Komîteya Bilind a Alîkarî û Destekdayîna Koçberan a girêdayî Wezareta Koçberiyê ya Iraqê di 20ê tebaxê de biryar da ku xelkê Şengalê yên li dervayî Şengalê (nexasim yên di kampên Herêma Kurdistanê de) wekî welatiyên di herêmê de werin qeydkirin û sîfeta “koçber” li ser werê rakirin. Di encamê de jî, wê dosyaya vegera van koçberan li gund û kombûnên parêzgehê were girtin û bernbameya destekdayîn û piştgiriya ji bo vegerê bi dawî bibe, ku beriya sal û nîvek wezaretê bernameya destekdayînê dabû destpêkirin. Ev biryara rawestandinê û qeydkirinê, di salvegera 11an a êrîşa rêxistina DAIŞê ya berfireh ya li dij Şengalê ya ku piraniya xwe kurdên êzidî ne di 3ê tebaxa 2014an de, pêk hat. Di encama wê êrîşa DAIŞê de, bi hezaran kurdên êzidî hatin kuştin û sebîkirin, herwiha koçberkirina piraniya xelkên Şengalê ku gelek ji wan berê xwe dane bajarên din ên Iraqê û yên din jî koçberî gelek welatên cîhanê bûn.
Wezareta Koçberî û Koçberan ya Iraqê jî di 24ê çileya 2024an û 30î tîrmeha 2024an, wekî dema dawî ji bo vegera koçberên êzidî ji kampên Herêma Kurdistanê li herêmên xwe yên resen li Şengalê, diyar kiribû. Ji bo destekdayîna vegerê, wezaretê gelek pakêtên alîkariyê ragihandin û got ku kesên vegerin gund û bajarokên xwe yên resen, ew ê 4 milyon dînarê iraqî (derdora 3 hezar dolarên amerîkayî) bide her malbatekê, di heman demê de, ew ê wan di saziyên hikûmetê de qeyd bikin û garantiya civakî bidin wan û pereyan bi deyîn bê zêdeûn bidin saziyên bazirganî yên biçûk (Şengal: Astengiyên normalîzekirian rewşê û vegera koçberan. NKL 31ê gulana 2024an), lê vegera koçberan bi rengê ku jê re propoganda dihate kirin, pêk nehat.
Lê niha û piştî zêdetirî salekê li ser bidawîbûna “Dema dawî” ya vegera koçberên êzidî, rewş wekî xwe ma û heta niha zêdetirî 24 hezar malbatên êzidî di 24 kampên koçberiyê de ne (15 ji wan li Duhokê ne), herwiha heta niha 38 hezar malbatên êzidî jî li dervayî kampan in ango li gelek gund û bajarên Herêma Kurdistanê ne (tê texmînkirin ku heta kesên êzidî yên di hundirê kamp û dervayî kampan li Herêma Kurdistanê 183 hezar in, herwiha li gorî agahiyên ne fermî jî ku zêdetirî 300 hezar ji niştecihên Şengalê li gelek herêmên di bin serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne). Li kêleka wê jî ji ber topbaran û êrîşên domdar ên dewleta Tirkiyayê, ku ev sedemekî sereke ye ku koçberên êzidî vegerin Şengalê, gelek sedemên din jî hene ku nehiştin êzidî vegerin warê xwe; ji nava wan ne baweriya bi sozên hikûmeta Iraqê ku wê destekdayîna darayî bidin wan û sozên pêkanîna bernameya jinûveavakirinê, herwiha peydakirina çavkaniyên ji bo debara jiyanê û garantiya sîstema perwerdehî, tenduristî û civakî. Di heman demê de, gel bi tirs e ku şer di navbera komên çekdar ên li Şengalê jî derkeve.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê biryara dawî ya wezareta Iraqê ya bidawîkirina vegera koçberên êzidî şermezar kir û got: “Di demekê de ku her kes bi hilbijartinên parlamentoya Iraqê mijûl in (ku tê payîn di mijara 2025an de pêk were) biryareke bi vî rengî nakeve xizmeta civaka êzidî, lê belê ew êrîşeke siyasî û civakî ya nû ye. Em wekî Rêveberiya Xweser li Şengalê piştrast dikin ku ev biryara siyasî berdewamiya plana DAIŞê ye ya koçberkirina xelkê Şengalê û guhartina demografiya wê ye. Biryara wezaretê di rastiyê de, plana parçekirina Şengalê ye, DAIŞê tevî êrîşên xwe yên leşkerî nikarîbû ku Şengalê ji xelkê wê vala bike, lê bi rêya vê biryarê Wezareta Koçberiyê dixwaze ku Şengalê ji destê êzidiyan derxe û koçberên êzidî yên li Herêma Kurdistanê, wekî niştecihên dayîm qeyd bike. Ev biryar dihêle ku van kampan dayîm dike û bi rêya wê dixwaze civaka êzidî ji hev bixe”.
Di heman çarçoveyê de, Komîteya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê biryar da biryara da ku bernamzetê êzidiyan li parêzgeha Nînewa ya hilbijartinên encûmena parlamenterên Iraqê, yê bi navê Xedîda Cokî Hisên El-Heskanî, ji hilbijartinan dûr bixe. Di metna biryara Komîteya Komîseran de hatiye gotin ku pêşniyara qeyda Komîteya Mafdariya Namzedan ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yên 2025an, ku bi Fermana Wezîrî (79) di 16ê tîrmeha 2025an de, hejmar (43) di 18ê tebaxa 2025an de hatiye avakirin, hatiye pejirandin, ku tê de dûrxistina namzet û rêvebera navçeya Sinûnî (Xedîde Cokî Hisên Ado Lehsikanî) ji kursiya takekesî ya pêkhateya êzîdî li Parêzgeha Nînewayê ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yên 2025an, ku hejmara loto (312) wergirtiye, ji ber binpêkirina metna madeya (7/sêyemîn) a Qanûna Hilbijartinan ji bo Encûmena Nûneran û Encûmenên Parêzgeh û Navçeyan Hejmar (12) a 2018an, wekî ku hatiye sererastkirin, hebû. Konseyê piştrast kir ku biryar bi yekdengî hatiye dayîn û rêveberiya hilbijartinê araste kiriye ku tedbîrên pêwîst bigire û biryar li ser malpera fermî ya Komîsyonê were weşandin. Çavkaniyên nêzî ji Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ragihand ku ev biryareke siyasî ye û tu bingehê xwe yê qanûnî tune ye û dûrxistin bi fişarên hêzên dijberî Rêveberiya Xweser û mafên êzidiyan û nûneriya wan di saziyên dewletê de, pêk hat. Herwiha heman çavkaniyan berxwedana bernamezetê êzidî El-Hiskanî di dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an bibîr xist, herwiha rêveberiya navçeya Sinono kiriye û serpereştiya parastina berjewenidyên xelkê kiriye, di dema ku tu saziyên dewleta Iraqê yên sivîl û leşkerî tune bûn, di demekê de ku rêxistina DAIŞê serweriya xwe berfireh dikir û dest danîn ser saziyên girêdayî dewleta Iraqê li Şengalê û herêmên din.
Li kampên koçberên êzidî yên li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên mezin çêbû ku tê de koçberên ji Şengalê biryara Wezareta Koçberiya Iraqê şermezar kirin û di encamê de nahêlin ku vegerin gund û bajarokên xwe. Di vê çarçoveyê de, bi sedan koçberan li kampa Zaxo biryara wezareta Iraqê şermezar kirin û daxwaz kirin ku bernameyekê ji bo vegera wan û tevlêbûna nava Şengalê deyînin, herwiha alîkariyên darayî jî bidin wan wekî ku çawa wezaretê bi malbatên iraqî yê ji kampa Holê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyayê vegeriyane, kirin, ku hikûmeta Iraqê her malbateke ji kampa Holê vegeriyaye 10 milyon dînarên iraqî dane wan. Di heman demê de, xwepêşandaran dane zanîn ku biryara rakirina sîfeta “koçber” li ser wan û qeydkirina wan wekî niştecihên li dervayî herêmên xwe, siyasî ye û nahêle ku êzidî vegerin Şengalê û kesên din bixin cihê wan di çarçoveya siyaseta guhartina demografîk a bi zanebûn de. Lê wezareta koçberiya Iraqê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî belav kir, ev yek red kir.
Heta niha Şengal di bin banderoa êrîş/qirkirina li ser destê rêxistina DAIŞê ya terorîst ku di tebaxa 2024an de pêk hat ye, ku heta niha jî bi sed hezaran êzidî li dervayî herêmên xwe ne û beşek mezin ji wan ji Iraqê derketine û berê xwe dan dewletên rojavayî (Neteweyên Yekbûyî di nîsana 2025an de ragihand ku ji sedî 70 ji êzidî heta niha li dervayî Şengalê ne, ji ber nebûna aramiya ewlekarî û siyasî û derengmayîna jinûveavakirinê, ku heta niha ji sedî 70 ji malên sivîl û binesazî, wêrankirî ne). Ji aliyekî din ve jî, heta niha hikûmeta navendî mijara jinûveavakirina Şengalê û avakirina projeyên pêşxistinê, dereng dixîne. Herwiha, heta niha 2800 kes çarenûsa wan ne diyar e, di heman demê de jî 3576 kes jî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibû revandin, hatin rizgarkirin. Ji aliyekî din ve jî, desthilatdarî xebatên diyarkirina gorên komî yên ku DAIŞê li Şengalê çêkirine dewam dike, di vê çarçoveyê de 96 gorên komî hatin dîtin, ji wan 74 gor hatin vekirin.
Tevî ku parlamentiya Iraqê di sala 2020î de êrîşa DAIŞê ya li dij êzidiyan wekî sûcên qirkirina komî bi nav kir û qanûnek derxist ji bo pêkanîna edaletê û qerebûkirina qurbaniyan, ku bi navê qanûna “Qirkirina komî ya êzidiyan”. Li gorî qanûnê dayîna darayî ji bo tevlîbûna jinên ku bûne qurbaniya rêxistina DAIŞê û dayîna mûçeyekî dayîm û erd ji bo avakirina xaniyan û pêşekiya karkirinê, li kêleka wê jî hêsaniyên din girêdayî bi şertûmercên xwendinê, xebatên ji bo jinûveavakirina Şengalê û vekirina projeyan û başkirina xizmetguzariyan, lê ev qanûn nehate pêkanîn û tenê li ser kaxezê ma hevdemî tevliheviyên siyasî û Bexdadê red kir ku itîrafê bi Rêveberiya Xweser û YBŞyê bike û hikûmeta Iraqê kete bin fişarên Tirkiyayê ji hêla danûstandina ewlehî bi deverê re û ew ji xwe re kir bihane da ku projeyên jinûveavakirinê û vegerandina koçberan rawestîne. Herwiha, biryara dawî ya rakirina sîfeta “koçber” li ser koçberên êzidî yên di kampên demkî de, tedbîra herî dawî ye ku hikûmeta navendî pêk anî ji bo vê dosyayê xelas bibe û hemû soz û pabendîbûnên xwe yên berê ji bo pêkanîna edaletê ji bo êzidiyan û vegera wan li warê wan û jinûveavakirina xaniyên wan û avakirina projeyên xizmetguzarî û abirî û saziyên perwerdê û tenduristî, xwe jê bide alî. Ev yek jî dihêle ku mijara doza vegera êzidiyan li Şengalê gelekî zehmet be û koçber pêşberî du bijarteyan bin: Mayîna li kampan heta demeke ne diyar an jî derketina ji Iraqê bê veger.







