Arnold Toynbee û artêşa cotkarên rûs

HISÊN CIMO

Dîroknasê brîtanî Arnold Toynbee (1889-1975) nêrînên wî der barê gelek hîpotezên (Pêşbêniyên)navdar ên ku dîroknasên beriya wî der barê dîroka şaristaniyan de nivîsandine, ne lihev in. Wekî mînak, Toynbee bi hîpoteza rola vejandinê ya ku gelên barbar di şaristaniya rojavayî de pêk anîne, ne lihev e. Her wiha têgeha barbarî jî gelek caran ji aliyê  Toynbee û dîroknasên şaristaniyan, ji bo civakên nerêxistinkirî û yên ku rêbazên baş ji bo rêveberiyê û desthildarî neafirandine, tê bikaranîn. Toynbee, tenê rola gelên koçberkirî yên wekî qebîleyên destpêkê yên Slavî, Almanî û Vîkîngan di tunekirina civaka Helenî de, sînordar dike. Li gorî wesfa Toynbee, ew wekî kerxurên ku li ser terman dijîn û serdema qehremantiya wan jî tenê dawiya dîroka Henenîstîk(Yewnanî-Romayî) bû, ne destpêka dîroka rojavayî bû.(Kurtelêkolîna dîrokê-Beşê Duyemîn-Werger Fûad Şibil, Navenda Neteweyî ya Wergerê-r.25)

Rêbazê Toynbee di sinfandin û rêzkirina şaristaniyan de tevlihev û di nav hev de ye. Her wiha nêrînên wî, ji aliyê gelek lêkolîneran ve bi niyeteke xerab rastî pêşdaraziyan hatin.  Lê ji ber ku ev nivîs armanc jê nirxandina Toynbee ya civaka rûsî  di dîrok û şaristaniyê de, Toynbee civaka Ortodoks a rûsî di nava 7 civakên şaristanî yên niha mayî de, senifandin. Ji wan 6 civak di pêvajoya hilweşandinê de ne, ji wan jî Ortodoksiya rûsî ye. Lê ji aliyekî din ve jî, derî li pêşiya bersiva li ser çarenûsa şaristaniya rojavayî vekirî hiştî, tevî ku gelek xalên wê yên lawaz rave kir û bi gûman e ku lixwe ragir be.

Toynbee, di navbera şaristaniyan wekî blokên siyasî û aborî û di navbera civakên şaristanî de, cûdahî daniye. Bû nimûne; tiştekî taybet bi navê civaka şaristaniya erebî tune ye, lê mirov dikare wekî têgeha şaristaniya erebî ya îslamî pênase bike, lê di çarçoveya civaka pêşketî ya îslamî de. Ev civak jî ji du cêwiyên şaristaniyan pêk tê; ew jî civaka şaristaniya îranî û civaka şaristaniya erebî ye. Her wiha, herdu cêwî jî vedigerin koka xwe ya civaka sûrî ku dendika resen a herdu  şaxên mezin in: Împaratoriya Axemenî û dewleta Ebasî. Ev teorî jî di pêşkêşkirina ku çawa şaristaniyên nû yên li Mezopotamya û Îranê çêbûne, wekî zarokên bavê sûrî bi hev re girêdayî ne, seyr e û ev teorî jî zêde deng neda.  Lê hemû nêrînên wî di aliyê ku pişta xwe nade teoriya yekbûna şaristaniya mirovahî bi fereseta siyasî ya ku propogandeya wê têkirin, balkêş e. Di heman çarçoveyê de, Toynbee civaka rûsî şirove dike û dibêje ku ew beşek ji civaka xiristiyanî ya Ortodoksî ye û piştî ku Ortodoksiya resen li Anadolê rastî êrişên barbar ên islamî û fişara rojavayî hatin, ev ax altirnatîfa ku nûnertiya wan dike.

Toynbee, di beşê heftemîn(Pirsgirêkên jîngehê) ya pirtûka xwe ku wergerî erebî hatiye kirin de”Kurtelêkolîna Dîrokê”, behsa şaristaniya Ortodoks a rûsî dike. Hewzê jorîn ê çemê Dnieper(Ev çem Ukraniya dabeşî du beşan dike) herêma rûsî bû ku cara yekemîn şaristaniya xiristiyanî ya Ortodoks ji dervayî Anadol û Bîzansayê, têde bicih bû. Lê di Sedsala 12`an de, niştecihên sînor ên ku sînorê xwe di wî alî de li ser hesabê Paganên daristanên bakur rojavayî Fînlandiyên destpêkê berfireh dikirin, şaristanî ji wir birin hewzê jorîn ê Volgayê. Lê di demeke kurt de, navend vegeriya Dniepera jêrîn û li wir rastî fişareke zehmet a Bedewiyên çolter a Avrasyayê hatin. Ev fişara ku ji nişkeve li ser rûsan hate ferizkirin, di encama hemleya domdar a tund a Batû Xanê Mexolî 1237`an de bû. Tişta sosret ku rikberiyeke giran ta asta dersuriştî hate kirin û bersivên pir afirîner û balkêş derketin holê (Ango Koma Kafkasan a şerker)

Cara yekemîn di dîrokê de, ev bersiv ne kêmtirî pêşxistina rêbazekî nû yê jiyanê û rêxistinkirina civakî ya nû ya ji bo civakeke istiqrar bû, ne tenê parastina li hemberî Bedewiyên Ewrasyayê bû û ne tenê bi hemleyên demkî ew dan sekinandin. Lê belê, komên Kafkasan derfet da wan ku bi yekcarê axa dijminan dagir bikin û bi rêya veguhertina mêrgên sewalan bo zeviyên cotkaran, axa xwezayî ya Bedewiyan guhartin û li şûna kampên xwe yên gerok gundên bi isitqrar rûniştin.

Her wiha Toynbee dibêje: Kafkasên ku ev serkeftin pêk anîn, ew niştecihên sînorê xiristiyanên Ortodos ên rûsî bûn, yên ku di du sedsalan de li ser sînor li dijî Bedewiyên Ewrasyayê hiliyan û li ser bingehên wan ava bûbûn. Her wiha dijminên wan jî ev nav(Kafkas ) li wan kirine ku kirin efsaneyek. Komên Kafkasê yên ku dûr belav bûn û di dema qirkirina xwe ya di pêvajoya şoreşa 1917`an de, rasterast li seranserê Asayayê ji çemê Don heta çemê Ussuri belav bûbûn, hemû jî bi koka xwe ji Kafkasên Dnieper bûn.(Beşê yekemîn-r.192)

Lê di heman demê de, bi bersiva serketî ya Kafkasan a li hember fişara Bedewiyên ji başûr rojhilat, yekî din jî rastî fişareke sereke ya derve hat û bi vî rengî bû navenda giring û sereke ya Rûsyayê. Rûsya di sedsala 17`an de, cara yekem di dîroka xwe ya nûjen de, rastî fişareke mezin a cîhana rojavayî  hat, ku di encamê de Mosko ji hêla artêşa Polonî ve di pêvajoya du salan de hate dagirkirin (1610-1612). Piştre di demeke nêz de, Swêd bi saya ku hemû peravên vê deryaya rojhilat bidestxistibû, karibû ku Rûsya ji Baltîkê bi dûr bixe. Di demekê de ku Sedsala 17`an bidawî nebûbû, Petrûsê mezin bersiva vê fişara rojavayî da û di sala 1703`an de bajarê Petersburgê li ser axa ku ji Swêdê hatî vegerandin ava kir û li ser Deryaya Baltîk rêbazê hêzên deryayî yên rojavayî, ala hêzên deryayî ya Rûsyayê belav kir. (r.193-194)

Di beşa 9`an ê pirtûkê de, Toynbee careke din, bi awayê danberhevê behsa xwezaya şerên civakî yên rûsî dike. Di vî beşî de,  Toynbee “şaristaniyên têkçûyî” pênase dike. Her wiha di senifandina xwe de,  ew destpêka sê şaristaniyên bi vî rengî destnîşan dike: Polînezî (niştecihên giravên Pasîfîkê), Eskimos û Bedewî. Ev her sê şaristanî heta roja me ya îro jî, weke civakên belawela hene û êdî di tevgera pêşketina mirovahiyê de bi tu rolê  naliyizin û di encama berisva pirsgirêkên madî, derketine holê. Piştre, Toynbee du şaristaniyên ku di encama pirsgirêka mirovî de derketine zêde dike ew jî; Osmanî û Spartayî ne. Tevî seyra ketina dewleta Osmanî di nav dewletên şaristanî yên qedirbilind de, wî taybetmendiyên giştî yên Osmaniyan rêz kir. Ji ber eslê wê yê Bedewî, afirîneriya Osmaniyan di navgîniya leşkerî ya sêlojiya Bedewiyan a aborî û leşkerî de, diyar bû. Ev jî şêwazê şivan, keriyên pez û kûçikê parastinê ye, ku Toynbee sêlojiya Bedewiyan a sabît binav dike û artêşa Inkîşarî rola nobedarê keriyê pez girtibû ser xwe.

Toynbee di çerçoveya danberheva bi şêwaza Bedewiyan re, modela berevajî vê berhevdanê tîne ziman, ku şaristaniya civakên cotkaran e û wiha dibêje: “Rêbazên êrişkariyê di her yek ji wan de gelek ji hev cuda ne. Êrişa Bedewaiyan wekî hemleya siwaran ji nişka ve ye. Lê êrişa cotkaran jî, wekî pêşkeftina piyadeyan e ku di her gavekê de ku mêrxasiya xwe bi karanîna ax an axurekê îspat dike û çûyîn û hatine xwe bi çêkirina rê an rêyên hesinî ewle dike. Dibe ku nimûneya herî girîng a êrişa Bedewiyan, êrişên tirk û mexolan ku di serdema herî dawîn a ziwatiyê de pêk hat. Lewra, berfirehiya Rûsya ber bi rojhilat ve, wekî mezintirîn êrişa li dijî cotkaran e(..) û dibe ku fişara cotkaran di demeke dirêj de ku kesek bibe qurbana wî, ji komkujiyên hovane yên Bedewiyan bi êştir e. li gorî vê yekê jî ku êrişên Mexolan di nav du-sê nifşan de bi dawî bûne. Lê mêtingeriya rûsî ku wekî tolhildana ji Mexolan bû, zêdetirî 400 salî dewam kir(..) Her wiha li gorî nêrîn û dîtina Bedewiyan, dewletên cotkariyê wekî Rûsya, wekî makîneyên hûrkirinê ne ku li gorî daxwazan pîşesaziya pola germ pêk tînin.  Bedewî di destê wê de, ango ji kok werin tunekirin an jî bikevin çarçoveyekî istiqrar.

Di beşa 31`an a pirtûkê de, Toynbee bi nirxandina têkiliya Rûsya bi dewletên rojavayî yên  nûjen re, careke din behsa mijara Rûsyayê di dîroka hemdem de dike:

Di pêvajoya salên 80`î yên Sedsala 15`an de, dewleta cîhanî ya rûsî ya Xiristiyaniya Ortodoks bi tevlêkirina Komara Novgorodê di nav Dûka mezin a Moskoyê de hate avakirin. Her wiha, nakokî di navbera Moskoyê û rojavayî de li ser dilsoziya niştecihên Ukrayna û Belarûs ên ku ji birayên xwe yên rûsên Ortodoks ên rojhilatî veqetiyabûn, heta dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn berdewam kir, dema ku bermahiyên wan ên bi darê zorê careke din vegeriya hembêza Rûsyayê.  Tevî vê yekê jî, ev axa ku ser sînor e bi koka xwe rûsî ye û heta van demên dawî ew nîv rojavayî bû, ne qada sereke bû ku hevdîtina Rûsya û rojavayî ya nûjen tê de bi rê ve çû. Ji ber ku rengvedana Polonî ya li ser çanda rojavayî gihîşt astek nezelaliyê ku nehişt ku çanda rojavayî bi karaktera xwe ya kûr bandor li giyanên rûsan bike.

Lewra, gelên deryayî yên rojavayî yên ku li peravên Atlantîkê dijiyan, bûne xala sereke ya hevdîtinê (di navbera Rûsya û rojavayî de). Van gelan jî, ji xwe re pêşengiya cîhana rojavayî ji îtaliyan girtibûn. Ev koma serketî, li dirêjahiya peravên Baltîkê, di nava xwe de cîranên herî nêzîk ên Rûsyayê hewandin. Tevî bandora ku çîna Arîstokrasî ya Alman û bûrjûwaziya Baltîk li ser jiyana rûsan kiribûn jî, lê bandora gelên Atlantîkê ku di deriyên têketinê (nav Rûsyayê) re derbas dibûn, ji ya van her du çînan pirtir bû.

Di vê têkiliyê de; ev hevbandoriya di navbera enerjiya teknolojiya rojavayî û biryardariya giyanên rûsî de ji bo parastina serxwebûna xwe ya giyanî bû ku plansaziya romanê çêkir. Toynbee baweriya rûsî di hizira”yekseriya çarenûsa Rûsyayê” de dît û îfadeya wê baweriyê bû ku mîrateya ku ji Konstantînopolê hişt ew jî Roma duyemîn bû, ev erk avêtin ser Rûsyayê. Lewra, Moskoyê ji xwe re rolek yekta girt ew jî ew e ku ew tenê depoya Dêra Ortodoks û keleha wê ya yekta ye û bi vê yekê jî di sala 1589`an de avakirina Patrîkxaneya Moskovê bi dawî bû. Ev yek jî pêk hat, di demekê de ku serkeftinên teknolojiya nûjen ên rojavayî piştî ku di serdema navîn de bi pêşveçûna rojavayî pir kêm bû, gefan li herêma serweriya Rûsyayê dixwar.

Li gorî Toynbee Rûsyayê bi sê awayên cihêreng bersiva astengiyên rojavayî da:

A yekê: Refleksa hevbar li dijî şêwazê mezheba Mundefiyên. Ev nêzikatî di koma bi navê “Bawermendên kevn ” de şopînerên xwe dîtin û israr dikirin ku civaka wan hêviyên mirovahiyê bi xwe re radike.

A duyemîn: Refleksa wekî Herodianîzmê; Ev yek jî di pirzanîna Petrûsê mezin de dihate dîtin. Siyaseta Petrûs ew bû ku Împaratoriya Rûsyayê ji dewletek cîhanî ya Xiristiyanên Ortodoks veguherîne dewletek netewe ya herêmî ya ku girêdayî cîhana rojavayî ya nûjen be. Rûsan jî pejirandina polîtîkaya Petrûs wekî pejirandina ku ew bi rastî mîna gelên din in binav dikirin. Ev yek jî tê wateyê ku Mosko dê ji îdiaya xwe bê dûrxistin ku qederê ew tenê kiriye keleha Ortodoksiyê, an ku ew bi tenê – wekî bawermendên kevnar digotin – civaka ku hêviyên mirovan di zikê xwe de hildigire.

Lê tevî lihevhatina zelal a ku siyaseta Petrûs di pêvajoya 200 sal zêdetir derbas kiribû, ew tu carî negihîşt piştgiriya dilsoz a gelê Rûsyayê. Lê dema ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de karesata leşkerî ya mezin hat serê Rûsyayê, isbatek hate pêşkêşkirin ku piştî zêdetirî 200 salan ji gotinên rojavayî, ev siyaset ne tenê li dijî ruhê rûsî bû, lê di heman demê de têkçûna wê ya rizgarkirina “mirovên baş” îspat kir.

A sêyemîn: refleksa ku di bin şertûmercên navborî de derket holê û vegerandina meyla ji bo veqetandina rolek yekta ji Rûsyayê re nîşan dide. Ew jî meyla ku demeke dirêj ji aliyê zordariyê ve hatibû veşartin, bi şoreşa komunîst careke din xwe bisepîne. Şoreşa komunîst, wê demê li gorî Toynbee,  hewildanek e ku vê têgihîştina serdest a çarenûsa rûsî bi pêdiviya domdar a rêgirtina bi serweriya teknolojiya rojavayî re li hev bîne. Pejirandina vê îdeolojiya rojavayî (komunîst) ya nûjen, ji aliyê Rûsan ve rêyek paradoksî ye ku Rûsya îdiaya xwe ji nû ve piştrast bike ku ew tenê mîrasgirê mîrasek yekta ye.

Eger bersiva Rûsyayê ya li dij rojavayî bi ser bikeve, neçar e ku Rûsya wekî parêzvanê baweriyeke ku dikare bi cîhana azad re li ser lingan wekhev bimîne derkeve holê. Eger Rûsya bi vê baweriyê bi xwe çek bike, divê bi rojavayî re bikeve nava pêşbaziyê da ku dilsoziya giyanî ya hemû civakên heyî yên ku ne ji mîrata wê ya çandî ya rojavayî ne, ne ji rojava û ne jî ji Rûsyayê re, bi dest bixe. Lê eger Rûsya bi vê bawer nabe, wê demê neçar e ku şer bi mizgîniya îdeolojiya Rûsyayê ya di dilê rojavayî de, bigihîne warê dijmin.

Di hevrûkirina kurt a taybetiyên siyasî û derûnî yên Rûs û amerîkiyan de di serdema “Şerê Sar” de, Toynbee balê kişand ser mijara asta Rûsya ya berxwedanê. Têkçûna Qeyseriya Rûsî li pêşberî Japonyayê di şerê 1904-1905’an de, hîşt ku Şoreşa Rûsyayê di sala 1905’an de, çêbibe. Her wiha têkçûna Rûsya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, hîşt ku Şoreşa 1917`an lidar bikeve. Toynbee vê mijarê wiha dinirxîne: “Sînor hene ku moralê Rûsyayê an jî welatên din ê çandiniyê têk biçin. Lê diyar e ku hikûmeta Yekîtiya Sovyetê tercîh dike ku rûbirûbûna tirsa şerek bi Amerîkayê bibe, li şûna ku jê re tawîzên siyasî pêşkêşî bike ku dê radestkirina Rûsan ji serweriya Amerîkî re bîne”.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî