Vegera têkiliyan bi Şamê re.. Erdogan kirasê Awrasyayê li xwe dike

Bi pênûsa: FERHAD HEMÎ

 

Dogu Brnigic, ku bi bavê “Stûna Ewrasyayê” tê naskirin û hevalbendê nefermî yê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e,berî ku di Îlona bê de biçe Şamê, di daxuyaniyeke televizyonî de ligel kenala “Rûdaw”ê, bi rengekî naveroka daxuyaniiya civîna dawî ya Tehranê aşkere kir: Divê Amerîka ji Bakurê Rojhilatê Sûriyê bê derxistin, ji ber ku wek rejîmeke emperyalîst li kêleka Îsraîlê ye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rêveberiya xwe ya xweser ji holê bê rakirin. Her wiha mijara rêxistinên terorîst û komên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê li bakurê Sûriyê jî ji holê bê rakirin û penaberên sûrî vegerin welatê xwe. Ji bo van gavan pêwîst e, li gorî Perncik, ku Enqere rêyên dîplomatîk ên fermî bi Şamê re veke û bi wê re li hev bike.

Bi rastî jî ne sosret e ku ji devê tirkên Awrasyayê gotinên wiha tên bihîstin, ji ber başbûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê,  piştî derbeya têkçûyî wan daxwaz dikir ku Erdogan vê gava girîng biavêje, nemaze Erdogan bi lîstina lîstoka hevsengiya klasîk a di navbera “Atlantîk” û “Awrasya” de qada bandora xwe ya li ser desthilatdariyê berfirehtir kir, ji ber tirisa xwe ji encamên bijartinên wî, çi ji Moskowê an ji Waşintonê, hebû. Lê belê Erdogan bi rêkeftina siyaseta ber bi têkçûnê ve, di peldank Sûriyê de, bi awayekî eşkere gihîştiye rêya bêveger.

Brîncîk pêngava Erdogan a derbarê lihevkirina bi rejîma Sûriyê re weke guhertina nexşeya sîstema navdewletî bi nav dike. Ev dîtin û bawerî bêguman ji ber çend hêmanên hevgirtî ye, di nav wan de negirtina destûr ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ya nû li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Enqerê ve ye, û giringiya civîna NATO ya li Madrîdê ji bo rola Tirkiyê piştî şerê Ukraynayê. Mercên ku Tirkiyê ji bo tevlîbûna Fînlandiya û Swêd y NATO ye di hevpeymaniyê de ye, ji bilî wê yekê ku Enqere di çend peldankan de di navbera Kîev û Moskowê de rola navberkariyê dilîze. Erdogan sînorên bijardeyên Rojava li hemberî xwe fêm kir û êdî ji bertekên xwe yên çaverêkirî netirsiya. Dûre, ji bo domandina siyaseta qirkirina berfireh a li dijî Kurdan û domandina desthilatdariya xwe ya piştî hilbijartinên pêşwext, bijardeya herî bi bandor  ji bo vê yekê  Awrasya ye.

Xuya bû ku serokomarê Tirkiyê û ekîba wî ya desthilatdar piştî civîna Tehran û Soçiyê bi rastî gotinên Ewrasyayan û meylên wan ên siyasî bi cih tînin, ji ber ku asta daxuyaniyên xwe yên daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê bilind kirin û vekirina kanalên diyalogê û lihevkirinê bi rêjîma Sûriyê re û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser li gorî senaryoyên veşartî û eşkere di navbera herçar paytextan Mosko, Tehran, Enqere û Şamê de. Ji aliyekî din ve, li gorî nêrîna Awrasyayê jî, divê Erdogan dest ji karanîna komên Îslamî bi hemû şêwe û şaxên xwe li Sûriyê berde, heta Enqere bêçare be di têkçûna çarenûsa wan li hemberî ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Ev şîret hevalê wî “Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn”lêkir, di nava dilgeşiya Birîncîk û alîgirên wî de û her wiha pesna serokê Partiya Tevgera Netewî Dewlet Bahçelî ya ji bo çareserkirina peldanka Sûriyê ji vê “pêşxistinê” ku bi vî rengî çare bibe.

 

Dîtiniya Awrasyayê

Li gorî vê, nêrîna Awrasyayê heta radeyekê li ser helwestên siyaseta derve ya Tirkiyê serdest bûye. Çend xalên girîng û kurt ji stratejiya  Awrasyayê ev in: ji nû ve pergala Tirkiyê di neqşeya cîhanî de bê nûkirin, û  ji girêdana Rojava û NATOyê rigar bibe, têkiliyên aborî û ewlehiyê yên bi welatên “Kendavê”yên nêzî Ewrasya û Îsraîlê re pêşbixe, ji bo aloziya aborî li welat kêm bibe, û pêşxistina pîşesaziya navxweyî ya leşkerî , û daxwaza Mosko, ji Îsraîl û Şamê ji bo piştgiriya projeya kolonyalîst a Enqereyê ya bi navê “Welatê Şîn” li Deryaya Navîn bi armanca ku hevsengiyê bi Dewletên Yekbûyî , Yekîtiya Ewropayê û Yewnanîstanê re deyîne.

Her wiha hevkariya hemû aliyên herêmê bi hev re hebin, bi taybetî Tehran, Şam û heta Îsraîlê jî, ji bo daxwazên rewa yên kurdan li Sûriyê bitemirînin. Ev pêşanî ji aliyê Erdogan, Bahçelî û Brîncîk ve  hema hema hevpare.

Lêbelê, helwestên rengîn di nav sê baskan de dem bi dem derdikevin, û di derbarê van armancên plansazkirî de xuya dibin. Carinan AKP rastî bangawaziya Ewrasyayê ya li ser pêwîstiya derketina Tirkiyê ji NATOyê tê kirin, ku heta nihasiyaseta hevsengiyê ya klasîk bikartîne. Her çendî ev her sê alî, bi zargotinî be jî dijminatiya neteweperestiya siyonîstê dikin, lê di heman demê de bi giraniya Israîlê li herêmêdizanin û rola ku lobiya cihûyan li Waşîntonê dikare di berjewendiya armancên Tirkan de bilîze,dizanin.

Di van demên dawî de, wek mînak, bihaneyeke sereke ya ji nû ve asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re heye, ew jî Rêveberiya Xweser ji holê rakin, him ji milê hebûnî û him jî çandî û bisînorkirina tevgera Yewnanîstanê li Derya Spî bû. Lê ev armanc û nêzîkatî bê kêşeyên navxweyî nînin, ji ber ku heta niha ne diyar e ku artêş dê piştevaniya helwêstên koma Awrasyayê û dorhêla Erdogan bike yan na, ev ji bilî nezelaliya helwestên opozîsyona Tirkiyê di vê mijarê de.

Ji aliyê îdeolojîk ve rastgirên desthilatdar ên li Tirkiyeyê bi hîpoteza Samuel Huntington a “Rojava li dijî hemû cîhanê” bawer dike. Li gorî vê yekê, Pûtîn, Erdogan û alîgirên Ewrasyaparêziyê li ser bingehekî lihevdikin, ew jî bingehê serweriya serbixwe û pêwîstiya vegerandina statuya dewletê parve dikin. Di pratîkê de ev yek ji bo zordaran her tim pêwîst e. Di bingeha pêkhateya sîstema navneteweyî de bi gelemperî berve navendî diçe. Ger ku dingilê serdestiyê ji Rojava ber bi Rojhilat ve biguhere jî, ev rêgez dê dîsa derbas bibe. Rûsiya Pûtîn, bi riya şerê Ukraynayê hewl dide ku bandora xwe ya kolonyal berfireh bike, û herêmên nû, hem ewlehî û hem jî aborî, di çarçoveya xwe ya navendî de girêbide. Ev yek ji bo berfirehbûna Çînê û herwiha ji bo berfirehkirina Îran, Tirkiye û Îsraîl li Rojhilata Navîn derbas dibe.

Lê belê desthilatdariya rastgir, piştî derbasbûna sedsaliya Lozanê û sîstema pircemser, bi pejirandina nêrîna Awrasyayê û efsaneya “serxwebûna duyemîn” xeyal bike, weke her car rastiyên dîrokî û yên niha binûserhev dike. Gorî mêla wê jî ew e ku zêdetir nêzî  desthilatdar a faşîst e û bi polîtîkaya qirkirina Kurdan ve girêdayî ye.

 

Heger ji dîroka gunehkariya li dijî gelên Tirkiyeyê dersek bê derxistin, ev polîtîkaya nizimbûnê ji bo hêzên derve li ser hesabê lihevkirineke neteweyî ya hevpar e, ev yek jî berdêla ku koma desthilatdar şûna xwe biparêze û neteweyên cuda cuda biperçiqîne. karê îro li Enqerê dibe ji vê meseleya dîrokî ne dûr e. Li gor Awrasyan niha wext hatiye ku Enqere bi hewlên xwe yên ji bo normalîzekirina peywendiyên bi Şamê re zêde bike, tayîbet jî niha duniya bi derketina krîza Ukraynayê re mijûl e, ku niha kaos û tevlihevî di nav girtina helwêstên Rojavayî  û navneteweyî de heye. Heta niha jî Rojava bi zîhniyeta klasîk a ji serdema Şerê Sar ve bi Tirkiyeyê re kardike.

 

Lihevhatin û encamên wê

 

Di vê rêçê de, parêzvanên lihevkirina bi Şamê re hêvî dikin ku Erdogan di heman demê de çend destkeftan bi dest bixe, di nav wan de têgihîştina bi Şamê re li ser protokola vegerandina bi milyonan penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin, bo welatê wan rêbikin, û nûkirina Peymana Adanayê ji bo çêkirina eniyeke hevpar li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk sazbikin. Her wiha dibe ku Erdogan ji Şamê bixwaze ku Komara Tirk a Qibrisa Bakur qebûl bike da ku daxwazên xwe yên li “welatê şîn” li pêşberî daxwazên Yewnanîstan û Rojava bi giştî xurt bike.

Lê ev yek bi vî rengî zehmet e, ji xeynî piştgiriya tam a Tirkiyê ji bo ji nû ve  serweriya Sûriyê li ser hemû axa wê tê rûniştin. Li vir, hêjayî pirsê ye: Gelo Erdogan dê karibe peldanka komên cîhadî yên tundrew bê encam ji holê rake? Ev pirs dê ji gelek gûmanan re vekirî be.

Bi rastî, tevgerên Erdogan ên Awrasya û Atlantîkê yên di mehên borî de asta metirsiyên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê nîşan dide. Bi taybetî lûtkeya Soçiyê di hevkariya Rûsya-Tirkiyê de pêşketineke nû nîşan da. Di dema ku medyaya Rojavayî bal kişand ser metirsiya zêdekirina wê yekê ku endamtiya NATO`yê ji aliyê rojava ve were berterefkirin, eger alîkariya Rûsiya bike ji sizayên welatên rojavayî li ser wê hatine sepandin, firokeyên bêfirokevan û topxaneyên Tirkiyê êrişên berdewam û bêserûber li ser herêmên Rêveberiya Xweser dikin.

Ji aliyê leşkerî ve heta vê kêliyê ti nîşan ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û Moskowê ji bo şermezarkirina firokeyên Tirkiyê nîne. Bi gûmaneke mezin ev operasyon dê her tim di rojeva Enqereyê de bin, ji ber ku firokeyên  Tirkiyê stratejiyeke şer eya li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku tinebike. Tevî vê yekê jî Enqere dixwaze  bi meyla navneteweyî hebûna Rêveberiya Xweser di warê demografîk, siyasî û rêxistinî ji holê rake.

Raçêta Ewrasyayê

Eşkere ye ku ev nêzîkatî ji bo bidestxistina van armancan pêdivî bi hebûna plan û senaryoyên pratîkî heye. Tevî ku medyayê hin armancên giştî yên ku ji hêla gelek bendewariyên pêkan ve hatine belav kirin, lê senaryoyên alîgirên Awrasya bi helwestên Erdogan ên vê dawiyê re hevahengtir xuya dike. Muhammed Birînçîkê kurê Dogo Birînçîk di gotarekê de plana Awrasyayê ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê ronî kir.

Wî di çarçoveya gotara xwe de amaje bi vê yekê jî kir: “Di vê qonaxê de, giringiya mijara operasyonên derve yên hêzên çekdar ên Tirkiyê tê bîra me, nemaze ku Îranê bi awayekî eşkere operasyona leşkerî red kiriye, ji ber ku wê hevsengiya Sûriyê têk here.  Li aliyê din Rûsyayê di serî de dijberiya xwe nîşan neda. Belê, Moskow nîşanên piştgiriyê yên veşartî sand in. Lê her du alî taktîkên cuda bi kar tînin: Partiya Yekîtiya Demokratîk – Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk – bi operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bitirsînin û neçar bikin ku bêyî xwînrijandinê herêmê radestî Şamê bikin”.

Birînçîk nêrîna xwe anî ziman û got: “Tinekirina dawî ya hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk – ango Hêzên Sûriyeya Demokratîk – bêyî bikaranîna çekan ne pêkan e. Danûstandin û danûstendinên dîplomatîk tenê dikare dijberî neçar bike ku hinekî paşde biçe. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de rol û xebata Hêzên Çekdar ên Tirk nayê paşguhkirin. Ev rol ji bo derxistina hêzên Amerîkî ji Sûriyê jî pir girîng e. Bi kurtî yekparçeyiya axa Sûriyê bêyî hêzên çekdar ên Tirkiyê pêk nayê.

Li gorî Birînçîk, di berjewendiya hikûmeta Şamê de ye ku artêşa Tirkiyê QSDê ji holê rake. Hikûmeta Enqereyê jî bi Moskow û Tehranê re parve dike ku divê hêzên Amerîkî ji rojhilatê Sûriyê bên derxistin. Ji ber vê yekê ev senaryo pêşî li Erdogan rast dike ku rêyên dîplomatîk bi hikûmeta Sûriyê re veke û tedbîrên hevbeş bigire. Ji ber vê yekê, divê dev ji lîstika gerwerziyê ya di navbera dingila Atlantîk û Awrasyayê de berdin. Gelo careke din Erdogan wê hemû kartên xwe bavêje selika Pûtîn û Tirkên Ewrasyayiyan, bêyî ku cihê gerwerziyê bihêle?

Bi heman awayî, piştî plana Awrasyayê, gûman e ku Moskow piştgirîya operasyona leşkerî ya Tirkiyê bike, eger Erdogan li ser van gotinan peya nebe: “Em ê terora cudaxwaz ji holê rakin û artêşa Tirkiyê tenê ji bo misogerkirina yekparçeyiya axa Sûriya dikare 30 kîlometreyan ji sînor derbas bike. Artêşa Tirkiyê dê tenê demkî li wir be û em amade ne bi hemahengiya Şamê ji bo vê yekê bikin.”

Serokê berê yê îstîxbarata Tirkiyê Îsmaîl Hakî Pekîn jî da zanîn ku ya dingiliya Awrasyayê dike yek, hevkariya li dijî Amerîkayê ye û amaje bi wê yekê jî dike ku armanca sereke divê Waşinton be, ji ber ku Amerîka hewl dide dewletên netewî tine bike. Ji bo vê yekê divê Tirkiye, Iraq, Sûriye, Rûsya û Îran hevkariyê bikin da ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi wê re bandora koalîsyona navneteweyî li rojhilatê Firatê ji holê rakin.

Pekîn berê jî destnîşan kiribû ku daxwazên Tirkiyê derbarê rewşa Sûriyê de ne rewa ye, bi taybetî ku Enqerê daxwaza dayîna statuya destûrî ji “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” kiribû, ji ber wê yekê ku destûra Sûriyê nikare li derveyî Sûriyê were nivîsandin, nexasim ku Enqere daxwaza hebûna du artêş û desthilatdariyên cihê di nava dewletê de dike. Ev hizir, li gorî Pekîn, li dijî şêwaza yekitiya Sûrî radiweste. Ev di dawiyê de tê wateya ku Tirkê perdeyê li ser opozîsyona Sûriyê li navçeyên dagîrkirî rake.

Daxuyaniyên vê dawiyê yên Erdogan û Wezîrê Derve Mewlut Çawuşoglu wek piştraskirina dîtina Awrasyayê bû, ku bû sedema pêleke nerazîbûnê di nav hêzên gelanî û çekdarên wê herêmê de. Ev kêşeyeke din e ku dibe asteng li ser ramana asayîkirina bi Şamê re, bi taybetî eger ew dever piştgirî û parastina pêwîst ji hêzên rojavayî û aliyên herêmî yên nerazî werbigirin.

Bi kurtî, Rojava careke din li rêbazê xweyî klasîk vedigere ku Tirkiya dijî Rûsiyayê bikarbîne  ew jî di encama şerê Ukraynayê de aşkere bû, û di lûtkeya vê dawiyê ya NATOyê de jî derket holê. Di vê navberê de, rêbazê Awrasyayê ji faşîzma Tirk re bûye alternatîfek ji bo têkbirina doza Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ku li kêleka koalîsyona navneteweyî li dijî terorê şer kirin û hîn jî dikin.

Li ser bingehê jorîn, di plana Awrasyayê de tê gotin ku her çiqas Enqere bi bextbazîtêkiliyên darayî û ewlekarî bi Moskow û hevalbendên wê re ji çarçoweya hevkariyê veguhezîne têkiliyek stratejîk a berfireh bike, Rojava dê nikaribe bijartina xwe net bike. Di encamê de wê gelek valahiyên di encama nakokiyên navneteweyî de derkevin holê, ji ber ku wê bibe qadeke ku olîgarşiya desthilatdar li Enqereyê  û alîgirên wê li Sûriyayê li dijî Kurdan  siyaseta qirkirinê bikine.

Werger ji erebî: Heysem Mislim