• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Şam û Rêveberiya Xweser: Di navbera hêza yekalî û mafê cudabûnê de

October 23, 2025
Şam û Rêveberiya Xweser: Di navbera hêza yekalî û mafê cudabûnê de

Xwepêşandanek ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser li Qamişloyê | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Ferhad Hemê

Made bi erebî jî heye العربية

Bi nûkirina nîqaşên derbarê entegrasyona di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de, li ser esasê peymana 10ê adarê, pirseke girîng derdikeve holê: Çawa projeyeke li ser esasên nirxên ilmanî û pirrengiyê, tevlî projeyeke ku rewabûna xwe dispêre bingehên olî û di fikir û kiryarên xwe de, yekaliyeke tund dimeşîne?

Bersiva tê belavkirin û dibe ku ya pêkenok be, wê peyva “demokrasî” be. Lê Ehmed El-Şeri di hevdîtina xwe ya dawî de bi kanala CBS ya taybet bo temaşevanên amerîkayî ye, bi awayekî tam gotina demokrasî bi kar nayîne, ne wekî sembolîyeke pirrengiya siyasî û ne jî çandî. Lê belê xwe wekî “nûnerê tekane” yê gelê Sûriyayê nîşan da û Sûriya veguhrand kelûpeleke jeopolîtîkî ya ji bo veberhênanên derve. Di heman demê de, El-Şeri tinazên xwe bi xîtabên mafên kêmneteweyan kir û qet behs nekir ku ew ê lêvegereke rasteqîn ji bo xwe çêbikin.

Lê tevî vê yekê jî, hin akademîsyenên rojavayî dibînin ku El-Şeri di pêvajoyeke veguhartineke pragmatik re derbas bûye û ev yek hiştiye ku karûxebatê di çarçoveya dewletnîjadê de kar bike. Lê hin akademîsyenên din  bawer dikin ku pejirandina wî ya rêûresmên nûjen ên bijartî tenê bergê ramana hêzdarkirinê ye, ramanek ku kok li doktrîna olî ya fundamentalîst digire, nemaze di derbarê yekdestdariya hêz û serdestiya dewletê de.

Modernîteya xerabbûyî

El-Şeri ne kesekî taybet e ji diyardeyeke berfireh ku îro bi “Modernîteya otorîter” tê naskirin, ku ev yek jî xwe dispêre desthilatdariya navendî hebûna xwe ne bi demokrasiyê rewa dikje, lê belê bi rêya sozên pêşxistin û serkeftinên aborî hebûna xwe rewa dike. Di vê çarçoveyê de, modernîtetî tenê di çarçoveya projeyeke teknokratîk a bênirx de sînordar dimîne û xîtaba sûkê li şûna siyasetê û vebûna ber bi aborî ve wekî maskeke ji bo veşartina îdeolojî, bi kar tîne. Bi vê wateyê, El-Şeri tiştê pêşkêş dike ne projeya dewleta modern e, lê belê çavlêkirina modernîteyê ye: Modernîteya bê azadî û mêjiyê giştî. Ev yek jî kopiyeke tundrew a ji neoliberalîzmê ye, ku li pişta wê dirûşmeyên”taybetmendiyên olî” têne veşartin, ji bo ku hilberîna yek netewe û di rewşa Sûriyayê de jî hilberîna: Erebîzma sunî ya fundamentalîst.

Bi her halî, nuxamtina îdeolojiya El-Şeri û pêkenokkirina bi hizira ilmanî û dewleta destûrî, ji aliyê hin hêzên navdewletî ve, tê hezkirin û pêşwazîkirin. Ev yek jî di rojên dawî de, di gotara dîplomatê amerîkayî yê berê James Jeffrey de derketiye holê, ku ev Jeffrey bi alîgirbûna xwe bi helwesta Tirkiyayê li Sûriyayê tê naskirin û banga lezbûna yekkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de kir. Herwiha, Jeffrey dibîne ku, nepêkanîna peymanê bi çavê Rêveberiya Xweser, vedigere gelek fakotran, jê yên girîng tundiya li dij kêmneteweyan û biryarên yekalî yên ku ji aliyê desthilatdariya demkî ve derketine.

Lê Jeffrey, ku berê wekî nûnerê Amerîkayê li Sûriyayê kar dikir, bawer dikir ku sedema kûrtir a astengiyê modela Rêveberiya Xweser bi xwe bû, ku aramiya sazûmanî ya nisbî bi dest xistibû. Di heman demê de, kurd tu sûdê nabînin ku dev ji tecrubeya xwe ya ilmanî û hevkarî berdin, ji bo projeyeke ne zelal a ku El-Şeri bi rê ve dibe. Di dawiya analîza xwe de, Jeffrey bi awayekî eşkere  bû alîgirê “aramiyê” ku li ser esasê avakirina dewleteke nûjen, ewlekariya herêmî, têkoşîna li dij terorê û sînordarkirina serweriya Îranê, çêdibe. Ev helwesta piraniya hêzên derve ya derbarê rewşa Sûriyayê, nexasim piştî ku rojava dev ji mîrasa rizgariyê berda û li şûna wê metniqê “destepêkê aramî” hilbijart.

Li gorî vê, îro hikûmeteke navendî ya nû ji nû ve tê avakirin, ku li ser bingeha piraniya sunî ya îslamî ye û bi serokatiya Ehmed El-Şari ku Trump li Riyadê wekî “zilamekî bihêz” bi nav kir, tê rêvebirin. Ev ji nû ve pêkanîna modelek otorîter e ku piştî şerê navxweyî zordariyê ji kaosê tercîh dike, di hewldanek rojavayî de, nemaze ya amerîkayî di bin serokatiya Trump de, da ku tiştê ku ew wekî “şaşiya” hilweşîna rejîma Sedam Husên dibîne rast bike, dev ji her xeyalek azadiyê berde. Li gorî vê mantiqê, gelên Rojhilata Navîn tenê dikarin bi zorê werin birêvebirin, her çend bedela wê cemidandina tevahî ya projeya dewleta nûjen be jî.

Balkêş e ku hêza ku ji hêla El-Şeri ve tê temsîlkirin ne ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê dixebite, lê belê ji bo birêvebirina wê, ji îstîsnayekê veguherandina wê bo qaîdeyekê – ango, ji bo ku ew bibe prensîba damezrîner a desthilatdariyê bi xwe. Li şûna parastina mafên civakê, ew bûye amûrek ji bo bindestkirina wê bi navê “yekîtiya bi zorê” û xurtkirina vîzyonek totalîter ku cihêrengiyê wekî kêmasiyek dibîne ku divê were rakirin. Hişmendiyek wiha tenê dikare bi hilberandina tundûtûjiyê bidome: carinan bi rêya tunekirina rastîn, carinan jî bi rêya asîmîlasyona sembolîk, wekî ku di hewldanên hilweşandina Rêveberiya Xweser de diyar dibe. Li vir, kêmasiya orîjînal a nasnameya sûriyayî ji destpêka xwe ve tê eşkere kirin: Redkirina naskirina nakokiyê wekî şertek jiyanê. Ev şêwaza ramanê napirse ka cihêrengiya sûriyayî çawa dikare piştî çardeh salan şer bidome; berevajî vê, ew bi tevahî ji pirsê dûr dikeve. Ew hişmendiyek e ku cûdahiyê wekî gefek li ser hebûna xwe dibîne, ne enerjiyek afirîner ji bo nûkirina jiyanê.

Rêbazên hevjiyanê

Bersiva vê pirsê mirov yekser ber bi “HSD” û sîstema Rêveberiya Xweser dibe, ji ber ku yên herî zêde nêzî mafê cudabûnê ne û derfeta avakirina dewleteke destûrî ya nûjen li ser esasê vî mafî, ne înkarkirina wê, heye. Di vê çarçoveyê de, HSD tenê nûnertiya kurdan nake, lê belê di cewherê xwe de, hêzeke ilmanî ya parastinê ya balkêş di serdemeke ku ilmanî kêm dibe û şepêlên olî yên tundraw zêdetir dibe. Herwiha, HSD hewl dide ku wateyeke nû bide modernîteyê, moderînetiya demokratîk  ku nijada teng derbas dike  û ji nû ve serweriyê pênase dike, li ser esasê pirrengiyê, ne homojenîteya bi darê zorê. Ev yek jî dihêle ku di çavên hêzên derve de, her dem çavkaniya nerazîbûnê be, ji ber ku hebûna wê bi xwe qelsiya gotara ku “îstîqrarê” li ser înkarkirina cudahîyê ava dike, eşkere dike, ku ev yek jî aciziya ku mirovên mîna James Jeffrey li hember wê nîşan didin rave dike.

Diyar e ku Rêveberiya Xweser a ku girêdayî diyaletîka Hegelî di rêgeza xwe ya “Yekitî di nava cudabûnê de”, asta dorpêça ku hêzên herêmî yên xwedî meylên nîjadî û gelek caran jî asta fişarên navdewletî jî dizane. Rêveberiya Xweser, siyaseteke pragmatik bi rêgeza: Beşdarî çareserî û lihevkirina dibe, ne ji ber ku tawîzan dide, lê belê ji zanebûna xwe ya kûrî bi pêwîstiyên mayîn û danûstandinên, ev yek jî altirnatîfeke aqilmendî ji îdeolojiya qirkirin û asîmlasyona bi darê zorê ye. Lewra, Rêveberiya Xweser, bi rêya zimanê danûstandinê, têkiliya bi Şamê re diparêze, ji bo ku projeya xwe ya demokratîk di nava trajediya Sûriyayê de, zindî bihêle.

Ji bo fêmkirina dîmanîkên şerê Sûriyayê, divê em mentiqê Hegel bi bîr bixin: Pirrengî ne şaştiyeke ku divê were sererastkirin, lê belê şertekî zanebûn û jiyanê ye, herwiha nakokiya di navbera navend û derdoran de pêwîstiyek diyalektîkî ye ku ji nakokiya siyasî bi xwe tevahîyek aqilane diafirîne.  Lê hewldana ferizkirina yekbûna bi darê zorê di bin navê “yek welat” de, ew hizirandina beriya diyaletîkî ye ku hewl dide tevgerbûna dîrokê bi rêya îbtalkirina nakokiyê, rawestîne. Di encamê de jî, rastiya Sûriyayê tenê bi rêya fêmkirina vê nakokiyê tê avakirin, ango veguherandina şer bo kêliyeke hişyariyê, ne bo şerê qirkirin û tundiyê.

Dema ku em bi vî mentiqî derbasî danûstandinê bibin û bi bendên wesîqeta peymana 10ê adarê, rêgeza entegrasyonê dibe naskirina cudabûnê di nava saziyên sivîl û leşkerî de, ne ku asîmlasyona di navendê de, wekî ku Mezlûm Ebdî di rojên dawî de ev yek aşkere kiribû. Lê tevî vê yekê jî, hizirandina yekalî li dij pirrengiyê di mehên dawî de berdewam kir, çi bi rêya alîgirên şer li Enqera û çi jî bi rêya îdeolojiya alîgirên Ehmed El-Şeri bi xwe. Di necamê de rûbirûyê rastiyê hatin û komkujî rû dan û gefên şerekî navxweyî çêbûn. Ev bingeha wê tumora avahîsazî ye ku ji destpêka damezrandina wê ve li hebûna Sûriyayê belav bûye. Bi rûbirûbûna vê rastiyê re, xuya ye ku Şam û dibe ku aliyên derveyî, di dawiyê de fêm kirine ku naskirina yê din êdî ne vebijarkek e, lê belê pêdiviyek hebûnî ye ji bo parastina dewlet û civakê û şerta yekane ji bo sepandina aramiyê ye.

Nakokî wekî şertekî mayînê

Tevî hemû aloziyên rojane û pêşketinên herêmî yên germ, diyar e ku danûstandin bûye vebijareke neçar, tevî derketina bangên serxwebûnê wekî rêbazekî ji bo rawestandina komkujiyên sûriyayî. Entegrasyon li gorî danûstandinên heyî, dijberan di yek krîzê de ji holê ranake, lê belê naskirina dûrbûnên di navbera wan de ye û çarçoveya nakokiyan û naskirina hevbeş, diyar dike. Di cewherê xwe de, diyarkirina erkan e û berizkirina cudabûna di navbera navend û aliyan de ye, herwiha cudakirina desthilatdariyan e û parastina cihêrengiya civakî ye û rêdayîna her aliyekî ku ji mafê wan e, karûbarên xwe yên xweser bi rê ve bibin.

Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku hevjiyan divê li ser bingeha ahengek bêkêmahî di navbera pergalek layîk û yek bingehparêz de, an jî di navbera desthilatdariya şêxan li deverên ku piraniya wan sunî ne û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de be. Ne jî tê wê wateyê ku desthilatdariya îslamî li ser zîmiyan di bin navê “yekîtiya derewîn” de were ferzkirin. Berevajî vê, ew hewce dike ku nakokiya kûr a di navbera dijberên ku cîhanê ji perspektîfên bi tevahî cûda dibînin veguherîne qadeke hevpar, ku bi rêya zimanê siyasî û destûrî, wekî serwerî, dewlemendiya neteweyî, sînor û derbasgeh, pere, hêzên navend û derdoran û şerê li dijî terorîzmê were birêvebirin. Entegrasyon nayê wê wateyê ku yekîtiya bi zorê heye, lê belê di heman demê de nakokiyê di nav qadeke sembolîk de dihêle ku rê li ber ketina nav pevçûnek tuneker bigire. Bê guman, nakokiyên siyasî yên di navbera van her du projeyan de dê tûj bimînin, lê esas li vir eşkere ye: qebûlkirina hevjiyanê bi kesên ku em pê re nakok in ne tenê tolerans e, lê rastiyek hevpar a neçar e û şertek girîng e ji bo domandina Sûriyaya piştî şer.

Qebûlkirin û mijûlbûna bi felsefeya nakokiyê re şertek pêşîn e ji bo serkeftina entegrasyonê, nemaze di nebûna nasnameyek neteweyî ya yekgirtî de. Nebûna vê qebûlkirinê şer wekî alternatîfek gengaz dihêle, tiştek ku rastiya Sûriyayê nikare tehemûl bike. Ger selefîzma tundrew dev ji xeyala yekalîbûna mutleq di rêveberiya dewletê de berde û pirrengiya nisbî qebûl bike, her du model dikarin îro bi hev re bijîn, di heman demê de Rêveberiya Xweser neçar bimîne ku bi vê tora hêzê ya nû re têkilî dayne. Li gorî vê yekê, divê hemî gavên danûstandinên pêşerojê van qadên hevpar û cihêreng bi rêya qanûnên nû û guhertinên destûrî xurt bikin, da ku berdewamiya Sûriyayê wekî hebûnek piralî û berxwedêr misoger bikin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN