• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Servîsa kurdî ya NKL’ê dest bi weşanê kir

August 2, 2022
Servîsa kurdî ya NKL’ê dest bi weşanê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Wek pênasîn, em dikarin bibêjin ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) di sala 2014`an de hatiye damezirandin. Ew mîna saziyek serbixwe ya ji bo lêkolînkirina rewşên/ aliyên siyasî, aborî, civakî û stratîjî li Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, ava bûye.

NLK heta niha bi zimanê erebî berhemên xwe belav dikir. Wê bi sedan Lêkolîn, nêrîn, werger û gotarên di hemû beşên zanistê de pêşkêşî xwendevanan kiriye. Wek nasname, NKL xwe bi saziyek kurdî  dizane, lê ew zanistek bêalî û şîroveyek rasteqîn ya rewşê, analîzkirina reyalîta civakê wek ku ew heye, armanc digire. Ew aliyên neronîkirî û sansorkirî yên mijarên girêdayî Kurdan, Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhilata Navîn dide pêş. Her wiha, li ser astek global jî lêkloînan dike. Ew mijarên mîna globalîzim, şerên herêmî, hilbirîn û pêşbaziya pêşxistina çekan û islama siyasî jî dişopîne.

NKL hewl dide diyalogekê di navbera Kurd û Ereban de durust bike û vê diyalogê dewrî hevdûnaskirinekê ku li ser bingehek zanistî ava dibe, bike. Di vî karê zanistî de cihê rexneyê û nêrîna din jî heye. Armanc ew e, ku bi riya kar û barê NKL civak bi awayekî zanistî ya profesyonel were agahdarkirin û ew karibe zemîna xwenûkirin û xweguhertinê deyne. Ev civak rastiya rewşê û guhertinên herêmî û cihanî nas bike. Ew nêzîkî hev bibe û li ser bingeha jiyanek hevbeş, cihêreng û demokrat, xwe bi hev bide qebûlkirin.

NLK dixwaze taybetmendiyên dîrokî, civakî, çandî û siyasî yên her pêkhatiyekê derxe holê û derfetê bide wê yekê, ku ev pêkhatî were naskirin û mîna dewlmendiyekê bête diyarkirin. Her wiha NKL dixwaze cih û rola jinê jî analîze bike. Ew deriyê xwe ji bo hemû lêkolîn û şîroveyên derbarê jinê de vedike.

Ji sala 2014`an de û vir ve, NKL bi sedan lêkolîn û şîroveyên dirêj belav kiriye. Ew Lêkolîn ji aliyê gelek zanîngeh, dezgeh û navendên lêkolînan mîna jêder hatine bikaranîn. Her wiha bi dehan ji têzeyên doktora û masterê li gelek zanîngehên welatên ereb, Ewropa û DYA yê, lêkolîn û madeyên zanistî yên ku NKL belav kirine, wek jêder bikar anîne.

NKL cihekî xwe yê taybet di nava dezgeh û navendên lêkolînan girtî ye. Ew niha bûye jêderekî sereke ya wergirtina agahdarî û şîroveyên zanistî yên derbarê herêma Rojavayê Kurdistanê û tevahiya heremê de. Lêkolîner, xwendevanên beşên bilind ên siyaset û civakê, êdî NLK dişopînin û analîz û lêkolînên wê ji bo xwe dikin çavkanî û jêdera pêbawer.

Ev wek pênasînek kurt ya karê NKL ji sala 2014`an ve (beşê erebî), lê em ê niha dest bi weşana beşê kurdî bikin. Êdî NLK dê bi zimanê kurdî lêkolîn, şîrove, nirxandin û nêrînên di hemû beşên zanyariyê de belav bike. NKL ya kurdî dê xwedî armancek sereke be, ew jî ji bo xwendevanên kurd, ragihandina wêneyekî geştî û rasteqîne ji rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn re.

NLK a kurdî dê ne agahî û nûçeyên lezok û kurt bide, lê wê lêkolînên bi dehên rûpel, şîroveyên dirêj yên taybet, werger û nêrînên ku xebatkar û nivîskarên wê amede dikin, ji bo Kurdan û hemû xwendevanên bi zimanê kurdî, belav bike.

Ev demeke ku em li ser amedekirina beşê kurdî yê NKL radwestin. Me xwest ku em li gorî navê xwe bin û bi hijmarek mezin û dewlemend ya lêkolîn û şîroveyan werin qada belavkirina kurdî. Em dixwazin rewşa li welatê xwe bi zimanê kurdî, bi formek akadîmî ya bilind, vebêjin û bi xwendevanên kurd re parve bikin.

Li gel lêkolînên taybet bi beşê kurdî, dê liva wergerê ji beşên erebî û ingelîzî aktîv be. Ew lêkolîn û şîroveyên ku bi taybet ji bo NKL bi zimanên erebî ingelîzî tên amedekirin, dê bo beşê kurdî werin wergerandin. Ev kedek mezin û karekî hayedar û profesyonel dixwaze.

Em hêvî dikin û wek armanc li pêşiya xwe dibînin, ku NKL di cîhana peyva kurdî de deriyekî zanistê veke û ji bo hemû akadîmîkar, rojnamevan û xwendevanên peyva kurdî bibe alava pêbawer ya şopandin û zanistwergirtinê.

 

Rêveberiya Navenda Kurdî ya Lêkolînan li Almanyayê

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?
Gotar

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?

July 13, 2026
Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”
Manshet

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”

July 12, 2026
Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?
Gotar

Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?

July 9, 2026
Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?
Gotar

Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?

July 8, 2026
Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê
Gotar

Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê

July 6, 2026
Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê
Gotar

Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê

July 3, 2026
Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”
DÎROK Û CIVAK

Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”

July 2, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN