• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Bi hûrgilî.. hejmara qurbanîyên êrîşên Tirkîyayê û armanckirina binesazîyê li Rojavayê Kurdistanê

October 20, 2023
Bi hûrgilî.. hejmara qurbanîyên êrîşên Tirkîyayê û armanckirina binesazîyê li Rojavayê Kurdistanê

Beşek ji wêneyên binesazîya Rojavayê Kurdistanê ku ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve rastî êrişan hatin/Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Dewleta Tirkîyayê piştî gefa wezîrê wê yê derve Hakan Fîdan a armanckirina binesazîya herêma Rojavayê Kurdistanê, roja 5ê cotmehê ji Dêrikê heta Şehbayê êrîşek bi balafirên şer û dronan dest pê kir. Roja 5ê cotmehê li herêma Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirkîyayê bi armanckirina stasyona kehrebeyê û kargehekê, li dij binesazîya Rojavayê Kurdistanê êrîşeka berfireh da destpêkirin. Di encamê da hejmarek sivîl û hêzên ewlekarîya hundirîn şehîd bûn, her wiha zirareka mezin gihaşt binesazîya herêmê û sivîl bê kehrebe, av û gaz man.

Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL

 

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) bi rêya xebatkarên xwe li ser erdê, ji bo bibelgekirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirkîyayê û armanckirina binesazîya herêmê, dest bi amadekirina rêzelêkolînên meydanî kir. Her wiha, (NKL) di van lêkolînên xwe da serdana cihê êrîşan kir û bi wêne û dîmen jî bi belge kir.

Di vê beşê yekê da, em ê bi hejmar û datayan behsa qurbanîyên êrîşên dewleta Tirkîyayê û cihên ku ji binesazîyê hatine armanckirin, bikin.

Hejmara qurbanîyan

Destpêk ji hejmara qurbanîyan, di encama êrîşên dewleta Tirkîyayê da yên ji 5ê cotmehê li dij Rojavayê Kurdistanê /9/ kesên sivîl (5 sivîl li Kobanê, 3 sivîl li Hesekê, sivîlek li Tirbesîyê) ku ji wan /2/ jin bûn şehîd bûn.

Di heman demê da, ji ber êrîşên yekser ên Tirkîyayê /10/ sivîl birîndar bûn ku ji wan /4/ zarok û /3/ jin bûn.

Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê ya dagîrker li gundewarên başûrî yên Amûdê navendeka Asayîşê bombebaran kir û di encamê da /6/ endamên hêzên Asayîşê şehîd bûn.

Merasîma oxirkirina şehîdan li Qamişlo/Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Piştî wê, dewleta Tirkîyayê li gundewarê Dêrikê li dij navendeka perwerdeyê ya Asayîşê komkujîyek pêk anî û di encamê da, /29/ endamên hêzên dijî madeyên hişbir şehîd bûn û /28/ jî birîndar bûn.

Hejmara êrîşan

Li gorî agahîyên ku NKLyê bi belge kirine Dewleta Tirkîyayê li Qamişlo, Hesekê, herêma Şehbayê, Dêrikê, Eyn Îsa, Kobanî, Minbic û li gundewarên başûrê Girê Spî bi dehan êrîş bi rêya balafirên şer û dronan li dij binesazî û kargehan pêk anîne.

Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL

 

Êrîşên li dijî binesazîya Rojavayê Kurdistanê

Dewleta Tirkîyayê ku vê carê bi taybet êrîşî binesazî û jêderên aborî û jîyanê kir, lewra stasyonên kehrebe û petrolê yên ku hatine armanckirin wiha ne:

Tirbespîyê û herêma Alîyan (herêma di navbera Tirbespîyê û Girkê Legê da):

Dewleta Tirkîyayê /7/ stasyon û bîrên petrolê armanckirin û bi temamî ji xizmetê derxistin. Her wiha, dewleta Tirkîyayê li Tirbespîyê stayoneka kehrebeyê û depoyên genim armanc kirin û di encamê da kehrebe li ser tevahîya herêma Tirbespîyê hate birîn.

Stasyonên petrolê li Tirbesîyê/Navenda Kurdî ya Lêkolînan

 

Dêrikê:

– Dewleta Tirkîyayê tekane stasyona gazê ya Siwêdîyê bombebaran kir û di encamê da kehrebe li ser tevahîya Dêrikê hate birîn û êdî stasyon heta demeka dirêj nikare gazê hilberîn bike. Her wiha dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqilbeqilê yê girêdayî herêma Dêrikê bombeberan kir û di encamê da stasyon ji xizmetê derket. Di heman demê da, dewleta Tirkîyayê nexweşxaneya koronayê ya Ii bajarê Dêrikê ku xizmet ji zêdetir /100/ hezar kesî ra pêşkêş dikir bi temamî wêran kir.

Kargeha Siwêdîyê beşê gazê li herêma Dêrîkê/NKL
Kargeha Siwêdîyê li herêma Dêrîkê beşê kehrebeyê/NKL

 Qamişlo:

– Dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê bombebaran kir û di encamê da stasyon ji xizmetê derket.

Stasyona kehrebeyê li herêma Dêrîkê/NKL

 Amûdê:

– Dewleta Tirkîyayê depoyê genim û stasyona kehrebeyê bombebaran kir û di encamê da kehrebe li ser Amûdê hate birîn.

Stasyona kehrebeyê li herêma Dêrîkê/NKL

 Eyn Îsa:

– Dewleta Tirkîyayê stasyona avê û stasyona kehrebeyê û depoyê genim bombebaran kir.

Hesekê:

– Dewleta Tirkîyayê stasyona kehrebeyê, stasyona avê, kargeha avahîsazîyan û Kampa Waşûkanîyê ya koçberên Serê Kanîyê bombebaran kir.

https://youtu.be/IxlE4_Ce6Hk

Kobanê:

– Dewleta Tirkîyayê kargeha boyaxê bombebaran kir û nexweşxaneyek bi temamî wêran kir.

Girtina dibistanan

Li gorî agahîyên ku NKLyê ji Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê wergirtine ji ber êrîşên bêserûber ên dewleta Tirkîyayê, deste neçar ma ku /31/ dibistanan bigire, ango /4039/ zarok nikarin di vê demê da biçin dibistanê, ji pêkanîya armanckirina dibistanan ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve. Di vê çarçoveyê da, li van herêmên Rojavayê Kurdistanê dibistan hatin asrengkirin: Li Çilaxa /2/ dibistan hatin girtin, li Dêrikê /5/ dibistan hatin girtin, li Tirbespîyê /5/ dibistan hatin girtin, li Dirbêsîyê /2/ dibistan hatin girtin, dibistana Kampa Waşûkanîuê ya koçberên Serê Kanîyê li Hesekê hate girtin, li navçeya Zirganê ya girêdayî Hesekê jî /15/ dibistan hatin girtin.

Av hate birîn

Ji ber armanckirina stasyonên kehrebeyê ji Dêrikê heta Hesekê, hemû stasyonên avê ji xizmetê derketin û rewşeka mirovî ya bi karaset di nava sivîlan da peyda kir.

Stasyona petrolê li Tirbesîyê/NKL

 Gaza malan jî hate birîn

Li Rojavayê Kurdistanê û li tevahîya herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyayê tekane kargeha gazê ya bi navê Siwêdîyê heye. Ev kargeh girêdayî herêma Dêrikê ye ku beşek jê gaza malan peyda dike û beşek jî kehrebeyê peyda dike. Dewleta Tirkîyayê bênavber kargeha Siwêdîyê armanc kir û di encamê da kargeh ji xizmetê derket. Ji vê yekê hilbirîna gaza malan û kehrebe jî hate rawestandin.

Kargeha Siwêdîyê beşê derxistina gaza malan/Dêrîk/NKL

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!
Gotar

Ji “Teorîya Komployê” dûr, lê nêzîkî wê!

June 3, 2026
Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an
Lêkolîn

Guhartinên di rêveberiya doza kurdî de li Tirkiyayê piştî sala 2024an

June 3, 2026
Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?
Gotar

Çawa Amerîka dikarîbû ji Sûriyayê vekişe?

June 1, 2026
Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê
Manshet

Pirtûka Pergala Netanyahu: Paşxaneya damezrandinê û mekanîzmayên rêveberiyê

May 31, 2026
Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?
Gotar

Hilweşîna El-Esed bi destê xwe: Gelo em di bin desthilatdariya komên gundewariyên gundewar de dijîn?

May 30, 2026
4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê
Gotar

4 roj di navbera Trump û Pûtin de li Çînê

May 30, 2026
Sûriya û metirsiya “Samastê”
Gotar

Sûriya û metirsiya “Samastê”

May 28, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN