Dîrok û cihê şikefta Dûderê-Duderiyê  

MERWAN BEREKAT

 

Cihê Şikefta Dûderê – Duderiyê: 

Şikefta dûderê li çiyayê Lêlûn, herêma Çiyayê Kurmênc – Efrînê ye. Şikeft li geliyekî ji yên çiyayê Lêlûn ku ber bi rojava ve dadikeve ye.  Şêniyê gundên çiyayê Lêlûn ji wî geliyî re dibêjin Geliyê Şikefta Dûderê. Ango gelî bi navê şikeftê hatiye binavkirin.

Geliyê Dûderê bi rîf, zinar û pesarên kevirî ye. Şikefta Dûderê li rîfê başûr di kevirekî mezin de ye. Berê wê ber bi bakur ve ye. Di geliyê Dûderê de bêhtirî şikeftekê hene. Şikefta Dûderê ji hemiyan mezintir û firehtir e.

Şikefta Dûderê /15 km/ li başûrê bajarê Efrînê dikeve. Li rojhilat başûrê gundê Bircê û rojavayê gundê Biradê dikeve. Dor /12 km/ li başûr rojhilatê girê Endarê yê kevnar dikeve.

Rûberê şikefta Dûderê /60 x 40/ mitrî ye, ango /2400/ m2. Li gor zanyarê Japonya  “Takîra Akazawa” şikefta Dûderê ji hemû şikeftên serdema kevirî ya pêşîn mezin, fireh û kûrtir e. Bilindahiya cihê şikeftê ji ser rûyê deryayê 500 m e.

Navlêkirin: 

Li gor hatiye nasîn du dergehên şikeftê hene. Deriyek ber bi bakur û yê din li ser banê şikeftê li aliyê rojava başûr e. Ji lewra jî, bi şikefta “Duderiyê”hatiye binavkirin. Gelo ev navlêkirin rast e? Heger ne rast be, gelo navê wê yê rast çi ye?

Hemû lêkolînvan, dîroknas û nivîskaran navê şikeftê “Duderî”bikar anîne. Wan ew nav bêhtir ji tîma lêgeriyan û vekolanê ya ku di şikeftê de kar kiriye wergirtine. Vêca wê tîmê jî, ew nav ji hin kesên herêmê wergirtine. Ango di derbarê navlêkirina şikeftê de xwe newestandine, ta ku navê wê yê rast binasin.

Navê şikeftê yê rast û durust DÛDER e. Ji (dû + der) pêk tê. Ev ne nêrîneke tewşane ye, lêbelê rastiya navê şikeftê ye. Li sedsalên 18 û 19 şivanên gundên çiyayê Lêlûn li demsalên zivistan û buharê pezê xwe dibirin û derdora geliyê Dûderê diçêrandin. Bi şev pezê xwe di şikeftê de mexel dikirin. Hîngê serûberê çiyayê Lêlûn daristaneke ji darên xwezayî bû. Şivanan êzing kom dikirin û di şikeftê de agir vêdixistin. Dû di deriyê şikeftê re derdiket. Carinan bi roj jî agir tê de vêdixistin, dema ku gundiyan dû didîtin, digotin:” Ha ha dû ji şikeftê tê der”. Ango şivanan agir di şikeftê de vêxistine. Ji hîngê ve nav li şikeftê kirine şikefta Dûderê. Ev rastî li ser zimanê kê hatiye?

Di sala 1989`an Zayînê de, ez li gundê Biradê mamosteyê dibistana seretayî bûm. Li rojeke ji yên meha Mijdarê ez û çend xortên ji gundê Biradê, em çûn li aliyê rojavayê gund li kuvarkan geriyan. Li wê çûn û gerînê em gihîştin şikefta Dûderê û nîv demjimêrê tê de rûniştin. Tevî ku şikeft /7 km/ li rojava bakurê gundê me Soxanekê ye, lê ew cara yekem bû min dît. Ez jî wekî gelek mirovan dildarê xweza û şûnewaran im. Şikeftê pir bala min kişand, lê navê wê bêhtir.

Li salên /1989 – 1990 – 1991an Zayînê/ ên ku ez li gundê Biradê mamoste bûm, li rojên bêhnvedanê ez diçûm gundên nêzîkî gundê Biradê. Min stranên folklorî ji kalemêr û pîrejinan werdigirtin û li ba xwe tomar dikirin. Di ber komkirina stranan re min wateya navên balkêş ên xaknîgariya wê deverê ji kesên temenmezin dipirsî û li ba xwe tomar dikirin.

Li gundê Biradê Eliyê Şemo hebû û hîngê temenê wî nêzîkî 80`î salî bû. Min carekê wateya navlêkirina şikefta Dûderê jê pirsî. Ji min re wiha got: “Şivanên gundên Şêrewan li demsalên zivistan û buharê pez dibirin li aliyê geliyê şikefta Dûderê pez diçêrandin. Bi şev pez di hindurê şikeftê de mexel dikirin. Li şevên pirserma ji bo xwe germ bikin, agir di hindurê şikeftê de vêdixistin. Carinan bi roj nemaze li zivistanê agir vêdixistin û dû di deriyê şikeftê yê jorîn re derdiket. Heger me dû didît, me dizanî ku şivan di şikeftê de ne û me digot: Ha ha dû ji şikeftê tê der. Piştre şêniyê gundên Şêrewa nav lê kirin şikefta Dûderê.”

Ji bo ez wateya navlêkirina şikefta “Dûderê”bêhtir teqez bikim, di sala 1994`an Zayînê de, min ji Hemûdê Hiso apê bavê xwe yê ku li sala 1893`an ji dayîk bûbû, wateya navlêkirina şikeftê pirsî. Wî jî ne kêm û ne zêde wekî Eliyê Şemo ji min re rava kir.  Piştre min ji kesên temenmezin ji gundên Şêrewa wekî Hesenê Hec Nasro ji gundê Birca Heyder, ji Bekirê Bodeq ji Gundê Mezin, ji Ehmedê Zeloxê ji gundê Kefer Nebû û gelekên din navlêkirina şikeftê pirsî. Hemûyan teqez kirin ku navê wê “Dûder”e.

Ji ber ku şikefta Dûderê ji gundê Birca Evdêl ve nêzîk e, min xwest çîroka navlêkirina şikeftê ji hin kesên temenmezin ên ji wî gundî jî bipirsim. Carekê derfet lê hat û min ji Hesenê Oso pirsî. Ji min re got: “Dema ku em biçûk bûn, me jê re digot şikefta Dûderê. Lê niha jê re dibêjin şikefta Duderiyê.”

Ez bêhtirî deh caran çûme şikefta Dûderê û ya dawî li havîna 2017`an bû. Baş diyar e ku ji kevnar de tenê deriyekî şikeftê hebû. Piştre ji encama diyardeyeke suriştî wekî erdhejîn an herifînekê aliyê rojava başûr vekirinek çêbûye. Ango berê tune bû. Ta niha bermayên wê herifînê ji keviran wek xwe mane. Hin nivîskar û lêkolînvanên ku li ser Şikefta Dûderê nivîsandine, dibêjin ku deriyê jorîn rojina şikeftê ye. Lê nêrîna wan tucarî cihê xwe nagire. Çima? Ji ber ku şikefta Dûderê xwezayî ye rola mirovan di çêkirina wê de nîne. Ya din, vekirina ku ji encama herifînê çêbûye, tucarî ne rojinan e.

Şikefta Dûderê û Mirovên Niyandirtal:

Di 23`ê meha Tebaxa 1978`an Zayînê de, tîmeke lêgerînê ya hevbeş Japonya  û Sûrî di şikefta Dûderê de dest bi karê vekolanê kirin. Piştî 16 salan ji vekolandinê û bi şêweyekî ne hertimî, qereqodê zarokekî têde vedîtin. Zanyarê di wî warî de şaraza “Takîra Akawaza”serokê wê şanda şûnewarî bû. Lêkolîneke zanistî li ser wî qereqodî çê dikin. Di encamê de diyar dibe ku qereqod li serdema mirovên Niyandirtal di şikeftê de hatiye binaxkirin. Ji lewra jî, vedîtina wî qereqodî ji aliyê tîma lêgeriyanê û zanyarên cîhanê yên ku bi dîroka mirovên Niyandirtal bendewar in, dibe bûyereke cîhanî û pir girîng.

Zanyarê Japonya “Takîra Akazawa”li bajarê Helebê sala 1996`an Zayînê, li ser vedîtina zarokê şikefta Dûderê semînerek da. Bi rêya dostekî xwe ez li wê semînerê beşdar bûm û min semîner bi deng li kasêtekê tomar kir. Ew kasêt ta niha li ba min parastî ye. Takîra Akazawa di wê semînera xwe de dibêje: “Tîma hevbeş ya Japonya-Sûrî ya ku 16 salên di şikefta Dûderiyê de kar dike, di meha Tebaxê sala 1993`an Zayînê, qereqodê zarokekî Niyandirtal vedîtiye. Dîroka wî vediger /200 – 40/ hezar sal berî zayînê. Piştî lêkolîneke bi horbînî û zanyarî diyar bû ku dirêjiya zarok /80 sm/ e. Li gor pîvana diranên zarokê Dûderiyê diyar dibe ku di temenê dusaliyê de mirî ye. Lê nayê nasîn kur an keç bû. Li gor têgihîştina me lezbûna meşa zarok di her kêlîkekê de /160 sm/ bû”. Ev beşekî kurt ji semînerê ye.

Hewildana Guherîna Navê Şikeftê:

Berî ku şanda Japonya-Sûrî di şikefta Dûderê de dest bi karên lêgeriyan û vekolanê bike, ji şêniyê gundê Birca Evdêl navê şikeftê pirsîbûn. Jê re gotibûn ji ber ku du deriyên şikeftê hene navê wê Duderiyê ye. Hîngê şandê navê şikeftê wekî jê re hatibû gotin tomar kir. Dema ku navê wê di ragihandin û li ser zimanê zanyarê Japonya”Takîra Akazawa”hate gotin, ji ber ku nav bi kurdî ne bi erebî bû li heza wezareta çandê û navendên şûnewarî yên Sûrî nehat. Hîngê Necah El-Etar serok wezîra çandê bû. Bêhtirî carekê bi zanyarê Japonya  “Takîra Akazawa”re têkil bû da ku navê şikeftê Duderî bi “Elhederiyê”biguhêre. Her wiha, berpirsên navendên şûnewarî yên dewleta Sûriyê jî ketin wê hewildanê. Lê Takîra Akazawa biryar da ku navê şikeftê Duderî bimîne.

 Şikefta Dûderê piştî 18`ê Adara 2018`an:

Di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirkiyeyê herêma Çiyayê Kurmênc – Efrîn dagir kir. Berî dagirkirinê deriyê şikefta Dûderê bi deriyekî hesinî û mezin hatibû parastin. Lê mirov dikarî di nav valahiyên wî derî re têketa hindurê şikeftê. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, çeteyên wê yên çekdar ku navê rikberiya Sûrî li xwe kirine, deriyê şikeftê yê hesinî ji hev kirin û birin firotin. Bi mebesta ku li tiştên şûnewarî digerin, serûberê hindurê şikeftê kolan û serûbinî hev kirin.