• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

El-Şeri bi destê Beşar El-Esed li deriyê Kermilnê dide

October 25, 2025
El-Şeri bi destê Beşar El-Esed li deriyê Kermilnê dide

Pûtîn li Moskoyê pêşwaziya serokê demkî yê Sûriyayê dike | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye العربية

Alîgirên desthilatdariya Şamê, serdama serokê demkî Ehmed El-Şeri li Moskoyê bi gelek propogandayên bêwate, mezin kirin; hinek ji wan gotin ev serdan girêdayî radestbûna Beşar El-Esed e û hineke din jî gotin ku ji bo anîne artêşa Rûsyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye ji bo sînordarkirina serweriya HSDyê. Tevî ku cewherê vê serdanê, ev qasî giranî raneke.

Bi çavekî piratîkî yê hêsan, desthilatdariya Şamê ya ku ketiye nava pirsgirêkên navxweyî û hikûmeta wê îflas kiriye, hêza wê tuneye ku bi Moskoyê re derbarê çi tiştî bazarê bike ku bikeve berjewendiyên wê, nexasim dosyaya radestkirina El-Esed. Herwiha, rêveberên Rûsyayê yên fermî bi awayekî eşkere û hişk, di mijara radestkirina Beşar El-esed di dema borî de bersiv dane rojnamevanan, ji ber ku El-Esed û malbata wî li gorî diplomasiya Rûsyayê mafê penaberiya mirovî bi dest xistine û ev mijar bi dawî bûye. Ji bilî vê yekê jî, mijara radestkirinê, girêdayî heybet û “prestejiya” dewleta Rûsyayê ye, ku cihekî ewle ji bo hevalbendên xwe yên duh, dabîn dike. Ev mijara pir hesas beşek ji wêneya Rûsyaya Putin e, ku nikare pragmatîzma xwe heta radeya radestkirin an jî bazarê li ser bike.  Piştre, ji bo berjewendiyên kê wê radestkirinê bike? Komeke çekdar a ku zilamê Rûsyayê li Sûriyayê têk bir! Serkeftina wekî vê texmînê, tê wateya Rûsyaya du caran li Sûriyayê têk çû, di demekê de ku Mosko hewl dide bêje ku ew tenê carekê têk çûye û hewldanên El-Şeri yên li derîxistina Kermilnê û vegerandine wê li Sûriyayê, asta wê têkçûnê vediguherîne” paşdekişandineke” demkî.

Eger em propogandaya din bînin ziman ew jî ku anîna rûsan ji bo sînordarkirina serweriya HSDyê, em ê bibînin ku di 10 salên borî de, HSD û Rûsyayê di nava heman herêmê de ne û têkiliyên wan aram in û hin lihevkirin hene. Herwiha, dibe ku qet herdu alî nehatin beramberî hev jî, tevî ku daxuyaniyên Wezareta Derve ya Rûsyayê ku opozîsyon, rejîm û Tirkiyayê li dij kurdan û projeya rêveberkirina herêmî sor dikirin, dema ku ev proje bi “dewletokeke” ji aliyê amerîkayî ve tê destekirin bi nav kir an jî wekî “projeya cudaxwaziyê” bi nav kir. Rewş jî ev e ku wê çawa El-Şeri di vê rêyê de bi ser bikeve, ku El-Esed nikaribû di heman rêyê de bi ser bikeve, tevî şans û hevkariya wî ya dîrokî ya rasteqîn bi Moskoyê re?

Dûrî gotegotên alîgirên desthilatdariyê, ev serdan bi awayekî ne îlankirî, eşkere dike ku El-Şeri dixwaze piştgiriya Rûsyayê ji bo çi biryareke ku bihêle desthilatdariya wî di aliyê navdewletî ve were qebûlkirin, dabîne bike. Ji ber ku tecrubeya Sûriyayê bi vîtoyaya Rûsyayê re heye, lewra Sûriya neçar dike ku dilnizim û xwe ji hebûna Mosko di Encûmena Ewlekarî de, bejna xwe daxe. Di heman demê de, di mijara razîkirinê de, pêwîstî bi serdaneke li Çînê jî dike, nexasim ku dosyaya endamên uygur û hebûna tirkistanî li Sûriyayê, gefê li aramiya Çînê dixwe. Di vê çarçoveyê de, dibe ku Şam hin tedbîrên ewlekarî bigere, ji bo sînorekî ji çalakbûna uyguran re bigire, di nav de girtina endamên tirkistanî.

Serdanê herwiha pabendbûna El-Şeri bi peymanên berê yên di navbera Moskow û Şamê de destnîşan kir û tekezî li ser “têkiliyên dîrokî yên di navbera Rûsya û Sûriyayê de” kir. Ev hevok têkilî û girêdanên ku di dema şerê Sûriyayê de di bin desthilatdariya rejîma Eê-Esed de çêbûne li ber çavan digire. El-Şeri herwiha pêşniyar kir ku peymana li ser baregehên Tertus û Hmêmîmê were nûkirin. Ev baregeh demek dirêj e ku piştgirîya hêzên El-Esed kiriye û pêşveçûna muxalefeta çekdar û Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) asteng kiriye û ji wir êrîş li ser bajar û bajarokên li derveyî kontrola El=Esed hatine destpêkirin. Serdana El-Şeri daxuyaniyek din û nepenî dide xuyakirin ku dikare wiha were kurtkirin: Me El-Esed têk bir, ne Rûsya, an jî me hin ji Rûsyayê li Sûriyayê têk bir.

Di çarçoveya avakirina artêşeke nû de, El-Şeri rastî astengiyan tê. Çek û alavên peywendiyê yên Tirkiyayê yên pêşketî ku bi awayekî veşartî derbasî Sûriyayê bûn, Îsraîlê bi awayekî eşkere bombebaran kir. Li beramberî vê yekê jî, Amerîka û Ewropayê red dikin ku artêşa El-Şeri ya ku ji “Heyet Tehrîr El-Şam” û komên girêdayî Tirkiyayê ava bûye, bi çek bikin. Diyar e ku daxwaza eşkere ya biçekirina artêşê û dayîna sîstmea parastina hewayî ya Rûsyayê, ji bo sînorekî ji serweriya Îsraîlê ya vekirî li ser asîmanê Sûriyayê, xewnek e.

Dibe ku mijara dayîna çekên Rûsyayê pêwîstî bi hin lêkolînan hebe, madem ku toreya parastina hewayî ya Rûsyayê ya pêşketî li Sûriyayê êrîşên Îsraîlê yên li dij Pasdarên Îranê û rejîma El-Esed qedexe nekirin. Piştre, gelo Rûsya dikare artêşeke koman ya ku li ser meyleke cîhadîst dimeşe bi çek bike, ji bo cihê xwe yê herêmî xurt bike? Piştre gelo ji bo çi wê Mosko van çekan bide? Ji bo bersivdayîna Îsraîlê? Ev pirsên retorîkî ne ku rasteqîn xuya dikin û bersivekê dihewînin. Di tecrubeyên berê de, sîstema parastina Rûsyayê dema ku hevalbendê xwe yê stratjîk Îran dihate hedefgirtin, radiwestiya. Gelo El-Şeri û desthilatdariya wî ji Îranê girîntirîn ji bo Rûsyayê? Mirov nikare bêje erê. Di heman demê de, em ji bîr nekin ku Netanyahu dema ku Rûsya derbasî nava şerê Sûriyayê sala 2015an bû, bi xêrhatina wê û rola wê kir û ew wekî “cîranê nû” bi nav kir ku wî ji barê rûbirûbûna êrîşkariya Îranê li ser axa Sûriyayê sivik dike. Eger ku em bêjin Rûsya vegeriya qada Sûriyayê, wê careke din ji aliyê Netanhyu ve were pêşwazîkirin, ji ber ku Netanhyu di vegera Rûsyayê û nexasim di beravê de, wê bibe bendek li pêşiya daxwaza Tirkiyayê ya belabûna li ser beravên Deryaya Spî ya Navîn. Di hema demê de, texmînek din jî ew e ku hebûneke Rûsyayê ya xurttir li beravê dikare toreke xerîdar/mezhebî peyda bike ku piştî vegera hêzên Rûsyayê li dora wan bicive. Ev yek dê fikra “herêmeke peravê” bi piştgiriya Rûsyayê bike hevpîşeyek potansiyel ji bo herêma Rojhilatê Firatê ya ji aliyê Amerîkayê ve tê parastin û herêma Siwêdayê ya ji aliyê Îsraîlê ve tê parastin.

Îmzekirina peymanên çekkirinê, pêwîstiya wê bi sê faktoran heye: Pirbûna xebatên pîşesaziyê li aliyê ku çekan dide, ev yek jî li bo Rûsyayê ne pêkan e, ji ber ku şerê wê yê dirêj û vekirî bi Ukranyayê re. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên Rûsyayê di rojên beriya hilweşandina El-Esed, kêmbûna çekan bû û hin raporan behs kirin ku balafirên Rûsyayê cebilxaneya xwe ya pêwîst tune bûn, ji bo rawestandina pêşketina hêza “astengkirina êrîşan”. Faktorê duyem ku tuneye, ew jî nebûna pereyan di destê desthilatdariya Şamê de ji bo kirîna çekan ji Rûsyayê, eger ku em bêjin Şam bibe hevalbendekî stratejîk ji bo Mosko. Faktorê sêyem jî, ku divê herdu “hevalbend” di heman têgihaştin an jî nêzikbûna îdeolojîk bin, gelo pispor û rahênerên rûs dikarin bi “nîvartêşekê” re bixebitin ku ji hêla doktrînên olî yên tundrew ve tê rêvebirin ku bi doktrîna neteweyî ya artêşa Rûsyayê re nakok in? Gelo ew dikarin bi artêşekê re jî bixebitin ku efserên wê yên pilebilind li Rûsyayê perwerde nedîtine, lê ji paşxaneyek cîhadîst a dijminê Rûsyayê tên? Nebûna “kîmyaya” di navbera rahêner û perwerdekirî de yek ji wan pirsgirêkan e ku nayê kêmkirin.

Diyar e ku desthilatdariya El-Şeri hîna rastiya Sûriyaya nû fêm nekiriye ku divê ev Sûriya nû bêyî çekên stratejîk be, ango ne çekên rojavayî û ne jî yên rojhilatî. Şirovekarekî îsraîlî piştî reva El-Esed bi demeke kurt û hedefgirtina depoyên çekên Sûriyayê, bi awayekî pêkenok got: Êdî bila bi kilaşînkovê, dest pê bikin.

Ji bo Heyet Tehrîr El-Şam, cîhan ji bo wê comerdî kir, ji ber ku bi awayekî beşî qedexeya li ser wê rakir û bernameya dayîna xelatan ji bo pêşkêşkirina lîderên wê ji edaletê re rawestand. Lê sînorê comerdiyê di mijara çekkirinê de, radiweste, ji ber ku bihane wiha ye: Hûn çima çekan dixwazin, madem ku hûn soz didin hûnê parastina têkiliyên baş bi hemû cîranan re bikin. Eger ku çekkirin bji şerên nû yê navxweyî be, cîhan destekê nade vê tevlîheviya ya xwedî lêçûneke giran. Siberoja hêzên çekdar ên Sûriyayê, wê ji çarçoveya polîsan, parastina sînor, parastina beravan û hêzên dijî terorê, derbas neke. Bi rastî, ev vebijêrk ji bo pêşeroja Sûriyayê sûdmend xuya dike, heya ku artêşa mekanîzekirî, ku bi çekên stratejîk ve hatiye çekdarkirin, ji bo cîrantiyê gefê çêbike û ya girîngtir, pêvajoya aştiya navxweyî têk bibe.

Mijareke din a têkildarî xwezaya artêşa Sûriyayê ya pêşerojê: Welatên leşkerî yên mîna Pakistanê gotegot li ser derketin ku îdia dikin ku ew “artêşek e ku dewletek mezin kiriye, ne dewletek e ku ji bo xwe artêşek ava kiriye.” Li vir, cîhan nikare wê fikrê qebûl bike ku komikek dikare artêşekê mezin bike û ev artêş wê hingê bibe dewletek.

Texmîna mezin ew e ku hebûna Rûsyayê bi îradeya Sûriyayê, wê tenê ji bo berjewendiyên Rûsyayê be.  Di vir de pirsek derdikeve holê: Kîjan hêza navdewletî an jî herêmî ji El-Şeri re got serdana Mosko bike, ji ber ku eger Rûsya were meydanê, berjewendiyên herî biçûk jî ji bo desthilatdariya El-Şeri pêk nayê, bi qasî ku wê taybetmendiya nû ya lîstoka dabeşkirina serweriya navdewletî û herêmî, xurtir bike. Nexasim ku Sûriya hîna gelekî lawaz e ku bikeve “lîstoka navneteweyî” an jî bikaribe bi berjewendiyên dewletan yên dijberî hev, bijî.

Ji hin aliyan ve, serdana Moskoyê ji bilî revîna serokatiyê ji pirsgirêkên navxweyî û erkên neteweyî tiştek din xuya nake. Ev reçeteyek e ku El-Esed berê ceribandiye dema ku xwe avêt hevalbendên derve da ku opozîsyonê bitepisîne û her rêyek siyasî ya navxweyî asteng bike.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN