Kurd di çarenûsa sedsalî de ne

KENDAL CÛDÎ

Her Kurdek eger îro êrişên dewleta Tirk ya qirker li dijî Rojavayê Kurdistanê, tenê di çarçoveya nirxandina rojane û bihaneyên dewleta Tirk de şirove bike, dê bikeve şaştiya dîrokî ya sedsalên din.

Êrişên şeva 19`ê Mijdarê, ku Tirkiyeyê bi bihaneya teqîna li Stenbolê, destpê, rojane herêmên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê heta herêmên Ereban wekî Dêrazorê, dikin hedef. Ev êriş ne tenê ji ber îdîayên dewleta Tirk yên avakirina qaşo “Herêmeke ewle” li başûrê Tirkiyeyê, lê belê mirov dikare wekî berdewamiya “PROJEYA REFORMÊ YA  ROJHILATÊ ANATOLYAYÊ” binirxîne, wek ku Hisên Cemo, nivîskarê NKL`ê  şîrove dike û di gotarên xwe yên bi zimanê erebî de kûr li ser disekine.

Lê Bedran Çiya Kurd Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, têkildarî babetê dibêje, Tirkiyeyê bê gûman ne bi hinceta ewlekariya xwe ya neteweyî dixwaze herêmeke ewle ava bike û wiha dewam kir:”ji xwe herêma ewle ew projeyekî dagirkirinê ye û planeke ji bo tevlêbûna herêmên ji dewletên cîran wekî Sûriyê û Iraqê nava axa Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyê bi vê yekê dixwaze çarenûsa Kurdan bixe in destê xwe, piştî ku dît li Sûriyê û Iraqê guhartinên giring ên der barê doza kurdî çêbûn. Her wiha projeya herêma ewle, bihaneyeke ji bo tunekirina hebûna Kurdan, lewra Tirkiyeyê hebûna dîrokî ya Kurdan wekî gefekê li ser ewlekariya xwe dibîne, ji ber ku Tirkiyeyê eger hebûna Kurdan qebûl bike, tê wateya tunebûna komara toranî. Lê em bi awayekî din lê binêr in, hebûna tirkî li gorî siyaseta heyî, gefekê li ser gelê me çêdike û tiştên ku niha li herêmên dagirkirî rû dide, isbata zelal a vê yekê ye.”

Li “herêma ewle” çi çêdibe?

Her wiha Çiya Kurd behsa tiştên ku li herêmên dagirkirî çêdibin kir ku qaşo Tirkiyeyê wekî herêmeke ewle binav dike û dibêje:”Di dîrokê de û heta roja îro em li herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine binêrin, çiqas tevlîhevî têde heye, gelo kanî herêma ewle? Herêma ewle ya ku Tirkiyeyê behs dike, çete, terorîst, kuştin, revandin, binpêkirin, guhartina demografî û revandina jin û kesên temen mezin têde hene. Armanca Tirkiyeyê ne tenê Kurdan in, lê belê hemû pêkhateyên din Ereb, Xirstiyan û hwd. Tirkiyeyê tiştê ku dixwaze li vê herêmê bike, dûbarekirina tiştên ku berê di serdema Osmaniyan de hatiye kirin, ew jî rêzeqirkirin li dijî Kurdan li Torabidîn û Amed û her wiha komkujiyên derheqê Ermen û Ereban li Lîbya û çolistana erebî. Sûriyê niha navenda van armancên Tirkiyeyê ye û ji Sûriyê, Tirkiyeyê dixwaze polîtîkeyên xwe derbasî herêmî û navdewletî jî bike.”

Armanc û sedema êrişan; Stratehiya sedsalan a Tirkiyeya nûjen

Her êrişek an jî planeke Tirkiyeyê, bê vegera li dîroka Tirkiyeyê ya nûjen û planên ku ji bo qirkirina Kurdan ji sedsalî ve amade kirine, wê kêm bimîne. Yek ji mînakên zindî yên projeya qirkirina Kurdan”Referoma Rojhilatê Anatolyayê”. Lîderê Kurdan yê dîlgirtî Ebdullah Ocalan di hevdîtina xwe yên bi parêzerên xwe di 2011`an de, bal kişandibû ser vê projeyê û gotibû: Pêvajoya valakirina herêmê ji Kurdan ne tenê li Serhedê pêk hat, lê belê ev polîtîka li Malîtiya, Elezîz, Adiyeman, Eyntab û Mereşê jî pêk anîn. A rast ev polîtîka li hemû herêmên rojavayî Çemê Firatê pêk anîn. Ev planeke hevgirtî û berfireh e. Her wiha, ev plan heta 100 salan hatiye amadekirin. Bê ku ev kiryar werin dîtin, ne pêkan e roja me ya îro werin fêmkirin û ne pêkan e ku siyasetê bikin.”

Ji vê yekê mirov armanca AKP-MHP`ê ya dagirkirina Kobanê, fêm dike. Hevkariya faşîzimê ya AKP-MHP`ê çawa ku li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê herêmên rojavayê çemê Firatê bi êriş û planên cûr bi cûr ji Kurdan vala kirin, niha dixwaze li rojhilatê Firatê vê planê dewam bike. Ji xwe Erdogan beriya niha bi çend rojan, bi awayekî eşkere ragihand ku ew dixwazin Kobanê, Til Rifet û Minbicê dagir bikin. Erdogan niha dibîne ku ev hersê herêmên navborî û nexasim Kobanê, li pêşiya plana wî ya qirkirina Kurdan li rojhilatê Firatê sekinî ye.

Siyasetmedarê Kurd Bedran Çiya Kurd bal kişand ser sedemên êrişên Tirkiyeyê û ev nirxand ji NKL`ê re kir:”Gelek sedemên dîrokî û stratejî hene ku Tirkiyeyê êriş bike, hin ji wan sedeman girêdayî guhartinên ku niha li Tirkiyeyê û herêmê û tevahiya cîhanê rû didin. Pir normal e ku rejîma zordar û dîktator ku li ser esasê îdeolojiya toranî û înkarkirinê rabûye, dijberiya hemû hêzên ku banga guhartina demokratîk dikin, bike. Ev jî stratejiya sedsalan ku li gorî wê komara Tirkiyeyê ya nûjen hate avakirin. Ji aliyekî din ve jî, komara Tirkiyeyê ya nûjen Hevpeymana Lozanê qebûl nake û dixwaze vegerê beriya Lozanê ku bi awayekî eşkere dibêje Tirkiyeyê nikare di nava sînorê heyî yê Tirkiyeyê de bijî berfireh bibe. Lewra Tirkiyeyê li gorî vê hişmendiyê guhartinên li Sûriyê yan jî Iraqê qebûl nake û bi hemû rêbazan hewl dide ku dijmentiya tecrûbeya me ya demokratîk bike. Di heman demê de, Tirkiyeyê naxwaze istiqrar li Sûriyê pêk were û destekeke mezin dide DAIŞ û şaneyên wê da ku jinûve wan vejîn bike. Lewra îro em dibînin ku Tirkiyeyê hewl dide bi hemû hêza xwe, ji ber sedemên borî derbê li herêma me bixe  û dorpêça li ser herêmê zêdetir bike.”

Erdogan beriya ku sedsal li ser hevpeymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê derbas bibe, dixwaze Rojavayê Kurdistanê heta Şengal û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Niha li  Rojhilata Navîn şerê dîzayînkirina serweriyê tê kirin. Hevalbendiya faşîst a AKP-MHP`ê naxwazim di vê sedsalê de, Kurd bibin xwedî statu û li qadên navdewletî êdî dengê wan werê bihîstin. Ji ber vê yekê jî, ji ber ku herêmên Rojavayê Kurdistanê ji qanûna parastinê ya navdewletî heta niha bêpar e, êrişên hovane li dijî Rojava pêk tîne. Hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê wekî stasyonên petrol, elektrîk û depoyên genim, rastiya hovîtiya dewleta Tirk li dijî Kurdan diyar dike. Bi vê êrişê careke din derket holê ku tu ferq û cûdahî di navbera Kurdan ji bo bloka faşîzim AKP-MHP`ê tune ye, her Kurdekî ku behsa mafê xwe dike, di çavê wan de teror e û divê were qirkirin.

Li ser vê babetê, Çiya Kurd destnîşan kir ku  bê gûman Rojava ji bo Herêma Kurdistanê pişik e û di heman demê de Herêma Kurdistanê jî ji bo Rojava pişitek e û weha dewam kir: “Polîtîkeya li dijî Rojava, heman polîtîkeya li dijî Başûr e ku ji aliyê rejîmên zordar li herêmê ev polîtîke tê meşandin. Li pêşiya Rojava û Herêma Kurdistanê astengiyên hevbeş hene û ev astengî jî Tirkiyeyê ku carne bi rêya Şamê û carne jî bi rêya Bexdayê, dixwaze rewşa heyî bi rêya belavkirina hêzên leşkerî yên herdu rejîma (Şam û Bexda) li herêmên Kurdan, biguhire. Wekî destpêk Sûriyê niha di metirsiyê de ye û kesên ku metirsiya Tirkiyeyê tenê ji bo herêmên me dibînin, şaştiyê dikin. Di heman demê de, Başûrê Kurdistanê û Iraq jî di metirsiyê de ne, Tirkiyey rojane serweriya Iraqê binpê dike. Eger polîtîkeyên Tirkiyeyê li dijî herêmê me biserketin, wê tenê bi vê yekê sînordar nemîne û wê destê xwe bigihîne tevahiya herêmê.”

Tirkiyeyê bi israr e, lê divê Kurd çi bikin?

“Tirkiyeyê bi israr e ku li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyoneke nû pêk bîne”wekî ku Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di civîna çapemeniyê ya berî çend rojan ragihandî. Ji roja îro heta Hizêrana 2023`an ango heta hilbijartinên Tirkiyeyê, wê gelê Kurd di pêvajoya çarenûsa ya sedsalê de bijîn. Erdogan dixwaze dîsa li ser xwîna Kurdan û qirkirina wan, di hilbijartinan de biserbikeve. Rojavayê Kurdistanê ku niha tu parastinê wê ya qanûnî tune ye û ihtimal e kîjan kêliyê be Tirkiyeyê êriş bike, pêwîst e Kurd zend û bendên xwe badin û di hûndirê welat û dervayî wê, xebatên xwe xurtir bikin. Nexasim di aliyê diplomatîk de, pêwîst e Kurd ji berê zêdetir li nava dewletên Ereban û dewletên Ewropî û yên xwedî biryar xebatên xwe yên diplomatîk bi pêş bixin û rastiya planên dewleta Tirk eşkere bikin. Di heman demê de, li ser asta hûndirîn jî pêwîstiya Kurdan bi eniyeke hebeş a Kurdistanî heye, ji ber ku planên Tirkiyeyê yên dagirkirin û qirkirinê ne tenê li dijî Rojavayê Kurdistanê ne, lê belê dixwaze ji Rojavayê Kurdistanê plana xwe ya sedsalê li herêmên Kurdan li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam bike. Diyar e ku rejîmên Tirkiyeyê, Şam û Îranê û heta radayekê Iraqê jî li ser tunekirina Kurdan, gihîştine lihevkirinekê.