ku hewl dide, jinûve bingehên sîstema navdewletî, organîze bike. Wekî her car, bingehên destpêkê li dewletên lawaz têne hilweşandin û Sûriya jî ne îstisna ye, lê belê yek ji qadên herî zêde ku tê de rûbirûbûna berjewendiyan bi vê eşkerebûnê, heye.

Ne tenê ev yek, lê belê alîgirên Ehmed El-Şer bi awayekî eşkere, tevgerên wî yên derve wekî xalên nû yên qezenciya wî bi nav dikin: “Kêmtirî salekê me destkeftiyên gewre bi dest xistin” an jî “Me dikarîbû tecrîda kesayetî yê xwedî kokên cîhadîst bişkînin, ku îro nûnertiya Sûriyayê di hundirê girîngtirîn paytextên cîhanê dike”. Ev hemû coşa komeke diyarkirî gur dike ku bi “erebîzma Emewiyan” serxweş e.

Tiştên ku alîgirên El-Şeri paşguh dikin, rastiyeke gelekî hêsan e: Derve, her çiqas di aliyê dîplomatîk de vekirî be, bijarteyên xwe yên sereke derbarê Sûriyayê de ji dema ku derbasî şerê navxweyî bûne, neguhartiye. Çi dewlet dev ji berjewendiyên xwe bernedaye di nav de jî Çîn, lê belê şer bi pêvajoya El-Şeri re ji pêvajoya gurkirinê, derbasî pêvajoya berhevkirina bermahiyan bûye. Pirsgirêk ew e ku kîjan dewletê ku xwe hîs bike hatiye dûrxistin, tevî ku Amerîka an jî Birîtaniya be, dibe ku van nakokiyan li ser erdê di hundirê qada Sûriyayê de, diteqîne. Ev yek jî tê wateya ku rêya aşitî û ewlekarî û veberhênana ku tîma El-Şeri xwe pê dibîne, dibe ku di yek kêliyê de jî xerab bibe.

Di navbera propoganda û rastiyê de

El-Şeri xwe nîşan dide ku ew tenê dikare nakokiyên navdewletî û herêmî bi rêya tevgerên xwe yên siyasî çareser bike û wekî dixwaze alîgirên xwe  tazî bike ku ew dikare “şeytanan bireqisîne”. Lê ev serdana wî ya dawî li Washingtin û erêkirina wî li ser tevlêbûna di nava şerê li dij terorê de, pirsên piratîk derbarê asta rastî û şiyana El-Şeri li ser pêkanîna van valahiyan, derdixe holê.

El-Şeri ku heta niha rastî tu guhartinên îdeolojî bi bingeha xwe ya sereke re nehatiye, wê di bersivdayîna bermahiyên rêxistina DAIŞê de ku êdî derketin, rastî astengiyên mezin were. Li gorî gelek raporan bermahiyên rêxistina DAIŞê careke din li piraniya bajarên sunî ji Helebê heta Derayê, bicih bûne. Tiştê ku rewşê girêktir dike, dosyaya endamên biyanî yên cîhadîst eger ku were çareserkirin an jî li dij wan şer were kirin, wê bihêle ku welat her dem rastî şerên vekirî û dayîmî were. Di heman demê de, îhtîmal heye di nava bolka El-Şeri bi xwe de jî, nakokî  û şer çêbibe.

A girîng, El-Şeri zanebûna wî têrê nake ku bi HSDyê re bigihêje nêrîneke piratîk û giştî, ku HSD tekane hêza ku îsbat kiriye dikare şerê terorê di hundirê Sûriyayê de, bike.

Astengiyên Tilebîbê

Tevî ku nûnerê Amerîkayê li Sûriyayê di destpêka serdana El-Şeri de, ragihand ku divê platformeke ku Sûriya, Tirkiya û Îsraîlê lihev kom bike ava bibe, ji bo rengek ji lihevkirina di navbera van aliyan de, çêbibe. Lê piştre, Benjamin Netanyahu piştî çend rojan careke din şertûmercên xwe dubare kirin: Bicihbûna li Çiyayê El-Şêx, ne vekişandina ji herêmên tampon, ferizkirina bêçekbûnê li başûrê Sûriyayê û bi garantiya parastina duruziyan.

Lê ev nêzikatiya Îsraîlê, yekser  rûbirûyê berjwendiyên Tirkiyayê tê, ku hewl dide hevsengiya hêza xwe bi Îsraîlê re di qada Sûriyayê de, çêbike. Di çarçoveya vê nakokiya kûr de, teoriya “girtina dar ji nîvî de” ku El-Şeri pêşkêş dike, nikare li ber xwe bide, ji ber ku Tilebîb taybet bi tu formuleke hevseng bi Tirkiyayê re piştî bûyerên 7ê cotmehê qebûl nake û Tirkiya jî xwe wekî aliyekî ku rê da rejîma El-Esed û hevalbendên xwe yên îranî bimîne. Herwiha divê di ber çavan re bê derbaskirin ku rêveberiya Trump bi îhtîmaleke mezin dê Tilebîbê tercîh bike, El-Şeri dê di vê rewşê de piraniya kaxezên xwe winda bike û fikra îstîqrar û aştiyê dê ji propagandaya vala wêdetir nebe tiştek.

Rikberiya rûsî-rojavayî û aloziya penaberan

Ji ber ku nakokiya rûsî-rojavayî, negihaşt encamên girîng li Ukranyayê, normal e ku ev rikberî bi hêzeke mezin di qada Sûriyayê de, çêbibe. Tevî ku tîma El-Şeri itîraf kir û bi awayekî şermok jî be, ku Mosko hevkarê şerê berê li dij wan bû, lê El-Şeri soz dane Rûsyayê berjewendiyên wê di Sûriyayê de biparêze: Parastina baregehên leşkerî di beravê de, îmzekirina peymanên çekkirinê bi şerûmercên diyarker û mayîndekirina serweriya Rûsyayê li ava germ.

Di aliyê piratîkê de, ev soz  di cewherê xwe de, li dij nêrîna Birîtaniyayê ya kevneşop e ku rê nede Rûsya hebûna xwe li rojhilatê Deryaya Navîn, mayînde bike. Îhtîmala mezin jî ku rêveberiya Trump û bi wî re paytextên Ewropayê tevî vê metodê bibin, nexasim ku rojava li Sûriyayê piştî El-Esed temaşe dike, ku cara yekemîn ji dema damezrandina Sûriyayê, dikeve çarçoveya wê ya stratejîk. Di encamê de jî, bi awayekî hêsan tu lihevkirinên ku rê bide Mosko bi awayekî berfireh di hundirê Sûriyayê de serwer be qebûl nake, lê tenê ku ev hebûn bikeve berjewendiyên Tilebîbê ji Şamê zêdetir.

Li aliyekî din, El-Şeri hewl dide ku pirsgirêka penaberan bi kar bîne da ku bi welatên ewropayî û cîran re lihevkirinan bike, nemaze piştî ku Wezîrê Derve yê Almanyayê vê dawiyê li Şamê mêvandar kir. Hêjayî gotinê ye ku ev pirsgirêk bi tena serê xwe ji bo vegerandina kapasîteya operasyonel a welêt, ji bilî pergalek siyasî ya aram ku ewlehî û ewlehiyê peyda dike, çavkaniyên girîng hewce dike. Ji ber ku El-Şeri niha ji bo avakirina dewletek ku ewlehî û azadiyên bingehîn ji bo sûriyayiyan garantî dike, vîzyonek tuneye, koka pirsgirêka penaberan hîn jî çareser nebûye. Di encamê de, tevliheviya vê pirsgirêkê bi pratîkî ji kapasîteya El-Şeri û daxuyaniyên wî yên romantîk wêdetir e ku çareser bike.

Bi gelemperî, manîpulekirina nakokiyan û belavkirina sozan di hewldanek ji bo sivikkirina berjewendiyên derveyî yên nakok li Sûriyeyê de, dê bihayek giran be. Ew ê yan welat ber bi dabeşbûnên kûr ên civakî ve bibe an jî deriyê dîktatoriyek ku ji ya El-Esed pir wêdetir e veke, ji ber ku ev nêzîkatî pêdivî bi destwerdanek totalîter a nû heye ku bikaribe van berjewendiyan bi hesabê bêdengkirina her daxwazên navxweyî yên gelê Sûriyayê hevseng bike.

Bingeha pirsgirêkê di paşguhkirina El-Şeri ya daxwazên mirovên ku derketine kolanan de ye. Bi nebûna rewatiya navxweyî, siyaseta tawîzan ji hêzên biyanî re bi hesabê beşdariya kêmtirîn bi gel re dibe reçeteyek garantîkirî ji bo krîzên hîn mezintir di dewletek nazik de ya wekî wekî Sûriyayê. Dermankirina nîşanan bêyî çareserkirina sedemên bingehîn ên krîzên siyasî û civakî mehkûmî têkçûnê ye. Û rewatî, her çend jêhatî be jî, ji rejîmên otorîter ên ku herêmê aciz kirine, ne bêtir jîr e û di dawiyê de li hember rastiyên pevçûn û rewatiyê bêhêz derketin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN