Duh Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, Hesen Koçer re bernameyek li dar xist. Di bernameyê de hilbijartinên şaredariyê yên ku dê di 11ê hezîranê de li dar bikevin, gefên Tirkiyayê yên berdewam, helwesta rêjîma Sûriyayê û pêşketinên xwecihî yên herî dawî hatin nîqaşkirin.
Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, li ser malperên tevna civakî yên NKLyê hatin weşandin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, Hesen Koçer beriya mijara hilbijartinan binirxîne, destpêkê siyaseta dijminahî ya dewleta Tirkiyayê ya li dij gelê kurd di dîrokê û heta niha, her wiha berxwedana gelê kurd û valaderxistina planên dewleta Tirkiyayê, şirove kir.
Hesen Koçer piştre gefên dewleta Tirkiyayê yên li dij hilbijartinên 11ê hezîranê nirxand û got: “Mejiyê dewleta Tirkiyayê li ser qirkirina civakan hatiye çêkirin, ji ber vê yekê jî ev êrîş û gefên li dij hilbijartinan ne tenê girêdayî AKP û MHPyê ne, lê belê tevahiya partiyên Tirkiyayê li gorî wî mejî tevgerê dikin. Erdogan û AKP ji bo tasfîyekirina kurdan derxistin pêş, lê piştre dema dîtin ku nikarin kurdan û tevgera azadiyê tasfîye bikin, MHP xistin hevalê AKPyê û niha jî hewl didin ku CHPyê bixin hevalên wan da ku êrîşî kurdan bikin. Ji ber vê yekê jî, idiayên wekî teror û hilbijartin hemû bihane ne, ku tu wateyên wê tunene. Niha em bibêjin ku hilbijartinên li welatekî, çi têkiliya Tirkiyayê pê heye ku destwerdana hilbijartinên şaredariyan bike. Balkêş e ku heta niha dewleta Sûriyayê ji bo van hilbijartinan tiştek negotiye, lê dewleta Tirkiyayê behsê dike. Lewra dewleta Tirkiyayê dixwaze dewleta Sûriyayê li hemberî me sor bike bi bihaneyên ku ev hilbijartinên şaredariyan xeter in û parçebûnê çêdikin.”
Koçer destnîşan kir ku hilbijartin bihane ye da ku dewleta Tirkiyayê êrîş bike û qirkirinê li dij gelan pêk bîne û wiha dewam kir: “Di dema qirkirina ermenan de jî, dewleta Tirkiyayê ji mislimanan re digotin ermen gawir in û piştre qirkirin li dij wan pêk anî. Di vê demê de jî, bi bihaneya ewlekariya neteweyî dewleta Tirkiyayê qirkirinê li dij kurdan dimeşîne. Yanî ev hemû bihane ne, ku hilbijartinên li welatekî li dar bikevin çi têkiliya dewleta Tirkiyayê pê heye ku behsê bike?”
Koçer diyar kir ku bajarên Sûriyayê yên di bin dagîrkeriya Tirkiyayê de, pere tirkî ne, al ya Tirkiyayê ye, zimanê tirkî ye û sîstema perwerdeyê ne ya Sûriyayê ye, ev yek jî tê wateya ku bi rastî ew herêm ji Sûriyayê parçe bûne.
Koçer bal kişand ser amadekariyên hilbijartinan û destnîşan kir ku amadekariyên wan ji bo hilbijartinan temam in, zêdetirî 5 hezar namzed hene, her wiha zêdetirî 30 partiyên siyasî tevlî hilbijartinan bûne û zêdetirî 270 wek kesên serbixwe wekî namzed beşdarî hilbijartinan bûne û wiha dewam kir: “Netevlîbûna hinek partiyan bi fermanên dewleta Tirkiyayê çêbûye, ji bilî ENKSyê, hema hema mirov dikare bibêje ku hemû partî tevlê bûne di nav de jî partiyên pêkhateyên ereb jî. Lewra dewleta Tirkiyayê bi van gefan dixwaze van hilbijartinan û amadekariyên me vala derxe û tirsê bixe nava gel. Divê gelê me jî biçin ser sendoqan û her dengekî gelê me wekî guleyekê ye li hemberî zihniyeta Bahçelî û Erdogan. Lewra divê gelê me roja hilbijartinan kes li mala xwe nemîne, da ku em îsbat bikin em bi şoreşa xwe re ne û em îradeya xwe diparêzin û em hevserokên xwe hildibijêrin ku sibê xizmeta me bikin.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bal kişand ser helwesta Amerîkayê ji van hilbijartinan û got: “Em helwesta Amerîkayê rexne dikin, ji ber ku helwesteke ne rast e. Rêxistinên navdewletî yên li herêmên me, her dem civîn di navbera me û wan de çêdibin û ew dibêjin ku dixwazin seqemgîrî li vê herêmê çêbibe. Lewra em dibêjin ku hilbijartin seqemgîrî ye. Ji bo vê yekê jî em ji Amerîkayê re dibêjin ku bila werin hilbijartinan bişopînin û piştre bila bibêjin ka ev hilbijartin sextekarî tê de heye an na. Em vê nêzikatiya Amerîkayê ya beriya hilbijartinan rexne dikin û ev nêzikatî cesaretê dide Tirkiyayê da ku Tirkiya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bike. Di heman demê de, em dibêjin ku ev hilbijartin wê tu metirsiyê li ser Tirkiyayê çêneke, lê em niyeta Tirkiyayê baş fêm dikin ku ew jî tenê wê çawa kurdan û hêzên demokratîk tasfîye bike û armanca Tirkiyayê jî tenê ev e.”
Hesen Koçer di berdewamiya nirxandina xwe de got ku rejîma Sûriyayê jî dixwaze rewşa Sûriyayê vegere beriya sala 2012an û wiha domand: “Eger ne Rêveberiya Xweser bûye, wê Sûriya ji zû ve parçe bûbûye, ji ber bi saya felsefe û stratejiya Rêveberiya Xweser yekîtiya axa Sûriyayê tê parastin. Rejîma Sûriyayê û dewleta Tirkiyayê dixwazin yektiya gelê Sûriyayê xerab bikin, mînaka wê jî li Dêra Zorê bû. Ev hilbijartin jî hevgirtina gelê Sûriyayê zêdetir xurt dike.”
Koçer bi bîr xist ku di statejiya wan de yekîtiya gelê kurd û ereb pir girîng e û ev jî wekî stratejiyekê ye ji bo wan û wiha domand: “Eger kurd û ereb bibin yek, wê karibin tevahiya Rojhilata Navîn biguhêrin.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kir ku divê gel di roja hilbijartinan de kes di mal de nemîne, ji ber ku roj roja rûmetê ye û her kes biçin ser sendoqan û dengê xwe didin kê bila bidin û wekî roja serferberiyê be û divê kurd ji herçar parçeyan û li diyaspora destekê bidin Rojavayê Kurdistanê.