• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Exlaqê şoreşgeriyê û exalqê şerxwazî û komkujiyê!

January 26, 2024
Exlaqê şoreşgeriyê û exalqê şerxwazî û komkujiyê!
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta tirk binsaziya herema Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dike armanc û eşkere dike ku ew dê vê binsaziyê birûxîne, derfetên jiyanê jiholê rake û bi milyonan mirov derbider bike. Li ser zimanê mezintrîn kesayet û berpirsyar, dewla tirk dibêje ew ê vê heremê wêran bike û nişticihên wê bikuje. Ew her wiha hijmara avahî, sazî, stasyonên elektrîk û avê yên ku hatine rûxandin, sivîlên ku hatine kuştin, dide û vê yekê ji bo raya giştî ya tirk wekî “serkeftin” diyar dike.

Ji bo dewleta tirk a ku AKP/MHP wê bi hişekî şoven û komkuj bi rê ve dibe, wêrankirina welatê kurdan, kuştin û derbiderkirina sivîlên kurd, destkeftiyek mezin e. Her dema ku di şer û pevçûnan de eskerên  artêşa Tirkiyayê tên kuştin, rejîma AKP/MHPyê bi şêweyekî nemerdane êrîşî sivîlan û binsaziya herema Bakur û Rojhiltê Sûriyayê dike. Rû bi rû li qada şer bê çare bûye, ji ber hindê ew “tola” xwe ji sivîlan û derfetên jiyanê yên wan distîne. Ew zarok, jin û mirovên temenmezin û nexweş armanc dike. Bi rêya wêrankirin û rûxandina heremê û kuştina mezintrîn hijmar ji silvîlan, rejîma AKP/MHPyê gelê tirk bi şovînîzm û hovîtiyê perwerde dike. Wî hînî normlkirina kuştina mirovên bêsûc ên sivîl û talankirin, rûxandin û wêrankirina bajar û gundan dike. Rejîma AKP/MHPyê wiha bawer dike, ku çiqasî kuştin û hilweişandin hebe, ew ê zêdetir gelê tirk razî bike û dengan jê bigre.

Li himberî vê siyaseta AKP/MHPyê ya nemerdane ya armanckirina sivîl û binsaziyê, Tevgera Azadiya Kurdistanê di şerê rizgariya gelê kurd de bi pîvanên exlaqî û mioveyatî ve girêdayî ye. Şervanên kurd di qada şerê rû bi rû de li himberî artêşa Tirkiyayê radiwestin û derbeyan lê didin. Artêşa dewleta tirk a ku hatiyê çiyayê Kurdistanê dagîr bike, çekên kîmayayî bi kar tîne, rastî êrîşên bersevdaynê tê. Şervanên kurd kozik û bargehên dagîrkeriya artêşa tirk li çiyayên Kurdistanê armanc dikin û dagîrkeran ceza dikin. Rû bi rû û bi sînganî ev şer tê meşandin. Êrîşên şervanên kurd di çarçoveya bersevdayîn û xweparastinê de tên kirin. Êrîş tenê di qada şer de sînorkirî ne.

Tevgera Azaidya Kurdistanê xwedî exalqê şer e. Ew girêdayî pîvanên mirovayetî ye. Ew tu carî êrîşî sivîl û binsaziya Tirkiyayê nake. Ew vî şerî di qada leşkerî de dimeşîne û sivîlan nake armanc. Dewleta tirk eşkere û li himberî hemû cîhanê terora dewletê dimeşîne. Bê guman Tevgera Azadiyê û hêzên HSDyê jî dikarin bi heman şêweyê berseva dewleta tirk bidin, binsaziya Tirkiyayê û sivîlan armanc bikin, lê ew wiha nakin. Ew girêdayî exlaq û mirovayetiyê ne û jiyana sivîlên tirk buha mîna jiyana sivîlên kurd dibînin. Jixwe olîgarşiya şerxwaz a AKP/MHPyê ku îro Tirkiyayê bi rê ve dibe, dixwaze şerekî gelan biqewime û rê li ber komkujiyan vebe. Bi vê yekê re ew dikare bi milyonan kurdan ji holê rake û pilana ( Ittihat ve Terakki) a kevn bibe serî.

Berovajî dewleta tirk a ku niha terora dewletê dimeşîne û binsaziya herema Bakur û Rojhilatê Sûriyayê têk dibe, gelê kurd di konsepta bersevdayîn û xweparastinê de bi pîvanên exlaqî û mirovayetî ve girêdayî ye. Ji derveyî qada şer, ew tu avahiyeke xizmetê an jî sivîlekî tirkarmanc nakin. Ev rastî her kes dizane û ji bo tevahiya cîhanê diyar e.

Dewleta tirk a li jêr desthilatdariya AKP/MHPyê bûye dewletek komkuj a derveyî qanûna navnetewî. Li hundur û derveyî Tirkiyayê, ev desthilatdarî şer belav dike. Bi rêya komikên çete ên kirêkirî û cîhadîstan ew li tevahiya heremê kaosê belav dike, gelan bi hev dide şerkirin û xwînê dirjîne.  Her cihekî ku dewlea tirk destê xwe dirêjî wî kiriye, şer peyda bûye. Li gelek welatan di encama tevliheviyê û pilanên şer û dagîrkeiriyê ên dewleta tirk de şerê navxuyî derketiye û beşên heman gelî bi çekên tirkan hev kuştin. Ev yek li Sûriya û Lîbiyayê xuya ye.

Divê hemû cîhan bizanibe ku dewleta tirk îro terora dewletê dimeşîne, sivîlan û binsaziyê armanc dike. Ew dixwaze bi milyonan bê derfetên jiyanê bihêle û wan derbider bike. Li hemberî vê komkujiyê, divê mirovayetî helwesta gelê kurd a exlaqî û mirovhezî jî bizanibe. Îro gelê kurd tevî ewqas komkujî û êrîşên jiholrakirinê, girêdayî pîvanên şer ên navnetewî ye. Şervanên gelê kurd êrîşî yek saziyek sivîl nekirine û yek sivîlê tirk nekuştine. Jixwe Tevgera Azadiya Kurdistanê û Herêma Bakur û Rojilhatê Sûriyayê her roj banagên aşîtî û diyalogê dikin û dozê li dewleta tirk dikin, da ku dawî li vê siyaseta qirkirinê bîne û dest bi gavên çarserkirina pirsa kurd bike. Divê cîhan rastiya helwesta kurdan û şerxwazî û terora dewleta tirk bizanibe. Ev yek jî karê tevahiya kurdan û hêzên demokrat li heremê û cîhanê ye.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN