Li dij Şingalê û rêvebiriya wê ya xweser pilanên tarî hene. Hêzên ku naxwazin êzdî bibin xwedî îradeyek azad û karibin xwe bi rêxsitin bikin, bibin xwedî heremeke xweser û hêzeke leşkerî ya berxwedêr, pilanan saz dikin û hewl didin rê li ber vê vîna azad û bixwebawer a êzdiyan bigrin. Niha hewl tê dayîn ku dîrok bi paş ve bê vegerandin û êzdî careke din bibin êsîrên hêzên derve û bê statû û parastin bimînin.
Divê bê gotin ku li paş pilanên têkbirina Xweseriya Şingalê, bêbandorkirin û dîlgirtina êzdiyan, PDK û dewleta tirk hene. Ev yek eşkere û xuya ye. Gavên ku li Bexda û Hewlerê li dij Xweseriya Şingalê tên avêtin, hemû ji encama hevkariyeke hevbeş e ya di navbera PDK û dewleta tirk de. PDK dixwaze careke din bibe desthildar û mîna beriya 3yê tebaxa 2014an, tevahiya herema Şingalê bigire dest xwe, rêbazên gendelî, çêkirina alîger û peyayan bi pûl û ritbeyan, berdewam bike. Dewleta tirk jî, dixwaze êzdî bê parastin û statû bimînin. Şingal vala bibe û hizira azad, pêşverû û bixwebawer a ku Tevgera Azadiya Kurdistanê çandî ye, berfireh û geş nebe.
Di van rojan de, li dij Şingalê kampaniyek reşkirinê li ser gelek astan û bi gelek şêweyan pêk tê. Tê xwestin ku êzdî di çavên netewa kurd de werin pûçkirin. Hin aliyan, kesê bi navê Nayif Xelef Seydo derxistin pêş û ew dane xebitandin da ku bi kampaniyekê li Bexdayê rabe û rojevê biguherîne. Ev kesê ku li ser navê êzdiyan li Bexdayê wek “parlementerê kota êzdiyan” siysetê dike, bi kampaniya “nasîn û qebûlkirina neteweya êzdî” rabûye û hewl dide pêşinyarqanûnekê ji Perlementoya Iraqê ya Navendî derbas bike, ku “êzdî wek neteweyeke serbixwe, ne wek kurd”, werin nasîn. Bi qasî 182 parlementerên iraqî ev “pêşinyarqanûn” destek kirine. Bi vê yekê re, ev pêşinyarqanûn dewrî komîteya qanûnî ya Perlementoya Iraqê hat kirin.
Ev 182 perlemeterên iraqî, yên ku qaşo “netweyeke êzdî” qebûl dikin û êzdiyan wek netewe li neteweyên Iraqê zêde dikin, heta niha naskirina Fermana 73an a ku DAIŞ di sala 2014an de bi serê êzdiyan anî, wek “komkujiyeke olî/genosîd” qebûl nakin! Ew qebûl nakin ku ferman bi serê êzdiyan hatiye û bi hezaran êzdî hatine kuştin, birîndarkirin, windakirin, sebîkirin û tecawizkirin! Wan ji bo jinûveavakirina Şingalê, qebûlkirina forma xweseriyê, vegera koçberên ku ev serê 10 salan di kampan de perîşan bûne ji bo xaka Şingalê, kampaniyên hevdana imzeyan, nedane destpêkirin. Lê tenê ji bo vê projeya gumanbar, bûne “dostên êzdiyan” û ji bo wan statûyeke “netewebûyînê” dixwazin?!
Weha xuyaye ku ev kampaniya rojevguhartinê ya ku ji aliyê kesekî nenas, bê bingeh û dîrok ve hatiye destpêkirin û bi alîkariya hêzên xêrnexwazên êzdiyan tê destekkirin û bi pêşvexistin, bi çend armancan derdikeve pêş. Ev kampaniya tarî dixwaze nakokiyan di navbera êzdî û beşên din ên civaka kurd de peyda bike. Ew hewl dide êzdiyan ji neteweya kurd qut bike, da ku bê pişt û hêz bimînin. Armanca vê kampaniyê ew e ku êzdî û beşên din ên neteweya kurd werin hemberî hev, nakokî derkevin û rojev bê guhartin. Armanca vê gavê ew e ku Şingal vala bimîne, nebe xweser û alîkarî û piştgirtiya neteweya kurd li ser were birîn. Bi vê yekê, zû bê têkbirin û dîlgirtin. Tê xwastin nakokî û nerehetî zêde bibe, da ku şingalî nikaribin vegerin ser xaka xwe û jiyana xwe hemû di kampên penaberiyê de derbas bikin. Tê xwestin ku rê li ber binavkirina qayimmeqam û rêvebiriya nû ya Şingalê ya ku diviyabû 1ê hezîranê bê kirin, were girtin. Jixwe çav li rê bû ku di serê meha hezîranê de qeymmeqamiya Şingalê û rêveberiya nû were ragihdandin, lê piştî van tevliheviyên dawî û destwerdanên dewleta tirk û PDKyê ev pêvajo hat paşxistin.
Li dij vê kampaniyê gelek hêz û rêxsitinên êzdiyan, çi li Şingal û Başûr û çi li Rojava, Bakur û derve, daxuyaniyên nerazîbûnê derxsitin. Di serî de Meclisa Rohanî, bi dehan rêxsitin daxuyanî li dij vê kampmaniya ku li Perlemantoya Iraqê dimeşe, belav kirin. Her wiha Yekîtiya Êzdiyên Sûriyayê (YÊS), ku sîwana hemû rêxistinên siyasî û civakî yên herema Bakur-Rojhilatê Sûriyayê ye, daxuyaniya şermezarkirina vê kampaniyê belav kir û careke din, dubare kir ku êzdî beşekî resen ên netewa kurd in.
Jixwe hewl tê dayin, ku li Şingalê nakokî û şer di nava êzdiyan de û cîranên wan ji pêkhatiya ereb derkeve. Hêzên dijberên Xweseriya Şingalê, yên ku naxwazin şingalî vegerin û herem geş bibe, bi hemû şêweyî hewl didin şer û nakokiyan di navbera eşîreyên ereb yên li Şingalê û êzdiyan de derxin. Di vê dema dawî de çend bûyer rû dan. Eger mirov baş şîrove bike û li sedemên nakokiyan binêre, mirov dibîne ku ev hemû bûyerên çêkirî ne û ji aliyê navendekê ve tên birêvebirin. Dewleta tirk ya ku hewl dide tevahiya herema Başûrê Kurdistanê bike hêlîna MITê, rêbazên çetewerî û ajankirina ciwanên şingalî bi pêş ve dixe. Qutkirina êzdiyan ji neteweya kurd û duristkirina nakokiyan bi pêkhateya ereb re, yek ji karê MITê yê li dij êzdiyan û xweseriya Şingalê ye. Ji bo rê li ber van nakokiyan were girtin, gelê Şingalê, “Desteya Eşîreyên Şingalê” ava kiriye. Ev deste ji gelek eşîreyên kurd ên êzdî, ereb û kurdên misilman, pêk tê. Di serî de eşîreya Şemer (malbata Cerba) roleke sereke ji bo lihevkirin û çareserkirina nakokiyan dilîze. Hemû pirsgirêk û nakokî di warê tekekesane de tên bi çarçovekirin û destûr nayê dayîn ku dewrî şerê malbat, eşîr û pêkhateyan bibe.
Dewleta tirk û PDK ji rewşa Şingalê û hebûna xweseriyê û hêzên YBŞ û YJŞyê ne razî ne. Ew dixwazin “Peymana Bexdayê” ya di 10ê cotmeha 2020î de bi hikûmeta iraqî û PDKyê re mor kirine, bixin pratîkê. Li gor vê peymanê divê rewşa Şingalê vegere mîna beriya tebaxa 2014an, beriya êrîşa DAIŞê û xwevekişîna hêzên PDKyê. Divê herem carek din bi tevahî bikeve destê PDK û peyayên wê û destkeftiyên êzdiyan, çi xweserî dibe û çi hêzên leşkerî dibe, jiholê bên rakirin. Hemû gavên ku tevliheviyê li Şingalê çêdikin, aştiya navxweyî têk dibin, bi armanca têkbirina xweseriyê û rêlibergirtina vegera şingaliyan a li gund û komelgehên wan, tên avêtin.
Xweserî û hêzên leşkerî û sivîl yên Şingalê destkeftînên mezin ên êzdî û tevahiya pêkhatiyan in. Ew divê bên parastin û xurtkirin. Divê rê li ber hemû lîstikan were girtin û derfet neyê dayîn ku dewleta tirk bi rêya hêz û komên girêdayî wê, pilana têkbirina xweseriya şingaliyan têk bibe. Dewleta tirk a ku bi dehan baregehên wê li Başûrê Kurdistanê hene, hebûna wê li Bexda û Hewlerê heye, têkbirina Xweseriya Şingalê û hêzên YBŞ ji xwe re kiriye armanceke sereke. Ew dixwaze hemû saziyan hilweşîne, rê li ber vegera êzdiyan ji bo Şingalê bigire û derfetê bide çete û cîhadistan, ku careke din êrîş bikin, êzdiyan tar û mar bikin û Şingalê wêran bikin. Divê ev rastî were zanîn, her kes li dij derkeve, hişyar û amade be.