• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

NKLyê “Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyayê” û Peymana 10ê Adarê, nîqaş kir

August 26, 2025
NKLyê “Hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyayê” û Peymana 10ê Adarê, nîqaş kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyeke diyalogê bi zimanê erebî di bin sernavê “Rewş  û pêşketinên dawî li Sûriyayê” organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan û pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarjiyan, nivîskar û lêkolîner Şoreş Derwîş û Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkokînan Newaf Xelîl beşdarî bernameyê bûn û mijara borî nirxandin.

Bername bi mijara hilbijartinên Encûmena Gel ku wê li Sûriyayê lidar bikevin û mijara taloqkirina wê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê bi bihaneya nebûne ewlekariyê hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, nivîskar Şoreş Derwîş axivî û da zanîn ku ev gava nû ya ku hikumeta El-Şeri avêtiye ne şok bû û ew jî wekî gavên din ên karasetî ku hatin avêtin, wekî qaşo dîyaloga niştimanî ku pirsgirêka Sûriyayê çareser nekir, herwiha beriya wê jî mîrên şer û komên çekdar ku li gorî berjewendiyên dewletên herêmî dixebitin tevlî artêşê kirin û wiha dewam kir:”Mijara ragihandina destûr jî ku bi awayekî xepînok hat ku piştî sê rojan ji peymana 10ê adarê hat ku di vê peymanê de behsa mafên kurdan û mafê hemû pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyayê di saziyên dewleta Sûriyayê de hatibû kirin. Ji aliyekî din ve jî ev hilbijartin di bingeha xwe de tevlîhev e û tu wateya hizireke demokratîk a hilbijartinan nade. Desthilatdarî bi awayekî aşkere dibêje ew nikarin bi rêya hilbijartinên yekser bi rêya sendoqên dengdayînê hilbijartinan çêbikin û bi vê yekê jî radigihîne ku ew hilbijartinên demokratîk naxwaze. Lewra, dûrxistina sê parêzgehan ji hilbijartinan û li kêleka wê jî dûrxistina Quneytera, Dera û herêmên beravê û beşek mezin ji bejahiya Helebê, bajarê Kobanê taybet û hîn taxên bajarê Helebê, ev yek tê wateya nîvê Sûriyayê li dervayî hilbijartinan dimîne û mirov dikare vê yekê wekî qeşmeriyê bi nav bike”.

Rojnamevan Serkîs jî behsa heman mijarê kir û anî ziman ku pirsgirêk di navlêkirina wê de ye, ji ber ku ne dengdêr û ne jî bernamezet û ne jî bermameyên hilbijartinan heye, tenê erkdarkirin heye ku mirov dikare wekî”Encûmena El-Şeri”li şûna Encûmena Gel, binav bike û wiha dewam kir:”Ev prosesa hilbijartinan ji bo propogandeyê jî ne bikêr hatiye û ji şansê ev hersê parêzgehan e ku beşdarî vê “qeşmeriya hilbijartinî” nebûne. Desthilatdariya heyî têgeha demokratîk ji hemû daxuyanî û wêjeyên xwe de bikar nayîne û pirsgirêka xwe bi mijara hevkariyê heye û heta niha li ser metoda “Kî rizgar bike, biryar dide” dimeşe. Di heman demê de, reydarên di desthilatdariya demkî de fêm nakin ku moda navdewletî hatiye guhartin piştî komkujiyên û binpêkirinên ku çêbûne û heta niha çêdibin”.

Berpirsê NKLê jî Newaf Xelîl di heman mijarê de axivî û destnîşan kir ku bihaneyên ewlekarî yên ku desthilatdariya demkî bikar tîne di mijara taloqkirina hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser, bihaneyeke sexte û lawaz e, eger ku em li rewşa tevlîhev li tevahiya Sûriyayê binêrin, nexasim li Siwêda û beravê û hwd, ne tenê di asta ewlekarî de, lê belê di asta xizmetguzarî û aborî, ku Heyet Tehrîr El-Şam dest daniye li ser hemû saziyên aborî. Xelîl got: “Piştî çend rojan ji rûxandina rejîma berê(Esed) gelek komên çekdar kom bûn û Ehmed El-Şeri wekî serok ragihandin, piştî wê bi mehekê qaşlo dîyaloga niştimanî raginandin û piştî Peymana 10 Adarê bi sê rojan destûr ragihandin û bi bê yekê jî peymana bi fermdnarê HSDê û Rêveberiya Xweser re, têk birin. Lê hîna hêvî heye ku di ev peyman bikeve piratîkê û Sûriya were xelaskirin. Ji aliyekî din ve jî, desthilatdarî wisa texmîn dike ku dikare her kesî bixapîne û rêbazê Beşar Esed dûbare dike, ku Esed jî wisa difikirî sûdê ji nakokiyên Îran-Rûsya û ji nakokiyên Rûsya-Tirkiyayê bigire. Di heman demê de, me dît ku çawa Beşar Esed ji rastiyê dûr bû û propogande dikir ku ew di şer de bi serketiye. Desthilatdariya niha jî dibîne ku ew bi ser ketiye  û bi destekdayîna derve dikare di desthilatdariyê de bimîne. Ji ber vê yekê jî gelekî girîng e, em hişmendiya vê desthilatdariyê û rêbazê hizira wê ji hev bixin”.

Derbarê kiryarên desthilatdariya demkî de di hundirê Sûriyayê de, Şoreş Derwîş got: “Beriya ku El-Şeri derbasî Şamê bibe, civaka Sûriyayê dabeşî sê çînan bûbû; a yekê westiyayî, koçber û penaber bûn û hêvî dikirin bi çi rengî xelas bibin; çîna duyem, alîgirên rejîmê bûn û tenê dixwestin di ewlehiyê de bin û çîna sêyem jî; difikirîn ku rejîm di Sûriyayê de mezhebek li dij mezhebekî bûn û difikirîn ku ew bi taca emewiyan û serdestiya sundî sozdayî bûn. Lê niha her kes pirs dike gelo em dikarin derfeteke din bidin vê desthilatdariyê? Civaka sivîl ya sûrî piraniya wan erê kiribûn li ser gihandina El-Şeri li ser desthilatdariyê bi şertê ku were guhartin, êdî bê hêvî bûn û bi tirs in ku careke din cîhadîstbûn vegere û Sûriyayê veguhere mîrnişîna şer. Heta nûnerê Amerîkayê Barrack ku dixwest hin hizirên rojhilatî bi kar bîne  û nexşeyên Seyks Pico biguherîne û hewl dida ku Tirkiyayê di hundirê Sûriyayê de bike hevkar, diyar e ku bê hêvî maye û behsa defetên guhartina sîstema navendî ya tund dike ku Sûriyayê ber bi sîstemeke teokrat dibe. Sozên derew ku didin gelê Sûriyayê û behsa veberhênanên ne rast dikin û nayê pêkanîn, tiştekî ji bo siberoja Sûriyayê  pêşkêş nake”.

Têkildarî girîngiya Peymana 10ê Adarê û israra desthilatdariya demkî ya têkbirina vê peymanê û reva wê ji civîna Parîsê, Qesarjiyan got:”Pirsgirêka Şamê bi Rêveberiya Xweser re, di asta yekem de bi pêkhateya ereb a di hundirê rêveberiyê de ye. Ji ber ku pêkhateya ereb ya di hundirê Rêveberiya Xweser gotegotên desthilatdariya Şamê ya ku dibêje ev rêveberî kurdî ye, vala derdixe, ji ber ku ev rêveberî ji her kesî re aşkere ye pirrengiya etnîkî û olî ye. Lewra, desthilatdariya Şamê nefretê li pêkateya ereb dike û êrîşên li Dêra Zorê, pêkhateya ereb hedef digire. Di vir de, fişarên Tirkiyayê roleke girîng dilîze, Tirkiya ku bi kurdên di hundirê Tirkiyayê de di nava lihevkirinê de ye, naxwaze heman lihevkirin bi Sûriyayê re bike. ji ber vê yekê jî Enqere li dij civîna danûstandinê ya di navber desthilatdariya demkî û Rêveberiya Xweser bo Parîsê derket, lê li dij civîna şanda hikumeta Şamê bi Îsraîlê re li Parîsê derneket, ji ber ku nikare roleke di vê yekê de bilîze”.

Ji aliyê xwe ve jî, Newaf Xelîl dîyar kir ku ji ber kiryarên desthilatdariya demkî, alîgirên vê hikumetê hêdî hêdî kêm dibe û gelek kesên navdar ên sûrî û erebî vê hikumetê rexne dikin û got:”Artêşa heyî ne wekî sûriyan e û  em dibînin ku Ehmed El-Şeri di qesra xwe de ye û nizane li derve çi çêdibe, ev jî nîşaneya destpêka têkçûna ev desthilatdariyê ye”.

Derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî ji aliyê çekdaran ve, berpirsê NKLê Newaf Xelîl destnîşan kir ku HSDê herdem amade ye ku parastina hemû herêmên xwe bike û amadekarî û şiyanên wê hene û ew hevalbendê sereke ya Koalîsyona Navdewletî li dij terorê ye.

Li ser pirsa gihandina Heyet Tehrîr El-Şamê li Sûriyayê gelo komployeke navdewletî ye ji bo parçekirina Sûriyayê, nivîskar Şoreş Derwîş, got kes nikare bêje ku komployeke heye, lê mirov dikare sedemên ku Colanî gihîşt Şamê analîze bike, dibe ku wekî mayînekê be ku rêveberiya Biden ji bo rêveberiya Trump hîşt, an jî encama biryara Îsraîlê be ku rêxistina El-Qaîde ku Tehrîr El-Şam nûnertiya wê dike, nikare Sûriyayê kontrol bike û di encamê de wê Sûriya ber bi parçebûneke navxweyî biçe wekî sala 1920an.

Di dawiyê de, Serkîs Qesarjiyan derbarê guhartina helwesta Barrack derbarê hikumeta Şamê de, got:”Daxuyaniyên Barrack nûnertiya moda Amerîkayê dike. Ew niha nûnertiya siyaseta Trump dike û ev jî siyasetên aşkere ne ku li gorî daxwazên hevalbendên herêmî yê  destekdayîna vê desthildariyê dimeşin. Lê niha ew li pêşiya tofanekê ji belgeyên komkujiyên ku li Siwêdayê çêbûn. Ji aliyekî din ve jî, derbarê çûyîne El-Şeri li civîna Neteweyên Yekbûyî, divê destpêkê El-Şeri li ser lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî were rakirin. Derbarê peymana ewlekarî di navbera Şam û Til Ebîbê de, ew ê çêbibe û yek ji bendên wê ku divê Sûriya ne xwedî çekên stratejîk be”.

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN