99 sal li ser peymana bêbext! 

DR.AZAD EHMED ELÎ

Di van rojan de, 99 sal li ser Peymana Lozanê (24`ê Tîrmeha 1923`an) derbas dibin. Ev peyman li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbara hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de biser ketin û hêzên ku li ser mîrateya împaratoriya Osmaniyan ya têkçûyî bi nakok bûn, hate îmzekirin. Ev peyman bi awayekî fermî bi Hevpyemana”Çareserkirina dubendiyên Rojhilata Navîn” hate pênasekirin, ku di navbera 01.11.1922 heta 24.07.2022 danûstandinên dirêj û dijwar hate meşandin. Danûstandin di navbera  Împratoriya Osmaniyan ji aliyekî ve û di navbera dewletên Birêtaniya, Fransa, Îtaliya, Yewnanistan, Romaniya Sirbîstan û Kroatya ji aliyekî din ve, pêk hat.

Li ser 143 bendan ku derbasî metna peymanê bûn, hate nîqaşkirin û li ser hate lihevkirin, lê di wan bendan de behsa doza Kurdan nehate kirin. Her wiha, şandeya Tirkiyeyê jî bi serkêşiya kesayetê siyasî yê di aliyê hizir de wekî Ataturk bû û bi eslê xwe Kurd e, Ismet Înonu bû.

Kongreya Lozanê yek ji dirêjtirîn danûstandinên dawî yên di navbera dewleta Osmaniyan û dewletên ku di gelek dozan de bi wan re nakok wekî, xêzkirina sînor û pevguhartina nifûsê, her wiha dozên siyasî û mêtingeriyê ên hevbeş.

Wekî encameke berbiçav, mirov dikare bêje ku girintirîn û ya herî metirsîdar a encama vê peymanê, bidawîbûna encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn e û girtina rûpela kongreya aşitiyê ku li banliyoya Sêvrê ya Parîsê hate lidarxistin. Di heman demê de, kongreya aşitiyê jî bi peymanekê ku bi awayekî piratîk desthildariya Osmaniyan bidawî dike û pêvajoya jihevxistina wê jî û bidawîanîna hebûna wê rewa kir. Di encama danûstandinan de jî, peymana Sêvrê (10.08.1920) çêbû.

Her wiha, pêşniyaza hilbijartinan ji bo diyarkirina çarenûsa siyasî ya Kurdistana Osmaniyan ku di Peymana  Sêvrê de hatibû bibîrxistin, lê di Peymana Lozanê de ev pêşniyaz hate rakirin. Lewra, Tirkiye di vî alî ve bi awayekî bibiryar bi serket û projeya serxwebûna Kurdistanê hat binaxkirin û projeyên parçekirina Kurdistanê, jiholê rakirina çanda gelê Kurdistanê û tunekirina nasnameya wan, ketin piratîkê.

Di cewherê xwe de, Peymana Lozanê yek ji qirêjtirîn lihevkirinên siyasî û parvekirina desthildariyê li Rojhilata Navîn bû, ku diencamê de zemîna avakirina (Komara Tirkiyê) bi sînorên xwe yên heyî hate danîn û ew kirin dewleteke ku jiyan lê dibe piştî ku dewleta osmanî di sînorên sê eyaletên Anatoliya Rojavayî de bi sînor kir. Lê hêzên Ewropayê yên biserketin, bi Tirkiyeyê û bi kordîneya bi Rûsyaya Sovyetê re li ser dabînkirina berjewendiyên hemû dewletên ku li ser peymanê erê kirin, lihev kirin. Lê bê ku nûnerên Kurdistanê, Ermenîstan û dewletên Ereban, têde hebin.

Di heman demê de, Peymana Lozanê zemîna derketina Kemal Ataturk danî, her wiha Kemalîzm (Ilmanî) damezirand û komareke bi awayekî nijadperest, neteweperest û êrişkar bi alîkarîya Ewropayê hate avakirin. Sembola komarê ji wê rojê heta îro, (Yek gel, yek ziman, yek al). Ji ber vê yekê, bi alîkariya Ewropayê veguhertinên mezin ên nifûsê û guhertinên demografîk ji bo xurtkirina hebûna Tirkan li Anatoliyê pêk hatin.

 

Lê, îro bi boneya 99`emîn a salvegera îmzekirina vê peymana mêtingeriyêya xayîn, mirov dikare bi awayekî objektîf bêje ku hemû gelên Rojhilata Navîn zirar ji vê peymanê dîtin û mirov dikare bi vê kurtayî şirove bike:

 

-Peymana Lozanê ya sala 1923`an, ne rewa ye û rewabûna xwe ya qanûnî û exlaqî tune ye. Di heman demê de, mafên gelên herêmê nexasimmafên gelê Kurdistanê di diyarkirina çarenûsa siyasî de, ji holê hate rakirin.

 

-Ev peyman destpêka xiyaneta li dijî Kurdan bû û jiholêrakirina nasname û çanda Kurdan bû. Her wiha, ji hikûmeta Tirkiyeyê re bû alîkar da ku li ser metoda siyasetên qirkirina komî bimeşe.

-Yek ji encamên vê peymana xiyanetê, pêkanîna gelek komkujiyan li dijî civakên Kurdistanê bû, ya herî mezin ji wan komkujiyan li dijî herema di navbera Dicle û Firatê de bû, ku  di sala 1925’an de li dijî gundiyên herêma Alyan komkujiyek pêk hat û sivîl li gundê Ala Qimş hatin komkirin. Di encamê de, kuştineke komî li dijî sivîlan pêk hat û derdora 1450 mêr, jin û zarok û hejmarek Quranên ku di destê hinek sivîlan de de bûn, da ku xwe bi pirtûkên pîroz biparêzin û dûrî metirsiya kuştinê bibin, hatin şewitandin. Komkujî û kiryarên tundiya li ser gelê me heta roja îro bi şêweyên cuda berdewam dikin.

-Hate piştrastkirin hemû aliyên bi Tirkiyeyê ev peyman îmze kirine, hevkar in û hevkarên hemû sûcên ku li dijî mirovahiyê û taybet li dijî gelê Kurdistanê ne. Bi taybetî hikûmetênBrîtanya, Fransa û Îtalya hevkarên dewleta Tirkiyeyê di sûcan de ne.

-Divê ji aliyên navdewletî daxwaz were kirin ku vê peymanê wek encam bidawî bikin û tawîzatan bidin hemû aliyên ku zirar jê dîtine.

Di wan deh mehên ku zemîna Peymana Lozanê hate danîn, gelek danûstandin û bazar hatin kirin. Di encamê de, her aliyekî tiştê ku dixwaze, bi dest xist, lê tenê gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar ma û rastî hemleyeke qirkirinê ya di sedsalî de hatin. Peymana Lozanê wê her bimîne peymana xiyanet û sûcê mêtingeriyê û roja îmzekirinê wê her bimîne roja îxaneta bi gelê Kurd ê aştîxwaz.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî