Mihemed Seyid Risas
Piştî 7 hefteyan ji êrîşa 7ê cotmeha 2023yan, Serokê Amerîkayê Jeo Biden di rojnameya”Washington Post”ê de gotarek nivîsand û tê de du sedem ji ber êrîşa Tevgera Hemasê li ser Xezayê anîn ziman; 1- Têkçûna projeya “Kordîora Hindistanî” ku wê berava Hindistanê bi Ewropayê ve girê bide, bi rêya korîdoreke bejahî ji beravên Imanê û Îmaratê ya li ser kendava Imanê destpê dike heta bendera Heyfayê. Ji wir jî, di bin avê de boriyên petrol, gaz, fîber û enerjiya kesk heta beravên Îtalyayê û Yûnanistanê. Ev yek jî berovajî kelûpelên bi rêya keştiyan di herdu aliyan de. 2- Astengkirina normalîzekirina bi Îsraîlê re, ku diviyabû korîdora Hindistanê bigihêje Siûdiyê heta Îsraîlê bi rêya normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê. Ev yek jî Mîr Mihemed Bin Selman di hevdîtina 20ê îlona 2023yan de bi televizyona Fox Newsê re eşkere kir, piştî deh rojan ji îmzekirina li ser projeya korîdorê û got “Roj bi roj bi leztir diçe”.
Di nava çend mehan de beriya pêvajoya sala 2023an de, şerîketên Amerîkayê ji peymanên avakirina xetên veguhastina gaza Îsraîlê di bin deryayê de, bi rêya girava Qubiris û Kirîst heta berava Yûnanê û ji wir jî heta dewletên Ewropayê vekişiyan, ji ber zehmetiyên teknîkî yên avakirinê û dewamkirinê. Ev peyman ji aliyê serokê Wezîrê Îsraîlê Netanyahu, di hefteya yekem ji sala 2020an bi serokê Qubirsê û serokwezîrê Yûnanê, îmze kir. Puştî çend mehan li ser îmzekirina projeya korîdorê Hindistanî ku Netanyahu li ser wê got”Wê bihêje ku Îsraîl bibe dilê herêmê”, heman nerazîbûnên teknîkî li hember derbasbûna boriyên bin deryayê hatin bilindkirin, heta li Îsraîlê jî. Hat destnîşankirin ku rêya bejahî ya boriyên ber bi Ewropayê ve bi rêya Sûriya û Tirkiyayê ji hêla teknîkî ve ewletir bû, wekî ku bi rêya projeya boriyên gazê yên Qeterê ve hatibû plankirin, ku Beşar El-Esed di sala 2009an de wekî tawîzek ji bo Rûsyayê, dabînkerê sereke yê gazê yê Ewropayê di wê demê de red kir. Gelek texmîn hatine kirin ku agirê Sûriyayê di sala 2011an de nediteqiya ger Beşar El-Esed projeya Qeterê erê bikira, an jî wesayîtên agirkujiyê yên pirneteweyî dê bilezînin ku wê vemirînin, wekî ku di adara 2011an de li Behrêynê qewimî.
Di meha piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed de, lêkolînek ji aliyê Dr. Îlî Rettig ve di Navenda Begin-Sadat ya Lêkolînên Stratejîk ya Îsraîlî di zanîngeha Bar-Ilan di 13ê îlonê de bi sernavê “Lîstika boriya enerjiya Sûriyayî: Wê çawa bandorê li ser armancên Îsraîlê yên herêmî bike?” nivîsand. Di lêkolînê de hate gotin “Rûxandina rejîma El-Esed ji nû ve projeyên girîng ên enerjiyê destpê kirin.. û beşek ji van projeyan dibe ku berjewendiya Îsraîlê têk bibe, ku Îsraîl bibe pira enerjiyê ya di navbera Rojhilata Navîn û Ewropayê de.. (wekî xetên gaza Qeterê bi rêya Sûriya û Tirkiya û xeta gaza Misirê bi rêya Urdun û Sûriyayê heta Tirkiyayê ku ji sala 2003yan ve kar li ser wê hate kirin. Li Misirê jî di dema dawî de di berava di navbera Borseîd û Dimiyat, gaz hate dîtin ku wê bihêle Misir bibe ji nava 10ê bi hilberîna gazê)”. Herwiha di lêkolînê de wiha hate gotin “Girêdana li ser asta enerjiyê di navbera Qeter û Tirkiyayê de bi rêya Sûriyayê, dibe ku hizira korîdorê bejahî yê di navbera dewletên Kendavê û Îsraîlê yê bi navê (korîdorê Hindistanî) tê naskirin, têk bibe û eger ku projeya Qeterê bi ser ket, wê ji bo Îmaratê hêsan be ku tevlî wê bibe, ji bo hinardekirina gazê û kelûpelan bo Tirkiya û Ewropayê. Di heman demê de, wê hêsan be ku tiştên din jî li ser vê projeyê zêde bibin, bi rêya Sûriyayê wekî rê, xetên tirênê û kehrebyê”. Ji aliyekî din ve jî lêkolîn hişyarî dide ku “Eger Îsraîl dereng ma di bersivdayîna van pêşketinên mezin de ku têkiliya xwe bi binesaziya borî di Sûriyayê de heye, nexasim yên ku Tirkiya jêre plan dike, wê derfeteke aborî û siyasî ya girîng ji dest bide”.
Di pêvajoya piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed de, gelek şiroveyên mijûlbûna Îsraîlê ya li ser Sûriyayê derketin holê, ku ev yek di wêrankirina şiyanên sereke yên artêşa Sûriyayê de di rojên piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed û di derbaskirin xetên peymana 1974an ji aliyê Tilebîbê ve derket holê. Di heman demê de, ev yek ji pêşkêşkirina Îsraîlê ya herêmeke bêçek li tevahiya başûrê Sûriyayê ku Îsraîlê ev yek di rojên El-Esed yê kur û bav de nexwest derket holê, heta di lûtkeya hebûna Tehranê ya leşkerî û alîgirên wê li başûrê Sûriyayê, ku gihaşt astekê hizirî rêxistineke çekdarî ya ji bo “Rizgarkirina Colanê” ava bike, ev yek bû sedem ku Îsraîl Semîr El-Qintar û kurê Îmad Muxeniya û yek generalên îranî, kuştin.
Di nav van şîroveyan de tiştê ku Haaretz ragihandiye heye, ku dibêje “rejîmeke Îslamî li Şamê ya bi Enqerayê ve girêdayî ji bo Îsraîlê ji rêxistineke Îslamî ya ku Xezeyê kontrol dike û bi Tehranê ve girêdayî ye xeternaktir e.” Rabirdûya Îslamî ya cîhadîst a hukumdarên nû yên Sûriyayê Tilebîbê dixe fikaran û ditirsîne, di heman demê de ji hêla Hafiz El-Esed û kurê wî ve ew piştrast kirin. Şîrovekirineke din jî ew e ku heke Tirkiya piştî Beşar El-Esed, mîna bindestiya Iraqê ji Îranê re piştî Sedam Hisên, garantî bike, ev yek ji bo Tilebîbê dibe sedema dijwariyeke stratejîk a pir xeternak.
Guman e ku ev hersê şîrove di nav îsraîliyan de di siyaseta wan a nû ya Sûriyayê de di neh mehên borî de di heman avahiyê de li hev dikevin. Lêbelê, tiştê ku Dr. Îlî Rettig pêşkêş dike motîfa sereke ya Îsraîlê ye ku vê bêsebriya nû û bi lez a li Tilebîbê li hember Sûriyayê rave dike. Bêyî tiştê ku Rettig pêşkêş dike, ne mimkûn e ku terma nû were ravekirin, ku dikare demek dirêj bidome, mîna terma “başûrê Lubnanê”, ku di sala 1978an de li Îsraîlê dest pê kir. Ev term, “başûrê Sûriyayê”, li vir tê bikaranîn. Îsraîl “ezoterîka ewlehiyê” dike, ji ber ku çavê wê ne li ser Bilindahiyên Colanê yan Siwêdayê ye, lê li ser Horanê ye, ku alternatîfa bejayî ya xeta deryayî ya Îsraîlê ya ji bo Korîdora Hindistanê lê ye. Li gorî Dr. Îlî Rettig, heke planên Tirkiya-Qatar (û Misir, û dibe ku Siûdî û Îmaratî) bi ser kevin, boriyên enerjiyê, rêhesin û otoban dê ji Horanê derbas bibin.
Heta niha nayê zanîn ku eger serpêhatiya Netanyahu ya dawî di êrîşa li dij Dewhayê de, tevî hişyariyên Mossad û dûrketina wê ji vê êrîşê, tenê girêdayî dosyaya şerê Xezayê ye, an jî helwesta Îsraîlê ya giştî li beramberî hevalbendiya tirkî-qeterî ye, dibe ku korîdora Hindistanî bi dawî bike ya ku tê tercîhkirin ku tevgera Yihya El-Sinwar di 7ê cotmehên de ew kiribû armanc, bi razîbûna Îranê, Tirkiya, Rûsya û Çînê ye?.. Lê ya ku tê piştrastkirin ew e ku şerê li ser Sûriyayê û di Sûriyayê de, ew herdu navê tevgerî/kodên şerê Îsraîl-Tirkiya ya heyî ku wê kî serwerî li ser herêma Rojhilata Navîn bike, piştî lawazkirina Îranê di cîhanê de piştî 7ê cotmehê de. Ev yek jî tam wekî ku Patrick Seale li ser şerê Misirê-Iraqê li ser Sûriyayê di salên 40 û 50î de kirî û got: “Yê ku Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, divê serweriyê li Sûriyayê bike”(Saele: “Şerê li ser Sûriyayê”, Dar El-Enwar, Beyrût 1968an, r.14). Niha jî du hêzên herî bi hêz li herêmê heye, ew jî Îsraîl û Tirkiyayê ne, piştî ku Îran ji lîstikê derket an jî wê hema hema wê derkeve û qada şerê herî mezin ê di navbera wan de jî niha Sûriyayê ye piştî Beşar El-Esed, ji ber ku ew di gotina Saele de gihaştin.
Wêneya heyî ya Sûriyayê ji ber ku Tilebîb û Enqera herdu jî hevalbendên Washingtonê ne, Îsraîl hevalbendek nêzîk ê Amerêkayê ye û Tirkiya endama NATOyê ye, hîn aloztir dibe. Têkiliyên Tirkiya-Amerîka di bin serokatiya Trump de vegeriyane serdema hingivîna Şerê Sar, ji ber “Rêya Trump a Ewrasyayê”, ku girêdanek bejayî di navbera cîhana tirkî de ye û li dijî Çîn û Rûsyayê ye. Dualîbûna Koşka Spî-Kremlîn a Erdogan, ku bi dozek Sûriyayê dest pê kir û bi bandorek dijber a Sûriyayê bi dawî bû, ji sala 2016an vir ve jî bi dawî bûye. Ev wêne ji ber ku Washington sponsora navneteweyî ya herî mezin a hikûmeta nû ya Sûriyayê ye, hîn aloztir dibe.
Li vir, dikare were gotin ku ev wêneya dualî ya Sûriyayê, ku di navbera Îsraîl û Tirkiyayê de çêbûye û dû re ya sêyemîn li Washingtonê hatiye raberkirin, wêneya sereke ya Sûriyayê ye. Ne faktor an faktorên navxweyî, ne jî hêzên din ên herêmî, wekî Erebistana Siûdî û Misir, bandorek girîng li ser wêneya Sûriyayê nakin. Ne hêzên herêmî yên ku roja wan diçe ava, wekî Îran, ne hêzên navneteweyî yên ku piştî Ukrayna û Sûriyayê qels bûne, wekî Rûsya, ne jî hêzên navneteweyî yên wekî Fransa, ku hewl dide xwe bi rêya şikestinên di dîwarên hin welatên bi pirsgirêk de xurt bike, piştî ku Parîsê baregehên xwe li Bakurê Afrîkayê û di sêgoşeya Malî-Nîjer-Burkina Faso de winda kir. Di vê navberê de, raza brîtanî hîn jî di Sûriyeya nû de nehatiye naskirin.







