• عربي
  • English
pişgirî
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN
No Result
View All Result
Navenda Kurdî ya Lêkolînan
No Result
View All Result

Amerîka û Sûriya 2011-2024.. plana çiravê didome

July 24, 2025
Amerîka û Sûriya 2011-2024.. plana çiravê didome

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov piştî rêkeftina li ser Sûriyayê ya îlona 2016an li Cinêvê civiyan | AFP

Share on FacebookShare on Twitter

Serokê Tunisê têk çûbû û xwepêşander li qada Tehrîrê li Qahîreyê bi sedhezaran li dij serok Hisnî Mibarek bû, dema ku rojnameya “New York Times”ê belav kir û got ku “Serok Barack Obama îstixbarata Amerîkayê lome kir, ji ber ku cihê aloziyê li Rojhilata Navîn, eşkere nekirin.. Herwiha, li ser zimanê general û serokê Erkana Hevbeş Mike Mullen hate ragihandin ku rayedarên Washingtonê lezbûna veguhastina aloziyan ji Tûnisê ber bi Qahîreyê ve, matmayî mane”(1). Diyar e ku ev surprîz di helwesta Amerîkayê ya ji aloziya li Misirê di 17 rojan de hevrêzî û tevliheviyek çêkir, ku Amerîka ji Mibarek xwest ku dest sererastkirina rewşa Misirê bike, herwiha Amerîka piştgirî da diyaloga bi opozîsyonê re di bin serpereştiya cîgirê serok lîwa Umro Silêman. Di heman demê de, Washingtonê piştgirî da ku desthilatdarî bikeve destê encûmena leçkerî bi serokatiya muşîr Hisên Tentawî di 11ê sibata 2011an de.

Li Sûriyayê, piştî aloziyên li Derayê di 18ê adara 2011an de dest pê kir, Amerîka heman helwesta xwe dubare kir, di vê çarçoveyê de Obama got: “Serok El-Esed divê bi veguherîneke demokratîk bi rê ve bibe an jî ji rê derkeve” (Assocoated Press, 19ê gulanê). Lê piştre Obama got: “Dem hatiye ku serok El-Esed ji desthilatdariyê derkeve” (Associated Press, 18ê tebaxa 2011an). Di vê navberê de, li pişt perdeyê, baylozê Amerîkayê yê li Sûriyayê Robert Ford bi hevkariya şêwirmenda serokatiya Sûriyayê Buseyîna Şeban, kongreyek li otêla Semîra Mais di dawiya hezîranê de organîze kir û ji aliyê televizyona Sûriyayê ve hate şopandin. Di wê kongreyê de, gelek endamên opozîsyona Sûriyayê beşdar bûn û ev karê ku Amerîkayê kir, ji aliyê opozîsyona Sûriyayê ve tê naskirin.

Bi hevsengiya banga serokê Amerîkayê ji bo El-Esed ku ji desthilatdariyê derkeve, di heman rojê de du daxuyaniyên bi heman naverokê hebûn, a yekê ji serokêwezîrê Birîtaniyayê David Cameron û  ya din jî ji Nûnera Karûbarê Derve di Yekitiya Ewropayê de Catherine Ashton. Di 10 rojên destpêkê yên meha tebaxê Siûdî têkiliya xwe bi rejîma Sûriyayê re qut kir, ku ev yek ji aliyê Padîşah Ebdulah Bin Ebdulezîz di daxuyaniya xwe ya derbarê Sûriyayê de eşkere kir û piştre jî Tirkiya têkiliya xwe bi rejîma Sûriyayê re qut kir, piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê Ehmed Dawud Oglu li Şamê. Fransa û Qeterê jî beriya her kesî ji tîrmeha sala 2011an ve, têkiliyên bi Beşar El-Esed re qut kirin.

Lê tiştê ku li Lîbyayê pêk hat piştî derketina biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya derbarê Lîbyayê di 17ê adara 2011an de, heman tişti ji aliyê Obama li Sûriyayê pêk nehat, ku di wê biryarê de Rûsya deng neda û di encamê de destwerdana leşkerî ya NATOyê çêbû û di 23yê tebaxa 2011an de jî, desthilatdariya Muamer El-Qezafî hate hilweşandin.

 Di gelek analîzan de hate gotin ku nedubarekirina tecrubeya Lîbyayê ji aliyê Obama li Sûriyayê, sedema wê vedigere vîtoya Rûsyayê ya di cotmehê de li Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Mosko xwest rûbirûyê Amerîkayê bisekine û destekê bide rejîma Sûriyayê. Di payîza 2011an de jî, rejîma Sûriyayê rastî êrîşên çekdarî yên opozîsyona ku Tirkiya destek dida wê dihat, ku Obama ew kire şûrê xwe yê sûriyayî wekî ku li Lîbyayê Fransa şûrê wê bû. Ji aliyekî din ve jî, di dawiya mijdara 2011an de, şanda flota Deryaya Reş a rûsî li Tertûsê, wekî nîşaneyekê amadebûna Mosko ji bo rûbirûna bi Amerîkayê re li Sûriyayê, lê Obama di Sûriyayê de xwe ji vê yekê da alî û di sala 2014an de jî nexwest rûbirûyê Pûtin di aloziya Kirimê de were. Lê Joe Biden rûbirûna ne yekser di şerê Ukranyayê de sala 2022yan hilbijart, bi rêya destekdayîna leşkerî ya mezin ji Kîeve re. Xesan Şirbil di gotara xwe ya bi sernavê “Çenteyê Lavrov” ku di rojnameya “El-Heyat” di 6ê sibata 2012an de weşand, ango piştî du rojan ji vîtoya Rûsyayê ya duyem li New Yorkê ya derbarê rewşa Sûriyayê, dibêje: “Diyar dibe ku Rûsya xwestiye aloziya Sûriyayê ji bo destpêkirina aloziyeke mezin di têkiliyên navdewletî de bi kar bîne, lewra xweset ku nameyekê bide Amerîkayê ku destê wê ne serbest in li Rojhilata Navîn.. Herwiha ew nikare çarenûsa baregeha xwe ya dawî ya mayî li herêmê paşguh bike.” (gotara Çenteyê Lavrov)

Di metna “doktrîna Obama” de ku kovara “Atlantic”ê di hejmara nîsana 2016an de belav kirî û Peymana Misirî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk (kopiya PDF, 105 rûpel) werger kirî, em dibînin ku Sûriya “Ji bo Obama çaleke xeternak e, wekî çala Iraqê­” (r.16). Di rewşa Sûriyayê de, vekişandina leşkerî ya Amerîkayê ji Iraqê çêbûbû di roja dawî ya sala 2016an de û nêrîna wî bi planên rêveberiya Bush ê kur sala 2002yan ku bikevin Iraqê. Obama got:”Sedam Hisên ji bo Amerîka an jî ji bo cîranên xwe, xeteriyeke bi lez û yekser çênake. Ez dizanim ku dagirkirina Iraqê bêyî sedemek zelal û piştgiriyek navneteweyî ya bihêz dê tenê Rojhilata Navîn gur bike, meylên herî xirab li cîhana erebî ji yên herî nebaş bêtir gur bike û makîneya peywirdarkirina El-Qaîdeyê xurt bike” (Ji axaftina Obama ya Chicagoyê ya 2002yan, “Doktrîna Obama” r. 32-33).

Mirov ji xîtaba Chicago ya Obama fêm dike ku eger ku Rûsyayê hevkariya bi Amerîkayê re ya di Lîbyayê de di Sûriya de dubare kiribe, ne pêkan bû ku Obama tecrubeya xwe ya li Lîbyayê li Sûriyayê berdewam bike, ji ber girêkbûna rewşa Sûriyayê, ji ber ku ji rewşa Iraqê girêktir e. Ji ber sedemên nexşeya bi girêk ya cîranên Sûriyayê û îhtîmala rûbirûne şerê Îran-Amerîka li Sûriyayê, di demekê de ku danûstandinên veşartî yên Amerîkayê bi Tehranê re ji sala 2009an hebû derbarê dosyaya nuklerî û îhtîmala herî mezin kesê ku bihate Koşka Spî û xwedî bernameya dawîkirina şerê Iraq û Efganistanê bû, nedixwest ku bikeve çirava Sûriyayê.

Di aliyê piratîkê de Obama tiştek nekir, ango banga xwe ya di 18ê tebaxa 2011an de ya derketina El-Esed ji desthilatdariyê pêk neanî. Lê belê hişt ku wezîra xwe ya derve Hillary Clinton bi awayekî devkî piştgirî bide opozîsyona Sûriyayê û daxwazên opozîsyonê yên avakirina “herêmeke qedexekirina asîmanî” û “destwerdana leşkerî”an jî çekkirina opozîsyona Sûriyayê ya çekdarî bi çekên Amerîka wekî çekên li dij balafiran an jî “çekên wêranker”. Di heman demê de, nehişt ku hevalbendên Washingtonê yên ewropayî  û kendavê vê yekê bikin.

Dudilîbûna an jî “nekirina” amerîkayî ji bo hilweşandina El-Esed, li gel Obama yê ku ji Iraqê derketiye û tevlî danûstandinên bi Îranê re bûye, ji hêla Robert Malley û Hussein Axa ve di payîza 2012an de wiha hate vegotin: “Şerê li Sûriyayê  ji bo Iraqê ye ji bo welatên ereb ên sunî ku destekê didin opozîsyonê. Ev dewlet qebûl nakin ku Iraqê winda bikin û bikeve destê şîa, an jî îraniyên sefewî li gorî dîtina wan, lewra şerê ji bo Iraqê bi rêya cîranên xwe tê kirin û ew girîngiyê didin Sûriyayê, lê mijûlbûna wan bi Iraqê ye” (2).

Mark Mazzetti di payîza 2013an de radigihîne ku Obama “di nava axaftinên xwe yên taybet bi alîgirên xwe re, Sûriya wekî pirsgirêkeke dojehê bi nav kiriye, ku metirisyên wê dawiya wan tune ye û hemû bijarte xerab in” (3). Mazzetti di heman gotarê de dibêje ku hin kes di rêveberiya Amerîkayê beriya daxuyaniya 18ê tebaxa 2011an de hişyarî dane Obama ku “li ser encamên wê di nebûna stratejiyekê de ji bo bidestxistina naveroka wê û ev deng kêm bûn.” Lê li gorî Mazzetti dudilbûna Amerîkayê an jî siyaseta nekirinê di Sûriyayê de, bi xwe re stratejiyeke Amerîkayê anî ku “Rastiya heyî di Sûriyayê de, wê bihêle ku Îran di aliyê bejahî de bi salan li Sûriyayê bimîne.. û şerê di navbera El-Qaîde û Huzbelahê di berjewendiyên Amerîkayê de ye”. Diyar e ku ev yek xurt bû, bi radestîbûna rejîma Sûriyayê ji çekên xwe yên kîmyasel li gorî peymana 14ê îlona 2013an de ya navbera Amerîka û Rûsyayê. Bi vê yekê re jî, di 24ê îlonê de, Obama di xîtaba xwe ya Komeleya Gişî ya Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî eşkere ragihand ku ew dest bi danûstandinan bi Tehranê re dikin derbarê dosyaya nuklerî. Di piratîkê de jî, mijara rûxandina rejîma Sûriyayê piştî gavên Amerîka bi Mosko û Tehranê re, nebû rojeva Obama, ango ev dosya li aliyekî danîn.

Îhtîmala mezin jî ku faktorê îsraîlî bandora xwe li ser Obama hebû. Di vê çarçoveyê de, kovara “The Economist”ê ya birîtanî di destpêka aloziya Sûriyayê de, gotarek di 19ê gulana 2011an de lê bê ku nivîskar diyar bikin, bi sernavê “Wê çi bibe eger El-Esed bikeve?” weşand û got: “Îsraîl jî tevî ku Sûriya dibînin djiminê xwe yê erebî yê herî tund, lê belê dizanin ku El-Esed sînorê hevbeş ê navbera herdu welatan, aram hişt.”

Di heman gotara kovara borî de, hate bibîrxistin ku faktorekî navxweyî yê Sûriyayê hebû ku nedihişt rejîma Sûriyayê were rûxandin, îhtîmala mezin jî ku Amerîkayê ev yek fêm kiribû an jî birîtaniyan bi amerîkayiyan da fêmkirin (di roja wê de an jî piştre) û ev yek jî piştre hişt ku Obama dudilî bibe. Di vê çarçoveyê de, kovarê got: “Rejîma Sûriyayê ne di metirsiya rûxandina di demeke nêz de bû, li Tûnis û Misirê red kir ku guleyan bavêje xwepêşandaran ji bo parastina serok piştî ku hêzên ewlekarî têk çûn, lê di Sûriyayê de artêş bi biryar bû ku rejîmê biparêze.”

Li vir mirov dikare siyaseta Obama ya derbarê Sûriyayê bi awayekî giştî bi rêya nirxandina Marc Lynch ya sala 2015an şirove bike ku got: “Tecrubeya Iraqê nêrîna rêveberiya Obama ji bo cîhanê xêz kir, lewra Obama dibîne ku tecrubeya Iraqê bi xwe re karaset anî ku deriyên êş û azara mirovahî û şerê navxweyî vekir û nifşekî nû ji cîhadîsta îslamî ava kir, herwiha derfet da ku hêza Îranê ya herêmî xurt bibe. Di heman demê de, ketina li Lîbyayê piştî destwerdana leşkerî bi rêveberiya Amerîkayê sala 2011an de, nêrînên Obama piştrast kirin ku destwerdan pir kêm caran li gorî tê plankirin tê meşandin.. Lewra ev yek hişt ku dûrî çirava Sûriyayê bibe.” (4)

Tevî hemû tiştên borî, bi hevrûkirina Obamayê lîbî 2011 bi Obamayê sûriyayî re 2011-2012, li Lîbyayê hevsengî di navbera opozîsyona çekdar li Bengazî û navbera El-Qezafî li Terablûsa rojava hebî ku El-Qezafî xurtir bû, lê NATOyê ev hevsengî şkand. Li Sûriyayê Amerîkayê hevsengî têk nebirin di navbera rejîmê û opozîsyona çekdarî de  û alîgirên opozîsyonê yên li Enqera, Dewha, Riyad û Parîsê ev hevsengî têk nebirin bi rêya dayîna çekên li dij balafiran ji opozîsyonê re, an jî dayîna çekên pêşketî wekî mûşekên TOW yên li dij tangan. Di şerên 2015an de li parêzgeha Idlibê û herêma Xabê piştî ku Riyadê tevî nerazîbûna Amerîkayê mûşekên TOW dane opozîsyonê, ev yek jî hişt ku şerên sala 2015an de li gorî berjewendiyên opozîsyonê meşiya. Di wê demê de jî, qutbûnek navbera Siûdî-Amerîkayê hebû ji ber peymana nuklerî ya Îranê, lewra di wan şerên 2015an de dema ku hevsengî têk çû û êdî rejîma Sûriyayê ber bi têkçûnê bû, Obama hişt ku Pûtin destwerdana leşkerî li Sûriyayê bike û piştre jî piştî wê bi du meh û nîvan, Pûtin bi Obama re li ser biryara 2254 (18/12/2015) îmze kir.

Ev yek dide nîşandan ku peymana amerîkayî-rûsî li ser daxuyaniya Cinêv 1 di 30î hezîrana 2012an de heye, ku biryar li gel Koşka Spî û Kremlinê hebû li ser avakirina statuyeke sûriyayî ava bikin, li ser bingeha çend xalên ku her du alî li ser li hev kirine. Ev statuya heyî, ku li ser pêşîgirtina çareseriyek leşkerî ji bo krîza sûriyayî û pêşîgirtina li ser têkbirina aliyekî li hember aliyê din bû, ji hêla her du aliyan ve hate ragihandin ku çareseriyek sûriyayî bi rêya “desteyek rêveberiya veguhêz ku dê desthilatên rêveberiyê yên tevahî bigire ser xwe û dê ji hikûmet û opozîsyonê pêk were” ava bikin. Dema ku hewldanên ji bo bidestxistina vê çareseriyê di konferansên Cinêv 2 (2014) û Cinêv 3 (2016) de têk çûn, ev statuya heyî hate misogerkirin.

Obama hewl neda ku vê statuya sûriyayî bişkîne, dema ku rejîma Sûriyayê meheke dijwar derbas kir, di navbera 6ê tîrmeha 2012an dema ku efserekî di hêzên parazêvanên komarê Menaf Telas ji rejîmê veqetiya û bi hevkariya îstixbarata Fransayê ji Şamê derbasî Tirkiyayê bû û di navbera 6ê tebaxa 2012an, dema ku serokwezîrê Riyad Hicab ji rejîmê veqetiya. Di navbera ev herdu bûyerên dîrokî de, teqîn di nava şaneya aloziyê çêbû dema ku bi serokatiya serokê nivîsgeha ewlekariya neteweyî lîwa Hîşam Bextiyar civiyan. Di heman rojê de, 18ê tîrmehê, hêzên opozîsyonê ji Xotayê êrîşî taxa Meyadîn kir û hewl dan ku ji Dareya êrîşî koşka komarê bikin û piştî wê bi rojekê, taxên rojhilatê Helebê ketin destê opozîsyona çekdarî û piştre jî Dêra Zorê kete destê opozîsyona çekdarî. Balkêş bû ku êrîşa mezin a opozîsyona çekdarî ji Xotayê ber bi Şamê ve ku heta mehên dawî ji sala 2012an dewam kir, bi wê re jî Obama “Itîlafa Niştimanî ya Sûriyayî” wekî “nûnertiya rewa ya ji bo gelê Sûriyayê” nas kir, herwiha Obama Cebhet El-Nusra xiste lîsteyên rêxistinên terorîst û Washington serpereştiya civîna Antalyayê kir ku tê de Heyeta Erkanên Leşkerî ya Opozîsyona Çekdarî birêveberiya Lîwa Selîm Idrîs hate avakirin, kir.

Bi têkçûna êrîşa opozîsyona çekdarî ji bejahiya Şamê ber bi bajar ve, helwesta Amerîkayê hate guhartin, bi erkdarkirina John Kerry wekî wezîrê derve (kanûna 2013an) piştî ku Hillary Clinton îstifa kir, di heman demê de jî serokê îstixbarata navendî ya Amerîkayê David Petraeus îstifa kir. Ev herdu kes jî di rêveberiya Obama de, destek didan biçekkirina opozîsyona Sûriyayê bi çekên curbicur.

Di 13ê adara 2013an de, Amerîka bi awayekî eşkere dev ji daxuyaniya Obama ya di 18ê tebaxa 2011an de ya ku digot divê Beşar El-Esed ji desthilatdariyê derkeve, berda . Şîrovekirina amerîkayiyan a daxuyaniya Cinêv 1, derbarê desteya rêveberiya veguhêz ku hikûmet û opozîsyonê dihewîne, ew bû ku “Divê Beşar El-Esed tê de nebe, an jî avakirina wê bi çûyîna wî re hevdem be.” Di heman rojê de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Kerry daxuyaniyek da û tê de got: “Tiştê tê xwestin divê serokê Sûriyayê Beşar El-Esed û opozîsyona Sûriyayê li ser maseya danûstandinê bicivin, ji bo avakirina hikûmeteke veguhêz di çarçoveya biryara Cinêvê de” (ajansa UPI). Di heman demê de, Amerîka li dij avakirina hikûmeta demkî ji aliyê “Itîlafê” ve ji bo birêvebirina herêmên di bin serweriya opozîsyona Sûriyayê bi destekdayîna Tirkiya-Qeter, derket. Ev yek nîşan dide ku razîbûna Amerîkayê ji birêvebirina dosya Sûriyayê ji aliyê Erdogan ve, bi alîkariya Qeterê, di heyama piştî daxuyaniya Obama de bi dawî bûye.

Herwiha di 7ê gulana 2013an de, li Mosko di navbera Kerry û Lavrov de peyman çêbû li ser aktîvkirina daxuyaniya Cinêv 1 ya derbarê Sûriyayê û pêkanîna kongreya Cinêv 2 ji bo peydakirian çareseriyê. Ev yek jî li dij siyaseta “Itîlafê” ya ku ji aliyê Enqera û Dewhayê ve dihate redkirin û çareseriya daxuyaniya Cinêvê red dikirin û li ser silogana xwe ya rûxandina rejîmê bi israr bûn. D heman demê de jî, nîşaneyên guhartina helwesta Amerîkayê ji îslamîstên Ixwan Muslimîn derketin holê, ku Washington hişt Ixwan Muslimîn li Tûnisê sala 2011an û Misirê sala 2012an bigihêjin desthilatdariyê. Lê di 3ê tîrmeha 2013an de, rêveberiya Obama li dij derbeya leşkerî ya Misirê ya ku ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji bo têkbirina desthilatdariya îslamîstên misirî, derneket. Bi vê yekê re jî aloziya Tirkiya û Amerîkayê çêbû û bandora xwe li Sûriyayê kir. Di vê çarçoveyê de, aliyên nêzî serokkomarê Tirkiyayê Amerîka tawanbar dikin ku kete nava hewldana derbeya 15ê tîrmeha 2016an ya li dij Erdogan.

Di sala 2014an de, bi têkçûna konferansa Cinêv 2 piştî destpêkirina krîza Ukraynayê (sibat û adar) û tawanbarkirina rûsan ji aliyê amerîkayiyan ve bi wan xwepêşandanên ku serokê Ukraynayê yê alîgirê Moskowayê ji ser desthilatê avêtin û dagirkirina Qirimê ya ji aliyê Rûsyayê ve, eşkere bû ku rêkeftinên amerîkayî-rûsyayî yên ku bi peymana çekên kîmyewî yên Sûriyayê dest pê kirin ji bo avakirina hikûmetek veguhêz, ku xetên wê bi hevkariya nûnerê navneteweyî El-Exder El-Brahîmî hatibûn danîn, ji ber nakokiya Ukraynayê ya di navbera Washington û Moskoyê de hilweşiyane. Ev yek bû sedema îstifaya El-Exder El-Brahîmî di gulana 2014an de, ku planên paşxistina hilbijartinên serokatiya Sûriyayê di hezîranê de û avakirina hikûmetek veguhêz ji bo du salan serokatiya Sûriyayê, bi hikûmetek hevbeş di navbera hikûmet û opozîsyonê de, pêş dixist.

Piştre piştî ketina Mûsilê di 10ê اezîrana 2014an de, DAIŞ derket holê û berfirehbûna wê li Iraq û Sûriyayê, da ku Amerîka bikaribe balê bikişîne ser DAIŞê. Ev yek bû sedema nêzîkbûneke Amerîkî-Îranî ku bi rêya peymana avakirina “Hêzên Heşd El-Şebî” ji bo şerê li dijî DAIŞê û bi lezandina peymana nuklerî ya bi Îranê re, ku di 14ê tîrmeha 2015an de hat îmzekirin, li Iraqê jî hate wergerandin. Ji ber ku xêzên wê peymanê hatibûn çêkirin, ev yek bi veqetandina Riyadê ji amerîkayiyan re li ser dosyaya kampanyaya leşkerî ya Siûdî li Yemenê (26ê adara 2015an) û li Sûriyayê re pêk hat. Ev yek peymaneke kêm dîtî di navbera Siûdî û tirkan de çêkir, ku ev jî bû sponsorkirina kontrola opozîsyona çekdar a li ser Parêzgeha Îdlibê û herêma El-Xab di bihar û havîna 2015an de û beşek ji rêya Şam-Humsê ji aliyê fraksiyona “Artêşa Îslamê­” ya ku ji aliyê Siûdî ve tê piştgirîkirin li gundewarên Şamê.

Nêzîkbûna hilweşîna rejîma Sûriyayê di encama van êrîşan de bû sedema pejirandina destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ji aliyê Obama ve di 30ê Îlona 2015an de. Paşê nîşan hene ku General Qasim Silêmanî yekem kes bû ku di serdana xwe ya Moskoyê de, çend hefte piştî peymana navokî ya Îranê bi amerîkayiyan re, ev destwerdan pêşniyar kir. Guman e ku civîna di navbera Obama, Putin û Xameneyî de di sala 2015an de ji bo pêşîgirtina li hilweşîna rejîma Sûriyayê ji ber wê hesabê derketiye holê ku DAIŞ, ku hêza wê piştî ketina Mûsilê gelek caran zêde bûbû, dê ji hilweşîna Beşar El-Esed serketîtirîn li Sûriyayê be. DAIŞ, ku heta havîna 2015an tevahiya Çemê Firatê yê Sûriyayê, Menbîç û El-Babê kontrol dikir û li gundewarên rojhilatê Humsê û li taxên Şamê hebûn, encama herî muhtemel bû. Şerê li dijî DAIŞê, ku bi Şerê Kobanî (îlon 2014-çile 2015) dest pê kir, bû sedema têkçûna yekem a DAIŞê li hember Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ). Paşê van hêzan, ligel formasyonên din ên leşkerî, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) ava kirin, ku ew tekane hêza sûriyayî bû ku bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê şer kir heta ku ew di Şerê Baxoz de (sibat-adar 2019) ji keleha xwe ya dawî ya mayî hate derxistin. Piştre DAIŞ bû hêzek mobîl li herêma Badiya ku di navbera Sûriya û Iraqê de dirêj dibe.

Di kevneşopiya devkî ya opozîsyonê de, agahî belav bûne (heta niha, piştî yanzdeh salan, ne piştrastkirî) ku bombebarankirina civîna Şûra ya Tevgera Ehrar El-Şam di 9ê îlona 2014an de, ji ber xwesteka serokatiya wê, di nav de serokê wê Hesen Ebûd, ji bo beşdarbûna di hewldana navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞê de bû. Raport belav bûn ku bombebaran ji hêla DAIŞê ve hatiye organîzekirin. Ehrar El-Şam hêza sereke di nav komên çekdar ên opozîsyonê yên Îslamî de bû ku di şerên ku di çileya 2014an de qewimîn de DAIŞê ji parêzgeha Îdlibê derxist. DAIŞê herwiha berpirsiyariya kuştina Ebû Xalid El-Sûrî – Mihemed Bahaya, yek ji damezrînerên Ehrar El-Şam – di sibata 2014an de di teqîneke xwekujî de li Helebê- girt ser xwe.

Ne bê girîngî ye ku Ehrar El-Şam, mehek beriya bombebaranê, înîsiyatîfa “Watasimu” ji bo yekkirin an jî komkirina fraksiyonan di çarçoveyek yekane de piştgirî kiribû. Însiyatîf ji hêla Eniya Şoreşgerên Sûriyayê û Tevgera Hazm ve hatibû îmzekirin, ku her du jî bi Washingtonê ve girêdayî ne. Di nav nivîsan de, tenê nivîsa ku sedemên gengaz ên vê rêça bombebaranê nîşan dide ji hêla Ehmed Abazid ve hatiye nivîsandin, ku diyar kiriye ku bombebaran “di civînekê de pêk hat, ya yekem a bi mezinahiya xwe di nav Sûriyayê de û ya herî girîng di dîroka tevgerê de, ji bo nîqaşkirina hevpeymaniyên pêşerojê (bi taybetî bi înîsiyatîfa Watasimu û helwesta li ser plana Amerîkayê ya lêdana DAIŞê).”

Her kesê ku xala werçerxê ya îlona 2014an, dema ku şerê navneteweyî li dijî DAIŞê li Sûriya û Iraqê dest pê kir, lêkolîn bike, dê bibîne ku nebûna hevkariyê di navbera opozêsyona çekdar a îslamî ya Sûriyayê, tevî “koalîsyonê” û amerîkayiyan li dijî DAIŞê de wan di rewşek qels de hişt û bi kêmbûna desthilatdariyê re rû bi rû man. Di vê navberê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) – paşê Hêzên Sûriyaya Demokratîk- bi saya alîkariya Washingtonê li dij DAIŞê xurt bûn, ji ber ku ew tekane hêza Sûriyayê bûn ku Hevpeymaniya Navneteweyî pê re hevkarî dikir. Bi îhtîmaleke mezin û ev yek di heman demê de qewimî, belavbûna xurt a DAIŞê li Sûriyayê di navbera salên 2014 û 2015an de yek ji faktorên sereke bû (lê ne hemî wan) ku di serdema piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê (30ê îlona 2015an) de bû sedema xêzkirina wêneyek parvekirina bandorê di navbera bandora Amerîkayê li rojhilatê Firatê (û herêma El-Tanf) û bandora Rûsyayê li rojavayê Firatê de. Piştre hevkariya paşê di navbera rûs û tirkan de ji bo avakirina herêmeke Tirkiyayê li bakur hat. Ev yek piştî nêzîkbûna di navbera Erdogan û Putin de di meha piştî hewldana darbeya têkçûyî ya 15ê tîrmeha 2016an a li dij serokkomarê Tirkiyayê de dest pê kir, ku piştî wê rayedarên tirk Washington bi beşdarbûnê tawanbar kirin. Di vê navberê de, rûs, amerîkayî û tirk li ser bandora Îranê li rojavayê Firatê di navbera Elbûkemal û Dêra Zorê de û li herêma sînorê Lubnan-Sûriyayê ya ji Quseyr heta Zebedaniyê dirêj dibe bêdeng man. Ev yek bi pratîkî ji sala 2015an heta kêliya hilweşîna rejîma Sûriyayê di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de berdewam kir.

Di 21ê cotmeha 2015an de, DW lihevkirinek amerîkayî-rûsî eşkere kir da ku rê li ber pevçûnên di navbera balafirên her du welatan de li ser Sûriyayê bigirin. Wiha dixuye ku avakirina baregeha Hmeymim a rûsî li hev hatiye kirin, ku sala din baregeheke Amerîkayî li El-Tanfê û paşê jî baregehên amerîkayî li rojhilatê Firatê bihata avakirin. Ev yek ji bilî bêdengiya rûsan û rejîma Sûriyayê li ser bi sedan êrîşên Îsraîlê yên li ser hêzên Îranî an jî yên alîgirê Îranê li Sûriyayê di navbera salên 2015 û 2024an de bû.

Bi têkçûna konferansa Cinêv 2 piştî destpêkirina krîza Ukraynayê û dagirkirina Qirimê di adara 2014an de, General Martin Dempsey, Serokê Serfermandariya Hevbeş a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, daxuyaniyek da û got ku “çareserkirina pirsgirêka Sûriyayê dikare deh salan bidome” (Rojnameya El-Axbar, 7ê nîsana 2014an). Ev pêşgotinek bû ji bo ramana nû ya amerîkayî di derbarê danîna Sûriyayê di rewşek “rêvebirina krîzê” an jî neçareseriyê de. Paşê di havîna 2014an de derketina DAIŞê hat holê, ev raman xurt kir ji ber ku Washington ji Beşar El-Esed ber bi Ebû Bekir Bexdadî ve çû, ku di navbera havînên 2014 û 2015an de, herêmek ji axa Iraq û Sûriyayê bi qasî Brîtanyayê kontrol dikir.

Lihevhatina Îran-Amerîka li dij DAIŞê li Iraqê peymana nuklerî lez kir. Îhtîmala hilweşîna rejîma Sûriyayê di bihar û havîna 2015an de, li hember pêşketinên Artêşa Fetihê li Parêzgeha Îdlibê û herêma El-Xab, digel Artêşa Îslamê, ku rêya Şam-Humsê li Adrayê qut kir, bû sedem ku Washington, Mosko û Tehran ji bo pêşîgirtina li hilweşîna Beşar El-Esed bibin yek. Her çend piştî vê yekê biryara 2254 û Konferansa Cinêv 3 (çile-nîsan 2016) hat dayîn, bi nîşanên ku ji hêla amerîkayî û rûsan ve niyeta wan a hevpar ji bo ferzkirina çareseriyek li ser hikûmet û opozîsyonê hebû, lê beşdarnebûna Riad Hicab di konferansê de, ku ji hêla Erdogan ve hatibû teşwîqkirin, ku wê demê bi Obama û Putin re di nakokiyê de bû, bû sedem ku Washington û Mosko ji payîza 2016an vir ve rêveberiya krîza Sûriyeyê bidin pêşanî.

Ev yek bi rêkeftineke hevrêziya ewlehiyê ya di navbera wan de li ser Sûriyayê re hevdem bû, ku Pentagon li dij daxwaza Wezîrê Derve John Kerry, ku di îlonê de bi Sergey Lavrov re peyman îmze kir, têk bir. Ev bi dabeşkirina bandorê re hat, ku bi sînorên erdnîgarî yên zelal di navbera rûs, amerîkayî û tirkan de di destpêka sala 2016an de eşkere bû.

Di 29ê Îlona 2016an de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Antony Blinken li ber Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê daxuyaniya jêrîn da: “Rûs nikarin li Sûriyayê bi ser bikevin; tenê ew dikarin rê li ber hilweşîna rejîmê bigirin.”

Ev bi bandor qebûlkirinek amerîkayî bû di dawiya rêveberiya Obama de ku statuya heyî ya Sûriyayê, ku tê wateya dabeşkirina bandora erdnîgarî li Sûriyayê, dê ji her kesê ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de piştî mehekê bi ser bikeve re were veguhastin. Wiha dixuye ku tiştê ku Blinken jê re digot “Plana B” li Sûriyeyê piştî têkçûna siyaseta Obama ya Sûriyayê ji daxuyaniya wî ya 18ê tebaxa 2011an a derbarê “çûyîna El-Esed” û têkçûna wî ya lihevkirinek Sûriyayê bi rûsan re ji sala 2013an vir ve hat.

Di meha dawî ya 2017an de, nivîsa “Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî” bi pêşgotinek ji hêla Serok Donald Trump ve hate weşandin.

Ev nivîs guhertinek di kompleksa leşkerî-ewlehiyê de (ango Wezareta Parastinê, Pentagon û ajansên îstîxbaratê) eşkere dike, ku biryar dide an jî di destnîşankirina polîtîkayên ewlehiya neteweyî yên Amerîkayê de ya herî bihêz e, ji siyaseta amerîkayî ya ku ji sala 1971ê vir ve bi Henry Kissinger re ji bo veqetandina rûs û çînî û astengkirina hevdîtina wan tê şopandin, wekî ku di Şerê Koreyê yê 1950-1953yan de di navbera Stalîn û Mao Zedong de qewimî. Nivîsa 2017an Çîn û Rûsyayê di nav hêzên ku bi hev re gefê li ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê dixwin de cih digire, her çend Çîn wekî gefa sereke were hesibandin jî. Di cîhana devkî ya opozîsyona Sûriyayê de, Komîsyona Danûstandinên Sûriyê (SNC) di dema rêveberiya Trump de di sala 2019an de hate agahdarkirin ku Pentagon berpirsiyarê dosyaya Sûriyayê ye. Di 12ê gulana 2019an de, Nûnerê Serokatiya Amerîkayê yê li Sûriyayê James Jeffrey (2018-2020) daxuyaniyek da û tê de got, “Erka min ew e ku bi girtina rêzetedbîran ji bo rêgirtina li vegera rewşa normal bo deverên di bin kontrola rejîmê de, Sûriya bikim çolêk ji bo rûsan û ji bo provokekirina krîzên nû, bi vî awayî Sûriya ji kartekekê veguherînim barekî ji bo Mosko û Tehranê” (Jonathan Spyer, “Trump’s Syria Policy Is Working,” Foreign Policy, 1ê tîrmeha 2020).

Ev ew tişt e ku Jeffrey çend meh berî wê daxuyaniya giştî ji kesayetên opozîsyona Sûriyayê re agahdar kiribû. Bicîhanîna Qanûna Qeyser di 17ê hezîrana 2020î de, tenê dikare bibe nexşerêyek, an jî rêyek, ji bo şekildana vê “çiravê”.

Paşxaneya vê siyaseta nû ya amerîkayî li Sûriyayê dikare bi meyla Trump a ber bi rûbirûbûna bi Tehranê re ji dema vekişîna wî ya 2018an ji peymana nuklerî ya bi Îranê re, nêzîkbûna zêde ya Putin bi Çînê re, û nîşanên derketina holê yên eksena Çîn-Rûs-Îranê ya mezinbûyî ku di 2017an de dest pê kir, bi şerê Ukraynayê di 2022yan de zelal bû, were ravekirin. Bi tevayî, daxuyaniya James Jeffrey qutbûnek ji polîtîkayên lihevkirinê yên Obama bi rûs û îraniyan re temsîl dikir, ku rê li ber hilweşîna Beşar Esed di 2015an de girt, bû sedema destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyayê û paşê bû sedema dabeşkirina bandora erdnîgarî ya Sûriyayê. Lêbelê, xuya ye ku aloziyên piştre yên Amerîkayê bi rûs û îraniyan re, Amerîka teşwîq kirine ku Sûriyayê veguherînin “çiravek bo Rûsyayê” û bi “astengkirina vegera rewşa normal bo deverên di bin kontrola rejîmê de” veguherînin “barekî li ser Moskow û Tehranê”.

Ev siyaseta Amerîkayê ya li hember Sûriyayê bi windakirina Trump di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê yên 2020î û hilbijartina Joe Biden re neqediya. Rast e ku di navbera Nîsana 2021ê û tebaxa 2022yan de, danûstandinên Amerîkayê û Îranê li Viyanayê pêk hatin da ku peymana nuklerî ya Îranê vejînin. Lêbelê, şerê Ukraynayê ji 24ê sibata 2022yan vir ve, ku tê de Îranê dron û mûşekên balîstîk da rûsan û gava Biden ji bo pêkanîna daxuyaniya Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson a li ser Putin li Meclisa Avam çar roj piştî dagirkirina Ukraynayê: “Divê ew li Ukraynayê têk biçe,” Rojavaya Amerîkayê û Ewropayê teşwîq kiriye ku Ukraynayê veguherînin çiravek bo Rûsyayê, paralel bi çiraveke Rûsya-Sûriyayê. Ev yek nîşan da ku, çawa ku Ukrayna bi piştgiriya Çîn û Îranê ji bo Putin qadeke rûbirûbûnê bû di navbera Koşka Spî û Kremlinê de, Sûriya jî qadeke rûbirûbûna amerîkayî bi rûs û îraniyan re bû, wekî ku Jeffrey li ser “veguherandina Sûriyayê ji kartek bo barekî li ser Mosko û Tehranê” diyar kir. Di pratîkê de, çawa ku di sala 2014an de, dema ku krîza Ukraynayê bû sedema hilweşîna peymana çekên kîmyewî yên Sûriyayê di navbera Mosko û Washingtonê de di payîza 2013an de, di navbera Kîev û Şamê de têkiliyek hebû, ku ne tenê radestkirina çekên kîmyewî li gorî biryara 2118, lê di heman demê de pêkanîna Daxuyaniya Cinêvê bi avakirina desteyeke rêveberiya veguhêz ji bo du salan û paşxistina hilbijartinên serokatiyê yên ku ji bo hezîrana 2014an hatine plankirin, di nav xwe de digirt, şerê Ukraynayê di sala 2022yan de sotemeniyek nû da siyaseta amerîkayî ya ku Sûriyayê dike barek li ser Mosko û Tehranê. Ev yek nebûna piştgiriya Washingtonê ji bo înîsiyatîfa erebî ya ku ji hêla Urdun û Îmaratê ve di sala 2021ê de hatiye destpêkirin, rave dike. Ev tevî wê rastiyê ye ku amerîkayiyan destûr dan paytextên Urdun û Îmaratê ku hewl bidin Beşar El-Esed razî bikin ku rêbazek “gav bi gav” ji bo çareserkirina krîza Sûriyayê bigire. Ev bi hêviya çareserkirina pirsgirêkên kaptagon, penaberan û hebûna leşkerî ya îranî an alîgirê Tehranê li başûrê Sûriyayê bû – ku hemî pirsgirêkên ku urduniyan, digel welatên Kendavê, aciz dikirin bûn. Tevî ku Sûriya di Lûtkeya Erebî ya li Cideyê di gulana 2023yan de vegeriya cihê xwe di Lîga Erebî de, têkiliyên erebî ne vegeriyane rewşa xwe ya normal a berî 2011an. Kaptagon, penaber, û bandora Xameneyî ne tenê li başûrê Sûriyayê, lê di heman demê de li qesra serokatiyê ya li Şamê jî dimînin. Di 7ê cotmeha 2023yan de, dîmenek nû ya Rojhilata Navîn û dibe ku gerdûnî, dest pê kir bi Amerîkayê ku bi eşkereyî siyaseta vekişîna Obama ji Rojhilata Navîn terikand, ku tê de peymanek bi Pûtîn û Xameneyî re li ser bandora wan li Rojhilata Navîn hebû. Washingtonê hewl da ku encamên her du şerên li Xeza û Lubnanê, ku di 7ê cotmehê de çêkir û paşê hilweşandina Beşar El-Esed, bi kar bîne da ku bandora Îranê li herêmê ji holê rake, nemaze bi zanîna wê ku eksena Tehranê bêyî pira sûriyayî li ser rêya Tehran-Bexda-Şam-bajarê başûr-Xezayê berdewam nake û li ser pêyan namîne. Kuştina Hesen Nesralah û Yehya Sinwar têrê nake; divê piştî wan hilweşandina Beşar El-Esed were kirin, ku ev yek di 27ê îlon, 16ê cotmehê û 8ê kanûna pêşîn a 2024an de bi serê her sêyan de hat.

Dibe ku amerîkayî fêm bikin ku, çawa ku 8ê kanûna pêşîn a 2024an a sûriyayî derbeyek êşdar û dibe ku kujer li eksena Îranê da, wê derbeyek wêranker li bandora cîhanî ya Rûsyayê jî da. Rûsya di sala 2015an de bi destwerdana xwe ya leşkerî li Sûriyayê bû hêzek cîhanî, lê piştî derketin û jidayikbûna xwe ji hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1991ê de, ew ji hêzek herêmî ya sereke hindiktir bû. Piştî ku di sala 2000î de ji birîna xwe ya Çeçenistanê baş bû, an jî qet nebe wê aram kir, hewl da ku axa xwe berfireh bike da ku bandora xwe li Gurcistanê di sala 2008an de û li Ukraynayê di sala 2014an de ferz bike û dû re jî hewl da ku Ukraynayê di sala 2022yan de bixwe.

Pirsa mezin a vekirî ev e: Çima Washingtonê, bi alîkariya Enqerayê û bêyî erêkirina Tilebîbê, hêzek hilbijart? Komeke leşkerî ya opozîsyona Sûriyayê ya bi navê “Heyet Tahrîr El-Şam” ji bo hilweşandina Beşar El-Esed û ji bo destpêkirina pêvajoya hilweşandina wî di 27ê mijdarê de, roja ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbulahê de li Lubnanê dest pê kir? Bi îhtîmaleke mezin, her kesê ku li Washingtonê biryara hilweşandina Beşar El-Esed daye, ji wateya daxuyaniya Patrick Seale haydar e: “Her kesê ku Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, divê Sûriyayê kontrol bike” (The Struggle for Syria, Dar al-Anwar, Beyrût 1968, r. 14), û ku Rojhilata Navîn dilê cîhanê ye, wekî de Gaulle gotiye. Ew bi îhtimaleke mezin dizane ku bi hilweşandina Beşar El-Esed, wekî derbeyek ducarî li ser Tehran û Moskoyê, ew ber bi siyaseteke nû ya amerîkayî li Rojhilata Navîn ve diçe. Ev yek dev ji siyaseta Washingtonê ya pêşvebirina hêza şîî berdide, wekî ku me li Bexdayê di 2003yan de, Beyrûtê di 2008an de û Sanayê di 2014an de dît û ber bi hewldanek ji bo avakirina hevpeymaniyeke amerîkayî-sunî ve ku dê li ser sînordarkirina Îranê û hedefgirtina hundir û sînorên Çîn û Rûsyayê be. Hemû nîşan, nîşan didin ku ev sedema nakokiya Washington û Tilebîbê li ser Şama piştî Beşar El-Esed e.

Têbînî: Made bi erebî hatiye nivîsîn û bi kurmanciyê hatiye wergerandin, ji ber wê em dê jêderan bi zimanê erebî bihêlin.

Nîşe:

(1) مارك مازيتي: “أوباما يخطئ وكالات الاستخبارات بسبب أدائها في عدم تلمس اضطراب الشرق الأوسط”، نيويورك تايمز، 4 شباط 2011.

(2) “هذه ليست ثورة”، مجلة نيويورك ريفيو أوف بوكز، 8 تشرين الثاني 2012. ص4.

(3) “طريق أوباما المتقلب وسط شلال الدم السوري”، نيويورك تايمز، 22 تشرين الأول 2013.

(4) “أوباما والشرق الأوسط”، مجلة فورين أفيرز”، 9 تشرين الأول 2015 ( نص بي دي إف، 15 صفحة، ص ص 3-4).

Author

  • Navenda Kurdî ya Lêkolînan
    Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Facebook

Loading...

Herî dawî

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn
Gotar

Agirên mezinbûna herêmî li Rojhilata Navîn

June 23, 2026
Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê
Manshet

Analîzek der barê bendên peymanê de: Îran bi mûşek û hevalbendên xwe vedigere “Westfalya”yê

June 17, 2026
Rola ku Pakistan dilîze çi ye?
Manshet

Rola ku Pakistan dilîze çi ye?

June 15, 2026
Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?
Gotar

Dûrxistina kurdan ji şerê mezin… Gelo dê encama wê aştiya bi Tirkiyayê re be?

June 12, 2026
Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?
Gotar

Gelo stratejiya “Şerê bê şervan” der barê Îranê de bi ser ket?

June 11, 2026
“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”
Manshet

“Îrana biçûk” û “Komara sêyemîn”

June 9, 2026
Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963
Lêkolîn

Rol û bandora faktorên derve di dîroka Sûriyayê de 1945–1963

June 8, 2026

The Kurdish Center For Studies

  • عربي
  • English

Social

No Result
View All Result
  • Gotar
  • Lozan
  • Lêkolîn
  • DÎROK Û CIVAK
  • NIRXANDIN
  • PIRTÛK
  • Çalakî
  • DANASÎN