Wergera ji înglîzî: Mihemed Şemdîn
Kêmbûna avê li Rojhilata Navîn wekî gefa herî mezin hate diyarkirin, ku zêdetirî ji sedî 60 ji nifûsa herêmê êş û azarê ji kêmbûna avê bi awayekî mezin û tund dikişînin (Banka navdewletî, 2017). Berdewamî û bikaranîna pir a avê li Rojhilata Navîn ji faktorên girîng e ku bandorê li ser civakan dike. Li gorî Peymangeha Çavkaniyên Cîhanê (2015), 14 welat ji bingehê 33 welatên Rojhilata Navîn, tê texmînkirin ku di sala 2040î de dê kêmav bin. Ev yek jî nîşan dide li ser pêdiviya girîng ji bo çareserkirina kêmbûna avê li herêmê.
Herwiha, kêmbûna avê bi aloziyên civakî û siyasî ve hatin girêdan. De Chatel (2014) û Glick (2014) dibînin ku kêmbûna avê wê bihêle ku şer li Sûriyayê çêbibe. Di heman demê de, negihaştina avê li gundewaran, hişt ku koçberiyeke mezin ji gundan ber bi bajaran ve çêbibe, lewra nerazîbûnên civakê zêde bûn û aloziyên siyasî li dij rejîmê jî pir bûn. Aloziya penaberan jî vê têkiliyê bi awayekî berfireh şirove dike, ku penaberên ji Sûriya, Iraq, Yemen û Lîbyayê rastî kêmbûneke dijwar a avê tên li herêmên xwe (Banka navdewletî 2017an, UNHCR, 2015an Navenda Navdewletî ya Geşepêdana Nekêm û Encûmena Penaberan a Norway 2016an). Glick (2014) diyar kir ku penaberî û aloziyên gihandina xwarinê û bêkariyê, bi awayekî mezin bandorê li ser aramiya siyasî li Sûriyayê dikin.
Rêjeyên girêdayîbûna bi avê jî lawaziya herêmê nîşan didin. Welatên wekî Iraq û Sûriyayê rêjeyên girêdayîbûna wan bi çavkaniyên avê yên derveyî re pir zêde ne, ev rêje li Iraqê %60.8 û li Sûriyayê jî %72.4 e (Rêjeya Girêdayîbûna bi Avê, 2017). Ev girêdayîbûna bi çavkaniyên avê yên sînor-derbas, digel zêdebûna nifûsê ji 104 milyon di sala 1950î de heta texmînkirî 692 milyon heta sala 2050yî (Daîreya Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, 2007), potansiyela stresa avê li herêmê zêde dike (Wolf û Hammer, 2000; Troup û Wegerskog, 2006).
Piraniya caran jî nîşan dide ku kêmbûna avê wekî çavkaniya guhartina civakî û siyasî ye. Di wêjeyên aloziya avê li Rojhilata Navîn de, avê wekî faktorekî sereke di aloziyên siyasî û ewlekarî li ser asta niştimanî û herêmî de nîşan dide (Smirnov û kesên din, 2016, Glick 2014, Thiessen û hin kesên din 2012). Tevî vê yekê jî, perspektîfek alternatîf li ser ka kêmbûna avê çawa tevgerên civakî û jîngehê dimeşîne disekine û pirsgirêkên herêmî roleke girîng dilîzin. Ev nêzîkatî balê ji nakokiyên avê yên navbera dewletan diguhezîne bandorên navxweyî yên kêmbûna avê li ser debara jiyanê û aboriyên herêmî.
Çîrokên belavbûyî yên di xîtaba avê li Rojhilata Navîn, balê dikişînin li ser avê wekî çavkaniya alozî û şerê di navbera dewletan û nedewletan. Nêrîna şerê avê radigihîne ku rikberiya li ser çavkaniyên kêm, digihêje ku şer di navbera dewletan de çêbibe. Em bala xwe bidin bingehê hizira şerên avê li Rojhilata Navîn bi taybet, em ê bînin ku cara yekem ji rojnamevan û siyasetmedarên wekî John Bullock û Adil Derwîş (1993) hatiye, ku pirûka bi sernavê “Şerên avê: Aloziyên bê di Rojhilata Navîn de”, an jî siyasetmedarên wekî siyasetmedarê Misrê û Sekerterê şeşemîn ê Neteweyên Yekbûyî Boutros Boutros Ghali ku ragihand “şerê bê li Rojhilata Navîn wê derbarê avê be ne siyasî be” (1985).
Ji aliyekî din ve, Selby (2005) û Froelich (2012) piştgirî didin ramana tekezkirina bandorên herêmî yên kêmbûna avê û dibêjin ku çarçoveya şerên avê ne argumanek rastîn e û ji texmîna neo-malthusian derdikeve. Ev nêrîn texmîn dike ku mezinbûna nifûsê bi kêmbûna çavkaniyên avê re tê, ku nakokî û tundûtûjiyê zêde dike. Lêbelê, ne piştgiriyek rastîn û dîrokî ya bihêz heye, ne jî çarçoveyek dîrokî û zanistî ya bihêz ji bo texmîna heyî ya şerên avê heye. Em di nîv sedsala borî de nikarin tu îlanên fermî yên şer li ser avê bibînin (Barnaby, 2009).
Selby(2005) dibîne ku bandora kêmbûna avê li ser aboriyên xwecihî û yên jêr dewletê, mezin e, nexasim ji bo civakên ku xwe dispêrin çandî û aboriyên xwecihî. Kêmbûna avê, jiyana civakî û debara jiyanê û rehetiya civakên xwecihî, têk dibe. Bi heman awayî jî, Froelich (2012) balê dikişîne li ser girîngiya şerên xwecihî li ser avê û tîne ziman ku şerên li ser avê li ser asta jêr-niştimanî, metirisiyên mezin li ser aramiya civakî çêdike. Ev nakokiyên li asta herêmî wekî fikarek girîngtir ji têgiha berfirehtir a şerên avê yên navbera dewletan têne dîtin.
Di heman demê de, dîrokeke hevbeş di navbera dewletên Rojhilata Navîn de heye li ser gihandina avê û çavkaniyên avê yên ji dervayî sînoran. Dawlatyar Gray (2000) texmîn dike ku şerên avê yên li Rojhilata Navîn di siberojê de çênabin û tu tiştên ku piştgirî bidin vê îdîayê tune ne. Ji bilî ku em li bikaranîna diplomasiya avê di navbera dewletan di dema borî de binêrin, lêkolînkirina siyasetên avê li hewza çemê Urdunê, hewza Dicle û Firatê û Nîvgirava Erebî, nîşan dide ku kêmbûna avê li Rojhilata Navîn ji provokekirina şerên avê di navbera hikûmetan de bêtir ji bo pêkanîna aştiyê xizmet kiriye û dê di pêşerojê de jî wiha bike (Dawlatyar û Gray, 2000).
Sûriya mînakeke ku di rûyê çîroka şerê avê de radiweste. Di demekê de ku hîn iêkolîn, dibînin ku şerê navxweyî yê Sûriyayê û hişkesalî û kêmbûna avê bi hev ve girê didin, Selby û kesên din (2017) û Tobias Eide (2018) dibînin ku tu delîlên van îdîayan ên zanistî yên cehwerî tune ye. Herwiha, tînin ziman ku tevî kêmbûna avê dibe ku xalên lawaziyê zêdetir kirine, lê sedemên sereke yên şer, zulim û zordariya siyasî, civakî û aborî ye (Selby û kesên din 2017an).
Perspektîfeke nuwazetir ji dikotomiya şerê avê û hevkariya avê wêdetir diçe û li ser bandorên herêmî yên kêmbûna avê disekine. Bandorên kêmbûna avê li ser aboriyên herêmî û yên bin-dewletan pir kûr in. Kêmbûna avê ya herêmî debara jiyanê têk dide û bandorê li tenduristî û ewlehiya xwarinê dike. Koçberiya nifûsa gundan ber bi bajaran ve, nemaze li Sûriyayê, nîşan dide ka çawa stresa avê ya herêmî dikare binesaziya bajarî bêîstîqrar bike û bêîstîqrariya civakî û siyasî zêde bike (Gleick, 2014). Ev bandor pêwîstiya çareserkirina kêmbûna avê li asta herêmî, bi balkişandina ser çareseriyên piralî yên ku faktorên civakî, siyasî, jîngehî û aborî li ber çavan digirin, destnîşan dikin.
Nîqaşa heyî ya li ser kêmbûna avê li Rojhilata Navîn, gelek aliyên wê hene. Xwediyên çîroka şerê anî dibînin ku kêmbûna çavkaniyên avê, xalên lawazbûna civakî û siyasî zêdetir dikin, Sûriya jî wekî mînaka vê yekê nîşan dide. Lê rexnegir piştrast dikin ku delîlên li ser hebûna şerê di navbera dewletan de li ser avê ne xurt in û li ser peymanên berê yên derbarê avê de hatine kirin di navbera dewletên cîran de li Rojhilata Navîn, piştrast dikin. Herwiha, li gorî lêkolînên tecrube nîşan didin ku hevkarî ji şer pirtir encam bûye. Dozên Çemê Urdunê û hewzên Dîcle-Firatê potansiyela çavkaniyên avê yên hevpar ji bo baştirkirina danûstandin û çareserkirina pirsgirêkên kolektîf destnîşan dikin (Dawlatyar û Gray, 2000).
Diyar e ku têgiha şerên avê di navbera dewletên Rojhilata Navîn de nayê bawerkirin, ji ber ku pirsgirêkên avê bi bandortir di asta herêmî û bin-dewletî de têne analîzkirin, ne bi çarçoveyên nav-dewletî (Selby, 2005; Frohlich, 2012). Aloziyên herêmî û bin-dewletî yên bi kêmbûna avê ve girêdayî rasterast û girîng bandorê li jiyana civakî ya mirovan dikin, ku hewcedariya balkişandina ser van pîvanan destnîşan dike (Frohlich, 2012). Bandorên çavkaniyên avê yên sînorkirî di jiyana rojane ya civakên bandordar de têne dîtin, ku pêdivî bi pêşxistina polîtîka û stratejiyan ji bo kêmkirina bêewlehiya civakî di nav nifûsên xeternak de heye.
Fikra ku kêmbûna avê dibe sedema şerên nav-dewletî hatiye pirsîn, ji ber ku delîl nîşan didin ku îdîayên weha bê preseptora dîrokî ne (Selby, 2005). Di şûna wê de, bandorên kêmbûna avê bi awayekî herî tûj li asta herêmî têne hîskirin, ku tê de têkçûna debara jiyanê û refaha civakê herî kûr e (Fröhlich, 2012; Selby, 2005). Çareserkirina kêmbûna avê pêdivî bi xurtkirina pergalên rêveberiya avê yên herêmî, pêşvebirina peymanên parvekirina avê yên hevkar, û kêmkirina lawaziyên civakî û aborî yên kêmbûna avê ya herêmî heye. Nêzîkatiyek pir-astî û piralî ji bo kêmkirina xetereyên têkildarî kêmbûna avê li Rojhilata Navîn girîng e.
Navê resen ê gotarê: Water Wars in the Middle East: Reality or Fiction
Nivîskar: Rîza Zohrabî
Weşan: Malpera Têkiliyên Navdewletî







