Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyeke diyalogê bi zimanê erebî bi sernavê “Rewşa dawî li Sûriyayê û bandora êrîşên bi xwîn ên li dij Siwêdayê”organîze kir. Bername ku ji aliyê hevkarê me Dr.Tariq Hemo ve hate birêvebirin, Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl, lêkolîner û nivîskar Şoreş Derwîş û rojnamevanê pisporê karûbarê Tirkiyayê Serkîs Qesarjiyan tevlî bernameyê bûn.
Di destpêka bernameyê de bal li ser êrîşên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê li ser herêmên HSDyê li Dêr Hafirê li başûrrojhilatê Helebê hate kişandin. Di vê çarçoveyê de, nivîskar Şoreş Derwîş da zanîn ku sazûmaniya artêşa Sûriyayê ku diviyabû rêxistinkirî be, lê berovajî vê ev artêş ji komên bêserûber û endamên biyanî û komên eşîran û komên ku desteka xwe ji dewletên cîran digirin pêk tê û wiha got: “Êrîşa li dij Dêr Hafirê nayê wateya şerekî vekirî di navbera HSD û komên hikûmeta demkî de, lê belê ew dengvedana xîtaba sorkirina li dij HSD û Rêveberiya Xweser û hizira nenavendî wekî projeyeke siyasî ye. Lê girîng e benda girêdayî agirbesta giştî li tevahiya Sûriyayê were pêkanîn, da ku peymana 10ê adarê xerab nebe, ji ber ku şer li beravê, Siwêda û Dêr Hafirê bi rengekî ji rengan girêdayî hev e û desthilatdariya Şamê tenê ew sûdê jê digire. Di heman demê de, desthilatdariya li Şamê jî ew berpirsyartiya van êrîşan radike”.
Ji aliyê xwe jî rojnamevan Serkîs Qesarjiyan da zanînm ku Rêveberiya Xweser heta niha xîtaba wê diplomatîk û aram e ku derfetê dide Şamê ji bo çareseriyê, lê desthilatdariya Şamê êrîşên li dij HSDyê girte ser xwe, ku di vê çarçoveyê de “Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî” ku beşek ji sazûmaniya artêşa Sûriyayê ya nû ye êrîş ragihand. Qesarjiyan got: “Şaştiyek di rêbazê desthilatdariya veguhêz de heye, ji ber ku dijberiya navxweyî dike û rastî fişarên li derve tê û li ser dewletên ku dixwaze ew berdewam bikin, dibe bar. Ev rêbaz jî îsbat kir ku têk çû û encamên berovajî bi xwe re wekî bûyerên li Siwêdayê û hwd. Di encamê de tawîz ji Îsraîl, Tirkiya û Rûsyayê re hatin dayîn, ji bo ku di hundir de hêzê werbigire. Em dikarin bêjin ev siyaseta qirêj a desthilatdariya Şamê bi xwe re encam bo hikûmeta Şamê anî li beravê, lê pêkanîna heman siyasetê li ser herêmên HSDyê hizireke xwekujiyê ye, ji ber ku HSD hêzeke li ser astên bilind rêxistinkirî ye û hejmara wan zêdetirî 100 hezar e ku ji hemû pêkhateyên li herêmê pêk tê, di nav de eşîr. Herwiha HSD ji aliyê Amerîkayê ve tê destekkirin û HSD hevalbendê sereke yê Koalîsyona Navdewletî ya li dij terorê ye”.
Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl pirs kir ku çawa ev desthilatdariya Şamê were guhartin an jî dev ji dîroka xwe ya cîhadîst berde, di nava çend mehan de û heta niha tu niyetên wan û hêza wan a guhartinê tune ne û wiha dewam kir: “Ev guhartin tenê di rewşekê de pêk tê, ew jî guhartin bi lihevkirina Amerîka, Fransa, Birîtanya û Erebistana Siûdî pêk were. Lê desthilatdariya Şamê siyaseteke qaşo jîrbûn bi kar tîne li ser rojava, rayedarên wê hikûmeta nû tiştên ku rojava dixwaze bibîhize dibêjin, lê kiryarên wê di hundir de rastiya wan ji her kesî re eşkere dikin. Eger ku hevdîtin di navbera Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ehmed El-Şeri li Parîsê pêk were û eger ku îradeyeke navdewletî heye, dibe ku zemîna diyaloga niştimanî ya giştî were destpêkirin. Lê beriya destpêkê divê xîtaba nefretê û sorkirina pêkhateyan li dij hev û parçebûna neteweyî û olî ya ku ji aliyê ragihandina hikûmetê ya fermî û ne fermî tê meşandin, divê were rawestandin.”
Derbarê rastiya desthilatdariya Sûriyayê û derfeta ku gelê Sûriyayê bibin opozîsyona siyasî, nivîskar Şoreş Derwîş got: “Gelek kes li dij siyaseta desthilatdariya heyî ne, lê tu rêxistineke siyasî ku wan organîze bike ji bo ku altirnatîfê niştimaniya demokratîk ava bikin, tune ye. Her kesê ku digotin derfetê bidin vê desthilatdariyê ji bo ku xwe îsbat bike, lê niha bi şiyanên desthilatdariyê gûman in ji bo avakirina Sûriyayê. Hemû berpirsên hikûmeta nû yên ku hatin erkdarkirin, nêzî Heyet Tehrîr El-Şam in. Niha jî çîna olîgarşiyê di hundirê desthilatdariyê de tê avakirin, ji bo aboriya li Şam û Helebê bixin destê xwe. Ji aliyekî din ve jî desthilatdariya heyî kevneşopiya xwe ya dîplomatîk tune ye û ew şaş e dema ku difikire dikare bibe hevalê her kesî di heman demê de. Ew nikare parastiya têkiliyên xwe yên baş bi Amerîka, Rûsya, Tirkiya, Îsraîl, Qeter û Siûdî di heman demê de bike”.
Rojnamevan Serkîs jî bi bîr xist ku xîtaba hestiyarî ya ku desthilatdariya li Şamê ji xwe re esas digire, nîşan dide ku ew têk çûye û nikare Sûriya ji bo hemû gelê Sûriyayê ava bike û wiha dewam kir: “Dirûşmeyên ku dibêjin’Şam ji me re heta roja qiyametê” nîşan dide ku desthilatdariya heyî di rêyeke gelekî metirsîdar re derbas dibe, ku mezheba sunî bi kar tînin. Di bingehê xwe de, beşek ji van dirûşmeyan xwedî wateyeke îdeolojî ya olî ye ku xwe dispêre kuştina di navê cîhadê û wateya xwe ya din jî aborî ye, ku meseleya destberdana van aliyan da ku li deverên elewî, durzî û yên din komkujiyan bikin, dest deynin ser milkên wan û çi tiştê ku bê talankirin talan bikin, bûye çandeke kûr di nêzîkatiya rayedaran de ji bo xelatkirina aliyên xwe yên bêserûber. Diyar e ku Wezareta Parastinê nikare van aliyan kontrol bike û tu zanîna wê derbarê hejmara wan de tune ye ka ji bo dabînkirina dahat an fînansmana wan çi qas hewce ye.
Têkildarî danîna bingeha avakirina perestgehekî taybet bi kurdên êzidî li bajarê Amûdê yê girêdayî Kantona Cizîrê, Newaf Xelîl got ev gaveke gelekî girîng e, lê ev yek ji bo herêmên Rêveberiya Xweser ne tiştekî biyanî ye, ji ber ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi hev re ne û xwîna hemû ciwanan yên ji hemû pêkhateyan tevlî nava hev bûye û bi hev re bi salan axa xwe ji terorê parastin. Xelîl got: “Hemû kesên ku dij terora DAIŞê sekînin û nehiştin ku dewleteke xîlafetê li ser axa Sûriyayê ava bibe û bi hev re rêveberiyeke pirrengî demokratîk ji bo hemû pêkhateyên herêmê ava kirin, berpirsyartî dikeve ser milê wan ji bo peydakirina çareseriyan, çi MSD an jî Rêveberiya Xweser an jî kesayeta general Mezlûm Ebdî ku bûye hêviya gelekan”.
Serkîs di dawiyê de behsa rola nûnerê Amerîkayê Barrack di Sûriyayê de kir û got ku Barrack destekê dide desthilatdariya ku berjewendiyên Amerîka yên bazirganî û aborî pêk tîne û rola wî wekî rolên kesên beriya wî ne û wiha dewam kir: “Lê tiştê cuda li vir ew e ku Tom Barrack bi lez û bez dixwest bi rêya piştgiriya mutleq a El-Şeri û fişara li ser aliyên din pêşveçûnek bilez bi dest bixe. Helwestên wî bûn sedema guhartina rola Amerîkayê ji sponsorgeriya danûstandinên di navbera hikûmeta demkî û HSDyê de bo piştgiriya aliyekî li ser hesabê aliyekî din. Ev dibe ku di dawiyê de bibe sedema guhartina wî bi nûnerekî pragmatîktir ku bêtir li gorî siyaseta trumpî ya amerîkayî be.







