Armancên Tirkîyayê yên dagîrkerîyê di axa Sûrîyayê da.. Jînenîgarîyeka vekirî (2/2)

ŞOREŞ DERWÎŞ 

Eger ne ji hebûna hêza Fransayê li ser axa Sûrîyayê ba, wê Sûrîyaya embryonîk û jihevketî ku ji destê osmanîyan hatibû derxistin, li beramberî armancên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê li ber xwe nedaba. Tevî ku Sûrîyayê, Lîwayê Îskenderonê û herêmên bakur ên Helebê winda kir û ji sala 1939an ve, hebûna Sûrîyayê ya bi seqemgîrî hate avakirin.

Tevî hewldanên Fransayê yên razîkirina Tirkîyayê û nêzikbûna wê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û beşdarîya wê di dagîrkirina Lîwayê Îskenderonê û herêmên berfireh ên Sûrîyayê da, lê Fransayê rê neda Tirkîyayê ku axa Sûrîyayê li pey hev dagîr bike. Lewra, Fransa daxwazên Tirkîyayê yên kontrolkirina Heleb û Cizîrê sala 1941ê, li beramberî ku Tirkîyayê veguhistina hêzên Fransayê yên Vichyê ji bo axa Sûrîyayê ji ber dorpêça înglîzan li ser berava Sûrîyayê, red kir. Lê hewldanên polîtîkeya Tirkîyayê yên berfirehkirinê ranewestîya û di salên 50yî da ev hewldan zêde bû, bixwe spartina li ser hevpeymanîya bi Amerîkayê ra, bi bihaneya astengkirina “pêşketina pêşverû” di Sûrîyayê da, ji ber bandora wê li ser hûndirê Tirkîyayê. Lê di bin bingeha hemû stratejîyên Tirkîyayê da berfirehkirin û bikaranîna rewşa hûndirin a Sûrîyayê û parçebûna gelê Sûrîyayê heye.

Salên 50yî: Sûrîya di armanca Tirkîyayê da

Iraq û Tirkîyayê di sala 1955an da, hewl dan ku Sûrîyayê tev li hevpeymanîya xwe di bin sîwana Hevpeymanîya Bexdayê da, bikin. Lê hewldanên hikûmeta Iraqê ya Haşimî û birêveberê sîyaseta wê Nûrî El-Seîd, têk çûn. Her wiha ji bo vê yek, serokwezîrê Tirkîyayê Ednan Minderîs di destpêka kanûna paşîn a 1955an da gihaşt Şamê, lê hikûmeta Faris El-Xurî ji ber vê serdanê kete hev û ragihand ku tu peywendîyên wan bi vê serdanê ra tune bû û ev serdan wekî serdaneka nehatiye plankirin, bi nav kir. Di encama vê yekê da, gelê Sûrîyayê xwepêşandanên şermezarkirina serdanê li dar xistin û banga hilweşandina Hevpeymanîya Bexdayê kirin.

Rewşa Sûrîyaya ya giştî li gor bayê erebî û pêşverûyê  diçû û daxwaza yekbûna bi hikûmeta Misirê ya Cemal Ebdulnasir ra dikir, lê Enqereyê daxuyanî didan û tê da digot ku ew li beramberî vê nêzikbûna di navbera Şam û Qahîreyê da ku metirsî li ser Tirkîya û Iraqê çêdike û Sûrîyayê ji ereban qut dike, bêdeng namîne. Li ser vî esasî, Tirkîyayê li ser sînorê Sûrîyayê, dest bi proveksyonan kir. Lê ji ber ku rewşa siyasî û gel li Sûrîyayê kêfa wan ji Moskoyê ra dihat, Sovyetê piştgirîya xwe bo Sûrîyayê ragihand. Di vê çarçoveyê da, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê yê wê demê Molotof piştgirîya xwe bi helwesta Sûrîyayê ya nêzîkbûna bi Misirê ra ragihand, lewra Sûrîya dûrî Hevpeymanîya Bexdayê ket.

Piştî bidawîbûna Şerê Siwês (êrîşa sêalî ya li dijî Misirê) di sala 1957an da, roja yekem a sala 1957an, serokê Amerîkayê Dwight Eisenhower bi wezîrê xwe yê derve ra û nûnerên partîyên cimhûrî û demokratîk ra civîya. Eisenhower ji wan ra ragihand ku berîya Sovyetê, li Rojhilata Navîn valahîyeka mezin heye. Lewra, bi awayekî xwezayî Tirkîya wekî hêmanekî giring li kêleka Îran, Urdun û Libnanê di sazûmanîya nû ya Amerîkayê da cihê xwe girt. Di encama vê yekê da,  pêvajoyeka nû li Sûrîyayê ya her dem bi fikar, destpê kir.

Alozîya 1957an

Eisenhower di bîranên xwe da, destpêka alozîyê şîrove dike, ku wê piştra navê wê bibe “Alozîya Sûrîyayê”. Di 13ê tebaxa 1957an da, “Radyoya Şamê tawanek belav kir û li gorî wê tawanê Amerîka hevkarîyê di derbkirina rejîma serok Şikirî El-Qiwetlî da dike û sê kesên ku di baylozxaneya Amerîkayê da li Şamê kar dikin, ji ber çalakîyên wan ên xerabîyê wê werin qewitandin” (Bîranên Eisenhower-Werger Hubert Youngman 1969), lê di heman demê da di raporên Amerîkayê da, dihatin gotin ku çekên Sovyetê ji bo Sûrîyayê hatine şandin û Şam ketiye destê Moskoyê. Ev guman, bi îmzekirina Wezîrê Parastinê yê Sûrîyayê, Xalid El-Ezîm ji hevpeymaneka aborî û fenî ya berfireh bi Yekitîya Sovetê li Moskoyê û radestkirina Serokatîya Erkanên Sûrîyayê ji efser Efîf El-Bezrî ku girêdana xwe bi Sovyetê ra dihatin tawanbarkirin li şûna Nîzam El-Dîn, zêdetir bû. Lewra encama Amerîkayê ya ku dewletên cîranên Sûrîyayê gihaştine ew bû ku rejîma desthildarî li Sûrîyayê pêwîst e bi rêya operasyoneka leşkerî ku ji alîyê Tirkîya, Iraq, Libnan û Urdunê ve pêk were, were guhartin.

Tirkîya, li Rojhilata Navîn ji bo Washingtionê rola qereqolê lîst. Di vê çarçoveyê da, Eisenhower nameyek ji Serokwezîrê Tirkîyayê ra Ednan Mindirîs ra şand da ku ew bigihîne cîranê xwe, Eisenhower  di nameya xwe da dibêje ku Amerîka wê “garantîyê” bide eger ku dewletên cîran pêwîstîyê bibînin bersivê bidin êrîşeka ku ji alîyê Sûrîyayê ve were kirin. Li ser vî esasî, Washingtion wê çekan rê bike û wê di demek pir kurt da, qerebûyan bide dewletên ku zirar dîtine, lê di dagîrkirina axa Sûrîyayê da, Amerîka tu alîkarîyan pêşkêş nake.

Edhem Mindirîs Wezîrê Parastinê yê Tirkîyayê sala 1957an

Êdî ji Ewropaya rojavayî bi rêya asîman, çek ji bo baregeha Amerîkayê ya li Edenayê dihatin şandin. Tevî ku Washingtion ji derketina rewşê ji bin kontrolê metirsîdar bû, lê Mindirîs û hempîşeyê wî yê îsraîlî Ben-Gurion geşbîn bûn. Mindirîs dixwest derbasî Sûrîyayê bibe, lê Ben-Gurion bi fikar bû ku Sûrîya bibe baregeha Rûsyayê. Dibe ku axaftina Ben-Gurion ya hişyarîyê “Ne pêkan e ku Sûrîya û Rûsyayê ji hev bên cudakirin” fikara Îsraîlê tîne ziman.

Tevî ku Amerîka, Urdun û Iraqê ji projeya guhartina rejîma desthildarîyê li Sûrîyayê vekişîyan, lê Tirkîya li ser ya xwe bi israr bû, tevî hişyarîyên ku Amerîkayê ji Tirkîyayê ra. Lê Tirkîyayê hêzên xwe li ser dirêjahîya sînorê Sûrîyayê zêde kir û di encamê da, hêzên xwe ji 32 hezaran, 50 hezar leşker. Lê ji ber helwesta hişk a serokê Yekitîya Sovyetê Nikita Xirotoşof êrîşa Tirkîyayê ya li dijî Sûrîyayê rawestan û gefa zelal a Xirotoşof a li dij Enqereyê “Eger topavêj avêt Sûrîyayê, wê mûşek ji asîman werin avêtin” sînorek ji tirkan ra danî. Her wiha, Washingtionê xwe ji planên Tirkîyayê da alî  û name ji Xirotoşof ra rê kir û anî bîra wî ku”Tirkîya dewleteka serbixwe ye û dikare bi tena xwe siyaseta xwe çêbike.”

Li kêleka Moskoyê, Qahîreyê piştgirî dida artêşa Sûrîyayê li dijî êrîşeka tirkan a gengaz. Di vê çarçoveyê da, Misirê di cotmeha 1957an da, yekîneyeka xwe ya leşkerî daxiste bendera Laziqîyayê ji bo piştgirîya hêzên leşkerî yên Sûrîyayê. Misirê di demeka kurt da, mijara ewlekarîya neteweyî ya Misirê û ereban û pêwîstîya bi hêzbûna wê li Sûrîya û Iraqê, hişyar bû.

Hewldaneka din a Tirkîyayê

Piştra, wê sala 1958an bibe saleka dagirtî ya guhartinê li herêma Rojhilata Navîn. Ji alîyê xwe ve, Sûrîyayê gavên bi yekbûna bi Misirê ra di yek dewletê da, bileztir dikir ku ev jî pêk hat. Her wiha, wê Ebdulkerîm Qasim jî sîstema şahane hilweşand û Iraq ji destê hevpeymanên girêdayî Birîtanîyayê derxist. Di heman demê da, Libnan jî di nava alozîyeka sîyasî da bû û gengazîya rûdana şerekî navxweyî yê dijwar hebû. Her wiha, Urdun jî di nava alozîyan da bû ku gef li desthilata El-Haşimî dihatin dixwarin.

Di nava vê rewşa tevlîhev da, Tirkîyayê derfet dît ku Washingtionê qani bike ku êrîşî dijminên Amerîkayê yên nû bike: Sûrîya û Iraqê. Hewldana derbasbûnê ya duyem ku rojnamevanê fransiz, Chris Kuchera balê dikişîne ser amadekarîyên wê; Kuchera belgeyeka taybet ku li ser nivîsandibûn”pir veşartî” û dîroka wê vedigere tîrmeha 1958an ku ji yek ji kesên amerîkayî yên ku beşdarî bûyerên wê demê bûye, wergirt.  Li gorî wê belgeyê, planeka veşartî ji alîyê Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Tirkîyayê Visi Mengog ji bo Serokerkanê Amerîkayê Maxwell Taylor hate şandin û naveroka wê wiha ye”Belavkirina bi dehhezarên leşker li ser enîyeka gelekî berfireh li Iraq û Sûrîyayê heta paralela 35an ku ji Kerkûkê dest pê dike, heta Başûrê Kurdistanê, heta Hemayê li Sûrîyayê…”(Meşa kurdan a dirêj-Weşanxaneya El-Farabî 2014).

Kuchera têbîniyên xwe li ser plana Tirkîyayê nivîsand; Artêşa Tirkîyayê rojekê jî dest ji xeyalê xwe yê vegerandina axa ji bakurê xeta Heleb-Kerkûk berneda ku heta dîroka agirbesta Modrosê cotmeha 1918an di bin destê hêzên osmanîyan da bû, ji ber ku Ataturk bi peymana “Milî” ango (Mîsaq Wetenî) ku Encûmena Niştimanî sala 1920î li ser erê kir, xwe bi wan herêman da girê dan. Li ser vî esasî, “Artêşa Tirkîyayê û hinek rewşenbîrên neteweperest ên tundraw” dest ji xeyala berfirehkirinê bernedan, heta piştî dagîrkirina Lîwayê Îskenderonê jî. Îskenderona Sûrîyayê ku hejmara tirkên tê da ji sedî 40 derbas nedikir.

Encam

Ji dema ku Tirkîyayê sînorê xwe bi Sûrîyayê ra ragihand, dest ji niyetên xwe yên berfirehkirina ji alîyê başûr da berneda. Dibe ku gotina Serokkomarê Tirkîyayê di destpêka bûyerên Sûrîyayê yê sala 2011an, “Sûrîya erka tirkan e, ji ber para me Heleb û Qamişlo tê da heye” wekî hewldanên Tirkîyayê yên dîrokî ku me di vir da behsa wê kir. Her wiha, ji ber dagîrkirina herêmên bakur ên rojavayê Firatê, kesayetên fermî yên tirkan û rewşenbîrên neteweperest ên tundraw ragihandin ku tiştê ku çêbûye ne tenê şerê li dij çekdarên kurdan bû, lê belê destwerdanek bû ji bo vegerandina axa”Peymana Milî”yê bû.

Her wiha mirov dikare daxuyanîya Şêwirmendê Serokatîya Tirkîyayê ya herî dawî bîne bîra xwe ku got “Divê  Helebê bixin bin birêveberîya Tirkîyayê” tevî ku ji daxuyanîya xwe gav bi paş da avêt û ev daxuyanî wekî daxuyanîyeka kesayetî bi nav kir, ji ber ku pêwîstîya Tirkîyayê bi danûstandina bi rejîma Şamê ra heye.

Di her halî da, kesên ku bi îdyolojîya berfirekirina Tirîyayê bawer in, raya giştî ya Sûrîyayê derbarê asta armancên wan di Sûrîyayê da xapandin û ew wekî parastina ewlekarîya neteweyî ya Tirkîyayê li beramberî armancên kurdan, bi nav kir. Tevî ku di serdema dagîrkirina Îskenderonê da an jî dema hewldana êrîşa li dij Sûrîyayê salên 1941, 1957 û 1958an, tu armancên kurdan tune bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her Tirkîya gavekê ji axa Sûrîyayê bi dest dixe, wekî serkeftineka neteweyî û pêkanîna wesîyeta bav û kalên damezrênerên Komara Tirkîyayê dibîne. Di vê çarçoveyê da, mijara gora Silêman Şah û mayîna wê di nava axa Sûrîyayê da, ji dema Peymana Enqereyê ya sala 1921ê di navbera Fransa û Tirkîyayê da, heta şertê Tirkîyayê di danûstandinên bi Şamê ra sala 1973an da, bi mayîna gora wî di nava axa Sûrîyayê da, dema ku ji derdora Keleha Ceberê û avakirina Bendava Firatê, birin pira Qere Qozakê. Her wiha, bi dagîrkirina DAIŞê ya li ser herêma derdora gora Silêman Şah, Tirkîyayê di sibata 2015an da hestîyên wî birin û piştra bi demeka kurt, ew di gundê Aşmê yê nêzî sînorê Tirkîyayê bi cih kir. Dibe ku çîroka  gora Silêman Şah, asta pîskolojî ya Tirkîyayê ya mayîna di axa Sûrîyayê de, rave dike.

Her wiha, hêjayî gotinê ye ku faktora hundirîn nebû sedema rawestandina êrîşên Tirkîyayê, bi qasî ku faktora derve bû sedema rawestandina êrîşên Tirkîyayê. Rast e ku Fransayê ji bo berjewendîyên xwe axa Sûrîyayê ji tirkan ra berda û Rûsyayê ji bo berjewendîyên xwe Efrîn da Tirkîyayê û birêveberîya serokê berê yê Amerîkayê Trump Serê Kanîyê û Girê Spî da tirkan, lê eger ne ji destwerdana van dewletan bûye, wê Sûrîya nikarîba li beramberî armanên Tirkîyayê yên dagîrkerîyê yektîya axa xwe biparasta. Nexasim ku tevna civakî û etnîkî ya sûrîyayî rizayî ye û ev yek dihêle ku tirk serwerîya xwe berfireh bikin. Lewra jînenîgarîya armancên dagîrkerîyê yên Tirkîyayê heta demeka ne dîyar vekirî ye.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî