Di çarçoveya lêgerîna li nirxên lêborîn, jiyana hevbeş di navbera Ereb û Kurdan de û diyarkirina rêyekê ji bo destpêkirina lihevkirina di navbera Kurd û Ereban de, Navenda Kurdî ya Lêkolînan û Komeleya Tolerance e.v hevdîtinek li bajarê Bochumê yê Almanyayê li dar xist. Kesayetên çandî û jinên Kurd û Ereb beşdarî diyalogê bûn.
Beşdaran dozên girêdayî diyalogên erebî-kurdî, encam, bandor, alav û asyonên wê, rewşa famîzinê di her du civakan de yên hevbeş û astengî û jin di civakên erebî û kurdî de: Çarenûsa hevbeş û astengî û xurtkirina têkiliyên her du civakan, nîqaş kirin.
Beşdaran bi awayekî cidî û kûr behsa mijara diyaloga kurdî û erebî bi rêya nîqaşên cur bi cur, kirin.
Di heman demê de, beşdaran di rûniştina dawî de alav û pêşniyaz diyar kirin da ku ev diyalog bibe gava destpêkê ya ber bi diyalogên din ve ku armanc dike danheveke sûdmend û girîng di têkiliyên hemahengî, hevgirtî û dewlemend di navbera Kurd û Ereban de pêk bîne. Her wiha beşdaran li ser domandin û xurtkirina mîna van diyalogan li hev kirin, da ku bigihêje çînên din ên civaka kurdî û erebî.
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Komleleya Tolerance e.V.
Bajarê Bochum ê Almanyayê
05.11.2022