Mihemed Seyid Risas
Ereban hêza xwe ya siyasî di dawiya sedsaliya xwe ya dewlet Ebasî 750 PZ, winda kirin. Ci cîhana îslamî de, hêzên nû derketin holê, ji wan ên beriz hêza Emazîx li Fasê bi dewletên “El-Mirabiton 1055-1147” û “El-Miwehodon 1121-1269”, li rojhilat jî tirkên Selçûkî derketin ku ji deştên Asyaya Navîn hatin wekî dagîrkerên welatê Faris û piştre serwerî li ser paytexta dewleta Ebasî Bexdadê di sala 1055an de kir û bi navê Xelîfe hukim kirin. Kurd jî, hêza duyemîn di rojhilata îslamê de bûn.
Dewleta Merwaniyan a kurdan jî (990-1085) a ji Amedê heta Mêrdînê, di aliyê erdîngarî de di navbera dewleta Ebasî û dewleta Bîzansê, qut dikir. Tirkên nû hatî, berê xwe dane herêma Anatolyayê, wekî cihekî girin ji bo belavbûnê. Şerê Milazkurd (Minazkurt) ya di sala 1071ê de, ya di navbera Selçûkiyan û Împaratoriyta Bîzansê de, şerekî di navbera kurd û tirk ji aliyekî ve û di navbera Bîzansê ve ji aliyekî din ve. Di vê çarçoveyê de, fermandarê artêşa Selçûkiyan Alp Arslan bi wekhevî di navbera wan de hate dabeşkirin û rola kurdan jî di vî şerî de sereke bû, ji ber ku ew xelkê resen bûn ku erdîngariya herêmê û herêma cîrantiya Bîzansê nas dikirin, tirkên ku nû hatin herêmê jî ev yek nedizanîn.
Rast e ku Şerê Mezlazkurdê destpêka bilindbûna Tirkiyayê li herêmê nîşan da. Osmaniyan kontrola xwe ya li ser Anatoliyê, ku piştî şer vebû, veguherand berfirehbûna ber bi Deryaya Reş û Balkanan ve û ketina Konstantînopolîsê di sala 1453an de neçar kir. Piştî têkçûna hukumdarên Sefewî yên Îranê di Şerê Çaldîranê di sala 1514an de, bi kontrolkirina Heyva Bereket, Misir û Hîcazê re, xurtbûna mezintir a Osmaniyan pêk hat, ku tê de kurdan bi rêya Şerîf Îdrîs El-Bedlîsî li aliyê Osmaniyan roleke diyarker lîstin. Lêbelê, hevsengiyên navxweyî yên dewleta Osmanî rê nedan ku Tirkiya yekalî li ser karûbaran kontrol bike. Berevajî vê, ew berhema sêgoşeya tirk-kurd-ereb bû ji serdema Sultan Selîmê Yekem (1512-1520) ve, ku di Şerên Merc Dabiqê (1516) û Ridaniyê (1517) de li ser Memalêkan serket. Ev yek di nava cudabûneke bêhempa ya şîî-sunî de ku ji aliyê dewleta Sefewî ya li Îranê ve hatibû ragihandin, qewimî, ku ji bo wan Şerê Çaldiranê destpêka pevçûneke bi Osmaniyan re bû ku zêdetirî sedsalekê dom kir, qada operasyonên wê ji axa ji çemên Dîcle û Firatê heta Azerbaycanê dirêj dibû.
Ev sêgoşe ji sê beşan pêk dihat: sêyeka yekem û herî bihêz ji aliyê Sultan û artêşa wî ya înkîşarî ve dihat dagirkirin; ya duyem ji aliyê kurdan ve, ku di heman demê de dilsoziya siyasî, leşkerî û olî ya bi Sultan re diparastin, xwedî xweseriya îdarî li rojhilatê Anatoliyê bûn; û sêyeka dawîn ji aliyê ereban ve. Ya sêyem, sêyeka ereb, ji ber mîrata xwe ya olî, cihên pîroz, giraniya demografîk û cihê xwe yê erdnîgarî yê stratejîk di nav sîstema Osmanî de hêzek girîng bû, her çend ew ji sê beşên sêgoşeya Osmanî ya herî qels ma. Di dîrokê de, pêkhateya cihêreng a Împeratoriya Osmanî tenê bi ya Rûsyaya Qeyserî û paşê Yekîtiya Sovyetê re tê berhevkirin. Wekî din, bi hin awayan, Împeratoriya Osmanî wekî dewletek duneteweyî dişibiya Împeratoriya Awistirya-Macaristanê, ku gelek netewe, etnîsîte, ol û mezheb kontrol dikir, lê bi hêzek di destên Viyanayê û Budapestê de kom bûbû, ku Komara Çek, Slovakya û beşên mezin ên Polonya û Balkanan bi rê ve dibirin.
Ev hêza sêalî(kurd-tirk-ereb) bi Sultan Mehmûdê Duyem re xerab bû, ji ber ku Mehmûdê Duyem berê xwe da dewleta navendî ku yekser ji paytextê ve were birêvebirin, piştî ku Yenîçeriyan di sala 1826an de hilweşand û berê xwe da avakirina artêşeke sîstematîk ya ku xwe dispêre, leşkeriya neçarî û sînorekî ji desthilatdariya waliyan di wîlayetan de, deyîne. Ev yek bi xurtkirina hêmana tirk û destpêka meyla navendîkirin û tirkîkirina dewletê li paytexta Osmanî re, an jî di nav de, pêk hat. Piştre kurê wî, Sultan Ebdulmecîdê Yekem (1839-1861) hat. Ya girîng ew bû ku fermana (Xeta Şerîf Kelxana-Rêxistin) ku wî di sala 1839an de derxist, ku têgeha hemwelatîbûnê di dewletekê de dihewîne ku welatiyên wê bêyî cudahiya ol û neteweyê wekhev in, ji dewleta (netewe-milet) ku sêgoşeya tirk-kurd-ereb a Sultan Selîm li ser wê ava bûbû, qut bû. Lêbelê, dema ku hêzên mezin ên ku li ser karta kêmneteweyên ne-misilman di ronahiya qelsiya dewleta Osmanî de dilîst, têr dikir, ew tirkîkirineke zêde ya dewleta Osmanî û navendîkirina wê dihewîne. Me lûtkeya wê bi koma (Komîteya Îtîhat û Tereqî) dît, ku piştî darbeya xwe ya yekem di sala 1908an de û ya duyem di sala 1909an de li dijî Sultan Ebdulhemîdê Duyemîn, di navbera salên 1908 û 1918an de dewleta Osmanî kontrol kir.
Sultan Ebdulhemîd 1876-1909an, metodeke dijberî bapîr û bavê xwe, meşand. Ebdulhemîd dît ku benda parastina ji êrîşên derve yên li dij dewleta Osmanî ew e (kombûna îslamî ye), ku ew jî jinûveçêkirina hêza sêalî ya kurd-tirk-ereb e. Di heman demê de, Ebdulhemîd ev yek wekî rêbazekî hevgirtina navxweyî ya Osmanî dît, bi rêya taybetmendiya olî û rêbazekî li dij meylên neteweyî yên ku di hundirê dewleta Osmanî de derketin, ji aliyê neteweyên ne musilman, wekî ermenan yên ku di sala 1894-1896an, serhildan pêk anî û ev serhildan jî bi awayekî sereke ji aliyê feyleqên Hemîdî yên ku piraniya wan kurd bûn, hate têkbirin. Herwiha, li gorî Ebdulhemîd, ev yek hêza sêalî, dikare wekî rêbazekî li dij dewletên mezin bikar bîne, wekî bikaranîna musilmanên Osmanî û “Xelîfeyê Musilmanan” li dij dewletên ku ew mêtîner kirine, wekî Hindistan û Misirê yên di bin serweriya Birîtaniyayê de.
Razîkirina kurdan û ereban ji aliyê Sultan Ebdulhemîd ve, rastî nerazîbûnên ji aliyê xwendekarên tirkî yên ku ji zanîngehên rojavayî derçûne an jî ji rêveberên dewletê, hat. Di encamê de, ev çîna rewşenbîr Komeleya Itîhad û Tereqî di sala 1889an de di salvegera 100î a şoreşa fransî de, ava kirin. Desteserkirina Itîhadparêzan rê li ber hilweşîna dewleta Osmanî vekir piştî ku ew ji aliyê neteweperestên tirk ve hate desteserkirin.
Diyar e ku Mustefa Kemal ku yek ji efserên (Itîhad û Tereqî) bû, di şerê xwe yê li dij hêzên hevalbend ên ku malûmilkên Osmanî di navbera 1919-1923yan dagîr kiribûn, dizanîbû ku “Tevgera Niştimanî” bê bikaranîna silogan olî yê ku neteweyan derbas dike, bi ser nakeve. Wî li ser vê têlê dilîst da ku kurdan bikişîne, di heman demê de meylên xwe yên neteweperest ên tijî şovenîzmê vedişart, ku taybetmendiyên wan piştî damezrandina Komara Tirkiyayê di sala 1923yan de piştî Peymana Lozanê derketin holê. Ev meyl sekularîzm û dijminatiya li hember meylên olî, xuyang û rîtuelên wan dihewîne.
Heta niha jî, nîqaşa li ser awayê şoreşa Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an li dij komara Tirkiyayê ya nû, berdewam e, ji ber ku nayê zanîn şoreş xwedî taybetmendiyên neteweyî ya kurdî bû tevî ku bingeha xwe ya civakî kurd bû, an jî xwedî taybetmendiya îslamî bû ku dixwast xîlafeta ku Mustefa Kemal îbtal kir, vegerîne û li di ilmaniyê, şer bike? An jî xwedî taybetmendiya herdu aliyan bû (neteweyî û olî) bû? Di du şoreşên kurdî de yên sala 1930 û 1937-1938an, naveroka van herdu şoreşan neteweyî kurdî bû, ku li dij dewleta netewperestî ya tirkî ya şofinîst bû, ya ku ji aliyê Ataturk ve dihate birêvebirin û pirrengiya neteweyî nas nedikir.
Di şoreşa 15ê tebaxa 1984an de ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hate destpêkirin, meyleke neteweperestiya kurd a bi marksîzmê ve girêdayî derket holê, dişibihe ya ku li Çîn û Vîetnamê di bin serweriya Mao Zedong û Ho Şî Mîn de hate dîtin, ku têkeliya marksîzm û neteweperestiyê ji bo rizgariya neteweyî û yekîtîyê hate bikaranîn. Di dema girtina xwe ya li Girava Îmraliyê ji sala 1999an vir ve, rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan teoriya “Neteweya Demokratîk” pêşkêş kir, ku ji bo wekheviya hemî netewe, etnîsîte, ol û mezheban di warê maf û erkên di nav civaka heyî de, digel azadiyên wan ên çandî, zimanî û olî de, parêzvaniyê dike. Wî îdia kir ku dewletek neteweyî ku nasnameya wê li ser neteweyek taybetî ye, bombeyek demkî ye ku bê guman dê biteqe.
Pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirkiyê û Ocalan û PKKyê de di navbera salên 2013 û 2015an de hewldanek bû ji bo derbaskirina ataturkîzmê, ku ji Serhildana Şêx Seîd ve ji bo dewleta Tirkiyayê hêzek teqîner bû, hêzek ku sedsalek berdewam diteqe. Ev pêvajo di dawiyê de têk çû. Ji 22ê cotmeha 2024an vir ve, destpêşxeriyeke duyemîn di rê de ye, ku ji hêla Dewlet Bahçelî, serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ve hatiye destpêkirin, partiyeke toranî ye ku ji bo cîhaneke tirkî ku ji Turkistana Çînê heta Deryaya Egeyê dirêj dibe, diaxive. Ev destpêşxerî, ku ji hêla Serokkomarê Tirkiyayê Recep Tayip Erdogan ve tê piştgirîkirin û ji hêla Ebdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê pejirandin, danûstandinên di navbera sê kesayetiyên ne-katurkîst de vedihewîne: Erdogan, Bahçeli û Ocalan. Çarçove li ser bingeha wekheviya aştiyê ye di berdêla guhertinên destûrî de ku rê li ber Tirkiyayek ne-katurkîst vedike ku li ser bingeha wekheviya di navbera neteweyan û demokrasiyê ji bo hemî welatiyên dewleta nû hatiye damezrandin.
Niha pirs ev e: Gelo destpêşxeriya Bahçelî dê bi ser bikeve, ji ber ku dewleta kûr hay ji nazikiya avahiya navxweyî ya dewleta 1923yan heye, û çawa hêza Tirkiyaya 1923yan ji fonksiyonên wê yên derveyî tê, ne ji avahiya wê ya navxweyî, nemaze ji ber ku meha hingivînê ya nû ya Amerîka-Tirkiya ku di sala 2025an de dest pê dike, lihevhatinek tirk-kurd hewce dike ku Tirkiya, ji nazikiya xwe ya navxweyî vedigere, bikaribe rolên ku Washington ji Enqerayê li Ewrasyayê li dijî Çîn, Rûsya û Îranê dixwaze, bi rêya cîhanek tirkî ku ji Turkistana Çînê heta Deryaya Egeyê dirêj dibe, ku dê mîna Ewropaya Rojava piştî 1945an û Ewropaya Navîn û Rojhilat piştî 1989an dilsozê Washingtonê be û rolên ji bo Enqerayê li Rojhilata Navîn û herêma Qefqasya-Deryaya Xezer, ku tê de Tirkiya wekî korîdorek ji bo boriyên enerjiyê yên ji wan her du herêman tên wekî alternatîfek ji bo enerjiya Rûsyayê ji bo parzemîna Ewropayê, were hesibandin?







