Nameyek ji bo Amedê: Avahiyên bi şêweyên zindanan dîroka “Sûrê” binax dikin

FREDERICA GEERDINK

Piştî  darbeya Erdogan a ji nişkê ve li dijî Pêvajoya Aşitiyê, dewleta Tirk êrişeke leşkerî ya berfireh li dijî taxa Sûrê ya Amedê da destpêkirin. Di wê demê de, alava propagandeyê ya dewleta Tirk, propagandeya şerê li dijî alîgirên PKK`ê li taxa Sûrê dikir. Lê piştre, hate zelalkirin ku armanca veşartî ji vê êrişa hovane, ew e ku vê taxa ku wekî sembola çandî û dîrokî ya nasnameya bajêr e, veguhirînin bazareke ku xizmeta projeyên tûrîzmê û veherhênanan dike, ku şerîketên taybet ên bi saziyên dewletê re hevkar in, sûdê jê bigirin. Lewra, ji bo ku ev projeya ku xizmeta siyasta bajarvanî û sermayeyê dike were pêkanîn, pêdivî hebû ku astengiyên herêmî û  îradeya siyasî ji holê were rakirin. Ji bo vê yekê jî, ji bilî derxistina şer tu rêbazekî din tune bû. Piştre jî, wêrankirina herêmên şûnwarên dîrokî yê kevnar û bîra çandî ya bajêr ji holê rabikin. Ev lîstok jî di karnameya saziyên tundî yên dewletê û şerîketên taybet de ji dema damezirandina Tirkiyeya nûjen ve, tijî ne.

Gelo çi bandora vê kiryara qirkirinê li ser nivîskara Hollandî Frederica  hebû? Her wiha çi nakokî di bîrdanka nivîskarê de çêbû, dema ku bi fikarên kûr heta van kêliyan jiholêrakirina şûnwarên bajarê dîrokî di encama siyaseta şer û çekirinê de, temaşe dikir?. Ji bo bersiva van pirsan, nivîskarê nameyeke taybet ji Navenda Kurdî ya Lêkolînan re şand û têde bi rêbazekî wêjeyî yê nazdar û bi bandor xîtabî bajarê Amedê û taybet taxa Sûrê dike.

Ameda delal…

Bi rastî, dema ku mirovek nameyekê ji bo bajarekî dişîne, bi serê xwe mijareke balkêş e. Lê belê, hêjayî gotinê ye ku mijar serê pêşîn hest û zimanê dilê me ye. Hîn jî dilê min li kolanên taxa Sûrê ya ku dilê wê parçe parçe bûye, digere. Bi vê baweriyê, nivîsîna nameyê ji bo bajarekî li gel min bû rewşeke normal.

Beriya 6 salan di vê mehê de, şerê Sûrê bi dawî bû. Şer, di navbera artêşa Tirkiyeyê û komeke ciwanên ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sivîlan(YPS) de 100 rojan dewam kir. Di encamê de, beşeke Sûrê rûxiya. Pir zehmet e ku mirov li wê dîmena wêrankariyê binêre û bawer bike. Bi taybet jî ku berê, ew kolan tijî xelk bûn û jiyan lê berdewam bû. Di heman demê de, ji wan kolanan, bihna dîrokeke jîndar difûriya. Kolan û avahiyên ku bi keviran hatine lêkirin û dîwarên li dorhêlê, dewlemendiya gelek şaristaniyên ku di dirêjahiya sedsalên cuda de jîyane, di nava xwe de hildigirin. Her wiha, şaristaniyan nasname û nîşaneyên xwe lê zêde kiribûn, da ku bi wî cihê dîrokî û bedew re bibe yek. Lê paşê, ev hemû bi bayekî re ji nav çûn.

Hovîtî

Erê Amed, em ê kê gunehkar bikin?(Li min bibore Diyarbekir!, ez hîn jî nikarim peywendiyê bi te re deynim,  baş e, ne wisa?) Ez gelek dudil bûm. Tê bîra min ku min dudiliya xwe di havîna sala 2016`an de, bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê  Cemîl Bayik re par ve kiribû û min jê re gotibû: “Gelo ma bi rastî jî pêwîst bû ku ji aliyê YPS û bi hevkariya beşek ji xelkê Sûrê, bendên axîn ava bibin û xendek bên kolan?Bi taybetî wan dizanîbûn ku dê berteka dewletê gelekî hişk be, ne wisa? Paşê min got: Heke haya kesekî ji hovîtiya dewletê hebe, tekez ew dê niştecihên taxa Sûrê bin, ji ber ku piraniya wan ew kesin ku di salên 90`î de ji zora dewletê ji bajarok û gundên xwe yên ku bi erdê re bûbûn yek, koçber bûbûn. Di vê rewşê de, gelo ma ne divê em YPS û bi PKK`ê ji ber wêranî û kuştina gelek şervan û sivîlan sûcdar bikin. Bi taybet jî ku PKK`ê çek pêşkêş YPS`ê dikir û kadroyekî perwerdekirî yê PKK`ê Çiyager Hêvî ji çiyan hatibû û ew birêve dibirin?Bayik wiha bersiv da: “Dewletê dê bi her awayî ew der wêran bikira”.

Wê demê, ez tam ji bersiva wî ne bawer bûm. Lê dema ku ez niha bi çavê xwe yê berê li Sûrê dinêrim ango ji Adara 2016`an ve, ne bi tenê ew avahiyên dîrokî yên ku di encama şer de zirar dîtibûn û dikaribûn bên çaksazkirin, ji holê rabûne. Lê belê, beşên din ên Sûrê yên ku zirar nedîtibûn an jî zirarên biçûk dîtibûn, hemû ji holê rakirin. Di dema niha de, malperên medyaya civakî wêneyên wan cihên wêrankirî û avahiyên nû yên ku dewletê lêkirine, belav dikin. Belê Amedê!ev dîmenê tirsnak, hovane û ne ji rêzê ne. Li te nayên ev dîmen, her wekî ku li Sûrê nayên. Ev avahî ji malan zêdetir, mîna zîndanan in. Ne tu kes li wir dijî û ne jî kes hez dike ku li wir bijî.

Kolaneke teng

Çîroka van kolanên ku nû hatine çêkirin û berê beşek ji nasnameya te bûn, gelo ne nîşaneya asta binpêkirinên dewletê ye? Ma navê kolana li pişt minareya çargoşe ya li cem Dêra Ermeniyan a di nêvenga Sûrê de çi ye? Navê wê kirine “Kolana Dergehê Nû”.

Em fêr bûbûn ku vê kolanê teng bibînin, lê niha bûye kolaneke pir fireh. Wekî hemû rêyên nûçêkirî, ku divê rûbera wan fireh be da tang û panzêr bikarin têre derbas bibin. Yek ji sedemên herî bingehîn ên ku hişt YPS`ê zêdetirî 100 rojî li dijî artêşa Tirkiyeyê liberxwe bidin, nasîna wan ya hemû kolan û kuçeyên taxê bû ku leşkerên Tirk ew nas nedikirin. Heman sedem, bi YPS`ê re bû alîkar ku karîbû di kolan û kuçeyên Sûrê re bi hêsanî tevbigerin, berovajî panzêrên leşkerî ku nikaribûn di wan kolanan re derbas bibin.

Heke tu destûr bidî Amed, rê bide min ku ez vê pirsê bipirsim:Gelo wêranî di asteke çawa de pêk hatiye û ew cihên nû yên ku li ser dilê te rûniştine çawa xuya dikin? Di rastî de, êdî kiryarên dewletê ji min re eşkere bû ku wê di her awayî de taxa Sûrê wêran bikira. Ev demeke dirêj e ez li ser vê mijarê dixebitim û min bi gelek kesan re nîqaş kir. Serokê şaredariya Sûrê yê berê Ebdulah Demîrbaş, ji min re plana dewletê ku beriya 10 salan ji şerê 2016`an dixwest pêk bîne, eşkere kir. Di bin navê başkirina rewşa taxa Sûrê ji aliyê şerîketeke pêşketî ve, gelek hewldan hebû. Lê hemû hewldan rastî nerazîbûneke xurt ji aliyê siyasetmedaran û niştecihên taxê hat û di encamê de, ew plan hate têkbirin. Lê belê, dev ji xwesteka veguhirandina Sûrê ji bo tiştekî ku xizmeta dewletê bike, nehate berdan. Êdî şer bû hincetek ku destwerdan were kirin û bi awayekî hovane bersiv dan. Piştre, êdî pêvajoya başbûnê wek ku berê hatibû plankirin, dest pê kir.

Payîz

Di demên dawî de, kesek di dîmenekî de ku li ser Twitterê hatibû belavkirin derket û behsa pêvajoya nûkirina mizgefta kevn a li Sûrê dike. Heman kes dibêje, balkêş e ku dewletê bi rastî li gorî guherînê, nûkirin di mizgeftê de çêkiriye. Çi tiştekî xerab e! Min gelek wêneyên avahiyên ku nehatine wêrankirin şandin, berovajî propagandeya tê kirin. Li gorî plana dewletê, tê payîn ku Dêra Ermeniyan piştî ku dewletê çeksaz kir, di buhara îsal de jinûve were vekirin. Bi gelemperî, temaşevanê ji derve van guhartinan ne tenê wekî planake ji bo balkişanda geştiyan dinêre, lê belê dîmenekî dîrokî jî nîşanî wan dide. Êdî ma ye kevneşopek bê xwedî, ji ber ew dil û giyanên ku ew mizgeft, dêr û serşo dixistin nava çarçoveya wê ya xwezayî, êdî ji kok ve hatine hilkirin û niha nemane.

Ez li vir ji tiştê ku jê ditirsim parve nakim Ameda delal. Em ê careke din hev bibînin. Ez hêvî dikim ku tiştên min nivîsandin ne rast bin û li tiştê ku ji dilê we yê germ û geş ma ye bigerim.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî