• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Herêma Tirbespîyê.. sernîşana bombeyên Tirkîyayê

October 24, 2023
Herêma Tirbespîyê.. sernîşana bombeyên Tirkîyayê
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

 

Yek ji herêmên ku herî zêde di êrîşên dewleta Tirkîyayê ya dagîrker da yên di 5ê cotmehê da zirar dît, herêma Tirbespîyê ye. Herêma Tirbespîyê girêdayî kantona Qamişloyê ye û li ser rêya herêma Dêrîkê ye. Tirbespîyê tevî ku bajarekî piçûk e, lê kurd, ereb, xiristîyan û êzidî tê da dijîn. Her wiha herêma Tirbespîyê bi hebûna bi dehan stasyon û bîrên petrolê tê naskirin.

Herêma Tirbespîyê berîya vê êrîşa dewleta Tirkîyayê, berê jî gelek caran ji alîyê Tirkîyayê ve rastî êrîşan hatiye û binesazîya wê û stasyonên kehrebeyê û petrolê bûne armancên êrîşên dewleta Tirkîyayê.

Di vê çarçoveyê da, di êrîşa 5ê cotmeha 2023yan da, Dewleta Tirkîyayê /7/ stasyon û bîrên petrolê li Tirbespîyê bombebaran kirin û di encamê da, bi temamî ji xizmetê derketin. Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê li Tirbespîyê stayoneka kehrebeyê û depoyên genim armanc kirin û di encamê da kehrebe li ser tevahîya herêma Tirbespîyê hate birîn. Her wiha ji ber êrîşên dewleta Tirkîyayê li herêma Tirbespîyê /5/ dibistan hatin girtin û sivîlek jî şehîd bû.

Navenda Kurdî ya Lêkolînan berê xwe da herêma Tirbespîyê û bi xelkê wê ra derbarê êrîşên dewleta Tirkîyayê û bandora wê li ser wan ji alîyê qutkirina av, kehrebe û petrolê ve, hevdîtin pêk anî.

Xelkê Tirbespîyê wiha ji NKLyê ra axivîn:

Ferhad Ehmed: Êrîşên ku çêbûne, binesazîya herêmê wekî petrol, av û kehrebe û hemû pêdivîyên jîyana rojane ya xelkê Rojavayê armanckirin. Armanc jê qirkirina gelê kurd e. Bi dehên salan e Tirkîya li dij doza gelê kurd li ku deverê be, şer dike. Eger ji Tirkîyayê bê wê her kêlîyê êrîşî kurdan bike, ji xwe êrîşên Tirkîyayê ev /11/ sal in li ser kurdan ranawestîyaye û hemû pêdivîyên jîyanê wekî kehrebe, av û petrolê armanc û wêran kirin.

https://youtu.be/fQHOiGQyYrA

Leman Yûsif: Ji ber êrîşên Tirkîyayê zirar gelek gihaşt xelkê. Tirkîyayê êrîşî gaz, av, petrol û kerebeya me kir. Tirkîya dixwaze me perîşan bike. Deverên ku hatine armanckirin ne leşkerî bûn. Tirkîyayê xelk bê av, kehrebe û gaz hiştin. Ji dema ku Erdogan bi balafir, top û tifingên xwe êrîşî me kir, xelkê sivîl dibe qurbanî. Ma gelo ev hemû leşker in?

Heval Yûsif:  Dewleta Tirkîyayê êrîşî herêmên me kir û pêdivîyên jîyanê wêran kirin, armancên wê ne leşkerî bûn, armanca wê ew bû ku Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bi dawî bike. Îro jîyana gel pir xerab e, ne kehrebe û ne mazot heye. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirkîyayê van êrîşan pêk tîne, gelek caran êrîş kiriye. Em bi hêvî ne ev êrîş werin rawestandin.

Evîn Şêxmûs: Êrîşên li ser me gelekî giran û zehmet in, dewleta Tirkîyayê bela xwe ji me venake. Dewleta Tirkîyayê her tiştî li ser me qut dike wekî av, kehrebe û mazotê û her tiştî li ser me qut dike. Dewleta Tirkîyayê îro çi ji me dixwaze? Em îro li ser erdê xwe ne û li bajarê xwe ne, lê dewleta Tirkîyayê bela xwe ji me venake. Dewleta Tirkîyayê dixwaze em ji axa xwe derkevin, lê ev ji bo wê bila bibe xewn em dest ji welatê xwe bernadin.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?
Gotar

Têkiliya Petraeus bi kampanyaya dijî gendeliyê ya li Iraqê çi ye?

July 13, 2026
Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”
Manshet

Dewleta ku civakê nabîne: Lêvegereke rexneyî li pirtûka Metin Heper “Dewlet û kurd li Tirkiyayê: Mijara asîmîlasyonê”

July 12, 2026
Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?
Gotar

Teqînên li Şamê: Name û nîşaneyên wê çi ne?

July 9, 2026
Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?
Gotar

Xweperestiya mezhebî: Li Sûriyayê kîjan kom xwe bilindtir dibîne?

July 8, 2026
Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê
Gotar

Pêvajoya veguhêz a “hetahetayê” li Şamê

July 6, 2026
Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê
Gotar

Nirxandina şerê 40 rojî û pêvajoya agirbestê

July 3, 2026
Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”
DÎROK Û CIVAK

Ziya Gökalp… Ew çi cure kurd bû?”

July 2, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN