Manîpulasyona geşepêdanê.. Cotkarên Kurdistanê û projeya Marşal

HISÊN CIMO

“Em wekî serokên dewlet û hikûmetan…pabend in ku mafê geşepêdanê bibe rastiyek ji her mirovekî re û tevahiya mirovahî ji hejartî û feqîrtiyê xelas bikin”.

Ev silogan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di 8`ê Îlona sala 2000`an di bin sernavê”Ragihandina Hezarsalî”de hate qebûlkirin. Hemû lîderên cîhanê yên ku bi awayekî demokratîk, dîktetorî û mafyayî, desthildarî birêve didin, ev silogan qebûl kir. Gelo wateya vê siloganê çi ye? Ev hikûmetên cihêreng ji ya herî xerab heta ya baş, civîneke ji bo hezkiriyên xêrwaziyê ji gelên xwe re ne. Silogana ku ji jorê hatiye nivîsandin li ser esasê ragihandina navneteweyî ya bi navê”Geşepêdan mafekî ji mafên mirovan a giştî ye”ku sala 1986`an de derket.

Ev rêya navneteweyî ya di geşepêdanê de, cehwerê NY`yê ku wekî klûbekî dewletên neteweyî û çarçoveyeke qanûnî ya navdewletî ye, di aliyê xwe yê esasî û karastî, mêtîngeriya hundirîn a ku çînên desthildar ên neteweyî li dijî neteweyên ne di desthildarê de pêk tînin, rewa dike. Rewşa Kurdistanê jî mîneke reş a çawaniya paşguhkirina civakê û rêbazên berhemdayîn di bin çerxa geşepêdan de ye. Kurdistan du caran bû qurbanê geşepêdanê. Carekê bû qurbanê planên geşepêdanê ku bi awayekî hostayî ji aliyê navenda dewletên neteweyî yên li Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Iraqê têne birêvebirin û careke din jî bû qurbanê dûrketina Kurdistanê ji geşepêdanê.

Ev xefik, xefika geşepêdanê ye. Mirov dikare beşek jê wekî nimûne bigire dest, mijara traktoran ku romanivîsê nemir Yeşar Kemal di romana xwe”Dara Hinarê”de behsê kiriye. Her wiha mînakeke din jî, mijara avê ku bi salane û het roja îro di nave projeyên geşepêdanê yên wêrankarkirina civaka Kurdan e.

Li Sûriyê, gelo ma ne mezintirîn projeya geşepêdana çandiniyê (Bendava Firatê) karibû ku niştecihên xwecihî li devera lehiyê ji holê rabike û piştre wan dîtin ku bûne alaveke guhartina demokrafîk li dijî hebûna Kurdan? Ev mijar li Sûriyê di demeke ku pêşengiya siyasî ya civaka kurdî di rewşeke bêhêz de bû, lê heta wê demê derbeyek mezin nexwaribû jî, pêk hat. Lê li Tirkiyê, li gorî katalogek ji rêbaz û naverokên curbecur pêk hat  û hîn jî pêk tê. Êdî Kurdistan ne tenê cihê ceribandina çekan e, her wiha ya geşepêdan û endezyariya civakî ya bi awayekî netundiyê.

Hejartî û tirkbûyîn!

Di sala 1960`an de hejmara nifûsa wîlayeta Agirî li Bakurê Kurdistanê gihîşt 215.000 kesî. Piştî 60 salan ji vê ankêtê re, nifûsa tenê gihîşt 535.000 kesan. Her wiha di navbera salên 2000 û 2020`an de, hejmara nifûsa tenê 7,000 zêde bû. Li Qersê jî di sala 1960`î de hejmara nifûsê 544 hezar bû. Piştî 60 salan nifûsa xwe bû 285.000 kesî. Ango kêmbûna nifûsa vir bi qasî 260 hezar kesî daketiye.

 

Hejmarên girêdayî herdu wîlayetên borî, hejmarên fermî ne ku ji aliyê dewletê de derketine. Ev jî nimûneyeke ji bêhevsengiya nifûsê li herêma Bakurê Kurdistanê ye. Sedemên wê yên objektîf hene, lê bi piranî bi awayekî zanebûn hatiye kirin. Ev bêhevsengî yek ji diyardeyên lîstina bi geşepêdanê ye.

Di paşxaneya romana “Dara Hinarê” de mijara traktorên ku taybetiyên jiyana çandinî û çînayetî li Kurdistanê ji nû ve saz kirin, heye. Ev guhartin bandor li piraniya deverên cîhanê kir. Ev alavên “şoreşgerî” jiyana çandiniyê heta hetayê guhart. Ketina trakrotan a Kurdistanê nîşana aliyên wê yê geşepêdan û nûjenkirina binezaiya aborî ya kevin e, lê ev aliyê geşepêdanê çawa ji aliyê dewletê ve hate birêvebirin?

Ev pirs romana “Dara Hinarê” vedigerîne stûna îdeolojiya dewletê ya ku bajarvanî û gundewarî saz kir. Ev mijar, kêm caran ji hêla pisporên ku li ser pirsgirêka kurd dinivîsînin, wekî David McDowell di pirtûka xwe ya wergerî erebî hatiye kirin “Dîroka Kurdan a nûjen”, hatiye bibîrxistin. Di hin rûpelan de, McDowell behsa mijara traktoran û kûrkirina parçebûna civakî û afirandina komên nû yên hejaran de, çi di nav xwediyê erdan û çi jî di nav cotkaran de, dike. Her wiha pîvana çîna ku nebûye qurbana vê yekê, serî tewandina ji dewletê re ye.

Lewra, mirov dikare bibêje ku projeya çeksazkirina çandiniyê ya di bin sîwana desthilatdariya Partiya Demokrat de (1950-1960) destpêka pêla rastî ya tirkbûnê ye, ku beşê herî bibandor ên Kurdan (Rûsipî) ketin nava jiyana siyasî de. Lê bi şertê ku xwe wek ”tirk” bidin nasîn û wek hemwelatiyên ku îdeolojiya dewletê di yekitiya hêmanê tirkî ya komarê de dipejirînin û rakirina hebûna siyasî û kulturî ya kurdan pesend dikin, wê beşdarî partiyên dewletê bibin. Lê cotkarên Kurdistanê û kesên bêkar, dabeş du beşan bû. Ya yekem ji dojehê (Kurdistan di dema lîstina Tirkiyê bi geşepêdanê) rizgar bûn û ev çîn jî yekemîn pêla koçberiyê ber bi bajarên mezin ve çûn ên ku bi awayekî mezin dûrî çanda xwe ya Kurdistanî û zimanê xwe ketin. Lê bê şansiya herî mezin a çîna herî zêde ji feqîran bû ên ku ji bo mayîna di dojeha ku Komarê ji wan re avakirî, ketin nava têkoşînê. Hêjayî gotinê ye ku ne her kesê ku li pey “îdeolojiya dewletê” çû, ji xizaniyê rizgar bû, nifşa bav û kalên ku şoreşên beriya damezrandina komarê û piştî damezrandina komarê jiyane, di hemû astan de dersên hovane wergirtin. Gelek ji wan jî ji bilî tevlêkirina zarokên xwe di nava saziyan de li gorî şertên dewletê da ku ji felaketê rizar bibin, tu rê li pêşiya wan tune bû.

Serkeftina veguhestina desthilatê ji CHP`ê bo Partiya Demokrat di sala 1950`an de, pêvajoyeke bigirêk a avakirina civaka kurdî di bin sîwana Komar de bû. Mirov dikare bêje ku “tirkkirin” di bin desthilatdariya Partiya Demokrat de ji projeyek nijadperestî ya yekalî (ji serî heta binî) ber bi berhevkirina berhman ve çû dema ku dewlet di dilê civaka Kurd de cûdahiyek çêkir. Ji ber ku hinek ji Kurdan li gorî şertên dewletê, xelasbûn pejirandin û hinek Kurdên din jî li dervayî bêdilovaniya dewletê, man.

Traktorên Partiya Demokratîk

Ji sala 1947`an de(Sala biryardayîna pirbûna partiyan), dema ku Partiya Demokratîk xwe pêşkêşî hilbijêrên Kurd kir, bi awayekî balkêş ji xwediyên erdan û cotkaran piştgiriyek bidest xist. Sedem ne baweriya bi partiya nû ya xwedî meylên îslamî yên kevneperest bû, lê belê êdî wan nefret li dijî pêşniyazên CHP`ê ya ku Mustefa Kemal veguhirand wekî pûtê Komarê, dikir û bi her tiştên wê gûman bûn. Cotkaran hewldanên partiya kemalîst a çeksaziya çandiniyê di çarçoveya têkbirina peywendiyên hevgirtinê yên hiyerarşîk de di nav civaka Kurd de dîtin, ji ber vê yekê jî li kêlek bernama Partiya Demokrat a ku “pîroziya milkiyeta taybet di Îslamê de” diparêze”, sekînin. Mebest di vir de ku rûbarên mezin a erdan di bin serweriya feodalên Kurd de were hîştin. David McDowell jî têkildarî mijarê dibêje,”Cotkar ji aliyê axayên xwe yên li Kurdistanê gelekî bindest bûn.”

 

Li gorî vê prensîbê, Hikûmeta Partiya Demokratîk dest bi çeksazkirina çandiniyê kir û li gorî MacDowell ev yek bi rêya anîna traktoran pêk anî ku bingeha aborî danî. Di encamê de, neteweya Kurd di bin rêveberiya PKK`ê de di salên 80`î de teqiya. Mebest ji teqîna neteweya Kurd, girêdana xwe bi bêhevsengiya geşepêdanê li Kurdistanê heye. Her wiha alîkariya projeya Marşal a amerîkî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo Ewropayê, bêyî ku encamên civakî hebe, alîkariya dewleta Tirk da kir da ku traktoran bîne. Wekî hevrûkirin, hikûmetê di sala 1948`an de tenê 1750 traktorên xwe hebûn. Di sala 1950`an de jî deriyê lehiyê jê re hate vekirin û piştî 12 mehan 10.000 traktorên wê çêbûn. Tevî ku Banka Cîhanî hişyarî da ku bikaranîna traktoran bêyî plansaziyeke baş, dê cotkarên biçûk ji kar werin derxistin jî, lê traktor gelek derbas bûn û di sala 1954`an de hejmara wan bûne 40,000. Di encamê de, gelek cotkarên mezin û yên biçûk erdên xwe ji ber ji ber ku tiştek gel wan tune bûn ku bidin xwediyên traktorên ku xizmetên mzin ji axayan re pêşkêş dikir, firotin xwediyên traktoran. McDowell di sala 1955`an de gotara nivîskarê romana “Dara Hinarê” ya ku wî di rojnameya Cumhuriyetê de nivîsandibû kopî kir, dema ku Yeşar Kemal rewş bi kurtî wiha vegot: “Di erdên ku hikûmetê dabeş kirin, cotkarên Kurd dîse bûne pişikdar.”

Lê ev felaketa ku li dijî çîna jêrîn a Kurdan çêbûyî, piştî çend salan bi awayekî neyînî bandor li xwediyên erdan jî kir. Koça mezin a cotkaran ji Kurdistanê ber bi deştên Anadolyayê û yên ciwanên pîşeyî ber bi bajarên mezin ên Tirkiyê ve, ger ev pêl nehatiba girtin, wê Kurdistanê ji nifûsa wê vala biba. Lewra xwediyên erdan berovajî îdeolojiya dewletê ya ku vê koçberiyê dixwaze û dixwast civakê bi rêya lîstina bi geşepêdanê, nifûsê jinûve endiyzar bike, ketin nava tevgerê. Ji ber ku şansê rûsipiyan û xwediyên erdan li gel desthildarî li ser asta dengdana ku ji partiyên desthildariyê re diman. Ji ber vê yekê jî, koçberiya Kurdan bandor li daîryên hilbijartinê dikir û rûsipiyên ku dewlet rexne dikirin jî wekî derfet ji xwe re dîtin.

Di hilbijartinên sala 1954`an de li Kurdistanê Partiya Demokrat ji bingeha 40, 34 kursî bi dest xist. Ji bo domandina vê astê veberhênana siyasî ya di dengan de, xwediyên erdan bikaranîna traktoran heta asteke pir hindik kêm kirin û bi awayekî hêsan bi cotkaran re danûsandin kirin. Hinekî li ser cotyaran sivik kirin, êdî dest ji diziya wan berdan û erdên wan ên biçûk ji wan nestandin, ew erd ma di destê wan belengazan de. Lê di dawiyê de, Partiya Demokratîk beşek ji dengên xwe di berjewendiya partiyên din de winda kir. Her wiha dema ku hêza leşkerî di sala 1960`an de darbeya xwe pêk anî, hêrsa xwe li dijî çîna xwediyên erdan ên Kurd raber kirin û hewldan ku wan ji erdên wan derxînin û li cotkaran belav bikin. Di her hal de, komîteya neteweyî ya ku piştî derbeyê hat avakirin, ji efserên leşkerî pêk dihat, bi taybetî Alb Arslan Turkiş, damezrînerê tevgera şepêla neteweperest ku paşê tevgera neteweperestî jê derket.

Partiya ewldanên cotkaran

Bandora Tirkkirinê Kurdistanê wê demê destpê kir dema ku dînamîkeyên xweser pêş xistin, her wiha dema ku sûd ji jihevxistin têkiliyên civaka kurdî û koçberkirina çînên xizan wergirt. Lê piştî derbeya 1960’î rewş hê zehmetir bû.

Piştî ku Komîteya Neteweyî di sala 1961’an de hikûmet radestî sivîlan kir, xwediyên erdan careke din vegeriyan ser dikê. Piştî biryara efûyê, xwediyên erdên ku reviyane careke din vegeriyan û mal û milkên wan ên ku ji aliyê Komîteya Niştimanî ve hatin desteserkirin, ji wan re hatin vegerandin. MacDoll, bi hostayî behsa lihevhatina di navbera xwediyên erdan û desthilatê dike û dibêje: “Êdî axa bi du wateyan nemane Kurd, yek jî bi temanî dest ji rehên xwe Kurd berdan, û têkiliyên xwe yên bo cotyaran re bikar anîn ne ji ber ku ji navenda qut bibin, weke demên berê (dema Partiya Demokrat), lê ji bo ku bi tevahî bibin endamên saziya Tirkiyê ya desthilatdar”. Di dawiyê de, plana dewletê ya lîstina bi geşepêdanê, rastiyek nû derxist holê. Xelkê zerar dîtin û beşeke mezin ji cotkaran hatin qewitandin û beşeke zêde jî dev ji warên xwe berdan. Lê rêjeya jidayikbûnê ciwaniya civakê li Kurdistanê parast û navendên bajarên Kurdan di salên 50 û 60 ya sedsala 20`an de, koçberiya niştecihan ji gundan ber bi wan bajaran ve pêwaz kir. Her wiha hejmar nifûsa Diyarbekir û Rihayê û derdora bajarên mezin ên Kurdistanê, di encama van guhertinên di jiyana çandiniyê de zêde bû. Ewladên cotkar û karkeran li zanîngehên Enqere û Stenbolê li hev civiyan. Di encamê de, çîneke siyasî ya Kurd a şoreşger derket holê û endamên wê hatin cem hev û encama wê jî damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Bi rastî jî, partiya ewladên cotkaran bû yên ku dê û bavên wan ji traktorên axayan û çavbirçîtiya Partiya Demokrat li gund û bajarên Kurdan tarûmar bûbûn. Wesfên tund ên di edebiyata damezirandina PKK’ê de, li dijî axa û xwediyên erdan, xwe dispart pêvajoya jihevketina pergala civakî ya kevin û tevlêbûna beşa herî mezin a xwediyên erdan di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de.

Di vê rewşa dijberê lîstika dewletê bi geşepêdanê, Yeşar Kemal piraniya romanên xwe nivîsîn û leheng û paşguhkirîn ên van romanan bavên kurên cotkaran in. Yên ku destpêka şoregerî ya dijber di hêla huner, wêje û siyastê de ava kirin. Wek Musa Antar, Yilmaz Gunay û koma xwendekaran a damezrînerên Partiya Karkeran di 27’ê Mijdara 1978’an de.

Di dirêjahiya salên 90`î de, şerê Tirkiyê li dijî Kurdan bi giranî li ser koçberkirina cotkaran ber bi bajaran ve bû. Ev şer jî heta roja îro dewam dike. Tirkiyê ev şer derxist dervayî sînorê xwe yê siyasî û nexasim Efrînê yê ku niha dagir kiriye û hemû mîrateyên xwe yên endezyariya demografîk li wir pêk tîne.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî