Dr. Tariq Hemo
Di çarçoveya bazara “bihaneyên” ji bo bersivdayîna dijberên desthilatdariyê, yên ku destilatdariya olî ya ku nû ava bûye û rêbazên mayîndekirina cîhadîstbûnê ku bi dîrok û hizira xwe tê naskirin, red dikin, tawanbariya “Hevalbendiya kêmneteweyan” ya li dij gelê Sûriyayê derket holê. Hêzên niştimanî yên Sûriyayê jî, jiyana wan û hişmendiya wan a komî red dikin. Lê tiştê li Sûriyayê çêbûye “Heyet Tehrîr El-Şam” dewlet xiste destê xwe û mîrata çend mehên dawî yên pêkanîna komkujiyan û binpêkirinên hovane yên li dij beravê, Şam û Siwêdayê. Ji nava bihaneyên li dij dijberên desthilatdariyê, xîtaba xîyanetê ya bi navê “Hevalbendiya Kêmeteweyan” derket pêş, ku gelek caran ji aliyê nivîskar û rojnamevan û siyasetmedarên ji van kêmneteweyan bi xwe jî hate gotin, wekî yek ji amûrên “sîstema kota” ya sembolîk û sexte ku rejîm ji dema ketina xwe ya Şamê û mijûlbûna xwe ya bi ji nûveavakirina wê “dewleta parçeyî” ve serî lê dide.
Pêkanîna ev tawanbariya mezin li dij pêkhateyên Sûriyayê, ne tenê li ser esasê dijberiya “kêmneteweyan” a guhartina ku rejîma Beşar El-Esed hate rûxandin, lê belê ev “kêmneteweyan”bi “bermahiyên rêjîmê” bi nav dikin, herwiha îdîa dikin ku ev kêmneteweyan ji rejîma berê sûd werdigirtin. Di heman demê de jî, armanc dikin bidin nîşandan ku ev “kêmneteweyan”li dij sune ne, di demekê de ku desthilatdariya heyî ketiye rikberiyê ji bo serweriyê li ser wan bike û dest deyîne li ser dîyardeyên wan ên niştimaniya siyasî û hizirî. Di encamê de jî, sune bi tenê bi selefiya cîhadîstî bide girêdan û hemû binpêkirin û sûcên ku komên desthilatdariya heyî di mehên dawî de kirine, bixin stûyê sune û pêkhateyên din.
Destilatdariya demkî ya Şamê dixwaze ku parçebûnê di nava pêkhateyên Sûriyayê de çêbike, lewra navê aliyekî ji wan dike”kêmnetewe” ku wekî aliyê li dij dewletê nîşan dide. Aliyê din jî sune nîşan dide ku li pişt wê jî “Heyet Tehrîr El-Şam e” ji ber ku ew nûnertiya dewletê û navendê dike û ew jî ji aliyê erebî û amerîkî û îsraîlê ve hatiye qebûlkirin. Ji berk u ew aliyê Sûriyayê yê fermî ye ku tu pirsgirêk li gel wê tune ye bi Îsraîlê re rûne û peymanên ewlekarî bi wê re îmze bike, bi awayekî ku ewlekariya Colanê were garantîkirin û parêzgehên başûrê Sûriyayê jî li dervayî serweriya Şamê be û çekên giran têde tune bin!
Di çarçoveya tawanbariya”kêmneteweyan”de bi rêya hevalbendiya di navbera wan de û “xîyaneta”dewleta”Heyet Tehrîr El-Şam”ji aliyekî ve peywendiyên wan bi derve re û sorkirina”neteweyên din”li dij wan, desthilatdariya demkî ya Şamê (ku êdî kes behsa wê nake, li gorî heman daxuyaniya destûrî, demkî û veguhêz e, û heta bibîrxistina vê rastiyê di medyaya erebî de wekî nifir tê hesibandin ku xizmeta siyaset û vegotina wê dike) di avakirina welat ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve berdewam e li gorî berjwendiyên xwe û hemû hêz û partiyên siyasî yên kevnar û bi hezaran ji kesên pispor ên li li dij dîktatorê berê têkoşîn dikin û bi salan di zindanan de man dûrxistin an jî hatin îzolekirin. Ev dûrxistin herwiha ji elîtên piraniya sunî ya Sûriyayê re jî dirêj dibe, bi armanca ku pêşî li wan bigire ku bikevin pêşengiya hêzên ku li dijî polîtîkayên vê rejîmê ne. Ev yek ji bo nîşandana “karta” neteweyî li dijî wan û eşkerekirina xetereyên gotarên mezhebî yên ku ew li dijî hemû sûriyayiyan ên ku hewl didin dewletek welatîbûn, qanûn û saziyan li gorî mekanîzmayên demokratîk ên li çaraliyê cîhanê bi dest bixin, tê kirin.
Desthilatdariya “Heyet Tehrîr El-Şam” û hevalbendên wê yên komên “Kongreya Danezana Serokeftinê” yên xwedî lêvegerên selefî yên cîhadîst û yên di nava sune sûriyayî de tu hebûna wan tune ye û îzolekirî ne, dixwazin îradeya pêkhateya sûriyayî ya herî mezin bi dest bixin, bi rêya pêkanîna xîtaba mezhebî ya ne-niştimanî ya metirsîdar. Xîtaba “ez” û “yê din”. Ango berdewamiya metoda rûbirûna çekdarî û şerê navxeweyî û xwespartina faktorên herêmî û navdewletî, herwiha erêkirina zêdetir bi rolên erkdarkirî, ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze. Destilatdariya demkî ya Şamê bi rêya siyaseta sorkirina pêkhateya sunî ya erebî (çi bi rêya seferberiya giştî çi jî bi rêya”piştgiriya eşîran”) armanc dike ku ji rastiya xwe birive ew jî “kêmneteweyîya” wê di hundirê civaka Sûriyayê ya giştî de û taybet jî di hundirê civaka sunî ya sûrî de. Lewra, ne ji mafê wê ye ku îdîa bike ew nûnertiya piraniyê li Sûriyayê dike û welat û xelkê wê bixe bin serweriya xwe, bi rêya xwespartina çîroka sexte û tevlîhev ku dengê sunî yê sûriyayî ditepisîne û dengên sûriyayî yên pêkhateyên din tawanbar dike.
Desthilatdariya kêmeteweyî ya selefî cîhadîst ango Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê ji îslama siyasî, bi domdarî rola xwe ya erkdarî û xizmetê pêk tînin, da ku desthilatdariya xwe mayînde bikin bi rêya rêzetedbîrên ku gefê li yekitî û gelê Sûriyayê dixwe, di nav de jî parastina lihevkirina rizayî ya di navbera”Cîhadî, Baasî, Toranî!”. Di heman demê de, rêveberbirina dewletê bi darê zorê û çekê û bikaranîna tundiya bêsînor, ku di encamê de bû sedeam binpêkirin û komkujiyên hovane li beravê û hundirê Sûriyayê li dij sûriyên elewî, xiristiyan û duruziyan, ji ber ku tenê gunehê wan ew bû ku ew cuda ne û baweriya wan ne wekî baweriya Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê ne. Baweriya Tehrîr El-Şam jî ji bo mîras û dîroka Sûriyayê tiştekî biyanî ye. Ji aliyekî din ve jî, bernameya kêmneteweyî ya Tehrîr El-Şam li ser esasê komkirina pêkhateya sunî li derdora koma xwe ya biçûk a îzolekirî û ji şerê navxweyî yê mezin ê ku çêbibe “şerê her kes li dij her kesî” bi serkeftî derkeve, bi rêya kiryarên mentiqê darê zorê. Ji ber ku ew dikare “piraniyê” di şerê xwe de bi kar bîne, ku ew bi derew û buxtan dibêje, û dê bibêje, “şerê dewletê li dijî bermayiyan û cudaxwazan”, ji bo gihîştina vê armanca wêranker ji hêla medyaya erebî (bi taybetî Kendavê) ve tê alîkarkirin, ku careke din xwe bi rejîmek totalîter a tundûtûj li dijî miletekî bindest ve girêdaye, tam wekî ku di salên 1980yî de kir dema ku bi koranî piştgirî da rejîma Sedam Husên di şerê wê yê li dijî rejîma Îranê de, bêyî ku hemû komkujî û tawanên ku wê li dijî gelê Iraqê kirine bibîne, hemî bi hinceta piştgiriya rejîma “rêberê pêwîst” di şerê xwe de, ku Sedam bi medyaya erebî re wekî şerek ji bo parastina “deriyê rojhilat ê neteweya ereb” kir!







