• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Rojev Kurdistan e

November 8, 2023
Rojev Kurdistan e
Share on FacebookShare on Twitter

Şerê ku îro li Xezayê diqewime, ku bala alavên ragihandinê yên cîhanî dikşîne û niha bûye rojev, divê bi tu awayî şerê ku dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne, nenixumîne. Divê alavên ragihandinê yên kurd seferber bibin, da ku şerê ku desthilatdarîya AKP/MHPyê li Kurdistanê dimeşîne deşîfre bikin û tekoşîna kurdan ya li dij dewleta tirk û çeteyên DAIŞ di rojevê da bihêlin.

Li Kurdistanê şerekî giştî heye. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe şerekî topyekbûn li dijî hebûn û hêza kurdan dimeşîne. Li ser hemû astan, li dij destkeftî û sewerîya neteweya kurd, dewleta tirk hemû hêza xwe serferber kiriye. Ew di qada siyasî û leşkerî da li dij kurdan di nava şerekî mezin da ye. Mirov dikare bibêje, ku dewleta tirk ev serê /10/ salan e, jiholrakirina kurdan ji bo xwe kiriye kar û armanca sereke. Desthilatdarîya AKP/MHPyê hemû derfetên dewletê ji bo artêş û istixbaratê terxan kiriye, da ku karibe kurdan têk bibin. Ew bi milyaran dolar li şerê ku li Bakur, Başûr û Rojava li dij kurdan dimeşîne, xerç dike. Xerçkirina ewqas pere li ser hesabê bipêşvebirin, nûjînkirin û geşkirina Tirkîyayê ye. Wek encama vê siyaseta leşkerkirina dewletê û meşandina şerekî giran bi vê berfirehbûnê, beşên aborî, zanistî, tendurustî û civakî yê dewletê li paş mane.

Şerê ku desthilatdarîya AKP/ MHPyê li dij kurdan dimeşîne û destwerdana Enqerayê ya welatên ereb li jêr hizira bicihkirina projeya “Osmanya Nû” derfetên vî welatî tarûmar kiriye. Ev hizira hegemon bipêşveçûn û bipêşvexsitina Tirkîyayê asteng dike, rê li ber aşîtiya navxweyî û çarserkirina pirsgirêka kurd digire. Berovajî vê yekê, ew dewletê dixe bin barekî mezin, aborîyê têk dibe û Tirkîyayê dike navendeka durustkirina tevlihevîyê.

Li hemberî vî şerê giştî yê ji bo têkbirin, jiholrakirin û derbiderkirina kurdan tê birêvebirin, di serî da Tevgera Azadîya Kurdistanê, hemû hêzên kurdan di pososyona xweparastinê da ne. Li Bakur, Başûr û Rojava şerekî mezin heye. Bi dehhezaran leşkerên dewleta tirk bi hemû alavên şer yên giran û bipêşketî, komkujîyan li dij mirov û axa Kursitanê dimeşînin. Bajar û gundan dişewetînin û xwezaya Kuristanê wêran dikin. Heta bi çekên kîmyayî, bombeyên fosforê û nûklera bisînor, bi kar tînin û ava Kurdistanê jehr dikin.

Li tevahîya herema Rojhiltana Navîn şerekî wiha mezin û qirêj nayê kirin. Duyemîn mezintirîn artêşa NATOyê li himberî kurdan û hêzên wan şerekî nehevseng bi rê ve dibe. Her sal wek plançoya vî şerî hijmara windahîyên artêşa tirk bi hezaran heye. Berxwedanek efsaneyî bi kêmtrîn derfet û alavên xweparastinê tê jîyankirin. Li gel vî şerê ku dewleta tirk bi rêya artêş û istixbaratên xwe dimeşîne, her wiha şerekî din jî yê bi rêya komên çete yên kirêkirî dimeşîne. Desthilatdarîya AKP/MHPyê komên çete yên derveyî qanûnê û hêzên cîhadîst yên global (DAIŞ û El-Qaîda) bi ser kurdan ve dişîne. Van hêzan bi salane êrîşên giran birin ser bi dehan bajarên Kurdistanê û hewl dan Kurdistanê wêran bikin û gelê kurd derbider bikin. Hêzên kurdan bi serkêşîya Tevgera Azadîya Kurdistanê berxwedanek bêhempa meşandin û di şerê li dij DAIŞê ji bo hemû cîhanê bûne mînaka berxwedana gelan, parastina jinê û nirxên jîyan û azadîyê. Kurdan tevahîya cîhanê ji DAIŞê xelas kir. Cîhan minetdarê kurdan e.

Divê ev berxwedana heyî û berdewam, li her deverê û li ser her platformê bê gotin û ronîkirin. Divê ev berxwedana ku her roj xurtir û gurtir dibe, di rojeva herema Rojhilata Navîn û tevahîya cîhanê da berz bimîne. Divê tu carî rojev neyê guhartin û ev berxwedan, şerê xweparastin û bervanîya nirxên mirovatîyê, neyê paşguhkirin. Komkujîya ku dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne û dixwaze ser binxumîne, divê bê vegotin û ronîkirin. Hemû alavên ragihandinê yên kurdan, hemû birêxsitin û kesayetî li Kurdistanê û derveyî wê, divê vî şerê qirêj yê dewleta tirk ji tevahîya cîhanê ra eşkere bikin û rûyê reş yê desthilatdarîya AKP/MHPyê eşkere bikin. Divê hemû cîhan zanibe ku ev rêjîm komkujîyan dike û kurd jî xwe diparêzin û berxwedaneka rûmetê dimeşînin.

Şerê ku îro li Xezayê diqewime, ku bala alavên ragihandinê yên cîhanî dikşîne û niha bûye rojev, divê bi tu awayî şerê ku dewleta tirk li Kurdistanê dimeşîne, nenixumîne. Divê alavên ragihandinê yên kurd seferber bibin, da ku şerê ku desthilatdarîya AKP/MHPyê li Kurdistanê dimeşîne deşîfre bikin û tekoşîna kurdan ya li dij dewleta tirk û çeteyên DAIŞ di rojevê da bihêlin. Divê tekoşîn û fedekarîya şervanên azadîyê mijara sereke ya tevahîya ragihandinê kurdî be. Divê em nekevin bin bandora medyaya ereb û tirk û rojevê biguherînin. Şerê ku dewleta tirk û çeteyên wê, çi DAIŞ û çi jî çeteyên “Artêşa Wetenî”, li dij kurdan dimeşînin û ev komkujiyên mezin yên li Şingal, Kobanî, Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipê, hatin kirin, şerekî mezin yê sedsalê ye. Desthilatdarîya AKP/MHPê vî şerî bi pîlan bi çûk dike û bi hezaran kuştîyên artêşa tirk nabêje û ser mijarê digre. Divê ragihandina kurd rûyê reş yê dagîrkerîya tirk eşkere bike. Divê dîmenên çalakîyên bersevdayînê yên hêzên leşkerî yên neteweya kurd werin belavkirin û sernûçe bin. Divê dîmenên bikarînan çekên kîmyayî, wêrankirin û şewitandina xwezaya Kurdistanê û heta dîmenên şewitandina arteşa tirk cenazyên leşkerên xwe li Heremên Parastina Medyayê, bên belavkirin û dubarekirin. Şerê ku îro li Kurdistanê dibe, siberoja heremê dîyar dike. Çawa kurdan DAIŞ têk bir û ewlekarîya cîhanê parast, ew îro derbeyan li hizira kolonyal û faşîst ya desthilatdarîya AKP/MHPyê dixe. Ew rê li ber teror û tevlihevîya gerdûnî ya ku ev desthilatdarî saz dike û serkêşîya wê dike, digire.

Ji me hemûyan tê xwestin, ku em Kurdistanê û tekoşîna berxwedanî û tekoşerên kurd li Bakur, Başûr û Rojava di rojevê da bihêlin û hemû alîyên vê tekoşînê ronî û zelal bikin. Divê em Kurdistanê bihêlin/bikin rojeva cîhanê.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN