• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Cotkar û desthilatdarî li herêmê

August 25, 2025
Cotkar û desthilatdarî li herêmê

Beşek ji amadekariyên ji bo werza çandiniyê li gundewarê Idlibê - wêne di havîna 2021ê de hatiye kişandin | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Made bi erebî jî heye العربية

Paytextan şoreşên mezin di dîroka Ewropayê de bi rê ve birin, wekî li Îngilîstanê (1642-1649-1688), Fransa (1789 û 1848) û Rûsyayê (1905, şoreşa sibat û cotmehê 1917an). Lê li Misir, Sûriya, Cezayîr û Iraqê yên ku pêşengtiya nûjeniyê kirin ji gundan bûn an jî ewladê bajarokên biçûk bûn (Cemal Ebdulnasir, Ebdulhekîm Amir, Zekeriya Mihêdîn, Enwer El-Sadat, Mihemed Imran, Selah Cedîd, Hafiz  El-Esed, Huwarî Bûmediyen, El-Şazilî Bin Cedîd, Ehmed Hesen El-Bekir, Sedam Hisên), ku bi rêya rêxistinên leşkerî gihaştin desthilatdariyê çi bi hêza çek an jî partiyên siyasî ku ji aliyê leşkerî ve an jî bi awayekî veşartî dihatin organîzekirin û bi rêya derbeyên leşkerî digihaştin desthilatdariyê.

Di şoreşên Ewropayê de, bi rêya çeksaziya çandiniyê mijara çandiniyê hate çareserkirin, ku çîna burjuwazî pêşengtiya şoreşa li dij desthilata mutelq ya xwe dispart arîstokariya çandiniyê kir, an jî bi rêya wekî ku Leon Trostksy bi kilîtên razên şoreşa Rûsyayê bi nav dikir: “Eger ku mijara çandiniyê ya ku ji barbarî û dîroka Rûsyayê ya kevnar hatiye ji aliyê burjuwaziyê ve hatibû çareserkirin û gihaştin formuleke guncav, wê  proletaryaya Rûsyayê nedikarî di sala 1917an de bigihêje desthilatdariyê (“Dîroka Şoreşa Rûsyayê”, beşê yekem, Saziya Erebî ya Lêkolîn û Weşangeriyê, Beyrût 1971an, r.93). Herwiha, ev yek şoreşa Çînê ya bi rêveberiya Partiya Komunist ya sala 1949an jî, şirove dike. Lê di rewşa Îngilîz, Fransa û Çînê mijara çandiniyê bê rêveberiya cotkariyê hate çareserkirin, lê belê bi rêveberiya buruwaziyetê (îgliz û fransiz) an jî bi rêveberiya karkeran (Rûsya û Çînê) hate çareserkirin.

Li Misirê, efserên ji rêxistina “Efserên Azad” gihaştin desthilatdariyê û li Sûriyayê jî Partiya Beisê gihaşt desthilatdariyê, ev herdu jî xwe dispartin bingeha gundewarî an jî bajarokên biçûk. Lewra di herdu rewşan de, ji ber ku partiyan (Partiya El-Wefid li Misirê an jî Partiyên Gel û Niştimanê li Sûriyayê) nikaribûn mijara çandiniyê çareser bikin, bi rêya çeksaziya çandinî ku ev yek jî tê wateya destpêkirina têkiliyên kapîtalzimê bi gundan re û gund veguhartine bajaran û nûjekirina wan, bi rêya tunekirina têkiliyên beriya kapîtalizma aborî-civakî. Hersê partiyên borî jî, rêveberên wan ji sermayedarên nû an jî xwediyê gelek erdan bûn. Herwiha, piştî destpêkirina kontrola brîtanî di sala 1882yan de, piştî komkirina sermayeyê ji zeviyên çandiniyê yên xwe yên li zeviyên pembû yên Misirê, an jî li Sûriyayê di navbera salên 1941-1945an de, dema ku çandiniya Sûriyayê, ligel ajalan, bû sebeta xwarinê ji bo artêşên hevalbendan ên di navbera Iraq û Lîbyayê de, gelek ji sermayedarên nû yên misirî û sûriyayî di pîşesaziyê û bankayê de veberhênan kirin.

Li Cezayîrê rêxistina leşkerî ya Eniya Rizgarkirina Cezayîrî piştî serxwebûna 1972yan, ji bingehê civakî ya gundan bû û dema ku rêveberiya sivîl a eniyê (Serok Ehmed Bin Bela) hate rakirin bi rêya derbeya 1965an, ev yek wekî ravekirina hevsengiya aborî-civakî li Cezayîrê bû, piştî serxwebûna ku kete berjewendiyên gundan, lewra pêwîstiya vê yek jî bi derbeyeke leşkerî dîtin. Li Iraqê jî, bi gihandina Partiya Baas li ser desthilatdariyê, ku ev jî nûnertiya hevalbendiya herêmên Tekrît-Remadî-Samira dikir, dihate wateya bidawîbûna hêza bajaran Bexdad-Mûsil-El-Besra, ku bi rûxandina serdema padîşahiyê hate destpêkirtin 1921-1958an. Piştî vê yekê, desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim û piştre jî desthilatdariya Beisê di 8ê sibata 1963yan û piştre desthilatdariya herdu biran Arif 18ê cotmeha 1963an – 17 tîrmeha 1968an, ku ev yek nîşaneya nêzîkbûna mirina kapîtlazima Iraqê ya ku di hembêza Londonê de nû ava dibû. Berî ku hilweşîna wê bibe sedema derketina holê ya rejîma Beisê ya Tikritî-Enbarî-Samarrayî, ku xwezaya wê gundewarên kêm pêşketî bi bedewiyan re dihewîne.

Şoreşên li Îngilîstan, Fransa û Rûsyayê û Çînê welatên xwe nûjen kirin, lê li Misir, Sûriya, Cezayîr û Iraqê, berovajî wê pêk hat, piştî Ebdulnaskir û Partiyên Beisê li Sûriya û Iraqê û piştî desthilatdariya leşkerî ya Bûmedîn û Bin Cedîd.

Tiştê ku Karl Marx di pirtûka xwe ya “Hejdehemîn Brumaire ya Louis Bonaparte” de rave dike, bi îhtîmaleke mezin ravekirina bilindbûna desthilatdariya gundiyan e, dema ku ew diyardeya Bonapartîzmê bi wê rastiyê ve girê dide ku her kes dikare, di kêliyek hevsengiyê de di têkoşîna çînên civakî de, wekî “rizgarkarê takekesî yê neteweyê” xuya bike. Ev dikare were kirin, çi ew xwediyê jêhatî be, mîna Napoleon Bonaparte (1799-1815), çi jî mîna Louis Bonaparte, ku bê jêhatî bû û rabirdûyek kesane ya sûcdar hebû. Lêbelê, ev yek nehişt ku ew ji hêla blokek civakî ya mezin, bi piranî gundî, di hilbijartinên serokatiyê de deh meh piştî Şoreşa Sibata 1848-an de were hilbijartin, ku piştî wê bi tasfiyekirina hêza çîna karker, ku pişta şoreşê bû, bi hevpeymaniyek burjuwa bi arîstokrasiya darayî re hate tasfiyekirin. Paşê, cotkar sê sal şûnda bûn pişta Împeratoriya Duyemîn a Louis Bonaparte, dema ku wî desthilatdarî yekdest kir û dîktatoriya xwe ya şexsî ava kir, ku di sala 1870yî de bû sedema hilweşîna dewleta Fransayê, ku bi têkçûna şermîner a li Şerê Sedan ji hêla Prûsiyan ve hate temsîl kirin. Her kesê ku pirtûka Marx a jorîn û pirtûka wî ya duyemîn a li ser Komuna Parîsê ya 1871ê, “Şerê Navxweyî li Fransayê”, bixwîne, dê bibîne ka cotkar çawa di sala 1848an de veguherin hêzek muhafezekar a rastgir li aliyê Louis Bonaparte û di sala Komunê de veguherin hêzek dijberiya karkerên Parîsê. Bi gotinên Marx, “Çawa ku Bourbon (malbata padîşahan berî Şoreşa 1789an) malbata milkên mezin bûn û Orleans (Louis Philippe, Qiralê Fransayê ji 1830 heta 1848) malbata pereyan bûn, Bonapartîst jî malbata cotkaran in, ango girseya gelê fransiz.” (“Brumaire ya Hejdehan,” di Berhemên Bijartî yên Marx û Engels de, Beşa Yekem, Weşanxaneya Progress, Moskow, bê dîrok, r. 283).

Bonapartîzm xwedî bingeheke cotkar bû, ku ev yek jî di Fransa di şerê Waterloo ya sala 1815an û piştre şerê Sîdan, were têkbirin. Îhtîmala herî mezin jî, ku Fransa ji bo dermankirina birînên xwe li Waterloo ku Naplon nikaribû serwerî li ser parzemîna li beramberî hêza Îngilîstan û Rûsyayê bikire, dibe ku ev yek bû sedema aloziyeke cîhanî, ku ji encamên wê jî Parîsê destek da Mihemed Elî Paşa, ji bo ku hewl bide dewleta Osmanî ya ji aliyê Rûsa û Îngilîzistanê ve di salên 30 û 40î de di sedsala 19an de dihate parastin, têk bibe. Ji aliyekî din ve jî, têkçûna Fransayê li pêşiya Almanyayê di Sîdan de, bû sedema derxistina Şerên Cîhanê yê Yekem û Duyem.

Ne Îngilîstana Oliver Cromwell (1642-1658) bi serhildana parlemanî ya li dijî monarşiya mutleq û şoreşa “padîşah xwedî milk e lê bi rêya şoreşê hukum nake” a 1688an birînên Bonapartîst kişand, ne Rûsyaya Lenîn û Stalîn, ne jî Çîna Mao Zedong û Deng Xiaoping. Di aliyê piratîkê de, Fransa ji wan birînên xwe xelas nebû, lê belê tenê bi lihevkirina 1905an  ya navxweyî ya di navbera hêzên rejîma kevnar û hêzên nûjen yên ku şoreşa 1789an ava kirin ji birîna xwe xelas bû, dema ku Ilmaniyet ji xwe re esas girtin.  Lê aloziya xwe ya derve ji ber têkçûnên 1870î û 1940î li pêşiya Almanyayê, di serdema De Gaulle de di salên 60î de çareser bû, dema ku bi şêwirmendê Almanyaya rojava Konrad Adenauer lihev kir. Lê  girêka kevn a serkeftina Îngilîzistanê ji dema şerê 1757-1763an, heta niha nehatiye çareserkirin.

Wekî encam: Di Marksîzmê de, di nava gelek ramanweran de meyla wan ew bû ku cotkar ne wekî çîn dibînin, lê belê wekî komikên civakî dibînin, herwiha dîrokê jî tu nimûneyeke dîrokî ya rêvebirina prosesa dîrokî nedane, lê belê wekî hêzeke pêşverû ya dîrokî bûn dema ku burjuwazî an jî çîna karker ew bi rê ve dibirin.  Di Marksîzm û Lîberalîzmê de, ku ev herdu jî dendika hizira rojavayî ya nûjen in, nêrîneke neyînî ji bo rola dîrokî ya tekane ya cotkaran heye. Îhtîmala herî mezin jî tiştê ku li Misirê piştî 1952yan çêbû û di Sûriyayê piştî 1963yan û Iraq 1968an û Cezayîr piştî 1965an, gelek ji vê yekê piştrast dike. Di Sûriyayê de jî piştî 8ê kanûna 2024an de, nîşane hene ku desthilatdariya gundewarî ya nû ya sûriyayî heye an jî hêzeke ku bingeha xwe ya sereke ya civakî, di gundan an jî di bajarokên biçûk de ye, ne di herdu bajarên mezin de ye, wekî Sûriya 1946-1958an.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN