Li bara têgeh û bêjara propogandayê ya Erdogan

TARIQ HEMO

Stratejîya AKPyê ji sala 2002yan ve li Tirkîyayê di çarçoveya amadekarîyên xwe yên hilbijartinên serokatîyê û parlamentoyê yên di 14ê gulana 2023yan da, ne tenê ku sazûmanîya hevkarîya xwe bi MHPyê ya tundraw ra biparêze, lê belê di demên dawî da ev hevkarî bi rêya tevlêbûna partîyên piçûk (bêjara nîjadperestî û dîroka kujerî wekî partîya Huda Bar ku dibe ne zêdeyî 100 hezar bi dest xistibin jî) berfireh bû. Her wiha, ev stratejî xwe dispêre bêjaraa tekfîr û xîyanetê, sorkirin û nefretê, ku ev yek ji alîyê dezgehên çapemenîyê yên girêdayî hikûmetê ve tê belavkirin. Di heman demê da, AKP ji bo kirîna dengên hemwelatîyan bi rêya “tevgerên meydanî” berê xwe da rêyên şermok ku tu têkilîyên xwe bi rêbazên propogandaya ku li dewletên demokratîk ên bipêşketî têne kirin, tuneye. Ev yek jî rûmeta welatîyên kêm dike, ji ber ku xîtabî pêwistîyên wî yên madî dike, ne mejî û îradeya wî ya azad armanc digire. AKP vê yekê jî bi rêya belavkirina pereyan li kolanan li ser welatîyan û danîna xwarinê li pêşîya derîyên malan, pêk tîne. Di vê çarçoveyê da, serokkomar Erdogan bi xwe pereyan û xwarinê li welatîyan belav dike û çi kesê ku destê xwe diavêje goreyê serokkomar, bi wan ra dikeve pevçûnên devkî, ew kes jî hest dikin ku ew ne hêjayî van pereyan in!

Ji welatî tê xwestin ku dakeve vê asta nizm û bipaşketî ya “têkilîya” bi siyasetê ra û vî rêbazî qebûl bike û derbas bike, her wiha bi dilxwazî bertîlên piçûk û rûreş jî werbigire, li hemberî ku dengê xwe bide kwalîsyona partîya desthilatdar û careka din birêveberîya welat bi heman hişmendî û rêbazê kevn radestî wan bike. Lê nîqaşkirina dosya û dozên mezin û rexnekirina wan, wekî paşketina rewşa aborî, gendelîya fermî û hevkarîya bi terorîstan ra (ixwan, cîhadîst û  milîsên çekdar ên bi pereyan şer dikin) û dagîrkirina welatên nêz û dûr, israra şerê li dij gelê kurd û nûnerên wan, dijberîya nirxên tolerans û demokrasîyê ji bo belavkirina bêjara tundrawîya olî û nîjdaperestîya netewperestî, ev yek qedexe ye û partîya desthilatdar vê yekê wekî “xîyaneta welat” binav dike.

Her wiha, di sozên Erdogan û partîya wî ji welatîyên ku bi agirê daketina nirxê lîreya tirkî, gendelî û nebûna xizmetguzarîyan şewitîne, hin tiştên din jî hene ew jî wiha ne: Înternêta bê pere, dayîna pereyan bi deyn bê zêdebûn, kêmkirina nirxê gaz, kehrebê û avê bi mehan û hwd. Ev hemû bi şertê ku ji nû ve hilbijartin û jibîrkirina nasnameya hikûmeta ku welat zêdetirî 20 salan hukim dikir, ku ev hikûmet bû sedema vê rastîya bi êş ku hişt welatî bifikire çawa tiştên sereke di jîyanê da wekî xwarin, mal û xizmetguzarîyên sereke, dapîne bike. Lewra, kî pirsa nasnameya alîyê berpirsyar ê paşdeçûyîna xeternak a debara jîyanê, daketina nirxê lîreya niştimanî li beramnberî dolar,  enflasyona zêde, xerabbûna xizmetguzarîyan û belavbûna gendelîyê bike, cidî nayê girtin û guh nadin wî, lê belê wî wekî xayîn bi nav dikin û li dij wî doz têne vekirin û dikeve zindanê.

Têkçûna Erdogan û bibinketina wî û partîya wî di hilbijartinan da, tê wateya ku pêvajoya lêpirsîn û dadgehan wê were destpêkirin û dosyayên mezin ku Erdogan û endamên partîya wî tê da beşdar in, wê werin vekirin.

Rexnekirina hikûmetê û têkçûna wê di hemû alîyan da, mirov di dezgehên çapemenîyê yên ku di bin kontrola hikûmetê û komên olîgarşîk ên girêdayî Erdogan û zarok û zavayên wî da, nabihîze.

Bi vegera li ser xîtaba siyasî ya partîya desthilatdar dema ku mijar dibe “dosyayên mezin” em ê gelek têgehên cur bi cur ên wekî xîyanet û tekfîrê li dij dijberan bibînin û Erdogan jî dadikeve “koka mezhebî” û hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglu bi gawirtîyê tewanbar dike, ji ber ku elewî ye û bi hevkarîya bi “terorîstan” ra tewanbar dike, ji ber ku bi parlementer û birêveberên HDPyê ra rûnişt, her wiha Erdogan HDP û Kiliçdaroglu wekî “tabûra  rojavayî û Amerîkayê” bi nav dike û wan tewanbar dike ku di çarçoveya “şerê xaçeperestan” ku rojavayî serkêşîya wê dikin (tevahîya rojava û NATO jî bi wan re!) li dij Tirkîyaya misilman, kar dikin. Erdogan her roj vê bêjara ku tijî nefret, xîyanet, tekfîr û sixêf dûbare dike, da ku bandorê li bloka olî (a hişk, lê têkçûyî) a derdora partîya wî bike, a her dem di dirêjahîya van salan da, dengê xwe dida Erdogan û ji bo serkeftina Erdogan li pişt wî bûn. Erdogan, bi bikaranîna van têgehên dervayî ferhenga hilbijartinan û tevahîya mîrasa demokrasîyê, dixwaze vê blokê bi tundrawî û radîkalîzmê sor bike û damarên wê yên neteweyî û mezhebî jî bixe tevgerê, da ku wekî ku ew dixwaze wan bi kar bîne, ji bo ku dengan dapîne bike. Lê tîyorîyên komployê ku ji vir û wir derdixîne û behsa serkeftinên ku rastîya xwe tuneye qezenc kiriye dike û bi vê yekê nehişt Tirkîya “parçe” bibe, wekî bikaranîna madeya  bencê da ku bandorê li vê girseyê bike û wan serfer bike, da ku guh bidin wî û bi hêsanî nerm bibin. Bi vê yekê jî, bihêlin ku ji ber “niştimanî” û yê din ji ber “olê” û da ku “bobelat rû nede û Tirkîya têk biçe û parçe bibe” dengê xwe bidin partîya desthilatdar, bêyî ku tu gotinekê ji bernameyên siyasî yên vê blokê bixwînî an jî bêyî ku ezmûn û jînenîgarî û xebata namzetan, lêkolîn bikî.

Asta daketin ku Erdogan û partîya wî gihaştine bi rêya israrkirina li ser bikaranîna vê xîtaba sorkirin, xîyanet, kefaret û derew, asta çirava rasteqîn ku ketinê û gefa mezin a li dij wan ku ji alîyê kwalîsyona hevrik tê kirin, dîyar dike.

Têkçûna Erdogan û bibinketina wî û partîya wî di hilbijartinan da, tê wateya ku pêvajoya lêpirsîn û dadgehan wê were destpêkirin û dosyayên mezin ku Erdogan û endamên partîya wî têde beşdar in, wê werin vekirin. Her wiha, wê asta gendelîyê dizîna pereyên giştî û sûcên çeteyên dewleta kûr a kuştin, xerabkirin û fînansekirina terorê li hundir û dervayî welat, wê werin eşkerekirin.

Her kesê ku tiştê niha li Tirkîyayê rû dide ango hemleya hilbijartinê û tewanên nedîtî ku li welatên demokrasî tuneye bişopîne, wê asta polarization, tengezarîyê û çirava mezin a desthilatdarîya yekkes nas bike, ku hemû alîyên lîstoka siyasî xistin destê xwe û di hundirê artêşê, hundirîn, dozgerîyê û ragihandinê da, hevkarên xwe ava kirin da ku xwe mayînde bike.  Ev desthilatdarîya yekkesî jî bi rêya van hevkaran, binpêkirin û sûcên mezin derheqê welatîyên welatê xwe û welatîyên dewletên din û derheqê mirovahîyê bi tevahî, pêk anîn.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî