Sûrîyaya paşerojê… Pêwîstî bi hevpeymaneka civakî ya nû heye

BEŞAR EBÛD

Eger em vegerin berîya dema têkçûna Dewleta Osmanî, nexasim kêlîya ku Partîya Ithad û Tereqîyê sala 1908an desthilat bi dest xist, dema ku bi awayekî fermî pêkanîna polîtîkeyên tirkkirinê li ser tevahîya wîlayetên Dewleta Osmanî ragihand, da ku zimanê tirkî bibe zimanê fermî yê dewletê, em ê gelek kiryarên bêserûber li dij gelên ne tirk li kêleka wê biryarê bibînin. Di vê çarçoveyê da, osmanîyan li dij her tiştê ku têkilîya xwe bi çand û zimanên dewletên ku dagîr kirine ra heye, şer kir û qedexe kir ku şînîyên wan dewletan ji bilî zimanê desthildarîya osmanîyan biaxivin.

Ereb jî ji vê polîtîkeyê neflitîn; wekî gelên din ên di bin dagîrkerîya osmanîyan da, heman tişt li ser wan jî hat. Wekî hemû gelên ku nerazîbûn nîşan dan, ereban jî bi rêya damezirandina Komeleya Erebî ya Ciwan (El-Cemîye El-Erebîye El-Fetat) sala 1911an li Parîsê berxwedan li hemberî vê polîtîkeyê hilbijart, tevî ku dizanibûn ew ji tundîya tirkan rizgar nabin. Ev yek jî bi rastî pêk hat ku endamên komeleyê û alîgirên wan jî bi fermana walîyê tirk Cemal Paşa Sefah li Şam û Beyrûtê di navbera salên 1915-1916an da, azadîxwazên ereban hatin bidarvekirin. Ew heman heyama ku osmanîyan komkujîyên herî hovane li dij ermenan pêk anîn, ku di encamê da zêdetirî milyon û nîv ermenên bêguneh, bûne qurbanî.

Di teveya dîroka xwe da, Împratorîya Osmanî (1516-1918) tu mîrateyeka şaristanî li pey xwe nehişt, ji bilî mayîndekirina desthildarîya navendî bi rêya hêzê, afirandina “xazoq” û belavkirina nefret, nîjadperestî, fitne û mezheperestîyê  di navbera gelên ku dagîr kirine, da ku serwerîya xwe bi hêz bike û mayîna xwe garantî bike. Osmanîyan ev yek bi rêya xwespartina”Rejîma Milî”pêk anî, ku desthildarên wê bi awayekî gelekî xirab ji bo parçekirina civakan û bipaşxistina wan ber bi paşverûtîyê, bikar anîn. Lê tevî zordarîya vê polîtîkeyê, di heman demê da, ji bo gelên ne tirk alîyekî xwe yê pozîtîf jî hebû ku navendbûna tund têkçûna Dewleta Osmanî bileztir kir û bi awayekî lezgîn hişt ku bikeve pêvajoya parçebûnê û piştra jî hilweşandin û bi peymana Sêverê ya 1920î, dawî lê hat.

Rastîya yekê ku em ji vê waneyê fêr bibin ew e ku ne pêkan e ku tu gel çand û zimanê xwe yê taybet ji bîr bike, her çiqas dewletên ku ew dagîr kirine vê yekê bixwazin. Ziman û çand di vê rewşê da, dibin nasnameya niştimanî ku hemû axêverên xwe digihine hev û wan zêdetir pê ve girêdide dema ku hest bikin gel rastî gefeka ji alîyê hêzên derve ve tê.

Rastîya duyem ew e ku gelên ku ji alîyê rejîmên zordest ve têne birêvebirin, di her boneyê da ji dewleta ku wan bi rê ve dibe wê qut dibin û dema keysa wan lê bê, wê daxwaza mafên xwe yên ku ji wan hatiye standin, bikin. Ev yek jî ereban berîya hilweşandina Dewleta Osmanî pêk anî; ku me dît çawa wîlayet ji dewletê “mêrê nexweş” qut dibin û gelan êdî dest bi damezirandina heyvpeymana xwe ya civakî li gorî sînorê xwe yê erdnîgarî yê nû kir.

Dewletên Rojhilata Navîn û di nav wan da Sûrîya, yek ji wan herêmên ku heyama cûdabûna ji Dewleta Osmanî jîyan kir. Di vê çarçoveyê da, erdnîgarîya herêmê ya gelek dewletan li ser esasê Hevpeymana Sykes-Picotê ji nû ve hat xêzkirin, lewra gelan xwe di nava sînorê dewletên ku Wezîrên Karên Derve yê Fransa û Birêtanîyayê xêz kiribûn û heta niha wekî xwe maye, dîtin.

Lê dema ku dewleta Sûrîyayê ya nûjen li ser esasê hevpeymaneka navdewletî ya nû di destpêka sedsala 20î da hat damezirandin, dîyar bû ku ew jî dewleteka di alîyê cihêrengîya mezheb, netewe û ramanan da dewlemend e. Eger ku dewleta Sûrîyayê ya nûjen ev cihêrengî qebûl bikira û li ser esasê demokratîya hiqûqî û mafî ew biparasta, dê ev yek bûbûya sedema dewlemendîyê. Lê tiştê ku çêbûye, mixabin ev cihêrengî piştra ji ber serwerîya îdyolojîya neteweyî ya erebî ku serwerîya xwe li ser tevahîya polîtîkaya herêmê kir, hat çewisandin. Ji ber vê îdyolojîyê gelek zilim û zordarî li dij çînên berfireh ên civakê hat kirin û rê li pêşîya dîktatoran vekir ku Sûrîya bi darê zorê bi rê ve dibirin û hemû hêvîyên jinûveavakirina dewletê û civakê li ser bingehekî demokratîk û hiqûqî, têk birin. Armanca sereke ya desthildarîyê ew bû ku azadîyê binpê bike û civakê ji enerjîya wê vala bike, gihaşt astekê ku pirbûna pêkhateyên Sûrîyayê ji ber fişara tirsê ku winda bibin, eger ku her pêkhateyeka  bi taybetîyên xwe ve xwe ne girêdayî ba û parastina wê nekira.

Nebûna demokrasîyê di têgihaştina avakirina dewleta Sûrîyayê da, bû sedem ku cihêrengî di civakê da jî tune be ku ev yek jî cewherê her karekî niştimanî ye. Di encamê da, dîtin winda bû û welat têk çû, lê dîktator bi ser ket! Ev biryara takakesî û rakirina yê hemberî xwe û xwebihêzdîtin, yek ji taybetî û mekanîzmeya pêkanîna desthildarîyê li Sûrîyayê bû ji dema ku Cemal Ebdulnasir desthildarî li Sûrîyayê bi dest xist, piştî pêvajoya yekbûna Sûrîyayê û Misirê. Lê piştî parçebûnê, Partîya Beisê ev yek xurttir kir, di encamê da li dij şênîyên welêt zilim û zordarî pêk hat û heta gihaşt astekê ku li herêmên bakurrojhilatê Sûrîyayê bi rêya polîtîkeya”Kembera Erebî” ya ku dsethildarîya Sûrîyayê sala 1966an pêk anî, guhartin demografîk pêk were. Her wiha, rêjeya mezin ji kurdan ji nasnameya sûrîyayî bêpar man û qedexe kirin ku zimanê xwe fêr bibin an jî çanda xwe belav bikin. Lewra, heman êşa ku ereban li ser destê osmanîyan dema ku împaratorîya wan di sedsala borî da têk çû kişand, dûbare bû.

Bi destpêkirina şoreşa 2011an ra, em geşbîn bûn ku ev bûyera bi nirx wê dewleta Sûrîyayê li ser bingehê edalet û rûmetê, ji nû ve ava bike. Her wiha, hêvî mezin bû ku ev şoreş wê çand û civakeka nû ava bike ku tê da wekhevî di navbera hemû pêkhateyan da hebe û mafên kesên ku rêjîma totalîter ya xwedî îdyolojîya neteweperestî ji wan standibû, li wan vegere. Lê opozîsyona Sûrîyayê ku derket ser dikeya siyasî, ew jî di yekbûna hewldanên xwe da têk çû û nikarîbû ku dîtina  xebatekê bi hevkarîya pêkhateyan da ku welat û welatîbûnê, ava bike. Her wiha, ji ber têkçûna wê, nikarîbû ku tu sozê an jî garantîyê ne tenê bide kurdan û ne jî kêmneteweyên din ên li Sûrîyayê, lewra opozîsyon bi awayekî tam dûrî rastîya hebûna Sûrîyayê ket.

Opozîsyona sûrîyayî tevî destekdayîna darayî û navdewletî ya bêsînor, nikarîbû ku civaka navdewletî qani bike ku ew dikare hemû pêkhateyên Sûrîyayê di bin sîwana xwe da, bihewîne. Lê şanoya ku qaşo her pêkhateyek nûnerekî wî di sazîyên opozîsyonê da heye, nikarîbû ku bi vê yekê gelê Sûrîyayê bixapînin û ne jî ku wan qani bikin. Tekezîya vê yekê jî nûnertîya qaşo kurdan di Kwalîsyona Sûrîyayê ya Hêzên Opozîsyona Sûrîyayê, nikarîbû ku malên gelê Efrînê ji dizî û binpêkirina ku ji alîyê komên çekdar ên ku nûnerên wan di nava Kwalîsyonê da hene, biparêze.

Reftarê opozîsyonê ya ku mirov dikare wekî “ne niştimanî” binav bike, bû sedem ku xebata hevbeş were parçekirin û hewldan werin parçekirin û nirxek an jî bandoreka wê li ser erdê nema. Divê em vê rastîyê ku opozîsyonê di şerê xwe bi rejîmê ra ji me ra hîştiye, di ber çavan ra derbas bikin û vê yekê sererast bikin, eger ku em bixwazin di paşerojê da li ser asta niştimanî bipêşketinekê bi dest bixin.

Her dem di dîrokê da, hin kêlî hene wekî waneyan in an jî xutbeyên ku dibe alîkar da ku mêjîyê giştî yê hemûyan di welat da ji wan waneyan fêr bibe û di sererastkirinê da bi kar bîne. Di vê çarçoveyê da, ez dixwazim şoreşa Fransayê ku yek ji giringtirîn pêvajoyan e, ne tenê di dîroka neteweya Fransayê da, lê belê di dîroka tevahîya cîhanê da, bi bîr bixim. Fransizan wane baş fêm kir û têgihaştin ku ew wekî berê nikarin berdewam bikin û divê sazûmanîya dewletê û civakê li ser bingehekî berovajî serdema Liwîsê 16em û padîşahên berîya wî, ji nû ve were avakirin. Di encamê da, fransizan belgeya xwe ya dîrokî ku bandora xwe li ser tevahîya gelên cîhanê hişt, nivîsandin. Ew belge ku Komeleya Damezirandina Niştimanî sala 1789an weşand “Ragihandina mafên mirovan û hemwelatîyan Déclaration des droits de l’homme et du citoyenne” ku heta vê kêlîyê tevahîya fransizan li ser vê belgeyê dimeşin.

Li Sûrîyayê her kes êşê dikişîne, her kes bêmal û bêhêvî ye, lê her kes li benda çareyan e. Ez bawer nakim ku kêlîya dîrokî ji vê kêlîya dijwar a ku gelê Sûrîyayê bi tevahî pêkhateyên xwe tê da dijîn, guncav e ku dest bi jinûvenivîsandina hevpeymana xwe ya civakî ya nû bikin ku bi şertê hemû pêkhate mafên xwe yên destûrî bi dest bixin di hebûn, avakirin û hevkarîya li ser bingehekî niştimanî.

Rewşa dijwar a ku em tê ra derbas dibin, hişt ku di hemû hêzên siyasî yên li ser erdê di nav da jî rejîma desthildar şikestinek çêbibe, lewra divê em wekî sûrîyayî li ser xwendina paşeroja nû ya Sûrîyayê bixebitin, da ku em xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Êdî dem hatiye ku kurd û ereb destê xwe bidin hev û bi hev ra kêlîya ber bi paşerojeka hevpar ve, ragihînin. Bangên ji bo xebata hevbeş ne şikodarî ye û ne jî mineta alîyekî li ser alîyekî din e, lê belê bûye bendekî esasî ji bo rizgarkirina tiştên mayî, lê bi şertê ku li ser esasê berjewendîyên hevbeş ên di navbera hemû pêkhateyan da, ne ji bo berjwendîyên alîyekî li ser alîyekî din be.

Êdî dem hatiye ku projeyeka sûrîyayî ya nû li ser esasê hevkarîya di qada siyasî, aborî, civakî û çandî da were afirandin, ji alîyekî ve pêkhateyên sûrîyayî ber bi xwe ve bikişîne û ji alîyekî din ve jî piştgirîya navdewletî bi dest bixe. Berjwendîyên ku pêkhateyên Sûrîyayê digihîne hev, ji nefret û kîna ku hêzên herêmî vê yekê gur dikin, gelekî zêdetir e. Ne kurdan û ne jî ereban ev girêka asê ya di navbera her du pêkhateyan da hilbijart û ne jî wan axa ku li ser dijîn hilbijartin. Dîroka hevbeş û dirêj a di navbera wan da, dihêle ku yekîtî, dewlemendî û hêza wê jîyana hevbeş vegerîne.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî