Ferhad Hemê
Di rewşeke siyasî ya sosret û ne mentiqî de ku tê de nakokî û bêberpirsyartî heye, parlamenterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê Cengîz Çandar biryara redkirina Wezareta Edaletê ya Tirkiyayê di kêliyên dawî de li ser biryara dadgeha Ewropayê ya mafê mirovan derbarê berdana siyasetmedar Selahedîn Demîrtaş, wekî derbeyeke kûr di pişta pêvajoya aşitiyê de bi nav kir, ku hîna du salên xwe temam nekirine. Di heman demê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan bi hempîşeyê xwe yê sûriyayî re piştî bûyerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li Helebê derket û bi zimanekî gurkirina li dij HSDyê axivî. Herwiha, Fîdan amaje bi wê kir ku divê peymana 10ê adarê li gorî dîtina Tirkiyayê ya teng pêk were, ku tê de mekanîzmeyên radestbûnê wekî siyaset were nîşandan û radestbûna bi razîbûn wekî entegrasyon pêk were, di bin navê dîplomasiyê de.
Ji aliyê xwe ve, serokê Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya çend roj berê de li ber bloka xwe ya parlemanî, daxwaz kir ku komîteya parlemanî ya berpirsiyara çavdêriya pêvajoya aştiyê bikaribe serdana serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Ebdulah Ocalan li girtîgeha wî ya li Girava Îmraliyê bike, ji ber ku ew danûstandinkarê sereke yê kurdan e. Di heman demê de, serokkomarê Tirkiyayê rûniştina yasadanînê bi silavek germ ji nûnerên Partiya Aştî û Demokrasiyê re vekir, behsa biratî û wekheviyê û pêwîstiya berdewamiya rêya tifaqa kurdî-tirkî-erebî kir.
Ev daxuyanî cudahiya kûr a di navbera helwestên aliyên cuda yên di nav dewleta Tirkiyayê de ji destpêkirina pêvajoya aştiyê ve eşkere dikin. Rewş bi girêdanek nexweş a bi heman eniyê re xuya dike, nikare biryarekê bide, ji ber ku dewlet di navbera xwesteka xwe ya ji bo derbasbûna ji şer û kêfa xwe ya ji berdewamiya wî de dabeşbûnek navxweyî dijî.
Tevî ku komîteya parlamentoyê ya têkildarî aşitiyê zêdetirî 14 civîn bi hemû çînên civakê yên cihêreng re li dar xistin, lê heta niha dewleta Tirkiyayê di pêkanîna gavên piratîk de ku baweriyê zêde bike, dudil e, wekî dayîna biryara mafê hêviyê ji bo Ocalan, derxistina siyasetmedaran ji zindanan û nexasim kesên nexweş ji wan. Ji bilî vê yekê jî, dewleta Tirkiyayê xîtaba dijberî HSDyê berdewam dike û bi israr e ku bermahiyên rêxistina El-Qaîdayê bi rêya desthilatdariya Ehmed El-Şeri û kopiya Gurên Boz ên sûriyayî (Artêşa Niştimanî wekî Emşat û Hemzat û hwd) bi kar bîne.
Aştitiyeke bi fikar
Bi vî awayî rewşa Tirkiyayê derdikeve pêş, ku bi pîrozkirina aşitiyê wekî rengekî nû ji rêveberkirina şer e: Aşitiya tê gotin, lê nayê bikaranîn, wekî armanceke baş tê pêşkêşkirin, lê wekî rêbazekî mayîndekirina aloziyê tê bikaranîn. Lewra, dewleta Trikiyayê di rewşa xwe ya heyî de, bi nakokiyan, li ser lingê xwe maye. Ji ber vê yekê, pirsgirêk di herêmeke “di navberê de” de ye, ango di navbera daxwaza eşkere ya di aşitiya nû de û nekarîna qutbûna ji rabirdûya ya li ser esasê înkarkirin, asîmilesyon û qirkirinê. Dema ku dewleta gotina “Aşitî” bi lêv dike, bê hemdî xwe “ewlekariya neteweyî” tîne ziman li şûna”lihevkirinê”. Lê kurd jî, di aşitiyê de naskirina hebûn û mafên xwe dibînin. Êdî di vir de, du proses têne avakirin: Aşitiya ji bo ewlekariya neteweyî “Tirkiya bê teror” û aşitiya ji bo naskirina “têkildana demokratîk”.
Ji ber vê nakokiyê, di nava kurd û tirkan de, rewşeke tevlîhev derdikeve holê. Hêviyek heye li ser lihevkirina domdar, beramberî wê jî dudiliya di nava dewletê de heye di rûbirûna xwe û bîranîna xwe ya dîrokî de. Ji aliyekî din ve jî, dema ku sembolên dewletê wekî Erdogan û Bahçelî bi bîr dixin ku kurd rastî zordarî û paşguhkirinê hatine, lê pergal hê jî dûrî helwesteke yekgirtî dimîne. Ev parçebûna navxweyî gefê cêdike ku careke din şer vegere xala destpêkê.
Pêvajo hîn di çarçoveya avakirinê de ye, di atmosfêrekî ku heta niha di bin çanda şer de ye, taybet piştî ku dewleta Tirkiyayê ber bi metoda otorîter ve çû û ji dema têkçûna pêvajoya aşitiyê beriya deh salan, guh nada qanûnê. Ji ber vê yekê jî, aşitî di vê çarçoveyê de, ne tiştekî ku bi biryareke siyasî an jî bi destdaneke sembolîk amade bibe, lê proseseke bi girêk e pêwîstî bi avakirina pirên baweriyê û îradeyeke cesaret heye ji bo ku dema berê derbas bike. Wekî ku Bahlçelî jî dibêje aşitî bê bask nikare biafire û di vir de taybet jî berpirsyartî dikeve ser milê dewletê, piştî ku kurdan pabendûna xwe anî ziman û çek danîn.
Alîgirên aşitiyê dibînin ku divê dewlet gavan biavêje û bi awayekî lezgîn jî, ji bo vegerandina baweriyê bi rêya aşitiyê. Lê heta niha tenê di çarçoveya sozan de maye bê ku sozên xwe li ser erdê pêk bînin, ev yek jî dihêle ku alîgirên şer careke din dengê xwe di hundirê Tirkiyayê wekî di qada Sûriyayê de, bilind bikin. Peymana 10ê adarê jî mînaka herî eşkere li ser vê rêya bi fikar e: Di demekê de ku metna peymana 10ê adarê di bend û rêgezên xwe de eşkere bin, lê Şam û Enqera ev peyman veguherand rengekî ji rengên radestbûna bi razîbûn, di bin dirûşmeya “Entegrasyona bi darê zorê”. Entegrasyon ku ji helandina xwe-ya kurd û hilweşandina wê di modela neteweya yekgirtî ya serdest de tiştekî din nade, ku îro, di doza Sûriyayê de, wekî neteweya tundrew a sunî ku dixwaze neteweperestiyê monopolîze bike û pirrengiyê ji holê rake, xwe nîşan dide.
Eger ku rewş wiha be, çima Tirkiya biryara da ku deriyê “aşitiyê” bixe vê carê bi rêya Bahçelî û çima niha dudil e di berdewamiya wê de?
Bersiv ne ji şiyarbûneke exlaqî ya ji nişka ve tê, lê ji hişmendiyeke stratejîk a ku ji ber fikaran tê ajotin. Enqera, bi rêya ajansên xwe yên îstîxbaratê, haydar bû ku her hilweşîna muhtemel a rejîma El-Esed, digel kêmbûna bandora Rûsya û Îranê, dikare derî li ber hebûna berfireh a Îsraîlê û dibe ku nêzîkbûnek bi Hêzên Sûriyaya Demokratîk re veke. Ev, di xeyala Tirkiyayê de, vediguhere kabûsek jeopolîtîk: Dorpêçkirina Tirkiyayê di nav sînorên Anatoliyayê de, wekî ku Bahçelî diyar dike. Ew vejîna “fobiya tengbûna piştî berfirehbûnê” ye ku ji Peymana Sevrê ve di binhişê Tirkiyayê de digere. Di vê gotarê de, “aştî” ji îfadeya vîzyonek siyasî bêtir dibe xuyangeke panîka stratejîk.
Ev tevlîhevî û ne zelalî, pirseke girîng datîne holê: Gelo nakokî di navbera baskên dewleta Tirkiyayê de hene: Alîgirên aşitî û alîgirên şer? Dibe ku bersiv di du hîpotezên sereke de bin, ji ber ku daneyên piştrastkirî tunene.
Yekem: Saziyên dewletê dibe ku wekî yekîneyekê di lîstokeke dualî de bilîzin di navbera gotin û pêkanînê de, bê ku cudabûneke rasteqîn di navbera Erdogan, Bahçelî, Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalan û Yeşar Guler, hebê. Ew dirûşemyên aşitiyê bilind dikin, lê radestbûnê feriz dikin û li şûna hevkariya rasteqîn enteragsyona bi darê zorê hildibijêrin. Ev yek jî dihêle ku “aşitî” bibe hevwateya “radestîbûnê” û piştperdeyeke sembolîk ji bo armancên ewlekarî û siyasî.
A duyemîn balê dikişîne ser pevçûnek navxweyî di navbera aliyên dijber ên di nav dewletê de û ya ecêbtir, di navbera du modelên “dewleta kûr a kevin” de. A yekem dewleta normativ e ku hewl dide yekîtiya Tirkiyayê bi rêya aştiyê biparêze, li dijî “dewleta kûr a nû” ye, ku qanûnê binpê dike û xwe dispêre torên yekdestdar, milîs, çete û mafyayan, ku ji bermahiyên tora Gladio bigire heya komên cîhadîst û versiyonên sûriyayî yên Gurên Boz dirêj dibin. Bi vî rengî, ev tor pevçûnê vediguherînin amûrek daîmî ji bo birêvebirina tengezariyê û gurkirina nefretê, dewletê dihêlin rehîn ji vê dijberiya di navbera her du aliyên dewleta kûr de.
Entegrasyon û lîstika şîrovekirinê
Li gorî tiştên borî, diyar e ku hîpoteza duyem nêzî mentiq e ku em bi bûyerên dîrokî yên nêz re bidin ber hev. Li ser vî esasî jî, dibe ev rêveçûyîn li gorî van nakokiyan bi pêş bikeve û cewhera mijara jî di çawabûna şirovekirina têgihîştina “entegrasyonê ye”, ev jî pîvaneke sereke ye ji bo diyarkirina helwestên şepêlên dijberî wê. Vegotina ewlekarî ya Tirkiyayê ya kevneşop entegrasyonê yek reng dibîne: Li şûna hevkariyê, radestbûnê û li şûna pirrengiyê, asîmlasyon. Êdî di vir de jî, “entegrasyona bi darê zorê” tê pênasekirin, ku ji nûnerên doza kurdan tê xwestin xwe înkar bikin û bi nasnameya neteweyî ya desthilatdariyê re xwe bikin û hemû çavkaniyên dewletê yên dîplomasî, leşkerî û îstxibaratî bi kar tînin, da ku vê metodê derbasî Sûriyaya piştî El-Esed bikin. Ev yek jî gerên danûstandinê yên di navbera Şam û Qamişloyê de, têk dibe.
Berevajî vê, Ocalan vîzyonek bi tevahî cûda pêşkêş dike ku li ser bingeha têgiha “entegrasyona erênî” ye, ku tê de kes û kom bi hişmendiya qanûnî wekî welatiyên azad û wekhev beşdarî qada siyasî dibin, ne wekî pêvekên demografîk an amûrên xemilandî ji bo peyzajek neteweyî ya yekgirtî. Ev entegrasyon cûdahiyê wekî nirxek zêdekirî nas dike, ne wekî gef û Ocalan hewl dide ku ji hemî deng û tevgerên ku piştgiriyê didin vê nêzîkatiyê di nav avahiya dewletê de sûd werbigire, di heman demê de zextê li bloka xwe dike ku piştgiriya civakî û siyasî ji bo vê ramana entegrasyonê berfireh bike. Di vê navberê de, tevgera ku aştiyê wekî gef dibîne, berxwedana xwe ya sembolîk li hember vê hişmendiya nû didomîne, xwe dispêre mîrata dewleta neteweyî, ku yê din tenê wekî bindest an dijber nas dike. Ev yek bi bêdengkirina dayîkên kurd ji ber karanîna zimanê kurdî hatiye nîşandan.
Bi nebûna çirayek kesk ji rojava û NATOyê ji bo serpêhatiyek leşkerî ya nû li bakurê Sûriyayê, “aştî” di çavên parêzvanên şer de, bûye amûrek ji bo veberhênana siyasî. Danûstandin bi bombebarana dîplomatîk a rojane têne guheztin û paşxistin dibe polîtîkayek birêvebirina demê li şûna şopandina çareseriyek. Li vir, newekheviya di navbera herikînên dewletê de eşkere dibe: Hin deng behsa aştiyê dikin, hinên din jî şer gur dikin, banga entegrasyonê dikin lê polîtîkayeke asîmîlasyonê dimeşînin. Di vê çarçoveyê de, aştî ji rêvebirineke demkî ya nakokiyan wêdetir tiştek nîne, tirsa xwe ya windakirina kontrol û bandorê vedişêre. Ev deng pir caran bi komên ku qanûnê binpê dikin û ji bo domandina rewşa şer xwe dispêrin dijminê xeyalî ve girêdayî ne.
Niyetên Tirkiyayê bê guman dê li ser axa Sûriyayê û di gavên qanûnî yên berbiçav ên ku di nav wê de têne hêvîkirin de werin ceribandin. Qad cûdahiya di navbera gotin û kiryaran de eşkere dike. Ger Enqera di derbarê fikra “biratiya kurd-tirk” de cidî be, ew dikare, mînakî, ruhê Peymana Neteweyî bigire, ku mafên kurdan ên nenavendî nas dike û dostaniya dîrokî ya di navbera kurdan û neteweya Tirkiyayê de xurt dike. Lêbelê, hişmendiya ewlehiyê, heta niha, tercîh dike ku amûrên kevn ji nû ve bi kar bîne, ji girseya “Gurên Boz” ên Sûriyayê bigire heya tevgerên îslamî yên tundrew ên li Şamê.
Dibe ku rêya li pêş me tijî mayîn be, lê pêşketinên li ser erdê li Sûriyayê, nekarîna hikûmeta demkî ya Şerîetê ya birêvebirina cihêrengiyê û kêmkirina çarçoveya şer dibe ku rê bide vekişînek ji nêzîkbûna gef û tirsandinê û ji bo parêzvanên aştiyê di nav welat de derfetek berfirehtir peyda bike. Derfetên aştiyê hîn jî hene û heke ew li gorî hewcedariya dîrokî bi rêkûpêk werin bi kar anîn, dibe ku gengaz be ku mayînên demê berî ku biteqin bên bêbandorkirin û bi biryardarî û coşeke ber bi aştiyeke mayînde ve sînor derbas bikin.







