• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Rêya 7ê Cotmehê.. û şaştiya “bidawîkirina Îsraîlê”

October 9, 2025
Rêya 7ê Cotmehê.. û şaştiya “bidawîkirina Îsraîlê”

Filistînî li ser mala Yehya El-Sinwar di dema danûstandina girtiyan bi Îsraîlê re, 30ê çileya 2025an | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

 Mihemed Seyid Risas

Made bi erebî jî heye

Di roja şemiyê ango 21ê hezîrana 2025an, balafireke şer a Îsraîlê zêdetirî 2 hezar kîlometer qut kir, ji bo bombebarankirina avahiyeke li bajarê Qomê yê Îranê, bi armanca kuştina kesekî di wê avahiyê de. Ev kes navê xwe Mihemed Seîd Azadî (ê ku bi navê Hac Remedan tê naskirin) ku generalekî di Feyleqa El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê de ye. Azadî navê wî ji şerê havîna 2014an de li Xezayê beriz bû, ji ber ku ew ê demê berpirsê (Şaxê Filistînê: Şaxê 2500) yê girêdayî Feyleq El-Qudis. Piştî wî şerî, êdî Hemasê vegera têkiliyên xwe yên kevn bi Îranê re, piştî 3 salên ji aloziya bi Tehranê re, sedema aloziyê rewşa Sûriyayê bû. Piştre, Xalid Mişel di sala 2017an de ji erkê serokatiya nivîsgeha siyasî ya Hemasê hate dûrxistin û Yehya El-Sinwar bû serokê rêxistina Hemasê ya şaxê Xezayê û Xelîl El-Heya bû cîgirê wî, herwiha Îsmaîl Heniya jî bû serokê nivîsgeha siyasî û Salih El-Arorî bû cîgirê wî û di heman demê de bû berpirsê Dufa Xerbî. Ev herçar kes jî ji bilî Mişel nêzî fermnandarê tabûrên El-Qesam Mihemed El-Dîf û cîgirê wî Îsa bûn. Tabûrên El-Qesam jî wan hişt ku careke din vegerin Tehranê, ku wê emê nûnerê têkiliyên Îranê bi Hemasê re Azadî bû. Azadî jî beriya kuştina wî bi 5 mehan ji aliyê balafireke Îsraîlê, Navenda Mayir Emît a Agahiyên Îstixbaratî û Terorê ya li Îsraîlê di 30î çileya 2025an de, li gorî belgeyên ku artêşa Îsraîlê di Xezayê de piştî 7ê cotmehê bi dest xistiye, dosyek li ser xebatên Azadî belav kir (25 rûpel).

Li gorî dosyayê, eşkere dibe ku erkên (şaxa 2500) ku navenda wê li Lubnanê ye, kordînmeya têkiliyan di navbera Îran bi Hemas û Cîhad re û di navbera wan û Huzbellah de ye. Herwiha, Azadî jî roleke sereke di sala 2022yan de lîst di hevdîtina Hemasê bi Beşar El-Esed re û piştre bû kordînetorê di navbera wan de (r.18-19). Di heman demê de, Azadî roleke sereke lîst di kordîneya bi El-Arorî ji bo ku Dufa bibe eniyek li dij Îsraîlê (r.20). Cara yekem e ku dosyaya ku (Navenda Mayir Emît ku li ser navê serokê duyem ê Mossad 1963-1968an hate binavkirin) eşkere dike ku armanca êrîşa bi balafirên Îsraîlê ya li dij qunselxaneya Îranê ya li Şamê ( 1 nîsana 2024an) hedefgirtina Azadî bû, lê ji ber qerebalixa li ser rê beriya fitara roja remezanê ew dereng ma. Di encma wê êrîşê de, Fermandarê Feyleq El-Qudis yê li Sûriya û Lubnanê Riza Zahidî û cîgirê wî hatin kuştin (r.21). Herwiha, balkêş bû ku di dosyayê de vegotinên wiha dihatin gotin: “Seîd Azadî di pêvajoya amadekariya êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan de di hevrêzkirina hêmanên ‘Mekîneya Berxwedanê’ de roleke girîng lîst. Piştî encamnameyekê, piştî Operasyona Şûrê Qudsê (li gorî Hamasê 10-21ê gulana 2021ê û li gorî îsraîliyan Parêzvanê Dîwaran) ji bo wan eşkere bû ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê û avêtina bi hezaran roketan ji aliyê Hamasê ve ber bi navenda Îsraîlê ve destkeftiyek bêhempa bû, nemaze di warê nîşandana îhtîmalên têkbirina Îsraîlê de bi rêya operasyonê” (r. 2).

Li gorî tiştên me li jor nivîsandine, piştî kuştina Azadî, artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke fermî derxist û tê de ragihand ku Azadî “yek ji endazyarên êrîşa 7ê Cotmehê û yek ji kesên kêm ku beriya êrîşê agahiya xwe jê hebû.. Herwiha, yek ji damezrîner û kesayetên fermandar li pişt plana rejîma Îranê ya rûxandina Îsraîlê bû, bi rêya êrîşa li gelek eniyan li ser du pêvajoyan.. Pêvajoya yekemîn, bi rêya moşekên ji Îranê û wekîlên wê  û pêvajoya duyem jî bi rêya ketina axa Îsraîlê bi dehezaran ji çekdaran ji Lubnan, Xeza, Sûriya û Dufa Xerbiyê”.(Rojnameya (The Times of Israel, 21ê Hêzêrana 2025an). Piştre serokê erkana Îsraîlê general Eyal Zamîr li ser kuştina Azadî got “yek ji kêliyên gelekî girîng di şerê gelek eniyan de û kuştina wî dihêle ku Rojhilata Navîn zêdetir aram bibe.. Azadî yek ji kesên girîng di plan û pêkanîna operasyona 7ê cotmehê de bû.. Wî eksena Îran-Hemas bi rê ve dibir û wî cihê baweriya El-Sinwar û El-Deyîf bû”.( The Times of Israel, 21ê hezîrana 2025an).

Lê beramberî baweriya Îsraîlê ku Îranê li ser êrîşa 7ê cotmehê tawanbar kir, lê divê mirov bi bîr bixe ku Îranê red kir ku agahiya wê jê heye û Hesen Nesreullah jî heman tişt got. Ji aliyekî din ve jî Berdevkê Fermî yê Pasdarên Îranê Remedan Şerîf piştî kuştina general Razî El-Mûsewî li Şamê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve ku ew berpirsê kordîneya Îranê bi rejîma Sûriyayê re bû, got “Êrîşa 7ê cotmehê yek ji tohildanên ji bo kuştina Qasim Suleymanî bû”. (The Times of Israel, 27ê kanûna 2023yan). Lê divê mirov bi bîr bixe, çawa ku îraniyan yekser tiştên berdevkê fermî gotî înkar kirin û Tevgera Hemasê jî bi daxuyaniyekê got”7ê cotmehê ji plan û pêkanîna filistînî bû”. Tevî ku general  Îsmaîl Qanî di hevdîtineke bi ajansa “Tasnim”a îranî di 30ê ctomeha 2025an de got: “Ne Komara Îslamî ya Îranê û ne jî rêzdar Hesen Nesrullah, haya wan ji dema êrîşa 7ê cotmehê bû û ne jî rêveberên Hemasê yên li derve”. Ev dibe ku bibe alîkar ji bo ravekirina raza vê bûyera girîng di dîroka Rojhilata Navîn û dibe ku cîhanê de, ji ber ku daxuyaniya Qanî îhtîmala şêwirmendiya Hamasê bi Tehran û Hizbullahê re li ser operasyona pirenî nîşan dide, wekî ku di daxuyaniya leşkerî ya Îsraîlê de di roja mirina Azadî de hatiye destnîşankirin. Piştre Hamasê êrîşek yekalî li ser Xezayê da destpêkirin, piştî ku ji destpêkirin û beşdarbûna êrîşek berfireh a ji hêla “mihwerê” ve dudil ma. Raza destpêkirina “şerê balkişandin û piştgiriyê” ji hêla Hizbullahê ve di 8ê cotmehê de dimîne. Gelo ev ji berê ve bi rêkeftina bi Sinwar û Deyf û dibe ku Azadî, berî 7ê Cotmehê hat kirin? An jî Deyf û Sinwar, bi rêya êrîşa 7ê Cotmehê, Nesrullah hîs kirin ku ji şerekî ku ew û Îran ne razî bûn û ne jî dudil bûn ku têkevinê, xilasbûn tuneye, ji ber ku belgeyên ku ji îsraîliyan hatine desteserkirin îspat kirine ku şêwirmendiyên bi wan re ji Hamasê, ji bo tiştê ku wan jê re digotin “hemleya mezin” (lêkolîna Navenda Amit, r. 2), piştî “Şûrê Orşelîmê” (Gulan 2021) dest pê kiribûn?

Di vê çarçoveyê de, 3 çavkanî hene ku artêşa Îsraîlê piştî ketin baregehên veşartî yên Hemasê li Xezayê piştî 7ê cotmehê, bi dest xistine.

A yekem û duyem ji aliyê (Navenda Mayir Emît) hatin weşandin:

A yekem li ser “Operasyona Parêzvanên Dîwaran wekî kêliyek girîng di stratejiya Hamasê ya ji bo rûxandina hilweşandina Îsraîlê wekî ku di belgeyên hatine bi destxistine dîyar dibin”.(27ê nîsana 2025) 12 rûpel.

A duyem “Xwepêşandanên Îsraîlê li dij çeksaziya dozgeriyê sala 2023yan, wekî ku di belgeyên Hemasê de diyar dibe”. (15ê hezîrana 2025an) /13 rûpel /.

Çavkaniya sêyem jî lêkolînele ku ji aliyê rojnameya “New York Times” di 12ê cotmeha 2024an /9 rûpel/ hatiye amadekirin û tê de behsa “belgeyên veşartî dike ku çawa Hemasê hewl daye Îranê razî bike ji bo beşdarî êrîşa 7ê Cotmehê bibe”. New York Times jî di vê lêkolîna xwe de, xwe spart encamên 10 civînan ku di kompîtura li navenda fermandariya Xan Yûnis di çileya 2024an de hate dîtin. Ev civîn di çileya 2022yan de hatin destpêkirin û di civîna herî dawî de jî di tebaxa 2023yan de bû. Di hemû civînan de jî, Yehya El-Sinwar amade bû û di hin civînan de jî El-Deyf, Merwan Îsa, Mihemed El-Sinwar û Xelîl El-Heyî û hin kesên din amade bûn.

Di çavkaniya yekem de, nameya ji Heniya ji El-Deyif û Îsa re tê de heye (10ê tîrmeha 2021ê) û tê de dibêje :”Derbarê damezrandina hevalbendiyeke çaralî di navbera eniyên berxwedanê de, me ev mijar ji Hesen Nesrullah re pêşkêş kir li gorî encamên serdana borî. Hate dîtin ku yemenî û iraqî û bi hezaran şervanên di Sûriyayê de bi Huzbellah re ne û amade ne beşdarî çi şerekî herêmî yê di siberojê de bibin û pêwîstiya vê yekê jî bi van xalan heye:

1-Danîna stratejiyekê li ser asta rêveberî û li ser astên siyasî.

2 – Cewher û asta beşdariya pêwîst ji bo her eniyê di dema guncaw de

2-Awa û asta beşdarbûna pêwîst ji bo hemû eniyan di heman demê de û li gorî tiştên ku di rewşa daxwazek ji eniya çalak de li hev hatine kirin.” (r. 8).

Di nameya ji El-Sinwar bo Heniya (19ê hezîrana 2022yan), El-Sinwar sê senaryoyan datîne:

1- Êrîşa stratejîk a hemû eksenan ji bilî Îranê.

2- Êrîş tenê ji aliyê Hemasê û beşdarbûneke beşî ji aliyê Huzbellah, El-Dufa û axa 48an.

3- Barê sereke di êrîşê de li ser Hemasê be û Huzbellah yekser wê beşdarî êrîşê nebe, herî kêm di pêvajoya yekem de û piştre jî wê Huzbellah û şervanên ji Sûriya û Urdunê û ji “eksena berxwedaê” tevlî êrîşî bibin. (r.9).

Di nameya ji El-Sinwar ji bo Heniye (7ê hezîrana 2022yan), El-Sinwar nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Bi nêrîna min, erêkirin bi hêsanî ji bo tevgerkirina bi awayekî hevbeş nayê bidestxistin. Ji ber ku îranî heta piştî kuştina Silêmanî, Xeyrîzade û Muxeniya û piştî bi sedan êrîşên hewayî li dij wan li Sûriyayê, heta niha siyaseta ne derbaskirina rêgezan dimeşînin. Armancên Îranê û şaxên wê û taybet Huzbellah tam ji armancên me cuda ne. Hêza Huzbellahê û hewldanên Îranê yên avakirina hêzê li Sûriya, Iraq û Yemenê, di bingehê xwe de, ji bo avakirina dîwarekî parastinê ji bo Îranê û berbameya wê ya nuklerî ye”. (r.9)

Di çavkaniya duyem de, ku bersiva Hamasê li hember bi sed hezaran xwepêşandanên Îsraîlê di zivistan û bihara 2023yan de li dijî projeya reforma dadwerî ya ku ji hêla hikûmeta Netanyahu ve hatî pêşniyarkirin, ku tê de daxwaznameyên bi sedan pîlotên yedek ên di Hêza Hewayî ya Îsraîlê de hebûn ku redkirina xwe ya xizmetê ragihandin ger proje were bicîhanîn, em kaxezek dibînin ku daxuyaniyên Sinwar di hevpeyvînek bi Mihemed Nasir, endamê Buroya Siyasî ya Hamasê re (4ê nîsana 2023yan) kurt dike: “Krîza di nav rêxistinê de kûr e. Ne tenê şerekî navxweyî ye, lê belê hilweşîna hevgirtinê ye ku rêxistinê bi hev ve girêdide û hilweşîna hevkêşeyên ku hebûn û berdewamiya rêxistinê parastine.” (r. 4).

Di çavkaniya sêyem de, a girêdayî encamên 10 civînan ku di kompîtura Xan Yûnis hatin dîtin, têde dîyar dibe ku Hemas dest bi plana êrîşê di dema cejnên cihûyan di cotmeha 2022an de kirine, lê piştre hate paşxistin ji bo destekdayîna Îran û Huzbellah bi dest bixin (r.1). Herwiha”Hemû rêveberên Hemasê yên ji derve haya wan ji planê tune bûn, ji bilî Îsmaîl Heniya”(r.7). Di heman demê  de, yek ji sedemên êrîşê li gorî encama civîna gulana 2023an”Têkbirina hewldanên normalîzekirina di navbera Siûdî û Îsraîlê”.(r.7). Di encama civîna dawî de ya di tebaxa 2023an de”Xelîl El-Heyî hate şandin ji bo nîqaşkirina plane bi Azadî re yê ku li Lubnanê bi Nesrullah re rûniştibû.  El-Heyî ji Azadî re got ku divê di saeta destpêkê de, baregehên girîng werin hedefgirtin.. Huzbellah û Îranê di destpêkê de plan li xweşiya wan hatinm, lê piştre dem xwestin ji bo amadekariyê”.(r.7-8).

Derencam:

Wiha xuya dike ku encama Sinwar di nameya wî ya 7ê hezîrana 2022yan de ji bo Heniye, ku Îran û Hizbullah dê bi hêsanî planê qebûl nekin, rast bû. Hemas bi îhtîmaleke mezin di 7ê Cotmehê de bi awayekî yekalî tevgeriyaye. Herwiha îhtîmaleke mezin heye ku daxuyaniya Qanî rast be: Ew ji planê “dizanîbûn” û şêwir lê hatiye kirin. Dema ku wan piştî civîna Azadî-El-Heya li Beyrûtê di tîrmeha 2023yan de bersiv nedan, Hemas bi awayekî yekalî tevgeriya û wan ji dîrokê agahdar nekir. Beşdarbûna Hesen Nesrullah, bi rêya “balkişandin û piştgirîyê”, roja din – li şûna beşdarbûna wekî ku Hemas daxwaz kiribû – hîn jî lihevkirinek di navbera Sinwar û Xameneyî de ye, lihevkirinek ku yê berê têr dike an jî hincetên wî vedişêre û guh nade “Rêberê Bilind ê Îranê”, ku xuya dike biryar daye ku beşdar nebe û piştî civîna Azadî-El-Heya pêşî lê bigire. Li vir, tu çavkanî piştrast nakin ka çavkaniyên îsraîlî çi ragihandine, ku lezandina Netanyahu ji bo seferberkirina hêzan li bakur ji ber êrîşeke potansiyel a Lîwaya Radwan li ser Tilîya Galilee di 8ê cotmehê de bû. Ev yek rê li ber wê planê girt, ku îsraîliyan piştî ku serokatiya Lîwaya Radwan di êrîşeke li ser taxa başûr de roja Înê, 20ê îlona 2024an de hate tasfiyekirin, bi berdewamî nîqaş kirin.

Li vir, girîng e ku meriv vîzyona rewşenbîrî-siyasî ya ku bû sedema biryara êrîşê ya di 7ê cotmehê de destnîşan bike. Ew li ser bingeha teoriya “lawaziya dewleta Îsraîlê” bû, ku xuya ye Sinwar ji Operasyona Şûrê Orşelîmê di 2021ê de û ji xwepêşandanên girseyî yên Îsraîlê di 2023yan de li dijî Netanyahu û projeya hikûmeta wî ya ji bo “reforma dadwerî” derxistiye, ku ew gihandiye wê encamê ku pêvajoyek çêbûye ku “çîmentoya ku hebûnê bi hev ve girê dide hilweşand û hevkêşeyên ku hebûn û berdewamiya wê diparêzin hilweşand.” Li vir, Hesen Nasrallah bi salan beriya wan bû dema ku wî got ku Îsraîl “ji tora pîrê qelstir e.” Xameneyî di sala 2015an de beriya herduyan jî pêşbînî kiribû dema ku wî pêşbînî kiribû ku Îsraîlê di nav çaryeka sedsalekê de hilweşe. Pêşbîniyên wî dû re bi xwepêşandanên “reforma dadwerî” zêde bûn dema ku wî got, “Me ji sala 2015an vir ve digot ku Îsraîl dê di 25 salan de winda bibe, lê niha ew lez dike ku derkeve.” (4ê nîsana 2023yan).

Lêbelê, ew bi Sinwar re neçûn, her çendî wan, filistîniyan û ereban ji bo encamên kiryarên Hamasê di 7ê Cotmehê de bedelên giran dan.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN